|
LÊ XAMÊ, LÊ XEMAMÊ
Mustefa
Reþîd Lê xamê, lê xemamê Lê xamê, lê xemamê Xama min ji dara çamê Têxin destê Heyamê Pê binivîse namê
Ji bo min zû biþîne
Van
kulan bikewîne Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji dara biyê Têxin destê Sewliyê Nav tilyên wê horiyê
Wan hestên
kurmanciyê
Têxe nava wê namê Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji dara gîzê Têxin nav tilyên Zîzê Bila bi xamê bilîzê
Wan hestan birijîne
Ji
dil da biweþîne Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji bihokê Têxin niklê kevokê Biþînin Qamûþlokê
Têxe destê xeydokê
Bila biþîne namê Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji zêtînê Zû biþînin Efrînê Têxin nav tilyên Zînê
Nama hest û evînê
Zû ji bo min biþînê Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji þemþîrê Zû biþînin Cizîrê Têxin destê wê jîrê
Bi wê vîn û wê kamê
Zû biþîne wê namê Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji hilîkê Biþînin nav Dêrîkê Têxin nav tilyên bîkê
Bila peyk û peyxamê
Têxe nava wê namê Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji dara zanê Biþînin Kurdistanê Têxin destê Viyanê
Bila jîn û jiyanê
Berde nava wê namê Lê
xamê, lê xemamê Lê
xamê, lê xemamê Xama min ji bihuþtê Têxin destê feriþtê Ez rûnim li teniþtê
Destan deynim ser
piþtê
Min
derxîne ji damê
Homburg, 15.05.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org