Romana
kurdî ji kengê de heye?
Berî ku em bersiva vê pirsê
bidin, em dixwezin, ji xwendevanên hêja re, ji kelepora me ya gelêrî serpêhatiya
Memê Ewan pêşkêş bikin. Lê belê emê bi kurtahî di ser bûyeran
re derbas bibin û nekevin tiştên hûrik. Tenê bi vî awayî em dikarin
di çarçewa gotareke rojnamevanî de destaneke dûr û dirêj bidin naskirin.
Li gor dengbêjên Kurdan çêrok wek li xwarê ye. Me bingeha destanê ji kasêta
dengbêj rehmetî Hesnazî biriye:
Memê Ewan kurê Aslan Begê ye.
Ev Malbat ji mezinên bajarê Cizîra Botan in. Piştî mirina bavê wî,
dayîka Memê, Siltan Xanim diçe keça Ehmed Begê ji kurê xwe re dixweze. Navê
keçikê Eyş e û hin birayên wê jî hene. Siltan Xanim gelek jîr e û
berî ew dest bi axaftina xwe bike ji Ehmed Begê dipirse, ka çiqas Eyş li
ber dilê wî şêrîn û biha ye. Ehmed Beg dibêje, ku li ba wî tu cidahî
di navbera keçan û xortan de tune ye. Siltan Xanim dibêje yanê di her warekî
de wisa ye; di mal û mîrasê de jî wisa ye?. Ehmed Beg dibêje belê di her
warekî de wisa ye.
Di pey re ew tên ser pirsa
xwestina Eyşê, ew bi hev razî dibin û qelengê wê dibirin. Hîngê
Siltan Xanim ji Ehmed Begê re dibêje: Te got ku li ba te tu cidahî di navbera
keç û xortan de tune ye, ka çi ji mal û mewalê te dibe para Eyşê?. Lê
belê, Ehmed Beg ji gotina xwe venagere û bang yên xwedî qelem û defter
dike, ku bihejmêrin, ka çiqas mal û mewal li keça wî dikeve. Ji zeviyan, ji
beyaran, ji baxçeyan, ji aşan, ji nava malê, ji zêran, her tiştî
dihejmêrin û para Eyşê dide wê. Bi vî awayî, Siltan Xanim bêtirî
qelengê ku dabû Ehmed Begê vedigerîne mala xwe.
Siltan Xanim bûka xwe tîne, ew
zemawenda (dawet) xwe dikin û kurê xwe dizewicîne. Memê Ewan, xortê ciwan
çil rojî ji mal dernakeve. Piştî çil rojî ew carekê derdikeve nav
bajarê Cizîrê û li kolan û qehwexaneyan digere. Ew dibîne ku rûmeta wî
di nav gel de hatiye şikestin. Gel silava wî ne mîna berê bi germî, lê
belê bi dilsarî vedigerîne û rûyê xwe jê diguhêre. Ev rewş gelek li
zora wî diçe, ew tê mal û sond dixwe, ku ewê ji bo heft salan ji Cizîrê
derkeve û venegere.
Mem li hedbanê (hespê) xwe
siwar dibe û ji Cizîrê derdikeve. Lê belê di nav heval û hogirên wî de
tevliheviyeke mezin pêktê û her yek ji wan radibe û dide pey Memê. Heftsed
siwar li ser Kaniya Xulamê ji pa re digihînin wî. Ew çiqas hewl dide ku
siwar vegerin malên xwe, lê belê ew her bi biryar in û dibêjin em ji te
naqetin û tu kûve biçî emê li gel te bên. Memê Ewan bi heftsed siwarên
xwe ve berê xwe didin welatê Misirê. Piştî du hefteyan ew digihînin îskela
wî welatî. Mem ji siwarên xwe re dibêje: Hûn li vir bimînin, ezê biçim pêrgîna
Mihemed Alî Paşa, paşayê Misirê.
Gava ew bi hewşa qesra paşayê
Misirê dikeve, çavên Mihemed Alî Paşa di pencerê re li pergala Memê
dikevin, û ji ber ku ew bi xwe jî Kurd e, ew ji Xwedê de bi hatina vî siwarê
Kurdan gelek şadibe. Ew fermanê dide dergevan û pêwanên xwe û dibêje:
Vî mirovî ji min re bînin jor. Mem digihîne jor û Mihemed Alî li wî temaşe
dike, ku siwarekî Kurdan e, bi xemil û xêzen giran e û wisa xuyaye ku ew ji
mal û malbateke bi nav û nîşan e. Ew jê dipirse: Ka bêje tu çi dixwezî
û arzûya dilê te çi ye?. Ew dibêje: Bi Xwedê hema min nav û dengê te bihîstiye
û ez hatime ba te. Ew gelek dikene û şadibe û ji wî re dibêje: Ma qey
cihê te li ba min nîne. Kurê min ka bêje tu bi tenha xwe yî yan jî heval
û hogirên te jî hene. Mem dibêje: Paşayê min! Ez ne bi tenha xwe me,
hin siwarên min jî bi min re hatine. Paşayê Misirê dibêje: Baş e,
here hevalên xwe jî bîne hewşa qesrê. Gava siwar tên, Mihemed Alî dibîne,
ku ne yek û dudo ne, lê belê heftsed siwar in. Memê Ewan dibêje: Paşayê
min her xercî û derhatina diravî
(mesref) li ser min e.
Siltan Xanimê û jina wî Eyşê
hekîba wî tijî zêr kiribûn, lê belê hesabê heftsed siwar nekiribûn. Dîsan
jî, Mem roja pêşîn sed zêrî xerc dike. Roja dudowan dike dused û ya
sisêyan dike sêsed û her wisa. Bi vî awayî ew di çavên xelkê de tê
xuyakirin. Lê belê Mihemed Alî jêre dibêje: Kurê min! Bi vî awayî nabe,
çiqas pereyên te pir bin jî, dîsan wisa nabe. Min ji te, ji rabûn û rûniştina
te gelek hezkiriye, ka em çareyeke din bibînin. Gava hevalên te jî razî
bibin, ezê her yekî ji wan bikim delametkar (wezîfedar) û mehaniya
her yekî ji wan deh zêran bidim wî. Mem bi hevalên xwe re li ser vê pêşneyarê
dipeyive û dibîne, ku pêşneyar bi dilê hemiyan e. Ew dibêjin ma qenê
emê herin nava xelkê, mayîna me li vir, gişt bi ser hev de, ne tu jiyan
e. Bi vî awayî hemû heval û hogirên Memê li welatê Misirê dibin
delametkar û Mem jî li qesrê dimîne.
Roj û sal zû derbas dibin û
Mem carekê dihejmêre, ku heft salên wî qediyane û ew hên jî ji nava qesrê
nehatiye der. Rojekê bihna wî gelek teng dibe û radibe ji nava qesrê
derdikeve. Ew dikeve devê kolan û çarişiyan. Ha li vir, ha li wir, li
nav baxçeyekî rastî dayîkekê û zarokekî şeş- heya heftsalî
dibe. Ew ji Xwedê de ji wî zarokî hezdike û dixweze wî maç bike. Dayîka
zarok hîzar û perde bi ser çavan de berdaye. Mem li ber Xwedê digere, ku
bayekî xurt bê û wê perdeyê ji ser çavên wê dayîkê bifirîne, daku ew
rûyê wê bibîne. Bi fermana Xwedê ba radibe û hîzar ji ser çavên jinikê
dipeke. Gava çavên Memê li rûyê jinikê dikevin heş ji serê wî diçe
û dikeve xwar.
Zûka nûçe digihîne pêwan û
nobetdarên qesrê û tên wî dibin eywana Mihemed Alî Paşa. Xizmetkarên
qesrê hinek ava sar li ser çavên wî dikin û pêre pêre hiş tê serê
wî. Paşa ji wî dipirse, ka çi çêbû û çi bi serê wî hat; û jê
tika (rica) dike, ku ew rastiyê jêre bêje. Ew bersiva wî dide û dibêje: Ez
zavayê çil rojî bûm, min jin û dayîka xwe li şûn xwe hiştin û
hatim di vî welatî re derketim. Gava çavên min li nav baxçeyekî welatê we
li dayîk û zarokekî ketin, jin û dayîka min hatin bîra min û min ji xwe
re got, ku dibe niha zarokekî min mîna vî kurikî hebe....
Mihemed Alî got: Ne xwe, jin û
dayîka te ji pa re hene û ev heft sal in tu li vî welatî yî û li wan
napirsî, ev tewanbariyeke gelek mezin e. Li gor zagona me, divêt tu bêyî
daleqandin (îdam kirin). Bi sedema vê bûyerê, doza Memê diçe pêş
dadegeha bilind û biryara kuştina Memê tê standin. (Di
stranê de li vî cihî, mîna ser sehna tiyatro, dan û standineke dûr û dirêj
li ser pirsa biryara îdamê derbas dibe). Lê belê, dilê Mihemed Alî bi
wî dişewite û, ji ber ku ji wî pir hezdike, ew biryarê mihor (îmze)
nake. Lê, jêre dibêje: Nanê te li ba min nema û divêt tu vegerî welatê
xwe.
Hevalên wî hemiyan dicivînin
û bi fermana Xwedê hemû jî sax in, ne tukes nexweş e û ne jî tukes
miriye. Pereyên wan dihejmêrin û her kes mafê xwe distîne. Mem ji qesrê bi
rêdikeve û tê li ber îskelê bi hevalên xwe re dicive. Lê dîsan jî destên
Mihemed Alî jê naqetin û ew bi xwe jî pêre tê ber îskela bajêr. Wan
hemiyan li keştiyeke mezin siwar dikin û Mem dixweze êdî xatirê xwe ji
paşayê Misirê bixweze. Dîsan destên Mihemd Alî ji wî naqetin û ew jî
li gel hin alîgirên xwe, bi wan re, di nava deryayê de bi rê dikeve. Piştî
epê dem derbas dibe, ew xatirê xwe ji wan dixweze û bi keştiyeke biçûk
vedigere qesra xwe.
Piştî çend rojan keştiya
wan digihîne cihê armanca xwe û êdî lengeran berdide binê avê. Memê Ewan
bi siwarên xwe ve li îskela Îskenderûnê peya dibin û berê xwe didin bajarê
Cizîra Botan. Ew bi şev dora saet dudowan digihînin ser Kaniya Xulamê.
Memê Ewan ji siwarên xwe re dibêje hûn li vir bimînin ezê bi nehînî biçim
û binêrin ka rewş çawan e. Çiqas hin heval hewl didin ku li gel wî bên,
lê belê ew wan paşve vedigerîne û dibêje ezê li saet 5an, dema
berbangê vegerim ba we. Ew ji xwe re dibêje divêt pêşî ez bibînim ka
tukes ji mala me heye yan na. Dayîka min Siltan Xanim dibe ku her û her
miribe!. Ma gelo çi bi serê Eyşê hatibe!. Bavê Eyşê zordar e, ma
gelo piştî mirina dayîka min ew biribe û bi darê zorê dabe mêrekî
xelkê. Divêt ez binêrim, ka rewş çawan e. Bi van fikir û ramanan, Mem
digihîne nava Cizîrê û diçe ber deriyê qesra bav û kalan. Ew ji xwe re
dibêje, heke dayîka min miribe û Eyş jî çûbe, ma gelo kî niha di
mala me de radibe û rûdine? Ma gelo ez deriyê malê bikutim an ez çawan
bikim? Divêt ez binêrin, ka çi heye. Ew destê xwe radike û dixweze deriyê
derve bikute, lê belê derî bi
xwe vedibe. Ew mat dimîne, çima deriyê malê ne bi kilît û ne medelkirî
ye. Ma gelo mana vî tiştî çi
ye!?. Heke Eyş li mal be, ne xwe niyeta wê xirab e û ji lewre divêt ez wê
biceribînim. Ew bi şala xerzanî ser û rûyê xwe hemû digire, ku tenhê
çavên wî xuya dikin. Ew digihîne ber deriyê hundir û dibîne, ku ew jî ne
kîpkirî ye. Mem derbas koşka Siultan Xanimê dibe û dinêre, ku dayika wî
fiş fiş di xew de ye. Ew dibêje gelek şukir û spas ji Xwedê
re, ku ez hatim û min dayîka xwe dît û ew hên jî zindî ye. Lê ji xwe re
dibêje heke ez dayîka xwe ji xew rabikim, ez bi saetan nikarin xwe ji destên
wê xilas bikim û nema di dema berbangê de digihînim ba siwaran. Baştir
e ez bi roj bêm û bi şahiyeke mezin wê hembêz bikim. Mem vê carê diçe
koşka Eyşê, li ber nivîna wê radiweste û dibîne ku ew jî di xew
de ye, lê belê li tenîşta wê hinekê mitêl bilind e. Gava mitêlê
radike, dibîne ku zarokekî şeşsalî di hembêza Eyşê de
razaye. Hey wax ez bi
gorî! Yê ku min li meydana Misirê dîtibû ma ne tu bi xwe bû, Mem wisa ji
xwe re dibêje û xwe xwar dike û zarok maç dike. Hîngê ew baş dizane,
ku zarok kurê wî ye. Ji ber ku Mem, ji ber nekilîtkirina derî, di dilsoziya
Eyşê de ketiye gumanê ew dest bi planê xwe, cilên xwe ji xwe dike û
destê xwe carekê davêje pêsîra Eyşê, navbera cotê memikan û pêre
dadikeve. Eyş çavên xwe vedike, destê Memê paşve têvedide û
dixweze biqîre. Le belê Mem destê xwe dide ser devê wê û dibêje dengê
xwe neke ez evîndarê çavên te û bejna te me, ez îşev hatime ba te. ( Li
vî cihî di destanê de bizav û diyalogeke dûr û dirêj di navbera Eyşê
û Memê Ewan de berdewam dike). Çiqas Mem hewl dide, ku helwesta Eyşê
biguhêre, lê belê Eyş paqij û şîrpak derdikeve û bi tu awayî bê
şerefî û tolazîyê napejirîne. Ew hergav dibêje: Bê edebo! Şîrheramo!
Min kengê soz û civan bi te re berdane? Ji lana şêran derkeve, ez tiştên
kirêt nakim, ez keça dê û bavê xwe me. Gava Mem dibîne, ku tu çare li Eyşê
nabe, ew bi namûs û şeref e, hindî ew şala xerzanî ji serê xwe
davêje û dibêje: Xezala min ez Mem im, mêrê te me. Eyş dibêje: Tu
dixwezî dest bi dek û dubareyan bikî û niha xwe wek mêrê min bidî
xuyakirin?! Şîrheramo ji mala me derkeve, mêrê min ne li mal e. Di wê
rewşê de, Mem êdî nizane çawan baweriya Eyşê bi xwe bîne û dibêje
tu çi nîşanên Memê Ewan nasdikî, ma tu soraniya (xençera) wî nasdikî
ku ez şanî te bidim. Eyş dibêje belê ez sonaniya Memê nasdikim. Hîngê
Mem soraniyê ji nava xwe vedike û davêje pêşiya Eyşê. Ew lê temaşe
dike û dibîne, ku bi rastî jî soraniya Memê Ewan e. Lê belê ew dibêje:
Tu dixwezî min bixapînî, binê te soranî ji kû diziye, yan jî mêrê min
miriye û te bi çi awayî soraniya wî bi dest xwe ve aniye. Mem vê carê dibêje:
Baş e hên tu çi nîşanên din yên Memê dizanî. Eyş dibêje:
Li ser milê Memê yê rastê mangek bi qaserî nîv mejdiyekî heye. Hîngê
Mem destê xwe davêje ser milê xwe, gumlekê xwe diçirîne û nîşana ku
Eyşê xwestiye şanî wê dide. Eyş carekê hûr li pergala Memê
dinêre û êdî rûyê wî tê bîra wê. Bi vî awayî guman li ba Eyşê
namîne.
Piştî ku tu guman li ba Eyşê
namînin, hîngê ew rastiyê dibîne û têdigihîne, ku Mem ji rêya dûr
vegeriyaye û ew bi tenha xwe hatiye daku rewşa malê temaşe bike. Mem
ji Eyşê re dibêje divêt ez serê berbangê vegerim ser Kaniya Xulamê ba
hevalan û emê tev bi hev re serê beyanê
werin nav bajarê Cizîrê. Lê ji ber ku min hên xew nekiriye û em ji rêya dûr
hatine hema ez hinekê rakevim û divêt tu min piştî nîv saetekê ji xewê
rabikî. Bi vî awayî Mem serê xwe datîne û di demeke pir kin de dikeve
xeweke giran. Gava Eyş bi tenê dimîne û ew jî ne têr xew e, ew jî di
xew ve diçe.
Wek her rojê, serê berbangê
Siltan Xanim ji xew radibe û tê ber serê neviyê xwe, ku bibîne belkî mitêl
ji ser wî çûbe. Gava ew tê ber nivîna Eyşê, dibîne ku mantorekî mêran
di ber wê re razaye. Wey Eyşê çavên te kor bibin! Siltan Xanim di ber xwe de dibêje. Hey hawar ! Ev çi fêşa giran
e. Ez çawan bikim, ku van herdu bê şerefan bi derbekê bikujim. Gava ez
Eyşê bikujim, ev tolazê han dê bazde û gava ez wî bikujim, hîngê Eyş
dê ji nav lepên min bifilite. Lê çawan be, divêt ez evê şîrheram
bikujim; Eyş jineke û çawan be ew li vê cîhanê ji dest min xilas nabe.
Bi van ramanan, Siltan Xanim biryara xwe dide, ku pêşî mantoreyê razayî
bikuje. Ew dibîne, ku xeçerekê li ber seriyan e. Çav li serê Siltan Xanimê
sor bûne û nema tu tiştî nasdike. Hema destê xwe davêje xençerê û wê
ji qin dikişîne. Çiqas hêz di wê de heye, dide nav milên Memê û têvedide;
xençerê di sîngê wî re derdixîne. Xwîna sor diherike nav nivînê û Eyş
ji cih radibe ser xwe û dibîne, ku Mem di xwînê de digevize. Wey mala te bişewite
Xanimê! Te Mem kuşt! Eyş dike qêrîn. Gava Siltan Xanim rûyê
Memê dibîne heş ji serê wê diçe û dikeve. (Di stranê de li vir jî dîsan dialogeke pir xemgîn li ser zimanê Eyşê
pêk tê).
Eyş radibe ser xwe, cilên
Memê li xwe dike û berê xwe dide ser Kaniya Xulamê. Ew hinekê dengê xwe stûr
dike û ji dûr ve ji siwaran re dibêje: Êdî werin her tişt temam e. Ew
zûka xwe digihîne mal, hedbanê Memê dixe tewlê û cilên xwe yên bûkaniyê
li xwe dike. Gava siwar digihînin ber deriyê qesra Memê û dixwezin derbas
bibin. Eyş dibêje bibihurin, Mem gelek westiyabû û xwest hinekê xewa
xwe bişikîne. Wî ji min re got, gava siwar hatin, bila ji kerema xwe li
dema taştiyan nivîna min deynin hewşê û hîngê min ji xewê rakin.
Siwar dibêjin ma em heft salan bi wî re man, emê niha jî du saetan li benda
wî bimînin. Dema taştiyan heft-heyşt siwar tên û nivîna Memê hêdîka
dadixin hewşa qesrê û hefsed siwar li dora wî dicivin. Eyş bi xemil
û xêza xwe ya giran diçe ber serê Memê û bi lorîna xwe serpêhatiyê dibêje
û mitêlê ji ser çavên Memê radike. (Destana
Memê Ewan li vir bi dawî dibe).
Piştî me ev destana
gelêrî bi kurtahî pêşkêş kir, emê niha vegerin ser pirsa xwe ya
destpêkê: „Romana kurdî ji kengê de heye“.
Di vê dema dawîn de, di navbera nivîskar û rewşenbîrên Kurdan de
dan û standineke pir germ û hin caran jî pir tûj li ser pirsa romana kurdî
heye. Di vê babetê de tiştê nebaş ew e, ku hin nivîskar dixwezin
bi cîhanê bidin bawerkirin, ku romana kurdî berê tune bû û li ser destê
wan hatiye afirandin. Ev helwesta nedurist, ku li ser bingeha înkarkirina hebûna
çand û zimanê Kurdan pêktê rûreşiyeke mezin e. Li cihê ku ew nivîskar
hewl bidin afirandinên xwe wek berdewamiya geşbûna çand û kelepora gelê
Kurd bidin xuyakirin, dikevin xefika dijmin û avê dibin ser aşê wî; û
di encamê de çand û zimanê me înkar dikin. Înkarkirina çand û zimanê
Kurdan mana xwe înkarkirina gelê Kurd û neteweya Kurd e. Bav û kalên me
gotine: Dar li ser damarên xwe, di nav
axa xwe de xurt e. Mezinahiya mirov (mezinahiya nivîskar) berî her tiştî
di nav gelê wî de pêktê. Mirovê ku di nav gelê xwe de ne mezin be, di cîhanê
de jî mezin nabe.
Bi bîr û baweriya min, serpêhatiya Memê Ewan romaneke kurdî ye û ji
aliyê pisporekî ve hatiye nivîsîn. Lê belê em navê wî(wê) nizanin.
Roman bi naveroka xwe gelek balkêş e û mîna ya nivîskarên ewropayî
ye. Em naxwazin li vir li ser hêmanên (element) wê rawestin. Bila ev ji
xwendevan û nivîskarên Kurd re bimîne. Bi taybetî ji bona ew camêrên ku
xwe mîna avakerê romana kurdî didin naskirin. Ne bi dehan, lê bi sedan
destanên mîna Memê Ewan di bermaya me ya gelêrî de hene. Kurdistan gencîneya
destan, stran, roman, çîrok û efsaneyan e. Gava hinek wan nasnekin, mana xwe
ne ew e, ku ew tune ne. Gava em nivîskarên wan nizanibin, mana xwe ne ew e, ku
ew bê xwedî ne. Ka em li vir nivîsandina Ewliya Çelebî bînin bîra xwe,
gava ew şahidê talankirin û şewitandina pirtûkxaneya Bedlîsê bû.
Ewliya dibêje: „Bi barê hêştiran pirtûk ji pirtûkxaneya Bedlîsê
hatin avêtin û şewitandin. Min pirtûkek ji dest leşkerekî Tirk
girt ....“ û naveroka wê pirtûkê ji me re dibêje. Ma gelo! Ew çi pirtûk
bûn? Yên kê bûn? Roman
di nav wan de hebûn yan tune bûn? Kî
dikare bersiva vê pirsê bide. Ma gelo pirtûkxane tenê li Bedlîsê hebû?
Yan jî li nawenda mîrîtiyên din jî hebûn?. Tenê gava gelê Kurd rizgar
bibe dê hin rastî derkevin holê û mixabin hin rastî jî dê tucar neyên
ber ronahiyê. Dîroka mirovatiyê bi giştî jî wisa ye, ku tenê em hin
tiştan jê dizanin.
Lê belê ka em vegerin ser pirsa romana kurdî bi form û naveroka ku hin
kes tenê wisa wek roman dipejirînin. Yanê roman divêt pirtûk be, li ser
kaxezê hatibe çapkirin, qabê wê bi reng be, navê nivîskar û navê romanê
li ser xuya be. Divêt berî her tiştî navê çapxaneyê li ser be û
ISBNa wê hebe..... Emê di vî warî de hema zaravayê Başur qet nînin
nava mijarê û tenê du nivîskarên Kurd wek nimûne bidin, ku bi zaravayê
Kumanciya Bakur roman nivîsandine. Cegerxwînê nemir - ji bilî helbestên xwe
- hên di sala 1948an de romana xwe ya bi navê Cîm
û Gulperî daye çapê. Di salên pêncî de romana wî ya duwem Reşoyê
Darê kete çapê. Ev romana xweş, hên di wê demê de, li Başurê
Rojava di xelekên gel dihate xwendin. Yanê berî ku hin nivîskarên me yên
ciwan hên ji dayîka xwe bibin. Nimûneyê duwem nemir Ereb Şemo ye,
xwediyê romana Şivanê Kurd û
hin pirtûkên din e û her wisa û her wisa….
Niha êdî bila xwendevan
biryara xwe bide, ka romana kurdî ji kengê de heye.