PIRS Û BERSIV
Rojbaþ
Mamoste
Ez li Enqerê xwendekar im. Em li zanîngehê wek xwendekar gelek caran di navbera xwe de dersên rêzimên didin û distînin. Gelek caran di rastnivîsê de arîþeyên me çêdibin. Di hinek mijaran de serê me ne zelal e û çavkaniyên heyî jî me qanî nakin. Heke hûn bikaribin ji me re bibin bersiv em ê gelekî bextewar bin. Em naxwazin Kurdî bimire.
Brahîm
Ronîzêr
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Xortê
hêja Brahîm Ronîzêr,
ev
dema We û herweha hemû çax û demên We her xêr û þahî bin.
Ji
bona vê nameya We, dixwazim her di destpêkê de spasiyên xwe pêþkêþ
bikim, ku Hûn ji bo hînbûn û hînkirina zimanê kurdî dixebitin û serê
xwe bi van mijaran diêþînin. Ji nameya We baþ tê xuyakirin, ku We xwe di vî
warî de gelek pêþde daye û êdî Hûn li ser pirsên nazik radiwestin. Ez careke din jî spasdarê We me, ku We ev
pirs ji min re þandine.
Ez
bi ti awayî angaþt nakim, tiþtê ez dibêjim, yê herî rast e. Lê ezê bîr
û baweriya xwe ji We re bêjim.
Li
gel rêz û silavên kurdewarî û birayane
Mustefa
Reþîd
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Pirsên
We bi gelemperî li ser awayê nivîsandina bêjeyê ne; kengê û çawa du yan
sê bêje bi hev re yekîtiyekê pêktînin û bi awayê bêjeyeke hevedudanî tê
nivîsandin. Vê
mijarê ji zû de bala min kiþandiye. Hên berî 28 salan ez carekê bi lînguîstekî
Amedrîkî re li ser vê mijarê axivîm û min hîngê jê pirsî, gelo
kengê mirov du yan sê birên zimên wek yek bêjeyê dinivîsîne û kengê
mirov wan ji hev cuda dinivîsîne ?. Wî ev bersiv da min: Heke ew di serê
te de wek yek bêjeyê ne, hîngê wek yek bêjeyê bi hev ve binivîsîne û
heke di serê te de bêjeyên ji hev cuda ne, hîngê cuda binivîsîne. Bi rastî
bersiva wî ji min re gelek balkêþ bû ; lê belê ez baþ dizanim, ku ev
bersiv dîsa jî têra vê mijarê nake.
Her
zimanek xwedî hin taybetiyan e; zimanê me jî wisa ye. Piþtî ku Mîr Celadet
zaravayê Kurmanciya Bakur bi tîpên Latînî nivîsand, gramêrek jî (yanê
awayekî rastnivîsê) li gor dîtina xwe jêre danî. Mîr Celadet di Kurmancî
de deh « birên qisetê » dane xuyakirin û bi gelemperî ji wê bîr
û baweriyê ye, ku divêt ev « birên qisetê » (ji bilî
veqetandekê) ji hev cuda bêne nivîsandin; lê veqetandek – wek awarte –
bi bêjeya ku tê veqetandin ve nivîsandiye. Wî di mijara veqetandekê de qeydên
fonêtîkê di ser cudakirina birên qisetê re girtine. Ev biryara wî gelek bi
dilê min e jî. Lê mixabin, li gelek cihên din cudakirina birên qisetê di
ser qeydên fonêtîkê re girtine, ku heya niha jî dibin sedema gelek serêþiyan.
Ev mijareke dûr û dirêj e. Ji lew re, ez naxwazim niha serê We pir bi teoriyê
biêþînim. Ezê niha têbikoþim, ku bersiva pirsên We yeko yeko yekser
bidim.
Pirsên
me:
1.
Qertafa ‘bi’ û ‘bê’ çawa tê ber peyvan. (
‘bi’ya daçek ne tê de.) Mînak: Gava em bêjin ‘bê tirs kete riya çiyê’
bê wê cihê an pêve bê nivîsîn? Û di heman mînakê de ku em bêjin ‘bi
tirs’ wê çawa bê nivîsîn?
Ez
dixwazim li vir gotina lînguîstê Amerîkî bînim bîra We û mînakekê jî
bidim: Gava bavê kesekî tine be, yan jî zû miribe, em dikarin bêjin, ku ew
mirov di mala xwe de « bê bav » mezin bûye. Li vir mebesta me ew
e, ku perwerdeya wî ya dema zarotiyê bêyî bandora bavê wî derbas bûye. Lê
belê, ji ber ku di civakê de kesê ku bavê wî nediyar be, li gor rewiþt û
sinciyan bi awayekî nêgatîv lê tê temaþekirin, ev taybetî di ziman de bûye
xwedî mane û wateyeke serbixwe, ku wek çêr û dijûn bi awayê « bêbav »
tê bikaranîn. Gava em ji kesekî re dibêjin: « Ew bê bav e »,
mebesta me ew e, ku bavê wî tine ye. Lê gava em dibêjin: « Ew bêbav e »,
ev wek çêr û dijûn tê gotin. Mînaka « bê tirs » jî wisa ye.
Gava em dibêjin: « Ferzende bê tirs diçe nav daristanê »,
mebesta me ew e, ku gava Ferzende diçe nav daristanê tirs li ba wî peyda
nabe. Lê gava em dibêjin: “ Ferzende mirovekî bêtirs e”, hîngê mebesta
me ew e, ku “bêtirsbûn » ji rewiþt û taybetiyên Ferzende ye; yanê
ew ticaran natirse. Di vê mînaka me de herdu mane li nêziya hev in, lê belê
di mînakên din, wek “bê bav – bêbav, bê bext – bêbext û hwd. »,
maneya wan dikare hin caran pozîtîv û hin caran jî nêgatîv be.
Di
mînaka We de, gava em dibêjin: « Ew bê tirs kete rêya çiyê »,
mebest ew e, ku gava ew kete rêya çiyê, tirs li ba wî peyda nebû. Ev
hevoka me, hinek guman li ba me dihêle. Yanê tirsa wî hebû, lê gava kete rêya
çiyê, tirsa xwe da aliyekî. Gava em dibêjin: “Ew bêtirs kete rêya çiyê”,
ev mane ji ya din xurttir e. Yanê kesê ku vê hevokê dibêje, dixwaze ji me
re bide xuyakirin, ku li ba “qehremanê me” qet tirs peyda nebû; gava ew
kete rêya çiyê. Belkî her kesek vê cudahiya nazik nabîne û, ji lew re,
mat dimîne, çima ev cudahî heye. Di zimanê devkî de, di bilêvkirina herdu
hevokan de cudahî ew e, ku em di hevoka didoyê de, peyva “bêtirs”
diþidînin û di wê de dengê xwe hinekê bilindtir dikin.
Mînaka
“bi tirs – bitirs” jî wisa ye. Gava filan kes bi tirs diçe cihekî, hîngê
mebest ew e, ku gava ew diçe, tirs li ba wî heye. Lê em dikarin bêjin, ku
filan cih, cihekî bitirs e. Yanê “bitirsbûn” ji taybetiyên wî cihî ye.
Pirs: Gelo ‘bi û bê’yek tenê heye?
Bersiv:
Belê « bê »yek tenê heye, lê rola wê cuda ye. Daçeka « bi »
hem bi tenê heye, dîsa çend rolên wê hene; û wek daçeka cêwî jî peyda
dibe. Mînak :
bi ……… re
bi ……… ve
bi ……… de
Pirs: Qertafa dema bê ‘ê’ bi cînavkan ve tê nivîsîn an cihê ? Ezê
binivîsim an Ez ê binivîsim?
Bersiv:
Ev « ê »ya ku Hûn qala wê li vir dikin, nîþana ayendê ye (dema
pêþ me). Hin mamostayên me, yên wek Mûrad Ciwan û hinên din, pêþniyaz
dikin, ku ev nîþana ayendê bi gelemperî cuda bê nivîsandin. Lê
belê dîtina min ev e:
Heke
em tenê ji aliyê fonêtîkê ve li vê mijarê temaþe bikin, hîngê divêt
em vê nîþana ayendê bi navdêr û cînav ve binivîsînin, ji ber ku di bilêvkirinê
de, ev nîþana ayendê bi hin tîpên ji peyva pêþiya xwe ve, wek kîtekê tê
bilêvkirin. Mînak:
a)
Gurgîn ê biçe Amedê.
b)
Ewê biçe Amedê.
Li
gor kîtan, ev hevok bi vî awayî tên bilêvkirin:
a)
Gur-gî-nê bi-çe A-me-dê.
b)
E-wê bi-çe A-me-dê.
Ji
lew re, li gor fonêtîk, heke em pêve binivîsînin baþtir e. Lê belê, li
gor sêmantîk (maneyê), hevoka (a) hin caran ji me re arîþeyan derdixe. Mînak:
Gurgînê te roja þemiyê li Amedê dît, birayê min bû.
Gurgînê te roja þemiyê li Amedê bibîne.
Gava
em van herdu hevokan bilêvdikin û digihînin peyva “Amedê”, em hên jî
nizanin, gelo ev “ê”ya ku bi Gurgîn ve hatiye nivîsandin nîþana ayendê
ye, yan veqetandek e?. Tenê gava em hevokê temam dikin, tê fêhmkirin, ku “ê”ya
bi Gurgîn ve, ya hevoka pêþîn veqetandek e, û ya hevoka paþîn nîþana
ayendê ye.
Heke
em hevoka paþîn bi awayê,
“Gurgîn ê te roja þemiyê li Amedê bibîne”,
binivîsînin
û wisa kirpandinekê têxin navbera “Gurgîn” û “ê”, mane hên baþtir
tê fêhmkirin û ji aliyê fonêtîkî ve jî tê pejirandin.
Gava
em di hevoka paþîn de li cihê “Gurgîn” cînavê “ew” deynin û bêjin:
Ewê te roja þemiyê li Amedê bibîne.
Heke
em di vê hevokê de jî “ê” ji cînav biqetînin, hîngê rast e, ewê di
awayê nivîskî de baþ bê fêhmkirin, lê belê di bilêvkirinê de (aliyê
fonîtîkî) zoreke mezin li ziman tê kirin.
Tevî
ku ez ne pir alîgirê bikaranîna apostrofê di zimanê me de me, ji min ve
wisa tê xuyakirin, ku di vê rewþê de baþtirîn çare bikaranîna apostrofê
ye; yanê em van hevokan wisa binivîsînin:
Gurgîn’ê te roja þemiyê li Amedê bibîne.
Ew’ê te roja þemiyê li Amedê bibîne.
Heke
çareyeke ji vê baþtir hebe, ezê pê gelek kamiran û bextewar bibin.
Pirs:Gava em bêjin mirovê baþ ‘ê’ya veqetandek bi peyvê ve tê nivîsîn,
heke em cînavkekî bixin þûna navdêrê de wê dîsa pêve bê nivîsîn, wekî
ewê baþ?
Nexêr,
veqetandek hergav bi navdêr û cînav ve tê nivîsandin û, ji ber sedemên
fonîtîkî, ez gelek bextewar im, ku Mîr Celadet wisa biryar daye.
Pirs:Gelo cînavk tim û daîm ne bi serê xwe tê nivîsîn?
Bi
gelemperî, belê. Lê wek ku min li jor got, ji bilî veqetandekê; veqetandek
bi cînav ve jî tê nivîsandin.
Pirs:Peyvên
wekî ‘ewqas, çiqas, ewçend, herkes,hemukes,herweha, herwekî’ peve tên
nivîsîn an cihê?
Bersiv:
Bi dîtina min, belê peyvên wek “ ewqas, çiqas, ewçend, herkes, herweha,
herwekî » baþtir e, ku em bi hev ve binivîsînin. Tenê « hemû
kes » em cuda binivîsînin. Ji ber ku di van peyvan de « herkes »
bi mana « hemû kes » e.
Pirs:Hinek navdêrên hevedudanî hene, wekî ‘Cilreþ, porzer, bêvilbilîk, qûnqetiyayî,
sermezin’ gelo peve tên nivîsîn?
Belê,
ji sedî sed divêt bi hev ve bên nivîsandin.
Vê
gavê ev di bîra min de ne, lê ez bawerim di pêþ
de wê hineke din jî bên bîra min. Heke hûn bi van pirsên me aciz nebin em
ê di pêþ de jî we westînin.
Bi
ti awayî, ez ne aciz dibim, ne jî bihna min teng dibe. Bi vajayî wê, ez
gelek þadibim, gava ez dibînim, ku xort û keçen me (nifþê nûgihayî) li
zimanê xwe xwedî derdikevin, jê hezdikin û serê xwe bi van pirgirêkan diêþînin.
Mala
we ava bi xatirê we.
Brahîm
Ronîzêr
Ez
hêvîda im, ku bersivên min bi kêrî We bên û min jî bi van bersivên xwe
serê We neêþandibe.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Dembaþ
Mamoste,
Ez
bi bersiva we qanî bûm û gelekî dilxweþ bûm.
Ji
dil, helwesta we ya Kurdîhez û nefspiçûk hestên min ên Kurdîparêz gurr
kirin. Ez rast bêjim, berî niha ji bilî Mamosteyê Hêja Hayder Diljen ji tu
rewþenbîrên kurdan - ên Kurdîaxêv û Kurdîparêz jî tê de - min
helwesteke rewþenbîrane nedîtibû. Ne hewce ye ku ez navan bêjim, we û xwe
bêhtir aciz bikim. Ez di vê baweriyê de me ku rewþenbîrên kurd di vê pêvajoya
kambax de xwe pêþeng nabînin û suxreya xwe a neteweyî nakin. Ez bi vê neyîniyê
jî serê we neêþînim.
Ez
vê bêjim ku ez dizanim wê kêfa we bê: Dibistana Kurdî li Batmanê li, ber
vebûnê ye. Em ji bo wê dixebitin. Her çiqas bi rêdana fermî nîn be jî di
pêkanê de ez jî wekî mamosteyekî dibistanê (her çiqas jê re Kursa Kurdî
bê gotin jî, me navê dibistanê lê daniye.) têm dîtin. Loma rêziman û rêbazên
perwerdahiyê ji min re pêwîst in. Hevalekî
min par çûbû Swêdê. (Nizanim hûn li kîjan welatî ne.) ez bawer im di bin
navê Zanîngeha Uppsalayê de perwerdahiya Kurdî tê dayin. Ev çend Sal in ji
tirkiyê jî deh þagirt tevlî vê perwerdahiyê dibin. Îsal þagirtiya min
diqede û heke guncaw be min jî divê vê firsendê bikarbînim.
Heta nameyeke din bimînin nav xêr û xweþiyê de.
Brahîm
Ronîzêr
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Rojbaþ,
birêz Mamoste Reþîd
Navê
min Usiv e û min dixwest ji we, wek zanyarekî zimanê kurdî, pirsekê
derbareyê ziman bikim:
Min
di helbestekê de gotinek ditîbû, ku gelek bala min kiþand û min ji xwe pirsî,
gelo ev forma êrgatîv ya rêzimana kurdî rast hatiye
bikaranîn?
Di
helbestê de wiha hatibû nivîsîn:
"
Þîrê sipî ez mijandim . "
Bi
hêviya bersivê, ez silav û rezên xwe ji we re diþînim û ji niha ve ji we
sipas dikim.
Silav
û rûz
Usiv
Çelik
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Birêz
Usiv Çelik,
Ev
dema We û herweha hemû çax û demên We her xêr û þahî bin.
Ev
pirsa We ya li jor gihîþte min û ezê niha têbikoþim, bersiva vê pirsê
bidim. Lê belê dixwazim di destpêkê de bêjim: We ez di vê pirsa xwe de wek
“zanyarekî zimanê kurdî” bi nav kirime, ku ev ji min re pir bilind tê
xuyakirin. Heke baweriya We bi dîtinên min yên rêzimanî heye, ev ji bo min
cihê þehnazî û serfiraziyê ye; lê ez xwe wek zanyar nabînim.
Xwezî
We hin malikên din yên wê helbestê, bi taybetî yên berî vê malikê ji
min þandibana. Ji ber ku, ne di helbestê de û ne jî di pexþanê de, nabe ku
mirov tenê li hevokekê yan jî li beþekî hevokê temaþe bike û baweriya xwe
li ser rastî û çewtiya wê ya rêzimanî bide. Xuya ye, ku kirarê (faîl) vê
hevokê di malika pêþiya wê de ye; ew jî “wê” ye, yan jî “dayîk”
e. Heke wisa be, hîngê hevok ji aliyê bikaranîna êrgatîv e rast û durist
e. Lê gava mirov vê hevokê dixwîne, yekser dibîne, ku daçeka “bi” jê
kêm e, yanê diviyabû:
Bi þîrê sipî ez mêjandim
bihata
gotin. Lê ev hevok ne temam e; kirar jê kêm e. Gava em kirarê hevokê jî bêjin,
hîngê dibe:
Dayîkê (yan jî wê) bi þîrê sipî ez mêjandim.
Mijara
ku helbestvan “þîrê sipî” gotiye, ev pirseke din e. Ez bi xwe tenê
þîr bi rengê sipî nasdikim; min “þîrê reþ” hên nedîtiye. Lê di
warê helbestê de, helbestvan di vir de azad e û ji mafê wî ye, ku wisa bêje.
Belkî rengê “sipî” ji bo wî maneyeke taybetî dide, ku ew jî wê
dixwaze. Mijara “mijandim” yan jî “mêjandim” jî pirseke din e. Bi dîtina
min, bingeha lêkerê (fîîl) “mêjandin” e. Lê belê, li hin deveran,
Kurd bi awayê “mijandin” jî dibêjin.
Ev
hevoka me di dema borî de ye û lêkera “mêjandin” lêkereke gerguhêz e
(tranzîtîv), ji lew re, êrgatîv di vê hevokê de serdar e; ew jî ew e, ku
kirar(subjekt) “dayîk” hatiye tewandin, yan jî cînav “ew” bûye “wê”
û bireser (objekt) “ez” wek xwe maye. Ev jî “êrgatîv” bixwe ye. Yanê
ji aliyê rêzimanî ve, êrgatîv rast hatiye bikaranîn.
Ligel
rêz û silavên kurdewarî
Mustefa
Reþîd
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Rojbaþ
birêz Mamoste Reþîd
Ez
gelek bextewar bûm, ku We bersiva pirsa min da û ji we cardin sipas dikim.
Lê
eger ez wextê We zêde negirim, min dixwest pirsek din ji We bikim :
Di
zanîngeha Bochum de gelek nas û dostên kurd (xwendekar), ku bi zimane xwe ye
zikmakî nizanin, ji min hêvî û rica kirin, ku em derbareyê zimanê kurmancî,
xwe perwerde bikin. Ders
wê bi zimanê almanî be. Ji ber vê bonê, ez li pirtûkên rezimana kurdi, ku
bi almanî hatine nivîsîn, digerim.
Gelo
Hûn dikanin çend pirtûkan, yên ku karibin peydiviyên min bi cih bînin, pêþniyaz
bikin?
Ez
cardin bûm deyndarê We.
Silav
û rêz
Usiv
Celik
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Hêja
Usiv Celik,
ev dema Te xweþ.
Ji bo vê pirs û daxwaza Te, ezê du navnîþanan bidim Te. Serekê Navenda
PENa Kurd, birêz Dr. Zerdeþt Haco li zanîngeha Hamburg waneyên zimanê kurdî
ji bo Almanan dide û sekreterê Navenda PENa Kurd, birêz Dr. Zorab Aloian jî
li zanîngeha Bremen wê xebatê dike. Ji kerema xwe, ji van herdu camêran
bipirse, ka gelo ew kîjan matêryalan bikar tînin, bila ji comerdiya xwe, piþtgiriya
Te bikin. Hên ji berê de pirtûka birêz Z. Haco, ya hînbûna zimanê kurdî
ji bo Almanan heye. Pêwendiyê
bi wan re bike. Mailên wan herdu camêran ev in:
Dr. Zerdesht Haco: zhajo@pen-kurd.org
Dr. Zorab Aloian: zaloian@pen-kurd.org
Ligel rêz silavên kurdewarî
Mustefa Reþîd
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------