Çaxê we bi xêr Mamoste,

Min berê jî serê we bi pirsên xwe êþandibû.

Berê em li zanîngehê bûn û em wek komikên piçûk li ser zimên dixebitîn. Aniha min zanîngeh qedandiye û ez li Dibistana Kurdî ya Batmanê hewl didim, dersên Kurdî didim. Loma zelalkirin û serderkirina mijarên rêzimanî ji me re ferztir bûye. Ez gelek caran di nav guftûgoyan de bahsa we ji xwendekaran re re dikim. Ez ê dîsa pirsên hûrbijarî bikim. Ez hêvî dikim ji bersivan re dema we hebe.

1- Li ber, li ser, li rex, li dor, li pêþ, li paþ : Em baþ zanin, ku ‘li’ ya li vir daçek e. Arîþeya me ew e, ku ew peyvên ku bi berdewamiya ‘li’yê hatin çi ne?. Gelo ew jî bi ‘li’yê ve erka daçekê hilgirtine ser xwe, an hoker in? Ev jî ji me re bûye guman, ku daçek navdêr û cînavkên li paþ xwe ditewînin, gelo ev  (li ber masê, li ser xênî, li rex dibistanê, li dor zeviyê, li pêþ malê)

hoker in loma nayên tewandin, an ew jî daçek in?

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

Mamosteyê birêz Brahîm Ronîzêr,

Ev dema we xweþ be û hemû demên we her xêr û þahî bin.

Gelek spas, ku hûn van pirsên xwe yên rêzimanî ji min re diþînin; ev ji bo min cihê þehnazî û serfiraziyê ye. Êþandina serî bi van pirsan xebateke pîroz e. Ji lew re jî, dixwazim her di destpêkê de spasiyên xwe ji bo we tevan pêþkêþ bikim, ku hûn vê xebata pîroz li ser axa welat pêþve dibin. Niha jî ez bême ser bersiva pirsên we.

Bi dîtina min, di pirsa we ya yekem de – wek çawa we jî guman kiriye – bêjeyên “ber, ser, rex, dor, pêþ, paþ....û hwd.” hoker in. Ji lew re jî, bi awayê ku we ev bêje li jor ji daçekê cuda nivîsandine, rast û durist e. Hin hevalên me hene, bawer dikin, ku nivîsandina van daçek û hokeran bi hev ve baþtir e. Lê bi dîtina min, ev yek ti qezencê ji me re nîne. Bi vajayî wê, ev yek dê tevlihevî û serêþiyê ji me re bîne. Heke em destpêbikin, daçeka “li” û hokera “ser” bi awayê “liser” binivîsînin, hîngê divêt em “di ser re” jî bi awayê “diserre” binivîsînin. Heke me ev gav avêt, hîngê dê hin hevalên din werin û bêjin: Ma hûn nizanin, ku tîpa dubare di zimanê me de çênabe, divêt “disere” bê nivîsandin. Komentar: “De fermo êdî dest û lingên xwe ji hevdu nasbike”. Ji lew re – bi dîtina min – ev hevalên ku van pêþniyaran dikin, heya bi dawiyê bi vê mijarê nefikirîne.

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

2- Pirsek li ser veqetandekê heye: Em veqetandekê, yanê qertafên ku du navdêran, navdêrek û cînavkek, an navdêrek û rengdêrekî bi hev ve dike, ji aliyê maneyê ve bi hin taybetiyên xwe navdêran ji hev vediqetîne, karin bi nav bikin (ev rast e?). Li gor vê arîþe di veqetandekên binavkirî( ê, a, ên) de nîne. Lê veqetandekên nebinavkirî (ev binavkirin li gor pirttûka Samî Tan in.) ‘ek, in’ (hevalek hat, hevaliýn hatin) du navdêran bi hev ve nakin, loma gumana me ji wan çêbûye. Dîsa formê van veqetandekên nebinavkirî ên tewandî: ‘ekî, ekê, inan’ (hevalekî þand, hevalekê þand, hevalinan þand). Gelo ev wek veqetandek tên hesibandin. Ev mijar di serê me de ne zelal e.

Li vir jihevderxistina veqetandek û tewangê jî zor dibe, pêþniyareke we heye?  

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

Bi dîtina min, mijara veqetandekê hinekê firehtir e, û ne wisa sade û sivik e, wek ku we li jor gotiye.

a)      Taybetmendiya veqetandekên binavkirî “a, ê, ên” ji ya qertafên nebinavkirinê “ek, in” cuda ye. Ka em vê mijarê careke din bînin bîra xwe û hin mînakan bidin:

-         Gava em dibêjin: “Pirtûka Samî”. Gelo ev çi maneyê dide?. Rast e, ku em vê pirtûkê ji pirtûkên kesên din cuda dikin; ango vediqetînin. Lê belê – ji bilî wê – hên du taybetmendiyên din hene. Ew jî ew in, ku

1 – mebesta me yek pirtûk e,

2 – navdêr “pirtûk” ji zayendê mê ye.

Yanê veqetandekên binavkirî di yekejimariyê de hem navdêr vediqetînin, hem jî mêjer û zayendê navdêr didin xuyakirin.

Veqetandeka “ên” jî ji me re navdêr vediqetîne, lê tenê mêjerê navdêr dide xuyakirin; zayend nayê naskirin. Gava em dibêjin: “Hevalên Samî”, hîngê nayê xuyakirin, gelo ew heval xort in, yan keç in (jin in, yan mêr in); dibe ku hinek ji wan mêr û hinek ji wan jin bin jî.

Lê belê, di wan herdu hevokan de her gav navdêr binavkirî ye.

b)      Taybetmendiya qertafên nebinavkirinê “ek, in” ew e, ku tenê navdêr nebinavkirî dikin û – li gor mêjerê navdêr – em yan “ek” bi navdêr ve dikin (heke yekejimar be), yan jî “in” pêve dikin (heke gelejimar be). Lê belê bi van herdu qertafan, navdêr ji hin navdêrên din – wek ku veqetandekên din wê rolê dilîzin – nayên veqetandin. Rola van herdu qertafan tenê ew e, ku navdêran nebinavkirî dikin û wisa ji yên binavkirî cuda dikin. Yanê ev cudakirin bi taybetmendiya xwe cudakirina komekê yan ketegoriyekê ji yeke din e. Ji lew re, di rastiyê de divêt ev herdu qertaf, ne wek “veqetandek” bên binavkirin, lê belê wek qertafên nebinavkirinê di giramêrê de bêne dîtin. Ango – bi dîtina min – baþtir e, ku em li van herdu qertafan, ne wek veqetandek, lê belê tenê wek qertafên nebinavkirinê temaþe bikin.

Hîngê emê bêjin:

-         Heval hat (heval di vê hevokê de binavkirî ye, yekejimar e, zayend ne diyar e, nehatiye veqetandin).

-         Heval hatin (heval di vê hevokê de binavkirî ye, gelejimar e, her û her di gelejimariyê de zayend ne diyar e, nehatiye veqetandin).

-         Hevalek hat (heval di vê hevokê de nebinavkirî ye, yekejimar e, zayend ne diyar e, nehatiye veqetandin).

-         Hevalin hatin (heval di vê hevokê de nebinavkirî ye, gelejimar e, her û her di gelejimariyê de zayend ne diyar e, nehatiye veqetandin).

 

Navdêr (bê veqetandek û tewang)

Binavkirî

Nebinavkirî

Yekejimar

-

-ek

gelejimar

-

-in

 

Lê belê

-         Hevalê Bêrîvanê hat (heval di vê hevokê de binavkirî ye, yekejimar e, ji zayendê nêr e, hatiye veqetandin).

-       Hevala Bêrîvanê hat (heval di vê hevokê de binavkirî ye, yekejimar e, ji zayendê mê ye, hatiye veqetandin).

-       Hevalên Bêrîvanê hatin (heval di vê hevokê de binavkirî ye, gelejimar e, her û her di gelejimariyê de zayend ne diyar e, hatiye veqetandin).

-       Hevalekî Bêrîvanê hat (heval di vê hevokê de nebinavkirî ye, yekejimar e, ji zayendê nêr e, bi veqetandeka “î hatiye veqetandin).

-       Hevaleke Bêrîvanê hat (heval di vê hevokê de nebinavkirî ye, yekejimar e, ji zayendê mê ye, bi veqetandeka “ehatiye veqetandin).

-       Hevaline Bêrîvanê hatin (heval di vê hevokê de nebinavkirî ye, gelejimar e, her û her di gelejimariyê de zayend ne diyar e, bi veqetandeka “e hatiye veqetandin).

 

Navdêr (gava tê veqetandin)

Binavkirî

Nebinavkirî

Yekejimarî

nêr

-a

-e

gelejimarî

-ên

-e

Yanê li gor vê dîtina ku em niha dibêjin, di hevokên wek “Hevalekî Bêrîvanê hat” de, divêt ne “ekî” wek veqetandeka nebinavkirî bê dîtin, lê bêlê tenê tîpa “î” ji vê qertafê wek veqetandeka nebinavkirî ji bo yekejimariya zayendê nêr bê dîtin; û “ek” wek qertafa nebinavkirinê be. Wisa jî di hevoka “Hevaleke Bêrîvanê hat” de, tenê tîpa “e” wek veqetandeka nebinavkirî ji bo yekejimariya zayendê mê bê dîtin û her wisa di hevoka “Hevaline Bêrîvanê hatin” de, tenê tîpa “e” wek veqetandeka nebinavkirî ji bona gelejimariya herdu zayendan be.

Niha jî emê bêne ser tewangê û hewl bidin, vê mijarê jî bi hin nimûneyan þîrove bikin. Gava em dibêjin:

-         Ez heval dibînim, hîngê di vê hevokê de “heval” bireser e (objekt e) û diviyabû bê tewandin. Bi rastî jî hin Kurd vê hevokê bi awayê “Ez hevêl dibînim” dibêjin, û hin kurdên din jî bi awayê “Ez hevalî dibînim” dibêjin. Lê belê tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî hin bi hin ji zimanê me radibe. Di vê hevoka me de, gava em bi vî awayî bêjin, navdêrê “heval (hevêl, hevalî)” yekejimar, nêr, binavkirî û di bin bandora tewangê de ye.

-         Ez hevalê dibînim, hîngê di vê hevokê de “hevalê” bireser e, ji lew re jî bi “ê” hatiye tewandin; ew yekejimar, mê û binavkirî ye.

-         Ez hevalan dibînin, hîngê di vê hevokê de “hevalan” dîsa bireser e, ew bi “an” hatiye tewandin, û wisa gelejimar û binavkirî ye.

-         Ez hevalekî dibînim, hîngê di vê kevokê de “hevalekî” bireser e, bi tîpa “î” hatiye tewandin, û wisa ew yekejimar, nêr û nebinavkirî ye.

-         Ez hevalekê dibînim, hîngê di vê kevokê de “hevalekê” bireser e, bi tîpa “ê” hatiye tewandin, û wisa ew yekejimar, mê û nebinavkirî ye.

-         Ez hevalinan dibînim, hîngê di vê hevokê de “hevalinan” bireser e, ew bi “an” hatiye tewandin, û wisa gelejimar û nebinavkirî ye.

 

Serinc: Di zimanê devkî de - û li gor herêman, pir caran ev hevokên me yên dawîn bi awayekî kurt tên bilêvkirin. Ango li cihê;

-         Ez hevalan dibînin dibêjin: Ez hevala dibînin.

-         Ez hevalekî dibînin dibêjin: Ez hevalkî dibînin.

-         Ez hevalekê dibînin dibêjin: Ez hevalkê dibînin.

-         Ez hevalinan dibînin dibêjin: Ez hevalna dibînin.

 

Lê belê di zimanê nivsîkî de divêt bi forma xwe ya temam bêne nivîsandin.

Nimûneyên ku we li jor li ser tewangê dane jî wek van hevokên me ne. We gotiye:

 (hevalekî þand, hevalekê þand, hevalinan þand).

Bê guman – wek ku hûn jî dizanin – ev hersê hevokên me bi temamî bi vî awayî ne:

-         Hevalekî tiþtek þand.

-         Hevalekê tiþtek þand.

-         Hevalinan tiþtek þand.

Cudahiya van hevokan ji yên ku me li jor gotibûn tenê ew e, ku ev di dema bihorî de ne, û lêkereke gerguhêz (transîtîv) (li vir lêkera þandin) di wan de heye. Ji bona vê yekê, di van hevokan de ÊRGATÎV(*) serdar e. Wek tê zanîn, di hevokên êrgatîvî de, li cihê bireser, kirar (subjekt) tête tewandin. Ji lew re jî, navdêrê “heval”, ku di van hevokan de kirar e û nebinavkirî ye, hatiye tewandin. Hîngê emê dîsa bêjin, ku di van hevokan de “ek, in” qertafên nebinavkirinê ne û “î, ê, an” jî qertafên tewangê ne.

Navdêr di tewangê de

Rewþa xwerû

Rewþa tewandî

 

Binavkirî

Nebinavkirî

Binavkirî

Nebinavkirî

Yekejimarî

nêr

- 

-

-  (ê, -î)

-

-

gelejimarî

-

-

-an

-an

   ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

3- Pirsek li ser ytewangê heye: Li gor rêpîvana ku dibêje, Ddu navdêr, du cînavkên tewandî an jî xwerû li pey hev nayên. Lê di mînakên wekî ‘vê carê, vê yekê,’(vê yekê bi me neke, vê carê zû were) de herdu jî tewandî ne. Miînakên ‘ev yek, ev car’ jî xwerû ne. Gelo ji bo Cînavkên îþarkî di rêpîvanên tewangê de awarte heye?

Hûn ji bo van mînakan çi difikirin û di derhaq rêpîvanên tewangê de bi kurtayî hûn karin hinekî me serwext bikin?

  ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

Ka em pêþî van mînakên we yên li jor bi hevokên temam binivîsînin û binêrin, ka ev mijara me çawan e:

-         Tu vê carê zû were.

-         Tu vê yekê bi me neke.

-         Tu vî karî bike.

-         Tu van karan bike.

Berî ku em dest bi gengeþiyê bikin, dixwazim bêjim, hên ji berê de bîr û baweriyek li ba min heye, ku ev rewþa îþarkî di zimanê me de rewþeke taybet e. Mixabin, ne di pirtûkên giramêrê de ev rewþa taybet hatiye nîþandan û ne jî zimanzanên me ev mijara balkêþ ronahî kirine. Wisa tê xuyakirin, ku zimanzanên me, qeyd û rêzikan ji zimanê me re tenê li gor qeyd û rêzikên zimanên biyanî datînin. Yanê wisa difikirin, ku heke di zimanên din de rewþa îþarkî ne rewþeke taybet e, hîngê divêt di zimanê me de jî ev rewþa han ne rewþeke taybet be. Bi gotineke din, ew hewl nadin, ku di zimanê me bixwe de li rêzikan bigerin; ew hewl didin, ku li hember rêzikên zimanên din, di zimanê me de jî rêzikên wan zimanan bibînin.

Bi dîtina min, her zimanekî taybetmendî û rêzikên xwe yên xweser hene. Diyardeya ÊRGATÎV jî baþtirîn nimûne ye, ku di zimanê me de hin qeydên taybet hene, yên ku di zimanên din de ne wisa ne; yan jî peyda nabin.

Niha jî ka em êdî vegerin ser mijara xwe. Gava em dibêjin:

-         Xort sêvekê dixwe.

Di vê hevoka me de “xort” kirar e (subjekt e), “sêvek” bireser e (objekt e), nebinavkirî ye, û ji ber ku bireser e û ji zayendê mê ye, ew bi tîpa “ê” hatiye tewandin. Lêkera “dixwe” jî ji “xwarin” hatiye û prêdîkata vê hevokê ye. Yanê em ji lêkerê dizanin, ku “xort” çi bi serê sêvê dike?. Lê belê gava em dibêjin:

-         Ev xorta sêvekê dixwe.

Em dibînin, ku di vê hevokê de kirar ji pronavê îþarkî “ev” û navdêr “xort” pêk hatiye. Bireser û prêdîkat mîna hevoka berê ne. Lê tiþtê balkêþ ew e, ku navdêr “xort” tîpa “a” standiye. Gelo ev tîpa “a” çi ye û ji kû hatiye?

Bingeha vê hevokê bi vî awayî ye:

-         Ev xortê han sêvekê dixwe.

Wek çawa hevoka “Hin xort hatin” bûye “Xortin hatin”, di vê hevokê de jî tenê ji peyva “han” tîpa “a” maye, û piþtî ku hewcedarî ji veqetandinê re nemaye, tîpa “a” çûye bi peyva “xort” ve bûye.

Li herêmên Kurdistanê, ku vê hevoka jorîn bi awayê “Ev xortê he sêvekê dixwe” tê bilêvkirin, bi rastî jî li wan herêman, ev hevoka me bi awayê “Ev xorte sêvekê dixwe” dibêjin.

Lê divêt em bêjin, ku bi demê re – mixabin – ev qeyda han jî, ya di rewþa xwerû de(nomînatîv, kasus), ji zimanê me diçe. Yanê êdî pir kes li cihê ku bêjin “Ev xorta sêvekê dixwe” dibêjin “Ev xort sêvekê dixwe”.

Lê belê ev qeyda balkêþ di rewþa tewandî de hên zindî ye. Di rewþa tewandî de hem pronav û hem jî navdêr têne tewandin. Di hevoka me ya jorîn de:

-         Tu vê carê zû were,

em dibînin, ku hem pronavê îþarkî bi dirûvê tewandî hatiye, hem jî navdêr “car”. (Me ev hevoka ji bo zayendê mê û yekjimar nivîsandibû). Hevoka

-         Tu vî karî bike,

jî, me ji bo zayendê nêr û yekejimar anîbû, û hevoka sêyem,

-         Tu van karan bike,

me ji bo gelejimariya herdu zayendan nivîsandibû.

Wek encama dawî ji vê gengeþiyê, em dibînin, ku rewþa îþarkî di zimanê me de rewþeke taybet e:

-      Di rewþa xwerû de(nomînatîv, kasus) tîpa “a” (li hin deveran bi sivikahî “e” tê gotin) bi navdêr dikeve. Lê bi demê re ev qeyda êdî ji zimanê me diçe.

-      Di rewþa tewandî de ev taybetmendiya han hên zindî ye; ew bi wî awayî xwe dide xuyakirin, ku hem pronav û hem jî navdêr têne tewandin.

Çiqas zimanzanên me vê rewþa taybet bi vî awayî nebînin jî, lê belê, ez wisa dibînim û ev bîr û baweriya min a kesayetî ye.

Niha em bêne ser pirsa we, ku em derbarê rêpîvanên tewangê de bi kurtahî hin tiþtan bêjin.

Me di mijara veqetandekê de hinekê tewang jî þîrove kiribû. Bi gelemperî mijara tewangê bi vî awayê jêrîn e:

a)   Qeyda gelemper ew e, ku gava navdêr di hevokê de bireser be, hîngê ew tête tewandin.

b)   Qeyda awarte ew e, ku di hevokên êrgatîvî de (yanê dema bihorî tenê bi lêkerên gerguhêz re), li cihê bireser, kirarê van hevokan tête tewandin, bireser nabe ku were tewandin. Tewandina bireser di van hevoka de çewt e.

c)   Piþtî daçekê, heke navdêr neyê veqetandin, hîngê hergav tê tewandin.

Serinc 1: Tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî, bi demê re, hin bi hin ji zimanê me radibe.

Serinc 2: Gava navdêrê mê, yekejimar û binavkirî di bin tewangê de be, hîngê divêt bête tewandin. Tenê di sernivîsan de, mirov dikare – heke bixwaze – bê tewang bihêle.

 ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

4- Tîpa girdek: Di navên netewe, zinman û welatan de tîpa serî ne hewce ye mezin bê nivîsîn? Li welêt gelek kes tîpa serê welatan tenê mezin dinivîsin. Ev hevoka we ya dawî ne ewqas avêne û zelal e. Ez bawer dikim, ku mebesta we ev e: Li welêt gelek caran tîpa destpêkê, ya navên welatan tenê bi girdekê dinivîsin.(Ez hêvîdar im, ku min mebesta we rast fêhm kiribe).

Mirov di destpêkê de wisa bawer dike, ku pirsa cudakirina serenav û hevenavan pirseke sivik û asan e. Li gor rawêj û þîreta Mîr Celadet Bedirxan, divêt em tîpa destpêkê ya serenavan  mezin (yanê bi girdekê) û ya hevenavan biçûk binivîsînin. Serenav ew navdêr in, ku xweserî kesekî yan tiþtekî taybet in, û hevenav jî ew navdêr in, ku ji bo komeke kesan yan jî tiþtan tên bikaranîn.

Lê belê, tevî vê þîrovekirina li jor jî, dîsa jî baþ nayê zanîn, kengê divêt navdêr bi tîpa mezin û kengê bi tîpa biçûk bê nivîsandin. Ka em wek nimûne li ser peyva “KURD” rawestin. Gelo divêt em tîpa destpêkê ya vê peyvê mezin yan biçûk binivîsînin?. Heke em bêjin, ev peyv navê gelekî yan neteweyeke taybet e, hîngê divêt em tîpa destpêkê mezin binivîsînin. Lê belê hin kes dikarin bêjin, ev navê hejmareke yan komeke mirovan e û, ji lew re, divêt biçûk bê nivîsandin. Lê belê, ne bi tenê ev jî, hin zimanzanên me tiþtekî din jî dikin; dibêjin, li gor rola vê peyvê di hevokê de, divêt ew hin caran bi tîpa mezin û hin caran jî bi tîpa biçûk bê nivîsandin. Bi dîtina wan, hevokên wek:

-         Em Kurd gelekî(miletekî) kevnar in.

Peyva “Kurd” divêt bi tîpa mezin bê nivîsandin. Lê belê hevokên wek:

-         Gelê Kurd pir kevnar e.

Ew dibêjin, divêt di vê hevokê de peyva “Kurd” bi tîpa biçûk bê nivîsandin, yanê bi awayê:

-         Gelê kurd pir kevnar e.

Ew dibêjin, sedema vê yekê jî ew e, ku di vê hevokê de peyva “Kurd” rengdêr e, ew ne navdêr e, û ji lew re divêt biçûk bê nivîsandin. Lê belê hevoka:

-         Xwîþka Bêrîvanê pir bedew e.

Ew dibêjin, divêt di vê hevokê de peyva “Bêrîvan” bi tîpa mezin bê nivîsandin; sedema vê yekê jî dibêjin, ku “Bêrîvan” di vê hevokê de ne rengdêr e. Þîrovekirina wan jî ji cudahiya van herdu hevokan re gelek “balkêþ” e. Ew dibêjin, heke em hevoka “Gelê Kurd pir kevnar e” wergerînin zimanê almanî yan îngilîzî, hîngê peyva “Kurd” dibe rengdêr, lê belê, heke em hevoka “Xwîþka Bêrîvanê pir bedew e” wergerînin van zimanan, hîngê peyva “Bêrîvan” nabe rengdêr. Yanê heke em li ser þopa van mamosteyên me biçin, hîngê divêt mamosteyên weke te (mamosteyê zimanê kurdî li Batmanê) – berî zimanê kurdî – pêþî þagirtên xwe hînî zimanên almanî û îngilîzî bikin, da ku þagirt zanibin, kengê navdêr di hevokê de rengdêr û kengê jî ne rengdêr e........

Bi dîtina min, li gor qeyd û rêzikên zimanê me, ti cudahî di navbera van herdu hevokan de nîne; di herdu hevokan de jî navdêrek ji yê din tê veqetandin. Ji ber ku navdêr “KURD” navê gelekî(miletekî) taybet e, yanê ew serenav e, û ji lew re divêt ew bi tîpa mezin (Kurd) bê nivîsandin.

Ev tiþtê ku me li vir got, tenê aliyekî vê mijarê ye. Bi dîtina min, aliyê herî girîng yê vê mijarê ew e, ku hergav sînorê navbera serenav û hevenav ne diyar e. Gava em peyva “ROJ” wek nimûne bibin, hîngê em dibînin, ku ew di zimanê me de du maneyan dide. Yek bi maneya tavê ye, ku ronahî û germahiyê dide erdê û ya din jî bi maneya “dema ku ji 24 saetan(yan jî 12 saetan) pêk tê ye”. Niha, heke em bêjin, em peyva “roj” bi maneya “dema 24 saetan” biçûk binivîsînin û peyva “Roj” bi maneya tavê mezin binivîsînin (ji ber ku ew serenav e), hîngê dikarin hin kes bên û bêjin: Nexêr, “roj” ne serenav e; bi milyonan roj di gerdûnê de hene.....

Ez dixwazim li vir vê gengeþiyê bibirim, ji ber ku bi rastî jî ev mijareke dûr û dirêj e....  

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

Vê gavê serê me bi van tevlihev e. Heke hûn aciz nebin, em ê carine din jî bi we biþêwirin.

Rojbaþ.

Brahîm Ronîzêr, bronizer@mynet.com

 
Batman

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

Ez hêvidar im, ku min jî bi van bersivên xwe serê we neêþandibe, û ev bersivên min bi kêrî we bên.

Li gel rêz û silavên kurdewarî û birayane

 

Mustefa Reþîd

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ 

*) Ergatîv rewþeke giramêrê ya taybet e. Di hevokên normal de, em îþaretekê didin objêkt, da ku ji subjêkt bê cudakirin. Di rewþa ÊRGATÎV de, em vê îþaretê didin subjêkt û objêkt bê îþaret dihêlin. Zimanên êrgatîvî hema hema li cîhanê nemane. Di Zimanê Kurdî de - Zaravayê Bakur, tenê di dema bihorî de û bi lêkerên gerguhêz(transîtiv) re hên ÊRGATÎV zindî ye. Zanyarên dîrokê dibêjin, ku di zimanê Horî de jî ÊRGATÎV hebû.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org