Stranên
me yên gelêrî
Di nav çanda me ya gelêrî de
stranên me yên kilasîk gelek balkêş in. Ew di warê wêjeyî û torevanî
de jî pir giranbiha ne. Çiqas em
bi helbestvan û biwêjên xwe yên kilasîk serbilind in jî, lê gava em têne
ser stranên me yên kilasîk, em dibînin, ku ew hên bêtir bi jiyana gel ve
hatine stran. Mirovê Kurd aramiya giyanê xwe di kilasîkan de hên bêtir dibîne.
Stranên me yên kilasîk bûne hêmanekî zor girîng ji kesdariya me ya neteweyî.
Ma gelo! Çima mirovên me ewqas
ji kilasîkên xwe hezdikin? Ma çima ewqas kilasîk li xweşiya dilê wan tên?
Ma çi di kilasîkan de heye?
Stranên sivik, bi hemû şêweyên xwe, çi yên sema û govendê û çi
jî yên heneyê û şahiyan, giranahiya wan li ser awaz û ahengê ye û, bi
giştî, ji bo demên şahiyê ne. Lê belê jiyana mirov ne bi tenê ji
rojên şahiyan pêktê. Şîn û melûlî, xemgînî û dilşewatî
hin aliyên din yên jiyanê ne. Ji hêla din ve, torevanî, bi hemû şêweyên
xwe, wek pexşan, helbest, roman, çêrok û efsaneyan, ji berê û paşê
de hevaltiya mirov kirine. Rewişt û tyabetmendiyên mirovan, wek evîndarî,
qehremanî, pehlewanî, mêrxasî, payedarî, lehengî, çelengî, bedewî, camêrî,
mirovhezî, mêvanperwerî û hwd. û hwd; li aliyê din, dexsî, hesûdî, xinizî, zikreşî, zordarî û her
wisa ji rewişt û xweseriyên
negatîv jî, bi tu awayî ji jiyana mirovan nehatine qetandin û birîn. Ew gelên ku azad û sefiraz in, xwedî dewlet û derfet in,
ev hemû berhemên xwe di pirtûk û pirtûkxaneyan de parastine. Gelê me, ku
ji mafên xwe yên rewa bêpar e, ji bilî çend berheman, her tiştên
xwe yên din, di kilasîkên xwe de parastiye. Ji bona vê yekê mirovên me ji
kilasîkên xwe gelek hezdikin. Ewên ku ji kilasîkan heznakin, yan tênagihînin
û yan jî hên keys û derfet neketiye wan, ku li kilasîkan guhdar bikin û têbigihînin.
Wek me li jor jî got, di kilasîkan de gelek aliyên jiyana me di nav
mijarên destan û stranan de peyda dibin. Ji ber wê jî, rol û funksiyona
kilasîkan jî gelek cuda û têvel e. Emê
li vir bi tenê hinekan ji wan bihejmêrin:
Çêrok, tore û helbest,
niştimanperwerî, perwerde, mûzîk, hunera wênekêşî, hunera tiyatro
û hwd.
Emê di vê gotarê de giranahiyê bidin ser mijara Çêrokê û carên din li ser babetên mayîn rawestin.
Çêrok:
Wek tê zanîn, stranên me yên kilasîk li ser bingeha bûyerên ku rast
qewimîne hatine afirandin. Lê belê - tevî ku li hêla din çêrok û efsaneyên
me jî gelek navdar û balkêş in - kilasîkên me wisa hetine hûnan, ku
ew wek çêrok jî gelek xweş tên guhdar kirin. Guhdar ji destpêkê heya
bi dawiyê, ji bûyerên balkêþ nayê birîn; nişkegavî û pirsgirêk rêya
çêrokê
dixemilînin. Wek nimûne, ka em strana Salihê Naso bînin bîra xwe û li hin
perdeyên vê stranê ji aliyê çêrokê ve temaşe bikin.
Li gor strana gelêrî Salihê Naso bi xwe kurê mîrê Zirkiyan e. Ew ji xwe re li evîna dilê
xwe digere. Lê ew naxwaze, ku tukes ji bo dewlemendiya malbata wan keça xwe
bide wî û ne jî dixwaze ku tu keç di
bin wê bandorê de ji wî hezbikin. Ew dixwaze tenê bi mêraniya xwe evîndara
xwe bibîne. Ew mîna mirovekî xizan ji xwe re li nav êl û eşîran, li
gund û bajaran digere, xwe bi navê „Salih lawê Nêsir“ dide naskirin.
Salih pir digere û dawî rastî „Keja Gulîsor“ keça mîrê Ferxê Uzêriyan,
Mîrê Palo tê û wê wek evîna dilê xwe hildibijêre. Ew êdî dest bi pilanê
xwe dike û dixwaze bigihîne armancê. Salih
li oda bavê Kejê dibe qehwecî û hin caran jî wî dişînin standina xûkê
(vêrgiyê).
Ew her rojê qehwê ji Kejê re dibe û dixwaze wê ji nêz ve nasbike. Lê ew
baş dizane, ku bi vî awayî nikare bala Kejê bikişîne ser xwe. Ji
lew re, ew li hêviya bûyerekê ye, ku mêranî û qehremaniya xwe bide
xuyakirin. Gava Qadirê Axê, bi heftê û pênc siwarên xwe ve tê û talana
bavê Kejê dajo, tukes nikare wî rawestîne. Wê hîngê Salih li nav êlê
ye, li civandina xûk û vêrgiyê
ye. Gava ew tê û vê nûçeyê dibihîse, gelek şadibe û ji xwe re
dibêje: Va ye, roja min hat. Ew diçe ba Kejê û dibêje: Ka tu şûr û
mertala min, þûr û mertala Þamê ji dar deyne, ezê herim talana mala bavê te ji dest Qadirê Axê û
heftê û pênc siwaran vegerînim. Bê guman,
Kej vî tiştî ji „qehweciyê mala bavê xwe“ bawer nake. Li vir
diyalogeke gelek xweş, mîna ya ser sehna tiyatro di navbera herdu evîndaran
de dest pêdike. Dawî Kej
dibîne, ku Salih di gotinên xwe de gelek bi biryar e, radibe jêre dibêje: Va ye
ji te re şûr û mertal. Gava te talan vegerand, hîngê ezê devê te têxim
navbera cotê memikan û te mîna zarokekî şeşmeheyî bimêjînim. Bi
vî awayî soz û biryara dawiyê dide Salihê Naso. Hîngê Salih xwe bi Kejê dide naskirin, ku
ew kî ye:
Salih ji bo
vegerandina talanê berê xwe dide kuntara çiyan. Ew û bi dengekî li siwarên
Qadirê Axê dike gazî û dibêje, divêt hûn hemî hespên xwe jî teve
talanê bikin û bi ser xwediyan de vegerînin. Siwar dengê Salihê Naso
nasdikin, berê diranên kher yekî ji wan di beriya Salihê Naso de ne, û êdî ew ji Qadirê Axê re dibêjin, divêt ew li ber Salihê Naso
bigerin, belkî bi tenê hespê Qadir ji wî re bihêle. Salih 75 siwaran bi peyatî
bi Qadirê Axê re dişîne û hespên wan jî bi talanê re vedigerîne mala
bavê Kejê. Gava Keja Gulîsor dibîne, ku bi rastî Salihê Naso talan
vegerand, ew keç û bûkên gund dicivîne, di devê kulek û pencereyan de
ji wî re dikin lîlî. Bi vê bûyerê Salih çavên Kejê tijî dike û evîndariya
wan dest pêdike. Salih dîsa di nav gel de xwe nade xuyakirin, ku ew kurê kê
ye. Ji wî re malbat ne girîng e. Di diyaloga xwe de, gava şûr û mertal
ji Kejê xwestibû, xwe bi wê dabû naskirin.
Salih Kejê direvîne û bi rê ve rastî oba Hesen Begê tê. Lê ew
nizane, ku Hesen Beg ji çend salan de dixwaze Kejê ji xwe re bîne û bavê
Kejê wê nade wî. Gava Hesen Beg dibîne, ku nêçîra wî bi xwe hate mala wî,
ew li ser xwarinê, bi îxanetî, bi piraniya peyayên xwe, dest û pêyên
Salihê Naso girêdide û dixwaze Kejê ji xwe re bike bermalî. Lê belê Kej
fedakariyê dike û nahêle, ku Hesen Beg nêzîkî wê bibe. Ew xencerê dixe
destekî xwe û şûşê jehrê dixe destê din û dibêje: Kî
ber bi min ve bê, ezê xwe bikujim. Gava Hesen Beg di tariya şevê
de li hember Kejê di xew ve diçe, Salih xwe ji nobetdaran rizgar dike, tê bi
destê Kejê digire û ji nav oba Hesen Begê bi dûr dikevin. Ew digihînin
Geliyê Xiştamê, cihê diz û keleşan. Salih li vir dixwaze careke
din mêraniya xwe ji Kejê re bide xuyakirin û dixwaze bizanibe, ka Hesen Begê
dest avêtiye wê an na. Ew ji wê re dibêje: Ka tu hinekê kaba xwe deynê erdê,
ezê serê xwe bidim ser çoga te û hinekê xew bikim. Kej ji vê yekê mat dimîne
û dibêje: Ev der cihê diz û keleşan e, ma te tu cih ji vir baştir nedîtin,
ku tu razî!?. Lê belê Salih ji xwe gelek bawer e û wisa serê xwe datîne
ser çoga Kejê. Gava Salih dikeve xew, ji nişkan ve, diwanzdeh diz û keleş
wan çarmedor dipêçin. Kej Salih ji xewê radike û dibêje: Fermo! Te bi ya
min nekir, va ye em dîsa ketin xefikê. Salih
ji xewê radibe, şûr û mertala xwe dike dest xwe û ji Kejê hinekê bi dûr
dikeve. Keleş dora Kejê digirin, lê ew ji wan tika dike, ku ew tenê bi
dengekî bang vî “mirovê bê qîret” bike. Ew gazî Salihê Naso dike û
dibêje:
Tu çawan evîndara xwe di destê diz û keleşan de dihêlî? Ma
ev ji rewiştên mêran e?
Lê belê Salih dixwaze bizanibe, ku Hesen Begê dest avêtiye Kejê an na
û li wê vedigerîne:
Ezê çi bikim mastê ku xelkê qeymaq di ser re xwariye û
di bin re ji min re
herimandiye!.
Wê hîngê Kej di mebesta wî digihîne û dibêje: Tu were
ez çawan ji
dayîka xwe bûme, hîna wisa me. Wê gavê Salihê Naso, wek şervanekî bêhempa,
êrişê tîne ser diz û keleşan. Ew ji diwanzdan heyştan dikuje û
çarên mayîn bi birînên xedar ji ber wî bazdidin. Piştî vê bûyerê,
êdî ji Kejê re tu nîşanên din ne pêwîst in. Salih bi tamamî evîna wê
qezenc dike.
Em naxwazin di vê gotarê de rêya Salihê Naso û Keja Gulîsor di nav oba
Husên Axa re heya bi dawiyê bişopînin. Li cihê wê emê li ser hin
xaleyan rawestin, ku ew gelek balkêş in.
Strana Salihê Naso bi helbest û mûzîk tê gotin. Tevî ku me rola helbest
û mûzîkê da aliyekî jî, em dibînin, ku ev strana gelêrî ji aliyê çêrokê
ve jî gelek bi nirx û giranbiha ye.
Salih kesdariya xwe veşartiye û dixwaze, bêyî bandora malbat û
dewlemendiyê, evîna xwe bi mêranî û qehremaniya xwe qezenc bike. Ev bala
guhdaran gelek dikişîne û mirov dixwaze bibîne, wê çawa Salih pilanê
xwe bi cih bîne. Ewê çawa ji „qehweciyê mala bavê Kejê“ bibe evîndarê
wê. Stranbêj ajotina talanê dixe nava mijarê û bi vî awayî, ji nişkan
ve, rewşeke nû peyda dibe. Ew talanê vedigerîne, lê belê, bi vê yekê,
dilê Kejê talan dike.
Stranbêj, piştî ku Salih û Kejê li pêşiya me dike evîndar,
wan her carê dixe rewşeke teng û dîsa wan rizgar dike. Bi peyvên xweş
û guhartina sehneyna bûyeran, nahêle ku bihna me teng bibe. Bi vajayî wê,
guhdar her dixwaze bizanibe, ka piştî
her bûyerê wê çi peyda bibe?
Bi derbasbûna bûyeran, stranbêj dilê me jî bi temamî qezenc dike û me
dike dilxwazên evîndarî û qehremaniyê. Armanca stranbêj jî ev bi xwe ye.
Ew dixwaze baweriyê bide mirovê Kurd û wî hînî evîndarî, qehremanî,
payedarî û serfiraziyê bike. Stranên mîna vê ji bav û kalan de, ji dayîk
û dapîran de, herdem ji nifşên nû re hatine gotin û wisa bi van nirxan
kesdariya me pêkhatiye; qehremanên stranên me yên gelêrî ji me re bûne îdol.
Divêt em van stranan mîna tembî û şîretên dayîk û bavan têbigihînin.
Gava em vê stranê bi yên gelên din re didin ber hev, em dibînin, ku hêmanên
evîndarî (amoros) û qehremanî (heroic) bi hevdu ve kîp hatine girêdan. Di
torevaniya cîhanî de ev şêwe gelek şareza û navdar e.
Gava em rola mûzîk û helbestê jî bidin ber çavan, emê
bibînin, ku stran
digihîne tenga helperçeyên opera yan jî operêtên ewropayî. Bi xwe, di van
stranan de jî, her tiştek bi mûzîk û stran tê pêşkêş kirin.