Bi
serdanî li ba nivîskarên Kurd li Başurê Rojava
Mustefa Reşîd
Di konferansa PENa Kurd de roja 30.6.2001
li bajarê Berlîn biryar hatibû girtin, ku ji bo berjewendiyên me yên
neteweyî divet pêwendî û çalakiyên dan û standindê bi nivîskarên Kurd
re li her çar perçên Kurdistanê bêne lidarxistin. Piştî konferansê
bi hefteyekê ez bi serdanî çûm welat.
Pêşî min li bajarê Helebê hin nivîskar, helbestvan û rojnamevanên
Kurd dîtin û ev pêşneyara me ji wan re da xuyakirin. Encama van dîtinan
ew bû, ku ev projeya me bi xweşbînî tê pêşwazîkirin û ramaneke
gelek baş e, em ji nêz ve hevdu nasbikin û li ser rewşa hev agahdar
bibin. Me planê xwe wisa danî, heya ji me bê, emê li ser hemû nivîskarên
Kurd bigerin, wan bibînin û vê pêşneyara xwe ji wan re aşkere
bikin. Hevalên li Helebê amadekariyên dan û standinê kirin û biryar hate
dayîn, em rojên 25-26.7.2001 biçin herêma Cizîrê. Hevalekî dan û standin
bi herêma Cizîrê re girt ser şanê xwe. Min jî bi telefonê pêwendî
bi serokê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Hajo re danî, daku ew û komîteya birêvebir
ji van çalakiyên me agahdar bin.
Em di çileyê havînê de ne, heyam gelek germ e. Li Helebê radeya germayê
digihe 45an. Lê tê gotin, ku herêma Cizîrê hên germtir e. Piştî
amadekariyên me, ez û hevalê nivîskar, em roja 25.7.2001 li saet 6an serê
sibehê ji Helebê derketin û me berê xwe da bakurê rojhilat. Belê ez li vî
beşê welat hatime dinê, lê ev 35 salên min in, ku ez li derveyî welat
dijîm. Herêma Cizîrê min hên nedîtiye, lê ji ewqas sal de ev herêm di
xeyalên min de dijî, gelek heval û dostên min ji vê herêmê derketine. Navên
wek Qamûşlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Tirbe-Spiyê, Dêrîka
Hemko û Eyndîwarê hên ji zarotiyê de hevaltiya min kirine, ez gelek gund û
nawendên din jî bi nav nasdikim. Ji lew re, gelek bi eşq û evîn ez berê
xwe didim Cizîrê. Armanca ku ez ji bo wê jî diçim armanceke pîroz e, ji
bona naskirin, nêzîhevkirin û yekîtiya rewşenbîr û nivîskarên Kurd
e…
Min ji Helebê ber bi rojhilat hên ticar nedîtibû û nizanîbû rê li kûderê
di ser çemê Ferêt re derbas dibe. Hevalê li gel min, ku yek ji nivîskarên
naskirî ye, got, emê bidin ser rêya Qereqozatê û ji wir berê xwe bidin
Tiltemir. Gava em gihîştin ber çemê Ferêt, Feratê bi nav û deng,
Feratê kul û derdan, nîgareke gelek ciwan xuyakir. Ma gelo ne Ferat ev Ferat
e, ku ewqas helbestvanên me li ser wî rist hûnandine û dengbêjên me stranên
xweşik xwendine?.
Lo lo Ferato! Te çi lêm e, lêm e ...û hwd.
Ey Ferat! Ferat! …..û hwd.
Di vê biyabana vala û bê dar de, ava çem nîşana jiyanê û bedewiyê
bû. Li vir jî ez têgihîştim, ku Qereqozat çi ye?. Di nav ava çem de nîvgiraveke
biçûk tê xuyakirin. Li ser wê ziyaretgaheke Tirkan bi vî navî heye.
Tirkiye her demekê hîlokopterê dişîne vir û pêwanên li ber
ziyaretgahê diguhêre. Yanê wan ev ji xwe re kiriye wek warekî pîroz.
Piştî pira Qereqozatê cîhaneke vala li pêşiya me peyda bû.
Hin caran çend malên Ereban xuyadikirin, lê tiştekî din tinebû, ne çiya
û ne jî gelî. Wek ku di stranan de hatiye: Dinya li serê me bûbû mîna
tara bêjingê, binaniya elban. Rêya ziftê li pêşiya me bûbû mîna
marekî reş û me dabû ser şopa wî.
Li gor civana me, diviyabû li dora saet 10an em li Serê Kaniyê bin. Berî
ku em bigihên Tiltemir, rêya Serê Kaniyê bi milê çepê ve veqetiya û êdî
me da ser. Çiyayên Torê êdî di aso de xuyakirin û wisa aramî xistin dilê
min. Di dema xwe de Serê Kaniyê, ku li gor hin pirtûkên dîrokî ew Waşokanî
bi xwe ye, paytextê Horiyên kevnar bûye. Hesteke gelek ciwan di dil û hinavên
min peydabû, hesteke wisa, ku ji min e, piştî demeke gelek dûr û dirêj,
ez vegeriyame warê bav û kalên xwe, ser damar û rîçalên xwe. Me ajot ber
mala rewşenbirekî hêja, yek ji neviyên Paşayên Milan. Bi rêya hin
hevalan û bi rêya telefonê di navbera me de hevaltiyek peydabûbû; lê min hên
ew nedîtibû. Bi mêvandariyeke gelek payebilind em hatin pêşwazî- û
hembêzkirin. Em ji Helebê zû derketibûn û hên bê taştê bûn. Wan taştê
ji me re danî û di pey re mêvanên ku hatibûn vexwendin hatin û me dest bi
hevdîtinê kir. Beşdarên vê rûniştinê, hemî helbestvan, nivîskar,
wergêr û hin rewşenbîrên din bûn û her wisa çend kesên ku ji tore
û wêjeya kurdî hezdikin.
Hevalê li gel min hemû beşdar bi min dan naskirin û ez jî wek mêvanekî
ji dûr hatiye pêşkêş kirim. Piraniya wan rûyê min ji televisiyonê
nasdikirin, lê dîsa jî min xwest ku rewş ji her kesekî re zelal be. Min
got: We rûyê min li kû dîtibe, ew nayê wê maneyê, ku hevgirêdaneke min
bi ti aliyên siyasî ve heye. Hatina hevalê li gel min jî wisa, ti hevgirêdana
hatina me bi ti partiyan re nîne, vî camêrî fedakarî kiriye û ez gihandime
ba we. Ez wek hevalekî we hatime ba we û dixwazim em hevdu nasbikin.
Navê hemû beşdaran ji min re hate pêşkêşkirin û gava navê
“kurê têkoşerekî Kurd” hate gotin, min ew hên bi germî pêşwazî
kir. Ez vî navî ji zû ve wek têkoşerekî Kurd nasdikim, ku piştî
gelek îşkence, êş û jan çûbû rehmetê. Ji lew re, bê hemdî
xwe, min bi dengekî berz got: Wey li ser çavan! Wey li ser çavan! Min navê
bavê te bihîstiye, mirovekî gelek baş bû, rehma Xwedê lê be.
Em bi şahî û xweşbînî hatin pêşwazîkirin û beşdar
hemî bi pêşneyara me gelek şabûn. Rûniştina me gelek bi
dilxweşî qediya û êdî dema firavînê hatibû. Aşxaneya Serê
Kaniyê gelek bi nav û deng e. Berê min bihîstibû, ku maseyên aşxaneyê
di nava ava diherike de hatine danîn, mirov kewş û goreyan ji lingên xwe
dike, li ber maseyê rûdine û pêyên xwe dixe nav ava sar. Ma gelo di vê
germaya pijiyayî de tiştekî ji vê baştir heye?. Hem hawîrdor xweş
bû, hem xwarin xweş bû û hem jî axaftina me xweş bû; piştî
hezarsalan Waşokanî hên jî Waşokanî bû.
Bernameya me wisa hatibû danîn, ku piştî xwarinê, em biçin
serdaniya kurdekî dengbêj. Ev dengbêjê Kurd gelek bi dilê min bû, ew stranên
laqirdî (satîrîk) dibêje û bi taybetî rexneya wan Kurdan dike, ku her mal
û hebûna xwe difiroşin û berê xwe didin Ewropayê. Min hin kasêtên
wî jî li gel xwe anîn.
Em ji Serê Kaniyê derketin û me da ser rêya Dirbasiyê, ku civana me li
dora saet 18an li wir hebû. Min gelek dixwest, em bi rê de bidin ser rêya
Berkevirê û biçim ser gora Apê Osman Sebrî. Lê gava min dît, ku beşek
ji rê ne ziftkirî ye, dema me jî kurt e û hinekê zor li hevalê min tê
kirin, min dest ji vê daxwaza xwe berda.
Li Dirbasiyê em pêşî pêrgî nivîskarekî bûn. Em peya bûn û me
hevdu hembêz kir. Ew bi me re li erebê siwar bû, ku em biçin ba nivîskarên
din, lê gava bihîst ku hevdîtin li mala filan kesî ye, wî lêborîn ji me
xwest û got, ku ew nikare li gel me bê wê malê. Civana me li malekê bû û
dora şeş-heft nivîskaran beşdar bûn.
Li vir jî min da xuyakirin, ku
hatina me tenê ji bo naskirina we ye û ez wek mêvanekî ji dûr hatiye li ba
we me. Nivîskarên vir jî pêşneyara me bi dilxweşî pêşwazîkirin.
Gelek pirs li ser PENa Kurd û PENa
cîhanî hatin kirin û heya ji me hat, me bersiva hemiyan da û her tişt
şîrove kir.
Em ji Dirbasiyê jî bi dilxweşî birêketin û me berê xwe da Amûdê.
Bajarê Amûdê di dilê min de cihekî xwe yî taybetî heye; Amûdê nawenda
gelek bûyeran e, gelek mirovên navdar û gelek hevalên min ji Amûdê
derketine. Lê rewşa nivîskaran li Amûdê ne li gor xeyalên min bû. Em
çûn mala nivîskarekî hêja, ku ew li ser pirsên zimanê kurdî jî pir
radiweste, lê mixabin, ew ne li mal bû. Me sê nivîskarên din dîtin, lê ew
hemî jî nivîskarên bi zimanê erebî bûn. Piştî van sê hevdîtinên
kurt, em ji Amûdê jî derketin û me berê xwe da Qamûşlo, mestirîn
nawenda Kurdan li vî beşê welatê me. Êdî dem nîvê şevê bû, lê
dîsa jî me ajot ber mala nivîskarekî, yê ku diviyabû hevdîtinên me li
wir amade bike. Em hinekê axivîn, lê me dît ku amadekariyeke berfereh
nehatiye kirin. Navê gelek kesan hate gotin, lê gava em roja din çûn civana
xwe, ji bilî min û hevalê li gel min, tenê sê nivîskar hebûn. Wek ji me
re hate gotin, yên here bi nav û deng, yên xwedî pirtûk û berhem tenê ev
in. Gava me li vir jî pêşneyara xwe xiste mijara dan û standinê, me ji
nivîskarekî bersivên gelek tal bihîstin. Gotinên wek: “Em ne çêlek in,
ku hûn bên me bidoşin” û “Hûn ne bavê me ne, hûn bên emran li me
bikin” hatin kirin. Bi rastî armanca me bi ti awayî ne ew bû, ku em tikesî
biçewsînin yan jî em fermanan bidin ti kesan. Ji lew re, me hemû bersiv bi
awayekî nerm û nazik dan. Dawiya dawî, baweriya wan ew bû, ku ew di navbera
xwe de li ser vê pirsê rawestin û bigihên encamekê.
Li Qamûşlo me dît, ku ti pêwendî bi herêmên Tirbe-Spî, Eyndîwar
û Dêrîkê re nehatine kirin û ji lew re, em neçar man, dest ji serdaniya
van herêman berdin. Me dema xwe bi hin tiştên din dagirt. Em bi serdanî
çûn ser gora helbestvanê mezin Cegerxwîn û ser gora dengbêjê hêja
Mihemed Şêxo. Me biryar da, ku em biçin bajarê Hesekê û hevalekî nivîskar
û helbestvan li wir bibînin.
Lê bi rastî ez ji Amûdê têr nebûbûm û min xwest em careke din rêya
xwe pêxin. Piştî nîvro me dîsa berê xwe da Amûdê. Em di ber mala nivîskar
Helîm Yûsif re derbas bûn û li bajêr hin qehremanên romanên wî naskirin.
Hevalê li gel min gote min: “Binêre! Evê han wênekêşekî gelek baş
bû, lê niha ew şêt bûye!”. Min dît mirovekî 40 heya 50î salî di
nava kolanê de diçe, devê wî bel û rihên wî dirêj bûn, ew dişibiya
wênekêş û hunermendên ewropayî. Lê mixabin, va ye dibêjin, ku ew
şêt bûye. Ma kî dizane (ez ji xwe re dibêjim), gava li Ewropayê ba,
dibe ku wek mirovekî gelek normal bihata dîtin. Di civata me ya rojhilat de,
hema kî hinekê ji normên civakî derkeve, wî wek şêt dibînin. Ma gelo
hunermendên Ewropayê jî ne li derveyî normên civakên xwe ne?. Tenê li
Ewropayê tolerans bêtir e…..
Lê min bi her awayî dixwest ez biçim cihê Sînema Amûdê. Hevalê min
ev daxwaz pejirand û em gihîştin wir. Gava çavên min li vî warî
ketin, hestên min keliyan, lê min ti tişt neda der. Hawara zarokên Sînemayê
kete guhê min. Di xeyalên min de ev malik hatin ristin:
Em ji wir birêketin û hevalê
min got: A ji vê qehwexanê Axayê Deqorî bazda û çû sînemayê...
Di pey re em bi serdanî çûn girê Şermola, goristana wir. Vê
carê em li Amûdê baş geriyan û li hin mal û dikanan jî rûniştin.
Kolanên Amûdê ji min re wek sehneya tiyatro bûm, sehneyeke zindî, sehneyeke
mezin....
Êdî ev bes bû û dema êvarê
jî hatibû. Em ji Amûdê derketin û me berê xwe da bajarê Hesekê. Li Hesekê
em bûn mêvanên folklornasekî hêja. Em heya derengê şevê axivîn û
me li ser pişta xênî xewkir. Serê sibehê li saet 5an em rabûn û me
berê xwe da Helebê.
Diviyabû hên em nivîskarên
Helebê, Efrîn û Kobaniyê jî bibînin. Me bihîst ku Koma Xanî bi yada
50-saliya koçkirina rehmetî Celadet Bedirxan sêmînarekî lidardixîne.
Em bi hevaltiya rojnamevanekî
û nivîskarekî, ku me berê ew naskiribûn û hin kesên din çûn cihê civînê.
Sêmînar ji aliyê nivîskarekî ji Qamûşlo ve hate pêşkêşkirin.
Wan jî em wek mêvanekî ji hevalên Ewropa bi beşdaran dan naskirin. Piştî
qedandina sêmînarê, rê dan me, ku em mijara xwe li vir jî bidin naskirin.
Piştî gelek pirs û bersivan, pêşneyara me li vir jî bi xweşbînî
hate pêşwazîkirin. Dora 20 kesan li vir amade bûbûn û ji min re hate
gotin, ku hema-hema hemû nivîskar û hezkirên wêjeya kurdî ji herêmên
Heleb, Efrîn û Kobanî li vir amade ne. Bi vî awayî me pêşneyara xwe
li Başûrê Rojava gihand piraniya nivîskarên vî beşî.
Bê guman, min hemû nivîskar
nedîtin, bi taybetî yên Şamê, Dêrîkê û hin deverên din. Lê ez her
bawer im, ku piranî hate agahdarkirin û wan baweriyeke baş li ser me
standin.
Hên li Serê Kaniyê me
pirskir, ka çima di nav nivîskaran de nivîskarên jin tine ne?. Helbestvanekî
me yî kilasîk got: Ev gotin gelek di cih de ye. Ew jî ji wê baweriyê ye, ku civîna bê jin wek şîva rijî ye.
Ji lew re, min li her hevdîtinekê ev pirs jî dianî meydanê û digot, çima
hevdîtina me rijî ye?. Ez gelek
li nivîskarên jin jî pirsîm. Min li Helebê gelek pirsa du nivîskarên keç
- jin kir, ku ew herdu hin caran helbestan ji HIWA re dişînin. Piştî
ewqas pirs, roja dawî yek ji wan bi hevalekî nivîskar re hatin ba min. Hem me
hevdu naskir û hem jî me xatir ji hev xwest. Wisa me keçeke nivîskar jî
naskir û wek helbestvanê me yî kilasîk gotibû, şîva me êdî rijî
nema.
Dawî
baş, her tişt baş