Em, wek Navenda PENa Kurd, berî salekê
di Komîta Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî de bûbûn endam. Ev komîte,
li tenîþta Komîteya Nivîskarên ji bo Aþtiyê, Komîteya Nivîskarên di Zîndanan
de, Komîteya Jinan û Komîteya Nivîskarên li Penahberiyê yek komîteyên
here girîng e. Seroketiya vê komîteyê demeke dirêj di destê PENa Katalanan
de bû, lê di kongereya PENa Nevneteweyî ya 68an de, ku li bajarê Ohrid (Oxrîd),
Komara Makedoniya, hate lidarxistin, seroketî kete destê PENa Makedoniyayê. Di
vê komîteyê de 35 navend wek endam hene.
Di
sala derbasbûyî de hevdîtineke vê komîteyê li bajarê Pula yê Kroatsiya
hebû û min di vê hevdîtinê de niwênertiya Navenda PENa me kiribû. Îsal jî
civîna fermî ya vê komîteyê ji 19.9. – 22.9.2003an li bajarê Ohrid
dihate lidarxistin. Civîna vê komîteyê vê carê ji bo Navenda PENa Kurd ji
ber van sedemên jêrîn gelek girîng bû:
1)
Ji
ber ku em di vê komîteyê de nû bûne endam, divêt em amade bibin û xwe bi
navendên din bidin naskirin.
2)
Di dawiya meha 11an
(meha mijdarê) ya îsal de kongireya 69an ya PENa Navneteweyî li Meksîko tê
lidarxistin, ku Navenda PENa Kurd jî bi du niwênerên xwe lê amade dibe. Lê
belê, berî wê divêt gelek amadekarî bên kirin. Me, wek Navenda PENa Kurd,
hin armanc ji xwe re danîne û dixwazin van armancan di kongireya Meksîko de bînin
cih. Me ji bona van armancên xwe sê rêsolusiyon amadekirine û dixwazin wan
biserbixin. Rêsolusiyonên
me ev in :
a)
Resolusiyon ji
bo serbestberdana qehremana Kurd Leyla Zana ji zîndanên Tirkiyê.
b)
Rêsolusiyon ji
bo serbestberdana endamê me Merwan Osman ji zîndanên Sûriyayê.
Ji
bona van herdu girtiyên zîndanan ev bû bêtirî þeþ meh, ku Navenda PENa
Kurd di liv û tevgerê de ye. Gelek navendên cîhanî jî êdî destek û piþtgirî
dane vê daxwaza me.
Lê
em dixwazin di kongireya Meksikoyê de daxwazeke gelemper jî ji bo tevaya
netewa Kurd biserbixin.
c)
Em dixwazin, ku
PENa Navneteweyî ji dewletên Rojhilata Navên, yên ku Kurdistan di nav wan de
hatiye parvekirin bixwaze, rê li ber ziman, wêje, mafê perwedeya bi zimanê
kurdî vekin û dest ji siyaseta zordestî û înkarkirinê berdin.
4)
Wek gavek, ji
bona vekirina rê û karên hevbeþ, sekretariyata PENa Navneteweyî pêþniyar
kiribû, ku Navenda PENa Kurd û PENa Tirk xebatekê bi hev re bikin. Pêþniyar
ew bû, ku ev herdu navend civîna Komîta Mafê Ziman û Wergerê di sala
2005an de li Amedê amade bikin. Navenda PENa Kurd ev pêþniyar pejirandibû,
ketibû nava amadekariyan û þarederiya Amedê li ser vê yekê agahdar kiribû.
Lê belê diviyabû li Makedoniyayê ev piþniyar bête gufûgokirin. Ji bona vê
mijarê jî amadebûna me li Ohrid gelek girîng bû.
Ji
lew re, Navenda PENa Kurd dixwest du endamên xwe biþîne Makedoniyayê, da ku
bikaribin van kar û xebatan pêkbînin. Me ev mijar gelek hilanî û danî. Di
dawiyê de me berî çend mehan biryar da, ku sekreterê Navendê birêz Dr.
Zorab Aloian biçe Konferansa Ohrid. Mixabin hin astengî ji kek Zorab derketin
û nema karîbû biçe. Em di nava endaman de jî li þandiyekî geriyan, lê me
tikes peyda nekir. Dawiya dawî, hevalên Komîteya Navendê biryar girtin, ku
ez (Mustefa Reþîd) bi tenê berê xwe bidim konferansa Mekdoniyayê.
Min
amadekariyên xwe kirin, bi rêya email û telefonan PENa Makedoniyayê agahdar
kir, ku ezê li ser navê Navenda PENa Kurd di konferansê de amade bibim û di
êvara wêjeyî de jî hin helbestan
bixwînim. Êdî roj û saeta çûyîn û hatina min hate çespandin û min hemû
belge û dokumentên pêwîst amadekirin; min destûra sê rojên vala ji cihê
karê xwe yê li Zanistgeha Saarland jî xwest.
Roja
îniyê, 19.9.2003an ez li saet 7ê sibehê ji mal derçûm û pêþî min berê
xwe da balafirgeha bajarê Frankfurt. Çûyîn û hatina min bi balafireke Þirketa
Perwazî ya Awstiryayê re bû. Ez li dora saet 9ê sibê gihîþtim Frankfurt
û hên pir wext bi min re hebû. Lê ezê bi du çenteyan kûve biçim? Min çenteyê
xwe yê mezin derbaskir û “boardcard”a xwe bir. Ez
di kontrolan re derbas bûm û min got ezê herin ji xwe re li cihê rawestanê
rûnim.
Li gor plan, balafir ji Frankfurt li saet 11 û 15 xulekan
derdikeve û li saet 15 û 20 xulekan digihîne Skopiya, paytextê Makedoniyayê.
Gelo ev welatê ku ez diçimê çi welat e?
Ev welat jî mîna Kurdistanê di navbera çend
dewletan de hatiye beþkirin û xwediyê dîrokeke gelek kevnar e. Lê belê, beþê
herî mezin yê vî welatî yek ji þeþ komarên federalî yên Yugoslaviya bû.
Ev jî bû sedem, piþtî ku Yugoslaviya ji hev de ket, ev komar bibe welatekî
serbixwe. Herdu beþên din (beþê li aliyê Yûnanistanê û beþê li aliyê
Bulgariya), ku ne xwedî statuseke wisa bûn, tevli vê Komara Makedoniya nebûn;
hên jî ev rewþ wisa ye. Dewleta Yûnanistan ji berê de siyaseteke dijminane
û tund li hember gelê Makedonî ajotiye û hên jî dajo. Hên di þerên
destpêka sedsala bîstan de Yûnaniyan piraniya Makedoniyên beþê di bin destê
wan de þareder û sirgun kiribûn. Li rojhilat û navenda vî beþî gelê
Makedonî nehiþtibûn. Îro tenê li aliyê rojava dora sed hezar Makedonî
hene. Dewleta Yûnan navê “Makedoniya” jî napejirîne û bi ya wan be, divêt
ev welat navekî din li xwe bike. Çêroka vê mijarê gelek kevnar e; ev
vedigere ser Îskenderê Mezin yê Makedonî. Yanê
navê “Makedoniya” bêtir ji Îskender de maye.
Bi van xeyalan ez li balafirgeha Skopiyayê peya bûm. Gava ez
derketim derveyî avahiyê, hin kes ji komîteya organîzekirina Konferansê li
benda min bûn. Li derve heyam hên germ bû; hên havîna bi tîn bû. Ji min
re gotin, em li benda beþdarekî din in. Ka çenteyê xwe têxe erebeyê û em
biçin qehwexanê ba yên din; hûn li wir rawestin, heya ku mêvanê dawiyê jî
were.
Li qehwexanê, min serokê PENa Portugal, birêz Casimiro
de Brito û du jinên din dîtin. Min û Casimiro me berî salekê hevdû li
bajarê Pula naskiribû. Em çûn dev û rûyên hev û min silav da herdu jinên
din. Navê ya pêþîn Patrizia Vascotto ye, ew niwênera
PENa Îtalî ye û navê ya din Bente Christensen e, ew
niwênera PENa Nerwecî ye. Piþtî hevnaskirinê, em ketin nav derya mijaran.
Piþtî saetekê balafira dawî jî hat û birêz Rosend
Arques, niwênerê PENa Katalanan jî hate ba me. Komîta organizasiyonê
got, em niha dikarin birêkevin. Em li mînîbûsekê siwar bûn û me berê xwe
da rêya bajarê Ohrid (Oxrîd). Rêya me di nav Skopiyayê re derbas dibû. Di
pey re, her 20-30 km erebe li ber çeperan radiwestiya, þofêr nirxê darbasbûna
autobanê dida û em diçûn. Casimiro, Patrizia û Rosend bi hev re, geh bi
Spanî, geh bi înglîzî diaxivîn û ez û Bente jî, em her carê li ser
mijarekê diketin dîskisiyoneke germ.
Tiþtê ku bala me kiþand ew bû, ku li wan gundên
herdu rexên rê mizgeft hebûn û di tenîþta her yekê de minareyek wek
qeytanan bilind bû. Wisa dihate xuyakirin, ku ev herêma em têre derbas dibin,
herêma misilmanan e û wan gelek pere xistine avakirina mizgeftan; hemû
Mizgeft hên nû bûn.
Em ketin herêmeke çiyayî û rêya me di gelî û
newlan re derbas dibû. Piþtî ku roj çû ava û êdî dem bû êvar, me nîvê
rê derbas kiribû. Þofêrê minîbûsê ji me pirsî, ku heke pêwîst be, em
careke rawestin û bihinvedanekê bikin. Me pêþniyara wî pejirand û wisa em
li rexê rê, li nêziya du qehwexaneyan rawestiyan. Em çûn qehwexana pêþîn,
bi armanca ku emê tiþtekî vexwin û yê ku pêwîstiya xwe hebe biçe tewalêtê
jî. Lê ji me re gotin, ku li qehwexanê tewalêt nîne. Me berê xwe da
qehwexaneya din, lê me dît, ku li wir jî tewalêt nîne. Em gelek keniyan, ku
çawa tewalêt nîne. Rabû min bi zimanê wan pirs kir û got, çawa tewalêt nîne
û mirov kûde biçe. Gotin: Derve fireh e, mirov dikare bi nav dar û beran de biçe. Ti çare
tinebû, em rûniþtin û her yekî ji me tiþtek vexwar. Birêz Casimiro çû
derve û hat; û got : Ji bo mêran ne zehmet e, min karê xwe qedand. Di
pey re her kesekî ji me bi awayekî karê xwe qedand û careke din em li mînîbûsê
siwar bûn. Êdî dinya bûbû tarî. Rêya ku em li ser dicûn jî gelek bi
firk bû; þofêr gelek caran li firênê dida. Ev yek li xweþiya mêvanan
nedihat, lê çareyeke din jî tinebû. Jinika li tenîþta min, ji bo wê, ev
cara pêþî bû, ku dihat van welatan û got: Ez hêvîdar im, li hotêla ku em
diçinê tewalêt hebe.
Em
bi rê de gelek dereng mabûn. Li gor programê,
diviyabû em li saet 20an li hotêlê di koktêla ji me re amadekirine de beþdar
bibin. Wezîrê çandê yê vî welatî jî beþdar dibû û her tiþt ji mêvanan
re hatibû amadekirin. Lê belê, em li saet 20 û 20 xulekan gihîþtin hotêlê.
Me zûka odeyên xwe standin, hinekê xwe veþuþt, cilên xwe guhertin û em
daketin çûn cihê pêþwaziyê. Wan dest bi xwerinê kiribû, lê hên her tiþt
ji bo me jî mabû. Piþtî demekê du niwênerên PENa Holendî jî gihîþtin
me. Lê belê, xanima Kata Kuvlakova, Seroka Komîta Mafê Ziman û Wergerê ne
amade bû; ji mala wê kesek nexweþ ketibû û ji lew re jî nikarîbû beþdar
bibe. Dem dema hevnasînê bû, dema xwarina tamtîtikan û vexwarina mey û þerabê
bû. Hawîr û atmosfêr gelek xweþ bû, cihê rûniþtinê li derve jî hebû,
Gola Oxrîd li jêriya hotêlê xuya dikir, heyam
gelek xweþ bû, ne sar bû ne jî germ bû. Em man heyanî piþtî nîvê þevê…
Roja
din diviyabû li gor programê li saet 9:30an konferans destpêbike. Piþtî
xwerina taþtiyê, em çûn hola civînê. Min dît, ku va ye niwênera PENa
Tirk jî amade ye, navê wê Aysu Erden e. Em bi hev re li ser mijara konfernsa
ku di sala 2005an de li Amedê pêk were jî axivîn. Min dît, ku PENa Tirk
baweriya xwe guhertiye. Xanima A. Arden got, silavên serekê PENa Tirk birêz
Ustun Akmen û yên cihgirê serek birêz Sabri Kuþkonmaz ji we re hene; ew pêþniyareke
din dikin, dibêjin, li cihê vê konferansa li Amedê, ka em civîneke rêxistinên
nivîskaran yên Rojhilata Navîn wek Felestînî û Farisan di nav xwe de pêkbînin.
Min bala xwe dayê, ew dixwazin bêyî PENa Navneteweyî civînekê amade bikin
û me di nav xwe, Ereb û Farisan de wenda bikin; dîsa hal halê berê (eskî
tas, eskî hemam).
Konferansê
bi beþê siyasî dest pêkir. Makedoniyan gelek nivîskarên xwe anîbûn, hema
bêje hemû nivîskarên wan yên bi nav û deng li wir bûn. Mijar li ser
“rewþa Ewropayê piþtî hilweþîna Dîwarê Berlînê“ bû. Di jiyanê de
hergav rewþ wisa ye, çi nexweþiya kê hebe, ji wê re li dermanekî digere,
çi ji kê kêm be, hewl dide, ku wê kêmasiyê temam bike. Piþtî ku
Makedoniya bûye dewlet, ji wan re êdî têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re
û çûn û hatina azad pêwîst e. Ji lew re jî, piraniya axaftvanên wan li
ser problemên vîzaya welatên „Peymana Schengen“ û çûn û hatina azad
diaxivîn. Her kesek tevî dîskûsiyonê bû. Min jî xwe tevê kir û got: bê
guman gilî û gazinên we di cih de ne, îro rewþeke taybetî li Ewropa peyda
bûye, piraniya welatên ewropayî êdî dibin endamê YE, lê li hêla din, hin
welat hene – tevî ku ji warê erdnigariyê ve li Ewropayê ne – ew di warê
siyasî û aborî de, wek ku ne ji Ewropayê bin têne hejmartin û ji lew re jî
ev astengiyên ku hûn dibêjin hên hene. Lê bala xwe bidin rewþa me. Em
wek Navenda PENa Kurd, ku navenda me li Almaniyayê ye, ji bo yên li wir ti
astengiya vîzayê nîne. Lê belê li welêt rê li ber ziman û çanda me
girtiye, gelê me ji perwerdeya bi zimanê xwe bê par e. Endamên me yên li
welêt di rewþeke gelek dijwar de ne. Ne ku tenê astengiya vîzayê ji bo wan
heye, li hin cihan ew newêrin, ku bi aþkereyî bêjin, em endamên PENa
Navneteweyî ne. Ez berî du sala çûbûm Sûriyayê û hin nivîskaran ji min
re got, heke dewleta Sûrî pê bihese, em endamê PENa Navneteweyî ne, ewê
dest û lingên me bibirin. Binêrin çiqas rewþa her welatekî ji yê din cuda
ye.
Niwênera PENa Tirk jî axivî û hin gilî û gazin
li Navenda PENa Tirk, ku ew rexneyan napejirînin, gava wê ew rexne kirine, bi
avêtinê gef li wê dane. Di pey re got, ez bi xwe linguîst im, ez dizanim li
Amerîka Latînî gelek ziman hene, ku di bin metirsiya wendabûnê de ne. PENa
Navneteweyî divêt hewl bide, ku ev ziman wenda nebin.
Ew li tenîþta min rûniþtibû. Gava gotina xwe
xelas kir, min jêre li ser kaxezê nivîsand:
“You give an example of Languages in South-Amerika,
that is right. But the kurdish Language is the best example”.
Ji min re bersiv li ser kaxezê nivîsand: "I am a Linguist. Linguists
make no differences among languages. All languages have the same RIGHTS”.
Belê, siyaseta wan wisa ye; dikarin li ser kuþtina
çivîkekê li baþûrê Amerîka hêstiran bibarînin, lê heke te got, ewqas
Kurd bi destê we têne kuþtin û îþkence kirin, ev çawa ye? Hîngê ewê bêjin,
giyan her giyan e, çivîk dibe, mirov dibe, wek hev e; giriyê min li ser çivîkê
te.
Beþê siyasî wê rojê temam bû. Piþtî nîvro hên
jî heyam germ bû; tîrêjên rojê xwe ji aliyê rojavayê ve berdidan ser
Gola Oxrîd, ava wê ya zelal derbas dikirin û wisa mirov binê golê heyanî
bi cihên kûr didît. Em
li Otobûsê siwar bûn û me berê xwe da navenda bajêr. Di siwarbûna otobûsê
de niwênera PENa Tirk li gel min diaxivî. Nivîskarekî makedonî, ku jiyê
(temenê) wî li dora 70î bû, bi min re got: Çawa Kurd û Tirk wisa bi hev re
diaxivin? Ma ev dibe?. Ez keniyam, lê belê niwênera PENa Tirk fêhm nekir.
Gava em rûniþtin, bi awayekî matmayî ji min pirsî, ka wî nivîskarî çi
got? Min jêre gotina nivîskarê makedonî bi înglîzî got. Ew li xwe mat ma, ku çima wisa gotiye. Min got, ku ew rewþa me ji dest
We baþ nasdikin, wan jî berê weke me, ji destê Tirkan pir dîtiye.
Min ev rastiya han berê dizanî. Li seranserê welatên
Balkanê, ji bilî wan derdorên ku bûne misilman, potensiyaleke gelek xurt li
dijî Tirkan heye. Wan bi dirêjahiya sedsalan zordariyên gelek mezin ji destê
Tirkan dîtine; jinên wan ji xwe re dikirin cariye, ji zarokên wan leþkerê
Yanîþarî duristdikirin û pê þerê wan dikirin. Di wêje û lîtêratûra
Balkanê de li ser berxwedana li dijî dagîrkerên Tirk berhemên gelek balkêþ
û giranbiha hene.
Em li navenda bajêr peyabûn û me xwe bi peyatî
gihande pêþiya keniþtekê, ku di ser golê re bû. Ev
der cihê beþê wêjeyî bû, cihê xwendina berheman bû. Li ser wê
sewkiyê, komeke din ya mirovan, ku bi serdanî ji bo temaþekirina keniþtê
hatibûn, rawestiyan û wan jî guhdariya helbestvan û nivîskaran kir. Di
navberê de jî, hin caran koma mûzîkê li awazên xweþ dida. Nivîskarên
biyanî û xumalî helbest û pexþanên xwe xwendin; Casimiro
û Patrizia jî beþdarî kirin; min jî du helbestên
xwe pêþkêþkirin, yek bi zimanê kurdî û yek jî bi zimanê almanî bû; lê
belê me berê herdu jî wergerandibûn zimanê înglîzî û ew jî ji aliyê pêkêþvana
bernameyê ve hatin xwendin. Ji nav nivîskarên Makedonî
xwendina jinekê gelek balkêþ bû; ew bi cil û bergên xwe yên gelêrî jî
balkêþ bû û du keziyên dirêj bi ser textê piþtê de berdabûn. Gava
xwendina xwe bi dawî kir, lorandinek kir û bi çepikan re vegeriya cihê xwe.
Piþtî ku ev beþ jî qediya, hinek di rêya jêr re
vegeriyan nava bajêr. Beþekî din ji me rêya jor stand. Em di pêlekanan re
hilkiþiyan û me xwest, em di rêya jor re vegerin.
Li jor keniþteke hên mestir, lê belê bi stîla kevin êdî li ber qedandinê
bû. Ji me re hate gotin, ku keniþta kevin ji aliyê Tirkan de hatibû
kavilkirin û niha careke din avadikin. Li jorî keniþtê em rast sitiya Kata
Kulavkova, seroka Komîteya mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî
hatin. Min û sitiya Kata, me hên li Pula hevdu naskiribû. Me silav bi germî
da hev û em giþt bi hev re meþiyan. Sitiya Kata, Casimiro, Patrizia, Rosend
û ez, em li qehwexaneyeke biçûk rûniþtin, me her
yekî tiþtek vexwar û ji xwe re axivîn. Min komîteya organîzasiyonê li ser
pêþniyara resolusiyona me agahdar kiribû; wan jî Kata agahdarkiribûn. Kata
ji min re got: Ew çi resolusiyon e? Ka kopiyeke din bi te re heye, ku ez lê
temaþe bikim. Min kopiyek da dest wê û xwend. Got baþ e, emê piþtgiriyê bikin.
Casimiro û hevalên din berê amadebûna xwe ji bo piþtgiriyê ji min re gotibûn.
Lê êdî seroka komîsiyonê jî razî bûbû. Niha min dizanî, ku min karê
xwe yê amadekariyê temam kiriye. Sibe divêt tenê di civînê de bi fermî
derbas bibe.
Piþtî
wê, em bi peyatî heya navenda bajêr meþiyan û Kata ji me re li ser gelek tiþtan
axivî. Li navenda bajêr, em ji hevalên din qetiyan û ez bi Kata re vegeriyam
Hotêlê. Min dixwest, ez mijara malpera „Diversity“
çareser bikim. Ev malpera îternêtê ya vê komîsiyonê ye, lê di wir de li
tenîþta navên hevalên me „Turky“ hatiye nivîsandin. Diviyabû ez navê
„Turky“ ji tenîþta navê kekê Xiyseddîn
Zaroj Stêrk û kekê Dr.
Zorab Aloian rakim û vê çewtiyê sererast bikim.
Her carê, min, Casimiro, Patrizia, Rosend û Bente,
me li ser maseyekê xwarin dixwar. Lê belê ew îþev li nava bajêr mabûn. Ez
wê êvarê bi niwênerên PENa Holendî, PENa Bulgarî, PENa Slovenî û du kesên
ji PENa Makedonî re li ser maseyekê rûniþtim. Min bi wan re jî dostaniyeke
baþ danî. Helbesta min a bi almanî li xweþiya yên Holendî hatibû û
dixwstin ku ez kopiyekê bidim wan. Me tevan navnîþanên xwe bi hev guhertin
û niwênerên PENa Holendî amadebûna xwe dane xuyakirin, ku ewê arîkariya
me ji bo pêkanîna civîna me ya salane li bajarê Amsterdam yê Holenda bikin.
Bi niwênera PENa Bulgarî re jî em bi ferehî li ser rewþa welatê wan û
welatê me axivîn.
Roja din roja biryargirtinê û pirsên hundirîn yên
Komîteya Mafê Ziman û Wergerê bû. Piþtî taþtiyê, em li hola konferansê
dîsa civiyan. Nivîskarên Makedon bi hejmareke mezin hatin hundirê salonê;
wan jî resolusiyonek ji bo hêsankirina pirsgirêkên vîzayê bi welatên
Peymana Schengen re amadekiribû. Piþtî gengeþiyeke kurt resolusiyona wan
hate pejirandin û êdî resolusiyona me kete rojevê. Kopiya resolusiyonê li
ser beþdaran hate belavkirin. Gava naveroka wê hate gotin, tenê niwênera PEN
Tirk destê xwe hilda û hin tiþt rexnekirin. Casimiro, serokê PENa Portugal,
bersiva wê da. Sitiya Kata dixwest, ku resolusiyon bi tevaya dengan bê
pejirandin. Ji lew re, hin guhertinên zimanî pêkhatin û wisa resolusiyon bi
tevayî hate pejirandin. Piþtî wê, niwênera PENa Tirk xatir xwest û got,
divêt ew vegere Tirkiyayê.
Xala din ji rojeva konferansê mijara projeya
“Diversity” bû. Vê
xaleyê hinekê dem stand. Lê dîsa jî heya dema firavînê, me konferans
gihande dawiyê.
Paþ
nîvro, wek ku di programê de hebû, em li keþtiyekê
siwar bûn û berê me li St.Naum bû. Li quncê herî dawî, li ser sînorê
Albaniyayê, keniþteke kevin li wir heye, ku dibêjin destpêka nivîsandina Kîrîlî
ji wir tê. Gava em gihîþtin wir, min dît, ku bi rastî jî cihekî gelek xweþ
e. Ji nav dar û beran çemekî biçûk xwe bi xurtî berdida nava golê, xuþxuþa
avê gelek bilind dihat. Berê me li keniþta dîrokî bû. Bi rê de ez û
nivîskara Makedonî, xwediya keziyên dirêj bi hev re diaxivîn. Wê ji min re
got: “Xwendina te bi kurdî gelek xweþ bû; divêt tu hergav tenê bi zimanê
xwe bixwînî. Kata jî gihîþte me û hevaltiya me kir. Ji min re got: Ev nivîskara
me gelek hêja ye, ez her dixwazin, ku ew tiþtên min bixwîne. Min got, belê,
min duhî dît, ku ew çawa xweþik pêþkêþ dike. Wê jî li pêþiya Kata
gelek pesna xwendina min da. Em bi hev re hilkiþiyan keniþta
dîrokî, ku li ser bilindahiyekê hatiye avakirin, dora
wê bi sûre ye û mirov tênê di dergahekî mezin re derbas hewþê dibe.
Ji wir ve tevaya Gola Oxrîd û ew derûdor baþ
xuyadikin. Tiþtê din, ku bala me kiþand hebûna tawûsan bû.
Li hewþa keniþtê hin tawûs hebûn, ku ji mirovan
baznedidan. Em derbas hundirê keniþtê bûn û keþeyekî ji me re li ser dîroka
wê xeber da. Dîwarên hundir tev bi wêneyên olî û îkonan tijî bûn. Di
koþka dawiyê de îkonekê gelek bala min kiþand: Padîþahekê îblîs girtibû
û halê wî di dest wê de ne ti hal bû. Me li derve hin wêne kiþandin û em
dîsa ji wê bilindahiyê daketin xwarê. Berê tevan li qehwexanê bû; li bin
dar û beran kursî û maseyan xuyadikir. Lê di wê navberê de, min xwe gihand
pira ser avê û carekê li boþiya çem,
li þîp
û sîlavê temaþe kir. Ava vî çemî gelek zelal bû û sirûþt
li vê herêmê hên gelek paqij bû.
Piþtî
vexwerina qehwê, çend nivîskarên Makedonî ber bi min ve hatin û ez û nivîkarekî
Sirb yê ji Belgrad bi hev dane naskirin; jêre gotin ev mêvanê Kurd demekê
li Belgrad jiyaye. Em li ser pîþeyê hev û herwisa li ser bajarê Belgrad
axivîn. Her û her em gihîþtibûn ber keþtiyê û êdî dema vegerê bû. Rêya
vegerê dora saet û nîvekê dikiþand. Bi êvarê re careke din em li binaniya
hotêlê ji keþtiyê peyabûn.
Berî
ku em biçin xwarina êvarê, di bernameyê de pêþkêþkirina hin berheman hebû.
Em li holekê civiyan û dest bi danasîna pirtûkan hate kirin; di nav wan de
pirtûkeke nivîskarê ji Belgrad jî hebû.
Ev
þev, ya dawiyê bû û xwarina êvarê li gel mûzîk û semayê hatibû
plankirin. Her kes ber bi koþkên xwe ve çû, da ku xwe ji bo þahiya êvarê
amade bike. Piþtî saetekê me tevan hevdu li aþxaneya hotêlê dît. Þeva me
gelek xweþ derbas bû; di dû xwarin û vexwarinê re, me hincaran dîlan
digerand û hincaran jî semaya nûjen dikir û wisa em man heyanî piþtî nîvê
þevê.
Roja
din piþtî taþtê, li dora saet 10an em li otobûsê siwar bûn û me berê
xwe dîsa da Skopiyayê. Ez û Bente, em dîsa li tenîþta hev rûniþtibûn.
Em bi rê de li ser gelek mijaran axivîn; wê hin pirtûkên Mehmed Uzun jî
nasdikirin û xwendibûn. Ez û wê û Rosend diviyabûn bi hev re heya Viyenayê
herin. Li Skopiyayê hemû hevalên din berî me birêketin. Em hersê, heya
Viyenayê bi hev re hatin û me li wir xatir ji hev xwest.
Ez
bi balafireke din hatim Frankfurt û bi tirêne piþtî nîvê þevê gihîþtim
mal.