Rewþa
wêjeya kurdî li Ewropayê
Mustefa Reþîd
Awireke
dîrokî
Piþtî xebata rewþenbîrên
Kurd ya dehsalên sihî û çilî yên sedsala bîstan demeke rawestandin yan jî
bêdengiyê di çalakiyên wêjeyî de peyda bû. Lê belê, hên di destpêka
dehsalên pêncî de Kurd hin bi hin hatin welatên Ewropayê û rêxistin û
komeleyên çandî avakirin. Komela Çandî ya Xwendekarên Kurd li Ewropa, ku
di gelawêja sala 1956an de hate avakirin û ji sala 1958an heya 1975an bi navê
Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa karê xwe berdewam kir, xebat û çalakiyên
xwe bi gelempeî di çarçoveyeke ramyarî-siyasî û niþtimanperwerî de
dikirin û giranahî dida ser danasîna doza gelê Kurd bi gelên cîhanê.
Kovara „Kurdistan“, ku
organa nawendî ya Kolmelê bû, yan bi zimanên biyanî - bi taybetî - bi îngilîzî
û yan jî bi zaravayê „Kurmanciya Baþur“ dihate weþandin. Di salên 60î
de kovarek bi navê „Çiya“ bi
„Kurmanciya Bakur“ dihate weþandin, lê piþtî demekê ew rawestiya.
Piþtî sala 1975an rewþa wêjeyî
ji binî de hate guhertin. Komele, sazî û rêxistinên Kurdan destpêkirin, weþanên
xwe, wek belavok, kovar û rojnameyan bi kurdî binivîsin; gelek Kurdan jî êdî
xwe bi zimanê xwe perwerde kir û di pey re nivîsandina pirtûkan, wek roman,
çîrok û dîwanên helbestan kete rojeva wan. Bi vî awayî, em dikarin bi giþtî
bêjin, ku dema afirandinên wêjeyî li Ewropayê piþtî sala1975an destpêdike.
Ji wê demê de û heya niha, bi
sedan pirtûkên bi zimanê kurdî - zaravayê bakur hatine çapkirin, bi dehan
kovar û rojnameyên wêjeyî weþandina xwe berdewam dikin. Ji çend salan û
bi vir de, êdî yêzgeh û kenalên televiziyonî jî bernameyan diweþînin.
Çiqas di weþanên wan de babetên siyasî hebin jî, lê dîsa beþekî mezin
li ser mijarên hunerî, çandî û wêjeyî ye.
Bi avakirina PENa Kurd û hin
yekîtiyên din yên nivîskarên Kurdistan li Ewropa êdî rewþa wêjeyî
ketiye heyama rêxistinî û xwe-organîzekirinê. Biwêj û nivîskarên
Kurdistan êdî çarenûsa xwe dixine destê xwe û xwe di qada neteweyî û
navneteweyî de didine pejirandin. Îro em gihîþtine rewþekê, ku hejmareke
mezin ji nivîskarên gelek hêja di qada Ewropayê de berheman diafirîne. Îro
em dikarin bêjin, ku wêjeya kurdî êdî gihîþtiye asteke gelek hêja
Hêjayî gotinê ye, ku piþtî
sala 1995an, bi peydabûna kenalên televisiyonî yên kurdî û beþdarbûna
Kurdan di tora înternêtê de, mirov nema dikare cudahiyê têxe navbera wêjeya
kurdî li welat û li Ewropayê û li rewþa wan wek du babetên têvel temaþe
bike. Pirtûkên ku li Amed û Ûrmiyê tên nivîsandin roja din digihên Oslo;
nivîsarên ji Laçîn û Efrîn zû digihên Berlîn. Bi taybetî rola tora înternêtê
di jiyana Kurdan de roj bi roj girîngtir dibe; ev hêman dibe sedem, ku ew bend
û çeperên ku dagîrkerên Kurdistan li ser çand û kelepora me danîne êdî
bên hilweþandin û bê bandor bimînin.
Mijarên wêjeya
kurdî li Ewropayê :
1. Niþtimanperwerî
û evîna welat.
Wêjeya kurdî li Ewropayê - çiqas
ji axa welat dûr be jî - lê dîsa ew bi gelemperî li ser hîmê resen û petî
yê bermaya me ya neterweyî û gelêrî hatiye afirandin. Piraniya nivîskarên
Kurd li hêlekê xem û xeyalên bav û kalên me, dayîk û dapîrên me bi
xeftanekî nû, li ser tepsiyeke zîvîn careke din ji me re pêþkêþ dikin û
li hêla din jiyana þoreþger û têkoþerên Kurd, hêvî û daxwazên wan di
ber çavên me re derbas dikin; ew ji bo me, dîrok û bûyerên berxwedan û
serhildanên gelê me bi awayekî zelal, wek þîp û sîlavên çiyayê Sîpanê
didin xuyakirin. Ji nav rêzên çîrok û roman, gotar û helbestên wan bihna
evîna welat difûre û çêja kurdewariyê jê tê. Ev þopa nivîskarên me,
þopeke gelek mafdar û rewa ye. Heyanî ew axa me ya pîroz di bin zor setema
wan neyarên hov û kotî de dinale, her nivîskarê ku xame û qelema xwe ji bo
azadî û serbestiya gelê Kurd ji mercên koletî û çewsandinê û
rizgarkirina axa Kurdistanê ji vegirtin û talanê bi kar tîne û bi kar bîne,
ew þîrê ku ji sîngê dayîkeke Kurd mêhtiye, herdem lê noþ û helal e. Ev
helwesta resen û petî nîþana dilsoziya nivîskarên me bi þîrê dayîkan
û emegê bav û kalan re ye.
2. Suriþt û
bedewiya Kurdistanê.
Dûrketina ji welat û jiyana li
welatên biyanî giranahiyeke taybetî didin vê mijarê. Nivîskarên Kurd
herdem evîndarên bedewiya Kurdistanê bi her xeml û xêzên wê ne. Ji kilkê
xameyên wan cêja hungivê Sêrtê, mot û dimsê Tizyanê tê; mirov bawer
dike, ku lûsên tawan û qulingan, hêlînên kewan û þahînan û fêzên
xezal û pezkoviyan ji çiya û zozanên Kurdistanê bi wan re hatine Ewropayê
û dibîne çawa di bîr û ramanên wan de hevaltiya hêrzan û hestên wan
dikin. Xumxuma ava çemên Xêbûr û Ferêt, çemên Mûradê û Zabê ticar ji
guhê nivîskarê Kurd li welatên biyanî derneketiye. Tu dibêjî qey pelên
çinarên Amedê, bîþeng û spîndarên Cizîrê û zeytûnên Efrînê di berî
û grîfanên wan de dapokirî û wek hicêban veþartî ne; ew bi bihna kulîlkên
Þerfdîn û Qerejdaxê, hulma mêþeyên Serhed û zozanên Feraþînê - çiqas
sal jî biborin - her serxoþ û mest in.
3. Bandora çand
û wêjeya gelên ewropayî.
Civakên ewropayî ku yên here
pêþketî li ser rûyê vê zemînê ne, bê guman, wê bi her awayî bandora
xwe li nivîskar û wêjeya kurdî di vê qadê de bikin. Piraniya nivîskarên
Kurd herdem hevaltiya ramanên nûjen, yên ji bona parastin û geþkirina nirxên
mirovayetî dikin. Sûdwergirtin û bandora afirîner gelek rewa ye û mercê pêþketineke
saxlem û durist e. Helwesta here rast di vê babetê de ew e - wek bav û kalên
me gotine: „Bide û bistîne, lê xwe winda neke“. Bê guman, wê hin awarte
hebin, lê ew ne xem e.
4. Bandora
surealîzmê li pexþan û helbesta kurdî.
Ev þopa hunerî û wêjeyî, ku
di sala 1921an de li Ewropayê, bi taybetî li Fransayê peyda bû, di vê dema
dawî de bi þêweyekî ne pisporî bandora xwe li pexþan û helbesta kurdî
dike. Surêalîzim, gava bi pisporî û awayekî hunerî di wêjeyê de bê bi
kar anîn, dikare gelek qeþeng û bedew be. Di mîtologî û destanên me yên
gelêrî de jî mirov gelek rastî van hêmanan tê. Lê mixabin hin nivîskarên
me van hêmanan bi pisporî û hostatî bi kar nînin. Gava mirov çîrok û
gotarên hin nivîskarên Kurd dixwîne, dikeve wê gumanê, ku wan ev nivîsên
xwe di kunên mar û dûpiþkan, þikeftên dêw û cinan, hêr û berqefên pîrhebokan
de nivîsandine. Vê þopê bi awayekî negativ bandora xwe ne tenê li naverok,
lê belê li teþeyê helbestê jî kiriye. Hevokên berevajî, gotinên bê
mane, yan jî bi tenê xwediyên wan gotinan, maneyên wan dizanin, tên bikaranîn.
Ev surealîzm e yan çi ye?! Êdî
nema tê naskirin.
5. Bikaranîna
êstêtîk û êrotîzmê di pexþan û helbestê de.
Tevî ku helbestvanên me yên
klasîk, li gor rewþa xwe ya wê demê, ev hêman di sofîzmê de bi awayekî
pisporî bi cih kirine û di stran û destanên me yên gelêrî de bi þêweyekî
gelek payebilind û nazik hatine bikaranîn, lê nivîskarên me - ji hin
awarteyan pêve - heya niha jî nizanin, ka çawa ev hêman bi kar tên. Hin kes
xwe li vî derî badidin, lê bi çavên girtî gavan davêjin û çep û rast
vediweþînin. Gelek baþtir e, em li bermaya xwe ya gelêrî vegerin, pêþî
xwe di vî warî de hinekê serborî û zana bikin û di pey re li van deriyan
bidin.
6. Helbesta
kurdî di çi rewþê de ye û bi kû ve diçe?.
Di vê dema dawî de helbestavanên
Kurd bi temamî dev ji helbesta klasîk berdane û – ji bilî hin awarteyan
– bi piranî þêweyê azad bi kar tînin. Em bawer dikin piþtî demekê wê
ti helbestvanên klasîk êdî di qada kurmanciya bakur de nemînin; ewê ku
helbesta klasîk binivîsîne jî, wê wek „kevoka li þûn refê xwe mayî“
lê bê temaþekirin. Ez bi xwe ne
dijminê helbesta azad im, helbesta azad jî dikare gelek xweþ û bedew be. Lê
belê helbest bi giþtî divêt di asteke bilind de bimîne û di xwe de wêne
û nixên wêjeyî hilgire. Helbesta azad di qada kurmanciya bakur de hên wek
zarokan bi ser lingan neketiye. Sedemên vê rewþê jî ev in:
a - Bandora wêjeya ewropayî li wêjeya Rojhilat û di nav de wêjeya kurdî.
Helbestvan êdî giranahiyê tenê dide ser naverokê, ziman, teþe, ahengî û
mûzîkiya gotinan girîng nabîne. Ew herdem hesabê wergerandinê dike.
Yanê gava helbest hate wergerandin, divêt dîsa jî bi nirx û hêja be. Lê
belê helbestvanê Kurd divêt pêþî hesabê cemawerê xwe û paþê yê
biyaniyan bike.
b - Helbestvanê Kurd, berî ku
li ser zimanê xwe serdar be, dest bi nivîsandina helbestê dike. Em pir kesan
dibînin, berî bikaribin pexþanê binivîsin, hên berî ku rêziman zanibin,
helbestan dinivîsin. Lê belê mirovê ku bixwaze hespê kihêl li meydan û
tiradê bibezîne, divêt pêþî siwarekî jîr û serborî be.
c - Tinebûna perwerdeya bi
zimanê kurdî. Piraniya nivîskarên me „zimanê xwe yî kurdî“ bi þîrê
dayîkê re mêhtine û ji hawîrdora xwe hilanîne, ew di ti xwendegeh û
dibistanan de nehatine perwerdekirin. Ji bilî beþekî biçûk ji Kurdên baþur,
yên din hemî bi zimanên biyanî hatine perwerdekirin. Di rewþeke wisa de,
mirov lê mat dimîne, ku dîsa jî em ji hevdu hên baþ fêmdikin û têdigihînin.
Lê belê pir kesan jî, derfet neketiye wan, di zarotiya xwe de zimanê herêma
xwe hilînin; û bi hesta niþtimanperweriya xwe, di pey re, xwe hînî ziman
kirine. Ev beþê hevalên me, ji ber tinebûna çavdêriyê, hin caran dibin
sedema tevlihevî û serêþiyên mezin.
d - Tinebûna dezgeh û rexnegirên wêjeyî. Kî çi dinivîse û belav dike, wisa dimîne. Ev kêmasiyeke gelek mezin e û divêt ev valahî zû were dagirtin. Bêyî rexnekirineke bi rêk û pêk û li gor nirx û pîvanên wêjeyî, pêþveçûn di vî warî de ne gengaz e.
Astengên li ber geþbûna wêjeya kurdî:
Ji geþbûna rewþ û pergala wêjeyî re hin mercên din pêwîst in, ku hên
heya niha nehatine bicihanîn û, ji hêla din ve, divêt hin dezgeh û saziyên
nû bêne damezirandin. Ev merc çi ne? û çi divêt bê avakirin?.
1. Xeleka xwendevanên wêjeya kurdî hên gelek biçûk
û teng e:
Çiqas nivîskar jîr be û berhemên hêja biafirîne, lê gava xwendevan
tine bin, ku wan berheman bixwînin, yan jî hejmara wan gelek kêm be, hîngê
ne wêje geþ dibe û ne jî daxwaza afirandinê di dilê nivîskar de hildavêje,
ku berhemên hên xweþtir pêþkêþî xwendevanan bike. Sedemên vê rewþê ji hêla dîrokî ve gelek in û em nikarin li vir
hemiyan bihejmêrin. Hinek
ji wan ev in:
a
- Rêya perwerdeya bi zimanê zikmakî li ber piraniya kurdan girtî ye. Li
seranserê Kurdistanê, ne ku tenê rê girtî ye, lê belê tenê xwendina bi
zimanê kurdî dibe sedema gelek serêþiyan û mirov digihîne îþkecexane û
zîndanan. Bi tenê li beþekî baþurê welêt ev rê heye. Li hin herêmên
Ewropayê jî ev rê heye û Kurd ji vê destkevtê, bi þêweyekî pir biçûk
sûdê werdigirin.
b
- Nebaweriya hin kurdan bi çand, ziman, wêje û kelepora xwe. Zor û setema bi
sedsalan û propagandaya dijmin êdî di serê hinekan de baweriyeke wisa
afirandiye, ku ne zimanê kurdî heye, ne jî çand û wêjeya kurdî heye. Ji
lew re, ew serê xwe bi tiþtên ku „tine ne“ qet naêþînin.
c
- Rewþa perçebûna Kurdistanê û pirbûna zaravayên me bûye sedem, ku heya
niha hên zimanekî yekgirtî, bi yek þêweyê tîpan, peyda nebûye. Du
zaravayên me yên sereke hene, lê her yek ji wan þêweyekî din yê tîpan bi
kar tîne.
d
- Hin dezgeh û sazî hene, ku ji aliyê kurdan ve yan jî li ser navê kurdan
hatine avakirin, lê ji ber bêpilanî ew nikarin rola xwe di qada wêjeyî de
wek ku pêwîst e bilîzin.
2. Tinebûna dezgeheke nawendî ji bo zimanê kurdî:
Bi
þêweyekî siruþtî, awayê nivîsandina zimanê kurdî bi tîpên latînî êdî
ber bi standerdbûnê ve diçe. Lê hên jî gelek kar û xebat di vî warî de
pêwîst e. Gelek pirsên rastnivîsê hene, ku divêt bêne çareserkirin; ev jî
kar û barê dezgeha nawendî ya zimanê kurdî ye, ku hên jî nehatiye
avakirin.
3. Tinebûna nirxandina wêjeyî û rexnegirên objektîv:
Çiqas
berhema nivîskrekî bi nirx û hêja be, lê gava ji aliyê rexnegiran ve di
qada wêjeyî de neyê nirxandin û bi rêya medya, yanê di kovar, rojname,
radiyo û televiziyonan de ji xwendevanan û tevaya gel re neyê pêþkêþkirin,
wê her nenaskirî û di quncikê tarî de bimîne. Di vê dema dawî de hin
bizavên balkêþ di vî warî de hene.
4. Pêwendiya
nivîskar û xwendevan:
Nivîskar ji hêla xwe de
dixwaze berhema xwe bi zimanê herî bilind, bi gotinên here xweþ, bi ramanên
here giran, bi her awa û þêwazên wêjeyî-hunerî bixemilîne. Bê guman ew
ji mafê wî ye, lê divêt hesabê xwendevanê xwe jî bike û herdem ji xwe
bipirse, ka gelo wê çend xwendevan vê berhema min bikaribin bixwînin û jê
fêm bikin. Bersiva „Ev ne pirsgirêka min e, bila xwendevan pirsgirêka xwe
çareser bike“ ti car ne çare û derman e. Di bin bandora nivîskarên biyanî
de, nivîskarê Kurd hin caran dixwaze - wek bav û kalên me gotine - „mirîþkên
xwe bi qaz û ordekên xelkê re bifirîne“ yan jî „lingên xwe li gor mitêla
xwe dirêj nake“.
5. Lawaziya
bazar û nawendên wêjeyî (înfrastruktur):
Tenê li bajarên mezin yên Ewropayê - li cihên ku komelêyên çandî yên Kurdan peyda dibin, mirov dikare rastî berhemên wêjeyî bê; lê dîsa jî ne herdem. Ji lew re, peydakirina berheman li ser çalakiya kesdarî dimîne û ne karekî wisa hêsan e. Pêwîstî bi hin nawendan heye, ewên ku li wir her berhemeke çapbûyî peyda dibe, yan jî dikare ji xwendevanan re peyda bike û bigihîne wan. Peydabûna malperên înternêtê yên Kurdan êdî vî barî jî hinekê sivik dikin.