Lê dotmam
 
Çûm ser Kaniya Alkana
Lê dotmam lê
Çûm ser Kaniya Alkana
Lê dotmam
 
Fîstan zerê bi du cana
Lê dotmam lê
Fîstan zerê bi du cana
Lê dotmam
 
Min dest avêtî gihana
Lê dotmam lê
Min dest avêtî gihana
Lê dotmam
 
Qetî bexniyê mircana
Lê dotmam lê
Qetî bexniyê mircana
Lê dotmam
 
Tenak firî esmana
Lê dotmam lê
Tenak firî esmana
Lê dotmam
 
Guneh li stû xudana
Lê dotmam lê
Guneh li stû xudana
Lê dotmam
 
 
Çûm ser Kaniya devgirtî
Lê dotmam lê
Çûm ser Kaniya devgirtî
Lê dotmam
 
Du keçkan kun hilgirtî
Lê dotmam lê
Du keçkan kun hilgirtî
Lê dotmam
 
Ji wê da daket destgirtî
Lê dotmam lê
Ji wê da daket destgirtî
Lê dotmam
 
Mi’j tirsa ra ta girtî
Lê dotmam lê
Mi’j tirsa ra ta girtî
Lê dotmam