Li balafirgeha Frankfurt
Lê
belê herdu kurên min, ku temenê yê mezin 19 û yê biçûk 17 ne, ji min
tika kiribûn, ku ez ji wan re ji “Duty free” du diyariyan bikirim. Navê tiþtê
ku dixwestin li ser kaxezekê nivîsandibûn û min ew xistibû çenteyê xwe.
Min ji xwe re got, gava ez ji Makedoniyayê vegerim wext bi min re gelek kêm e;
tenê nîv saet heye, ku ez xwe bigihînim tirênê; ji lew re baþtir e, ez
niha diyariyan ji bo kurên xwe bikirim, hîngê li vegerê ez nakevim bin zora
demê. Ez ketim dikana “Duty free” û min çavên xwe rast û çep gerandin.
Jineke ciwan ber bi min ve hat û got, arîkarî pêwîst e? Min got belê, ez
dixwazim du þûþeyên ava bîhnxweþ bikirim. Got navê wan çi ye? Min got
raweste, navê wan di çenteyê min de ye. Min hewlda, ku ez çenteyê xwe vekim
û ew kaxeza ku kurê min nivîsandibû jê derînim. Lê min kir û nekir, çenteyê
min venebû. Min hinekê þerm kir û got,
ku kurên min hin diyarî xwestine û ji lew re jî ez dixwazim kaxeza ku nivîsîne
derêxim. Lê belê hên jî hemû hewldanên min bê hûd û mifa bûn, çente
venebû û venebû. Dawî jinikê got, bibore kurên Te çend salî ne û çi
markeyê dixwazin. Min got, temenê wan 19 û 17 ye, ew ji markeya “Hugo
Boss” dixwazin. Gava em gihîþtin ber quncikê dolaba camî ya markeya
“Hugo Boss” çavê min li þûþeyên ava bîhnxweþ ket û min ew naskirin.
Kurê min ji bilî kaxeza nivîskî herdu þûþe di înternêtê de jî þanî
min dabûn. Min herdu diyarî kirîn û ez ber bi cihê rawestanê yê Þirketa
Perwazî ya Awstiryayî ve çûm. Ez gihîþtim wir, li ser kusiyekê rûniþtim
û ez dîsa di çenteyê xwe xebitîm, ku vekim û van diyariyan têximê. Lê
belê dîsa jî ne gengaz bû. Gelo çima ev çenteyê min venedibû? Ev bûn
heft salên min, ku ez vî çenteyî her roj bi xwe re dibim kar û tînim, her
rojê here kêm du-sê caran vedikim û digirim. Ji wê demê de ez çiqas diçim
civîn û konferansan, çiqas diçim televiziyonê, hergav ev çente bi min re
ye û hergav jî vî çenteyî vedikim û digirim. Lê gelo, ev îro çi bazar e? Hate bîra min, ku di çenteyê min de
nextereke mine biçûk heye. Min got, ezê di ber re destê xwe têxim çente, wê
nexterê derêxim û bi pozê wê hewl bidim, vê kilîtê vekim. Min destê xwe
peland, nexter dît û derxist, min ew bi ber kilîtê xist û, ji qehra dilê
xwe re, qerase kir. Nexter þikest, lê dîsa jî kilît venebû. Min ji xwe re
got, ya Xwedê, heke ez biçim Makedoniyayê, ezê çawa kaxezên xwe ji vî çenteyî
derêxim?
Lê
belê vê keftelefta min bi çente re û heyama germ ez gelek tîh kiribûm. Min
got, ka ez herim tiþtekî sar vexwim, em binêrin rewþ çawa dibe?. Ez bi
aliyê rastê de maþiyam, min dît, ku automateke vexwerinê xuyadike. Min xwe
lê girt û dît, ku ji bo “kola” yan avekê divêt ez du yûroyan bavêjimê.
Min du yorû avêtinê û xwest aveke mîneral derêxim. Lê belê pereyên min
dîsa vegeriyan. Min sê carên din jî hewl da, lê belê bê hûd bû. Kor û
poþmam ez vegeriyam cihê xwe. Min got, ka ez vê carê bi aliyê çepê de
herim. Ez bi wî alî de epê meþiyam û dîsa ji dûr de automateke vexwerinê xuyabû. Ez
çûm ber, lê belê li wir jî dîsa ew rewþ bû û derxistina vexwerinê ne
gengaz bû. Ti rê û çare li ber min neman, ez vegeriyam cihê xwe û rûniþtim.
Lê arîþeya çente ji bîra min naçe. Min berçavka xwe ji paþila xwe
derxist û carekê hûr li kutikê çenteyê xwe temaþe kir. Hey hawar, min dît,
ku di binê kutik de du qirsikên biçûk hene û kutikê çenteyê min bi kombînasiyona
du hejmaran tê girtin û vedibe. Lê belê min heya niha ti caran ew bi kar
neaniye. Min dît, ku kombînasiyon „2,1“ e. Ha, ha, min fêhm kir, ku kombînasiyona kutik hatiye guhertin û ji lew re kilît venabe. Gelo ev kombînasiyon
çawa hatiye guhertin? Û gelo kombînasiyona rast çi ye?.
Berî heft salan, gava temenê min bû 50î, hevalên min yên înstîtûta me ya Zanistgeha Saarland ev çente diyarî min kiribûn û ji wê rojê de ez vî çenteyî bi xwe re digerînim. Hate bîra min, berî heft salan, hevalê ku çentê kirîbû, ji min re got, kombînasiyona çente “0,0” e. Min qirsik badan û kombînasiyona “0,0” pêkanî û wisa çenteyê min di cih de vebû. Min bihneke kûr kiþand û ketim nava aramiyeke xweþ.