Gotara Mustefa Reþîd ya ku di civîna li Parlementa Înglîzî de hate xwendin, 18.05.2004
Rewþa gelê Kurd li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê
Gelî birêzan!
Di destpêkê de dixwazim spasiyên xwe ji bo amadekarên vê civînê pêþkêþ bikim, ku ev keys û derfet dane me, em li ser rewþa gelê Kurd li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê, li ser kul û xemên xwe, li ser êriþ, talan û zordariya rêjîma totalîtêra dîktatora Sûrî biaxivin.
Guhdarên birêz!
Gelê
me yî Kurd yek ji kevintirîn gelên Rojhilata Navîn e û netewa Kurd bi
hejmara xwe ya dora 40 milyon yek ji çar neteweyên mezin yên vê herêmê
tê hejmartin (Fars, Ereb, Kurd û Tirk). Welatê me Kurdistan, ku heyanî
dema þerê cîhanê yê yekem di navbera împeratoriyên Osmanî û Sefewî
de hatibû beþkirin, êdî piþtî wê Baþûrê Kurdistanê – wilayeta Mûsil
ya wê demê – ji bo hebûna petrolê di wê herêmê de, bû beþek ji
Komara Îraqê. Beþekî din jî ji welatê me, ku li jêrî xeta tirênê
Berlin – Begdad dikeve, dan ser dewleta Sûriyayê. Ev sînorên nû, ku
li gor Peymana Sykes-Picot ya sala 1916an pêk hatin, heya niha jî bi navê
van herdu dîplomatên înglizî û firensî têne naskirin. Mixabin van
herdu camêran di danîna van sînoran de rewþa neteweyî ya van herêman
qet li ber çav negirtine û ji her tiþtî bêtir mestere (Lineal, ruler)
bi kar anîne. Gava mirov li nexþeya vê herêmê temaþe dike, ev rastî
gelek aþkere û xuya ye. Li ser bingeha vê peymanê dewleta Sûriyayê ya
niha hate avakirin û wisa beþek ji welatê Kurdan û gelê Kurd di çarçewa
sînorên vê dewletê de ma.
Lê belê rola Kurdan ji berê de,
bi taybetî jî hên ji dema Eyûbiyan de, di herêma Sûriyayê de bi giþtî
gelek girîng e. Ji bilî herêma Kurdan li bakur, ku li ser sînorê
navbera Sûriyayê û Tirkiyê dikeve, Kurd bi derbasbûna heyamên dîrokî
li seranserê Sûriyayê belavbûne û gelek malbatên dewlemend û erîstokrat
ji Helebê heya Þamê, li Hemayê, Humisê, Laziqiyê, herêma Horan û Dirûzan
bi eslê xwe Kurd in. Ji ber wilo jî, heya sala 1958an hejmareke mezin ji
siyasetmadarên Sûriyayê, ku rola here girîng lîstine, ji van malbatan bûne.
Ji van kesan wezîrê bergirî Yûsif El-Ezme yê dema hatina Firensiyan,
Ibrahîm Henano (sûmbolê niþtimanî yê dema berxwedana li dijî
Firnsiyan), Muhamed Alî –El-Abid, serokê komarê yê sala 1936an, serokên
din wek Husnî El-Zeîm, Fewzî Silo, Þukrî –El-Quwetlî, siyasetmedarên
wek Muhsin Berazî, Reþad Bermeda, Ruþdî El-Kîxiya, Tewfîq Nizamedîn
û gelekên din, heya bi malbata Cumbilat ya li Lubnan, hemû bi eslê xwe
Kurd in. Ji ber wilo jî, gava berî demekê serokê Sûriyayê birêz Beþar
El-Assad di televiziyona Al-Jazeera de got, ku „netewa Kurd hêmanekî
bingehîn e ji civaka Sûrî“, ev peyveke gelek rast û durist e.
Di dema þerê cîhanê yê duyem
de, ku hên Firensî li Sûriya û Lunanê bûn û leþkerê înglîzî jî
ji bo piþtgiriya hevalbendên general Du Gaule hate Sûriyayê, wek rêaksiyon
li dijî Dewletên Hevpeyman li ba gelek netewperestên Ereb sûmpatiya ji
Almaniyayê re peyda bû. Di sala 1942an de du mamostayên Ereb li Beyrûtê
li ser bingeha ramanên Nasiyonal-Sosyalîzma Almanî, partiyeke
Nasiyonal-Sosyalîzma Erebî (El-Baas) avakirin. Vê partiya netewperest ji
ber du sedemên girîng dikarîbû di demeke kurt de li gelek welatên Ereb
þax vede û li hin welatan, wek Îraq û Sûriyayê jî, serdariya welêt têxe
destê xwe:
1) Partiya Baas hestên neteweyî li ba ereban xurt kirin û bi wan da bawerkirin, ku ew dixwaze Yekîtiya Welatên Ereb pêkbîne, Ereban bi giþtî xurt bike û di warên siyasî, aborî û civakî de pêþve bibe.
2)
Dewletên Ewropa Rojava û USA, da ku ev herêm nekeve bin bandora
Komûnîzma Sovyetî, pir caran dîrekt yan îndirekt piþtgirî didan vê
partiyê; ji ber ku tenê bi rêya vê partiyê mimkin bû, rê li ber
partiyên komûnîst yên van welatan bê girtin.
Piþtî ku Partiya Baas li Îraq û
Sûriyayê bû serdar, di siyaseta hundirîn de dest bicihanîna aramancên
xwe yên Nasiyonal-Sosyalîstî kir û di siyaseta derveyî de di navbera
herdu blokên Rojava û Rojhilat de çû û hat û sûd ji herdu aliyan
girt. Herdu blokan jî, da ku ev herêm bi temamî nekeve bi bandora bloka
din, arîkarî didan vê partiyê û hevkarî pêre dikirin.
Piþtî sala 1958an jiyana siyasî
bi temamî hate guhertin. Her tiþt diviyabû bê te´rîbkirin. Ji navê
komarê û ala dewletê bigire heya bi sazî û dezgehên fermî hemû hatin
erebkirin; heyanî sûmbolên kîmiyayê û matêmatîk jî hatin erebkirin.
Navê Komara Sûrî bû Komara Erebî Sûrî, navê sirûda dewletê bû Sirûda
Erebî Sûrî, navê Leþkerê Sûrî bû Leþkerê Erebî Sûrî; û her
wisa Televiziyona Erebî Sûrî û hwd. û hwd.
Li seranserê Sûriyayê hawîrdor
û atmosfereke wisa hate afirandin, ku tenê mirovên ji bo duriþm û ramanên
nasiyonalîzma erebî diqêriyan û ji bo Yekîtiya Netewa Ereb xebat
dikirin di jiyana siyasî de dihatin pejirandin; êdî her kesekî ereb û
tiþtekî ereb di ser yê ne Ereb re dihate dîtin. Lê belê, çiqas
piraniya gelê Sûriyayê Ereb be yan jî xwe Ereb bihejmêre jî, rastiya
civaka sûrî nayê guhertin. Civaka sûrî civakeke mûzaîk e. Ji bilî
Kurdan, ku wek netewa duyem piþtî ereban têne hejmartin, gelek kêmneteweyên
din jî, wek Asûrî, Sûryanî, Kildanî, Aramî, Turkmen, Çerkez, Ermenî
û Cihû li Sûriyayê dijîn. Ev ramanên teng yên netewperstiya erebî bi
ti awayî bi kêrî civakeke wisa mûzaîk nedihatin.
Hên di dema Yekîtiya Sûriyê û
Misirê de, bi navê Sosyalîzma Erebî, hemû dewlemendiya welêt, wek bank
û fabrîke bû milkê dewletê. Di her gavekê de jî herdem mirovên Ereb
di ser yên ne Ereb re dihatin girtin. Bi taybetî di belavkirina erd û
zeviyên çandiniyê de erd ji dewlemendên Kurdan hate standin; û li cihê
ku li cotkarên Kurd bête belavkirin, li ereban hate belavkirin.
Di sala 1962an de hukûmeta sûrî dest bi pêkanîna planên nijadperestî li dijî kurdan kir. Ev pilan bi navê zabitê Baasî Muhamad Teleb Hîlal tê naskirin. Naveroka vî pilanî bi kurtahî ev e:
1) Divêt Kurd ji seranserê herêma ser sînorê Tirkiyayê bi ferehiya 10 – 15 km bên derxistin û li cihê wan Ereb bên bicihkirin; û wisa Kurd ji erdê bav û kalên wan hatin derxistin û Ereb anîn cihê wan.
2)
Divêt hejmara kurdan bi her awayî bê kêmkirin.
A ) Pêkanîna
Serjimêra Awarte. Li gor vê biryarê, di sala 1962an de, ji dora 150 hezar
Kurd, hemwelatiya sûrî hate standin. Ev rewþa „bêhemwelatiyê“ ji
nifþekî diçe nifþê din. Heke ji wê demê de gelha Sûriyayê ji 5
milyonan bûye 17,5 milyon, hîngê hejmara kurdên bê hemwelatî jî divêt
ji 150 hezarî bûbe bêtirî 500 hezar mirov. Bê guman dewleta Sûriyayê
van hejmaran bi ti awayî rast nabêje û hergav kêm dike. Mirovê bê
hemwelatî hemû derfetên jiyanê li ber wî têne girtin; ne dikare maleke
xwe ava bike, ne dezgehekê veke; heya mafê xwe nîne, li bajaran li hotêlan
jî xew bike.
B)
Girtina rê û derfetên jiyanê li ber Kurdan, da ku ji herêma xwe
derkevin û biçin; bi taybetî jî vekirina rê li ber wan, ku wek penaber
herin Ewropayê.
3) Guhertina hemû sîma û taybetmendiyên kurdî, wek guhertina navên gund û bajarên kurdan bi navên erebî, qedexekirina çand, wêje, ziman û weþanên kurdî; qedexekirina navên mirovan yên kurdî û hwd.
4)
Kesê ku li kurdîtiya xwe xwedî derkeve, divêt ti mensib û wezîfeyên
mezin di dewletê de nestîne; bi taybetî jî di leþkeriyê de, Kurd nabe
ku bibin general, nabe ku bibin pîlotên balafirên leþkerî û hwd.
Piþtî sala 1963an ku Partiya Baas
her tiþt xiste destê xwe, di navbera basikên vê partiyê de þer û pevçûnên
giran derdiketin; dîktatorek dicû û yekî din dihat. Di sala 1970î de
general Hafiz El-Assad her tiþt xiste destê xwe û hin tedbîrên leþkerî
û yên asayîþê wisa wergirtin, ku êdî guhertina serdariya dewletê bi
rêya leþkeriyê ne mimkin bû. Hin lekên leþkerê yên here xurt bi
taybetî ji bo parastina hukûmetê hatin wezîfedarkirin. Lê hêla din, sê
sazûmanên asayîþê yên ji hev cuda hatin avakirin ( Saziya Asayîþa
Dewletê, Saziya Asayîþa Siyasî û Saziya Asayîþa Leþkerî). Wisa hemû
hewldanên guhertina sazûmana dewletê yên ku pêkhatin jî di xwînê de
hatin perçiqandin.
Ji roja serxwebûna Sûriyayê û
heya niha, ji bilî demeke kurt (1954 heya 1957) jiyaneke siyasî dêmokratî
li Sûriyayê peyda nebûye. Gelê Sûriyayê bi giþtî, û bi taybetî
netweyên din yên ne Ereb, di jiyaneke gelek dijwar de dijîn; mafên
mirovan bi awayekî nedîtî têne binpêkirin. Yek ji taybetmendiyên rêjîma
Sûriyayê ya here girîng ew e, ku bi ti awayî rê nade rojnamevanî û
medya azad, ew nûçe û agahdariyan ji hundirê Sûriyayê bidin. Ji lew re
çi li hundîrê Sûriyayê çêdibe û pêktê, cîhana derve ji sedî
dehan (10%) jî nabihîse.
Rêjîma Sûriyayê û rêjîma
Sedam Husên, ya ku berî bêtirî salekê hate roxandin, di bingehê de mîna
hev in. Lihevnekirina herdu rêjîman li ser wê yekê bû, ku her yekê ji
wan angaþt û îddia dikir, ew ji ya din bêtir netewperestiya erebî dinimîne
û temsîl dike. Ji bona vê yekê jî, îro rêjîma Sûriyayê bi hemû hêza
xwe hewl dide, ku netewperestên Ereb - bermayên Baasa îraqî -
dîsa vegerin ser text û bibin serdarên welêt.
Piþtî ku di destpêka vê salê de
zagona bingehîn ya dewleta Îraqê hate îmzekirin û di wê de mafên rewa
yên Kurdan têde hatin çespandin, rêjîma Sûriyayê har û þêt bû. Ji
tirsa ku ev mafên sirûþtî, rojekê ji rojan, ji bo Kurdên Sûriyayê jî
bêne xwestin, rêjîma Sûriyayê xwest çavên Kurdan bitirsîne. Bi rêya
saziyên asayîþa xwe, di 12. meha adara îsal de provokasiyon û êriþ li
dijî kurdan dane destpêkirin. Di encama van êriþan de bi dehan kurd
hatin kuþtin, bi sedan hatin birîndar kirin û bi hezaran Kurd ajotin zîndanên
tarî. Kuþtin, lêdan, îhanet, tecawiz û her tiþtên nedîtî bi serê
girtiyên zîndanan tê kirin. Her rojê komek tê girtin, û heke hinek tên
berdan jî, ji aliyê din ve hineke din tên girtin. Heyanî zarokên 12
heya 17 salî jî têne îþkencekirin. Hinek tên girtin û roja din
cenazeyê wan tînin û polîsên dewletê wan bi xwe dixin gorê; nahêlin
ku xwediyên wan cendekên miriyên xwe bibînin. Bê guman, em nikarin di vê
axaftina xwe de her tiþtê ku pêktê û me bihîstiye bêjin. Tenê wek
nimûne dixwazim bêjim: Dayîkeke Kurd xwest bi her awayî, berî ku kurê
wê têxin gorê, rûyê kurê xwe bibîne û ramûse. Gava dest avête çenga
kurê xwe ku ramûse, dît ku feka jêrîn ne bi serî ve; ew jê hatiye þiqitandin.
Hinekên din jî çavên wan hatibûn perçiqandin. Belê, gelî guhdarên hêja,
ev dîmenên bi saw û bi tirs ne ji fîlimekî Alfred Hitchkock in, mixabin
ev ji rastiya jiyana Kurdên Sûriyayê ya îro ne.
Bi sedema van kuþtin û êriþan,
Kurdên Sûriyayê li seranserê Ewropa û welatên din daketin kolan û þeqaman
û ev kiryarên nemirovayetî protêsto kirin. Rêjîma Sûriyayê ditirse,
ku çarenûsa wê wek rêjîma îraqê bibe. Lê belê, ne ku Rêjîm ji
Kurdên Sûriyayê ditirse. Kurd bi hejmara xwe ya ji sedî 16% ji gelha Sûriyayê
û belavbûna wan li sê herêmên cuda, ewê nikaribin tenê bi hêza xwe
ya herêmî, ji rêjîmeke wisa dîktator û totalîtêr mafên xwe bi dest
bixin. Her û her heya niha Kurdên Sûriyayê bi metodên dêmokratîk
xwestine mafên xwe bi dest bixin. Ewê ji niha û pêve jî di vê þopa
xwe de berdewam bikin, lê ewê ji niha û pêve êdî xebata xwe xurt û
koordîne bikin. Opozisiyona sûrî, ku bi navê civaka sîvîl tê
naskirin, hên gelek jar û lawaz e û ji lew re guhertina rewþa Sûriyayê
ber bi civakeke demokrat û nûjen tenê bi arîkariya hêzên demokrat ji
derve gengaz û mimkin e. Em gelek nimûneyan ji dîrokê dizanin, ku
herifandina împêratorî û rêjîmên xwînrêj, tenê ji hundir de ne
mimkin bû. Zordariya Impêratoriya Asûrî, ku di heyama xwe ya dawî de
gelek giran bûbû, ji derve de hate roxandin. Împêratoriya Romanî jî,
ku gihîþte heyama Nero û Caligula, dîsa ji derve de hate hilweþandin.
Û her wisa „Reich a Seyem“ ya Hitler, rêjîma Pol Pot li Kambodiya û
rêjîma Seddam Husênê xwînrêj, tenê hilweþandina wan ji derve de
mimkin bû.
Di dawiyê de, da ku em bidin
xuyakirin, piþtgiriya ji derve çiqas girîng e, em dixwazin
nimûnekyekê ji serborî û tecrûbeya xwe ya þexsî bêjin: Berî
sal û nîvekê hevalekî me yê helbestvan, Merwan Osman, li gel hevalekî
din ji aliyê rêjîma Sûriyayê ve di xwepêþandaneke aþtiyane de hatin
girtin. Dadegeha Sûrî ew bi sûcê cudakirina beþekî ji axa Sûriyayê
tewanbar kirin û diviyabû li gor vî sûcî cezayê 15 salan li wan
bibire. Me, nivîskarên ji Navenda PENa Kurd, doza vî hevalê xwe bire
kongira 69an ya PENa Navneteweyî. Piþtî ku li wir biryar ji bo
serbestberdana hevalê me Merwan Osman hate girtin, hevalên me ji PENa Înglîzî
arîkarî dane me û bi îmzeya 200 nivîskarên bi nav û deng nameyeke
protêstoyî ji serok û rayedarên Sûriyayê re þandin û daxwaza
serbestberdana hevalê me kirin. Piþtî demeke kurt herdu girtiyên me yên
siyasî serbest hatin berdan. Em li vî cihî dixwazin careke din spasiya
xwe ji hevalên xwe re ji PENa Navneteweyî û bi taybetî PENa Înglîzî pêþkêþ
bikin.
Ev nimûne ji me re dide xuyakirin, ku em Kurd çiqas dengê xwe bilind bikin jî, ne ewqas bi bandor e, wek ku gava mirovên biyanî û naskirî dengê xwe bilind bikin. Ji lew re, tika û ricaya me ji we ew e, ku ji bona rawestandina van êriþ, kuþtin û talanên li ser gelê Kurd, ji bona rawestandina îþkence û lêdanê, ji bona mafên gelê Kurd yên rewa û pêkanîna dêmokratiyê li Sûriyayê, hûn dengê xwe bi xurtî bilind bikin.
Gelî birêzan!
Roj bi roj gel û netewên cîhanê
bi rêya dezgehên komonîkasiyonê û pêwendiyên siyasî, aborî, civakî
û çandî nêzî hev dibin û wek hinek dibêjin, em dikarin ji vê cîhanê
re „gundê gerdûnî“ jî bêjin. Ev zemîna me wek keþtiyeke di deryayê
de ye. Heke hinek li aliyekî keþtiyê xirabiyê bikin, ev yek me giþtan pêwendîdar
û eleqedar dike. Emê çawa bikaribin bi aramî bijîn, heke em herroj
bibihîsin, ku li aliyekî din hin gel û netewe bi giþtî têne qirkirin
û îþkecekirin?
Rola Sûriyayê li Rojhilata Navîn
û di nav welatên Ereban de gelek girîng e. Guhertina rewþa vî welatî
ber bi dêmokratiyê ve dê bandora xwe li seranserê wê herêmê bike. Ji
lew re divêt li Sûriyayê guhertinên bingehîn pêk werin:
A)
Li
ser asta Sûriyayê bi giþtî,
1)
Divêt serdariya
leþkerî-diktatorî û hukmê yek partiyê bê rakirin.
2)
Divêt destûra
bingehîn bê guhertin û yeke dêmokratîk li gor rewþa Sûriyayê ya mûzaîk
û pirnetew bê danîn, ku mafên hemiyan bên parastin, pirdengî û
pirrengî di her warekî jiyanê de minkin û gengaz be; wek avakirina
partiyên siyasî, mafên jinan û rêxistinên gelêrî bi awayekî azad.
3)
Ajotina
siyaseteke aþtiyane li herêmê û li gel dewletên cîran li gor qeyd û
peymanên navneteweyî.
4)
Mafên gelê
Kurd, wek netewa duyem di Sûriyayê de û yên kêmnetewên din di destûra
bingehîn de bên çespandin(tesbîtkirin).
5)
Ajotina
siyaseteke aborî azad ji bo geþkirina abora welêt û îbtalkirina
siyaseta sosyalîstî bîrokratî ya salên 60î û 70î.
6)
Kêmkirina
desthilata navendî. Her herêmek divêt bi awayekî dêmkratî desthilatiya
xwe ya herêmî hilbijêre û pirsgirêkên xwe yên herêmî çareser bike.
7)
Divêt dademendî
serbixwe be, rojnamegerî û ragihandin azad be.
B)
Li
ser asta neteweyî kurdî: Wek ku serokê Sûriyayê birêz Beþar El-Assad
got, ku ji 40 salî de siyaseteke çewt li hember gelê Kurd tê birêvebirin,
divêt ev siyaset bê sererastkirin.
1)
Serjimêra Awarte
ya 1962 bê îbtalkirin û hemwelatiya sûrî li kurdên ku jê hatine
standin bê vegerandin.
2)
Kurdên ku ji
gundên wan hatine derxistin û Ereb anîne cihê wan vegerin gundên xwe, dîsa
bibin xwediyên erdên xwe û Ereb jî vegerin warên xwe yên berê.
3)
Navên gund,
bajar, war û mirovên ku hatine erebkirin, dîsa bên sererastkirin.
4)
Zimanê kurdî di
herêma Kurdan de, li tenîþta zimanê erebî, bibe zimanê fermî yê
perwerde û îdarekirina herêmî.
5)
Rê li ber çand,
wêje û zimanê kurdî li seranserê Sûriyayê neyê girtin, di zanîngehan
de bê xwendin û di weþan û rojnamegeriyê de bê bikaranîn.
6)
Kurd û kêmneteweyên
din di îdarekirina dewletê û hemû warên jiyanê de divêt neyên diskrîmînekirin.
Gelî
birêzan!
Roj
bi roj gel û netewên cîhanê bi rêya dezgehên komonîkasiyonê û pêwendiyên
siyasî, aborî, civakî û çandî nêzî hev dibin û wek hinek dibêjin,
em dikarin ji vê cîhanê re „gundê gerdûnî“ jî bêjin. Ev zemîna
me wek keþtiyeke di deryayê de ye. Heke hinek li aliyekî keþtiyê
xirabiyê bikin, ev yek me giþtan pêwendîdar û eleqedar dike.
Ji
bo guhdarkirina we, ez spasiyên xwe pêþkêþ dikim.