Tola Îskenderê mezin
Lê belê dewleta Yûnan Îskenderê Mezin wek
qehremanê xwe dizane. Ev jî wek mijara Selahedînê Eyûbî û Ereban e. Ji
ber ku Selahedîn tola Misilmanan hildaye û Ereb jî xwe xwediyê Misilmantiyê
dibînin, ji lew re jî dixwazin Selahedîn wek qehremanekî Ereb bibînin.
Gelo çima Yûnan wisa li Îskender temaþe dikin? Û
wî tola Yûnanan ji kê hildaye?
Wek tê zanîn, Yûnan (welatê Girêk) di heyama
kevnar de welatekî gelek xurt bû; ti kesî nikarîbû zora Yûnanê bibira. Li
ser erdê ku îro jêre “Tirkiye” tê gotin dewletên wek Lydiya û Lykiya,
ku gelek nêzî gelê Yûnanî bûn hebûn. Li aliyê Derya Sipî her gelê Girêk
lê bû û jêre “Yûniya” dihate gotin. Bixwe gotina “Yûnan” jî, ku
em li Rojhilat ji Girêkiyan re dibêjin ji navê “Yûniya” tê. Li aliyê
Derya Reþ heya niha jî gelê Laz lê dijî, ku ew jî li nêziya Yûnanan e. Hên
di dema Medan (Mîdiya) de, leþkerê Mêdî heya bi çemê Halûs (îro Qizil
Irmak) hatibû. Ji ber ku di roja þer de tav hatibû girtin, Medan û Lydiya þer
rawestandibûn û wisa ev çem bûbû sînorê wan. Lê belê, di dema împêratoriya
Axemenî de Farisan û Medan ev sînor derbaskirin û seranserê Asiya Biçûk
(yanê Tirkiya niha) standibûn. Lê li wir jî ranewestiyan, Kisrayê Mezin,
Darayê Yekem derbenda Bosporus derbas kir, Tirakiya û Makedoniya jî vegirt û
da pey Skîtan. Skîtan nikarîbû li hember leþkerê Dara þerê meydanî
bikira; wek þerê gerîllatî dikirin. Dara digot: “Ez dixwazim rojekê van
Skîtan bibînim, ku wek mêran li hember me þer bikin”. Dîroknivîsê Yûnanî
Herodot dibêje, Dara li Bosporos li ser kursiya zêrîn rûnist, keþtî dan
ber hev û di derbenda Bosporos re sê rojan û sê þevan leþker derbas kir.
Di dema Kisra Xerxes
I de (kurê Darayê Yekem), Farisan û Medan Maka welatê Girêk, ku ti caran
nedihat
vegirtin
jî vegirtin. Van þeran ji sala 513an b.z. heya 449an b.z. ajotibû. Farisan û Medan
nikarîbûn xwe demeke dirêj di maka welatê Girêk de ragirin û bi îmzekirina
peymanekê ev þer bi dawî bûbûn. Lê belê þikestina Girêkan di dilê wan
de bûbû kuleke mezin. Piþtî wê bi 115 salan mirovekî hên xort bi navê Îskenderê
Makedonî peyda bû û di bin serperiþtiya wî de vê carê Makedonî û Girêkan
contra dabûn Faris û Medan, ku tola xwe hildin. Di dema Darayê Sêyem de,
Iskenderê Mazin(Îskenderê Makedonî) împêratoriya Axemenîdî hilweþand,
hemû bajarên bi nav û deng, Sûza, Persepolîs û Ekbetana vegirtin û heyanî
bi sînorê Hindistanê çû. Di
vegerê de Îskender li Babilê mir. Dûndayên Îskender împeratorî
parvekirin. Lê wek çawa ku di dema xwe de Farisan û Medan nikarîbûn xwe di
maka welatê Girêk de ragirin, wisa jî, Girêk û Makedoniyan jî nikarîbûn
xwe demeke dirêj di maka welatê Faris û Medan de ragirin. Împeratoriya
Parthan peyda bû û ew paþve avêtin. Heyanî wê demê, hên jî împêratoriya
Roman di asoyê dîrokê de xuya nedikir.
Ji ber van bûyerên dîrokî û vê tolhildanê, dewleta Yûnan ya îro Îskender wek yê xwe dibîne û wisa jî naxwaze navê Makedoniya bipejirîne; ji Makedoniyan re dibêje, navekî din li xwe bikin!