Taybetmendiyên Helbestên Seyda Cegerxwîn
Mustefa Reþîd, Homburg
Destpêk:
Bê guman emê nikaribin di navbera çend xulekan de lêkolîneke hêja li helbestvaniya Seyda Cegerxwîn bikin. Nirxandina bêtirî heyþt dîwanên wî bi çend gotinên bi lez pêk nayê. Da ku em ji çarçewa gotarekê dernekevin, emê tenê awireke kurt li hin aliyên helbestvaniya Seyda Cegerxwîn bidin.
Seyda
Cegerxwîn bi gelemperî helbestên pîvayî nivîsandine. Hin helbestên wî yên
azad hene, lê li gor yên pîvayî beþekî gelek biçûk e. Cudahiya helbesta
pîvayî ji ya azad ew e, ku ya pîvayî bêtir bi mûzîkê ve girêdayî ye û
her helbestek bi ahengiyeke taybet heya dawiyê berdewam dibe. Ev ahengî bi
hejmara kîtan û qafiyeyê tê çespandin û pêþkêþkirin. Rewþa helbestvanê
ku helbestên pîvayî dinivîsîne wek rewþa lîstikvanê ku li ser qeþayê
semayê dike ye. Çawa ku lîstikvanê li ser qeþayê dikare her liv û çivekê
bide xwe, lê bi mercê ku xwe hergav li ser lingan ragire û ji terazûya xwe
nekeve, helbestvanê ku helbesta pîvayî jî dinivîsîne, dikare her tiþtekî
bêje, lê bi mercê ku ahengiya ji xwe re hilbijartiye biparêze; ew jî ji
hejmara kîtên malikan û qafiyeyê pêk tê. Ev bingeh e. Ji bilî vê, ew jî
wek lîstikvanê li ser qeþayê, çiqas bikaribe hunera xwe bide xuyakirin,
ewqas jî serkeftîtir e.
Di vê nivîsa xwe de, tenê em dixwazin hin taybetmendiyên helbestvaniya Seyda Cegerxwîn bînin ber çavan.
a)
Yek
bi yek: Du malikên ku hejmara kîtên wan wek hev û malika didoyê wek qafiye
hatiye girtin, ku heya dawiya helbestê ew qafiye dimîne.
Nimûne:
Welatê min tu wî bûka
cîhan î
Hemî
bax û bihuþt û mêrg û kanî
Þepal û þeng û þox û nau û gewr î
Gelek
þêrîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Selahedînê Kurd î
Enî
roj e di birca asîmanî
Du birhên te kevanê Rustemê Zal
Du
zulfên te ji tîrên qehremanî
_
_ _ _ _ _ _ _ _ _ _
_ _ _ _ _ _ _ _
_ _ _
11
11
/ /o/o/o
//o/o/o //o/o
mefaîlun mefaîlun feûlun
b)
Yek
bi yek: Yek û du li hev tên û di pey re qafiye tê guhertin.
Nimûne:
Rê
û rê ez têm, çiya tev bi dar
_ _ _
_ _
_ _ _ _
_ 10
Hewran
girtibûn newal û nizar
_ _ _
_ _ _ _ _
_ _
10
5
5
Te digo qey diçim peravên ava
Dinyake þevreþ roj çûbû ava
Pîþê min çi bû li ser van çiya
Vîna Kurdistan kirbûm eþqiya
Min li xortên Kurd tim dikir hawar
Ji
ser xwe rakin vî darê kevnar
c)
Du
bi du : Du malikên ku hejmara kîtên wan
wek hev û herdu malik bi qafiye hevdu digirin. Du
malikên piþt wan jî wisa, lê bi qafiyeyeke din û wisa heya dawiya helbestê.
Nimûne:
Ev zenara erebî
Ku li Cizîrê dibî
Ne piþteke çarta
ye
Ne bendeke bada ye
Zencîrek
e ji hasin
Ew davêjin milê min
Da min ji qurm ve rakin
Qada
min jî leva kin
d)
Du
bi du: Her çar malik bi yek qafiyeyê û wisa her piþtî çar malikan qafiye tê
guhertin heya dawiya helbestê. Lê hejmara kîtan di hemiya de bi qasî hev in.
Nimûne:
Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan
e
_ _ _ _
_ _ _, _ _ _ _ _ _ _ 14
Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan
e
7
7
Barek da ser milê min, lê barekî giran e
Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne
Dengê kê ye dinalî, nalenala welat
e
Dikî gazî, dikalî, rabin çaxê xebat
e
Kurd û Zaz û Celalî, tevde çêkin civat
e
Kes xwe nedin vî alî, îro roja felat
e
Xortên Kurdan þiyar bûn, gih nadin van nemerdan
……
e)
Du
malik bi du malik, kîtên hemû malikan bi qasî hev, malika didoyê û ya çarê
xwedî yek qafiyeyê ne. Qafiye heya dawiya helbestê dimîne.
Nimûne:
DERDÊ MIN KÛR
E
Derdê min kûr
e, wek çemê Aras
(10)
Leþkerê xem her wek þahê Ebas
Di
rêça te de me dane kuþtin
Gelek
çeleng û fêris û mêrxas
Jar û gerdenxwar, tev mane bindest
Hezar Ristem û egîd û gernas
Diwazde emaret me kirne wêran
Ketin bin lingên Selîn û Îlqas
XWEDIYÊ MIRIYAN KOR E
Bextê me reþ e, qirdê me kor
e
(10)
Em tim li jêr in, dijmin li jor e
Darika jîna me hiþk û bê ber
Xaniyê dijmin bilind û ê me her gor e
(12)
Em
þal û qumaþê xwe didin biha-kêm
(12)
Kiras, çapan û derpê naþor e
Rast e dibêjin: Geyayê hewþê tal e
Lê
nizanin ku þekirê dijmin þor e
(11)
f)
Du malik bi du malik, kîtên hemû
malikan bi qasî hev, malika yekê û ya didoyê wek hev û ya sisêyê û çarê
wek hev. Qafiyeya herdu cotên
malikan heya dawiya helbestê dimîne. Qafiye ji tîpên yek cihderkê.
Nimûne:
Eger pîr û
eger mîr û eger beg
(4+4+3)
Çi Eyûbî, çi Merwanî, çi Bermek
Hemî çûne, belê em mane nêçîr
Ji xwe dijmin li pey me her wekî seg
Dijîn
em her li ser þax û zinaran
Kevir
balîf e bo me, qad e doþek
Bi lêdan geh, bi kuþtin geh bi talan
Li çolan em dibazin hacî legleg
g)
Du malik bi du malik, malikên yek û du
bi yek qafiyeyê û yên sê û çar jî wek hev, lê ji yên yek û du cuda. Çar
malikên din dîsa wisa, lê bi qafiyeyên din.
Nimûne:
Ey Kurd tu çima wisan dinalî
(10)
Axîn û keser ji herdu alî
Bextê
reþ e ji rengê bilbil
Herdem digerî li xunçeya gul
Doza
te gulek ne wek gula ye
Lewra te li pêþî bilbila ye
Bexçê
ku li nav e ew gula zer
Bazên
du belek li ser dikin þer
h)
Du
malik bi du malik, kîtên hemû malikan bi qasî hev, malika çarê qafiye ye
û heya dawiya helbestê dimîne.
Nimûne:
Ey suxteyê bê nav û deng
(8)
Dijmin li ser balafir e
Pir
leþker û top û tiveng
Seyda
ew e, ew mahir e
Sed
sal in ev Zeyd û Emîr
Ceng e digel rîþa melê
Mertal di dest wan de bihuþt
Gurzê di dest wan agir e
Þêxê ku tac û teylesan
Wergirtiye rengê Xidir
Rûniþtiye
l’Birca Belek
Þahê
Ecem þeh Nadir e
i)
Du
malik bi du malik, kîtên hemû malikan bi qasî hev, malika çarê serdor e û
heya dawiya helbestê tê dubarekirin.(DIBISTAN)
Nimûne:
Her çar xêzên Kurdistan
(7)
Hemî çiya û zozan
Tijî
piling û þêr in
Bijî,
bijî Kurdistan
Ez bi çûk im dixwînim
Zilma dijmin dibînim
Bi kuþtin û bi ferman
Bijî,
bijî Kurdistan
j)
Du
malik bi du malikan. Malikên yek û du li hev tên, lê di pey re tên
guhertin. Malika sisêyê dibe qafiye û heya dawiye dimîne. Malika çarê
dibe serdor.
Nimûne:
(KURDO MARÞ)
Tev tev rabin, îro bû þer
(8)
Ev
ev roja ceng û tevger
Tevde rabin kom û leþker (8)
Haydê kurdo, marþ,
marþ
Bes bes, tevde rabin wek mêr
Herkes pevre rabin weke þêr
Tevde rabin dest bi xençer
Haydê kurdo, marþ,
marþ
k)
Du
malik bi du malik. Malikên yek û sê li hev tên. Malikên dido û çar wek
serdor tên dubarekirin.(TEV EGÎD Û PEHLEWAN).
Nimûne:
Em Kurd in, Kurd in, Kurd in (7)
Welatê
me Kurdistan
(7)
Mêr û gernas û merd in
Tev egîd û pehlewan
Roja cengê em þêr in
Welatê
me Kurdistan
Xwedanê tac û zêr in
Tev egîd û pehlewan
l)
Du malik dirêj li hember çar malikên
kin. Du malikên dirêj li hev tên.
Ji çar malikên kin jî dido li hev tên û ya çaremîn li yên dirêj tê.(HERNE
WAI)
Nimûne:
Bê welat, bê felat em çi ne kurdino
(3+3+3+3) = 12
Bê civat, bê xebat em çi ne kurdino
Bê xelîc û bê ferat
(3+3) = 6
Bê Cizîr û bê Xelat
Bê sera û bê kelat
Em
çi ne kurdino
Tîp û kom ku nebin em çi ne bê ewa
Tang û top ku nebin em çi ne bê ewa
Tîp û kom kewt û geþ
Tang
û top bidne pêþ
Va
ye dijmin revî
Herne wa, herne wa
m)
Sê
malik bi du malik, hejmara kîtan wek hev. Sê malikên pêþî mîna hev, du
malikên din mîna hev. Di pey re qafiyeya sêmalikan tê guhertin, lê ya
dumalikan heya dawiya helbestê wek xwe dimîne. (OLA ME XORTAN).
Nimûne:
Em welatê xwe nadin bi Berlîn
(5+5)
Deþt û latên xwe em nadin bi Çîn
Welatê
me ye bilind e, þêrîn
Ola
,e xortan miletperestî
Ji me dûr dixî xwarî û sistî
Îro namûs e, rabin ey milet
Doza xwe bikin bi dîn û dewlet
Welatê
me ye, xweþ bûye cenet
Ola
,e xortan miletperestî
Ji me dûr dixî xwarî
û mestî
n)
Sê malik li hember sê malikan. Her
sê malik li hev tên. Kîtên tevan bi qasî hev.
Nimûne:
KOMA MILETAN
Welatê kurdan tev xêr û bêr e
(5+5) = 10
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê ci bikim îro maye j’xelkê
re
Welatê
kurdan hemî çîmen e
Egîd
û þêr û piling tê hene
Hemî
heval û pismamên me ne
o)
Çar
malik li hember çar malikan, kît giþt mîna hev. Malikên yek û du wek hev,
pênc û þeþ wek hev, sê û heft azad, çar û heyþt heya dawiya helbestê mîna
hev (HEY FELEK).
Nimûne:
Hey
felek felek, hey zalim felek
(5+5)
Ka ew Kurdistan, ka bircên belek
Min navê cinet, ji te bi minet
Serbest û aza, va çûm cihenem
Te
mal neda me, ka hec û zekat
Min
jî qet navê ev sewm û selat
Bendên qanûna te tev çirandin
Ka sozên te wek isbet-il-imem
p)
Çar malik li hember çar malikan. Kîtên
çar malikên pêþî wek hev û kîtên sê malikên din wek hev, ya dawiyê
cuda, lê ne bi qasî çarên pêþî. Qafiyeya
çar malikên pêþî tê guhertin û çar malikên din tenê wek serdor tên
dubarekirin
Nimûne:
(ROJA
XWENDEVANA)
Îro roja xwendevana
Kurdên hêja xortên zana
(8 + 8)
Roja mêran, roja þêran
Roja kurd
û pehlewana
Doza me serxwebûn
Yekîtî û pêþveçûn
(6 + 6)
SERDOR
Bilindî û zanebûn
Rabin ser xwe kurdino
(6 + 7)
q)
Her
pênc malik bi hev re. Çar li hev tên, ya pêncê heya dawiya helbestê wek
qafiye dimîne.(Pêncika min û Zibêrê Kurd).
Nimûne:
Ey þehê alîcenab, wey hakim û bextiyarê kurd
Wey
Þerefxanê cihan, wey bingehê hawarê kurd
Kawisê
zêrînkulah, wey Ristemê serkarê kurd
Serwerê
alîcenabê qewmê kurd xemxwarê kurd
Baisê
fexrê gerohê miletê xembarê kurd
Kurd
perîþan maye îro têk de bûn serqot û rot
Dijmin
ew dane ber hev dil bi ateþ wan disot
Têk
li ber topan biriþtin kal û xort û bûk û dot
Ger dipirsî tu li halê miletê meqhûrê xot
Horî bedbext û xiflet girt û dil hoþarê kurd
…
..….
r)
Her þeþ malik
bi hev re. Nîvmalik li hev
tên. Nîvmalika heftê wek serdor tê dubarekirin. (NÛROJA
KEYO, Dîwan I, r. 74)
Seyda
di helbestên xwe de malikên çar kît bi çar kîtan heya yên panzdeh kît bi
panzdeh kîtan bi kar anîne.
HELBESTAK (Ronak, IV,
164)
Ebrû þevê
- - - -
4
Þêrîn devê
- - - - 4
Lêv
hinguvê
- -
- - 4
Xanim
- - 2
Ez nexweþ im - - - - 4
Ne serxweþ im - - - - 4
Derî veke - - - - 4
Canim - - 2
Mixabin pir caran di awayê nivîsandinê
de nîv-malik û malik ji hev nehatine cudakirin û ji ber wê pir caran - wek
nimûne, malikên heft kît bi heft kîtan, bi awayê çardeh bi çardehan
hatine nivîsandin. Li vir diviyabû nîvmalik bihatana xuyakirin.
Lê
belê, helbestên Seyda Cegerxwîn ne hergav bi malikên ku hejmara kîtên
herdu aliyan mîna hev hatine ristin. Bi gotineke din, gelek helbest hene, ku þeþ
bi pênc, heft bi þeþ, heyþt bi heft û herwisa hatine hûnandin. Ka em wek
nimûne, bala xwe bidin helbesta “Kurdistan” û ya “Baxê Þehbalê Perî”
yên di dîwana çaran de.
Kurdistan
Bilind e bejn û bala te = 8
Li ser taca te esman e = 8
Kitanek
rengsipî daye
Serê Zozan û Sîpane
Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xweþ
Lê jêrê te dibînim ez
Bihuþt û bax û bistane
Kirasek etlezîn kesk e
Bi rengê roje nexþîn e
Li bejna te dibênim xweþ
Bi
surme þal û mîtan e
Çi
rengþêrîn e yara min
Þepal
û nazik û þox e
Ferat û Diclê û Xabor
Bi
ser bejnê de berdane
……
Ev
helbest tev heyþt kît bi heyþt kîtan e.
Baxê
Þehbalê Perî
Nazika min hate xwarê = 8
Daye hundir þewq û tav
= 7
Xanî dagirtî ji bînê
Nêrgiz
û misk û gulav
Bû bihuþt û mêrg û gulþen
Çîçek
û gul piþkuvîn
Baxê Þebalê Pêrî bû
Padîþah
im ez di nav
Dame destê gewr û nazik
Ku bi germî min guvaþt
Herdu çavan tîr reþandin
Sorelêvan kir silav
Min di ber sînga xwe de
Anî serî berdaye ser
Ez bi çavan lê dinêrim
Bejn û bala pir zirav
Sihrebaz in herdu çavên
Reþbelek awir vedan
Rû wekî berfa zinaran
Bisk li hawîr bûne dav
Lê
belê, ev helbest tev heyþt bi heft kîtan e.
Ji
ber ku piraniya helbestên Seyda Cegerxwîn pîvayî ne, ew gelek bi aheng in.
Mirov dikare piraniya wan bi qeyd û awaz bêje. Her
û her, hinek ji wan wek stran û hinek jî wek sirûd hatine nivîsandin. Gava
em dest bi xwendina vê helbesta wî, ya ku bi zarê soranî hatiye nivîsandin
dikin, yekser tê xuyakirin, ku ew sirûd e:
Ey welatem, pût û latem,
pîrî
xemgînê te me
Rencberê
lawanî tû me,
peykê
mizgînê te me
Gerçî
kurdît pêm delên bê
dîn
û gawir pêm xweþ e
Dîn û îmanim tiwî, men
dîn
û bê dînê te me
Em perîþanî û
zilet,
têk
le îþqê tû exûm
Pêm
delên em þêt û dîn e,
rast
e men dînê te me
Bixwe,
wî jî ev helbest di dîwana yekem de xistiye nav beþê MARÞ Û XWEÞXWANAN
Çiqas
ev helbesta ji bo bibîranîna Pêþewa Qazî Mihemed di dîwana diwem
(Sewra Azadî) de ketibe nav beþê tevayî jî, lê gava mirov wê dixwîne,
yekser ahenga sirûdê têde dibîne:
Xakî Kurdistan bi qurban
Pir
ciwan û paqij î
Xwîn rijandin pir kurên te
Wa li her alî rijî
Miletê Kurd ta ku sax e
Ew
ji vê rê nagerî
Aferî, aferî
Aferî Qazî Mihemed
aferî
Gelek
helbestên Seyda Cegerxwîn ji aliyê dengbêjên Kurdistanê ve wek stran têne
gotin û wisa dîwanên wî bûne kaniya stranên pir dengbêjan. Gelek helbestên
din jî hene, ku ew bi ristin, ahengî û mûzîkiya xwe stran in, lê hên ti
dengbêjên me ew negotine. Wek nimûne, helbesta “Pir xweþ e, pir xweþ
e, ev dinya pir xweþ e (Ronak, r. 131)” wek stan hatiye ristin, lê
mixabin heya niha jî ti kesî ew bi stran negotiye.
4.
Kilasîkiya Cegerxwîn
Bê
guman, Seyda Cegerxwîn helbestên azad jî nivîsandine, lê bi gelemperî
helbestê wî pîvayî ne; ew di vî warî de li ser þopa helbestvanên me yên
kilasîk çûye. Wî hin helbest, bi mebest, mîna yên kilasîkên me Melayê
Cizîrî û Ehmedê Xanî nivîsandine. Kî helbesta wî ya bi sernivîsa „Dil
ji min bir“ bixwîne, yekser dizane, ku Seyda dixwaze bi vê helbesta xwe
Melayê Cizîrî bi bîr bîne û vejîne:
Nimûne
I:
Melayê
Cizîrî dibêjê:
Þox û þengê, zuhrerengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir, dil ji min
Wê þepalê, miskexalê
Dîmdurê, gerden þemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir,
dil ji min
Zulf û xalan, nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi
talan
Goþehê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min
Dîm nedîrê, bo ebîrê
Xemrî û geyso herîrê
Sîne kir amancî tîrê
Dil ji min bir, dil ji min
Sur þêrînê, nazenînê
Kuþtim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê þebaban
Dame ber penç û kulaban
Dil ji min bir, dil ji min
Ya Cegerxwîn DIL JI MIN BIR:
Kaniya ava heyatê Þeker û qend û nebatê
Wey li ser çavên me hatê
Dil ji min bir, ahî dil
Rû ji rojê, rengê dojê
Dûriya wê dil disojê
Min ku dîtî ew bi rojê
Dil ji min bir, ahî dil
Pir þêrînê, nazenînê
Kuþtime wê ez bi dînê
Dêm ji þana hinguvînê
Dil ji min bir, ahî dil
Þox û þengê, gul ji rengê
Xûrxwerê, Teymûrî lengê
Dame ber top û tivengê
Dil ji min bir, ahî dil
Wê delalê, dil li balê
Serwebejnê, gul ji xalê
Ebrûwên wek nûn û dalê
Dil ji min bir, ahî dil
Nimûne II:
Helbesta Seyda Cegerxîn: DI SER ÇAVÊN ME RE HATÎ li
hember helbesta Melayê Cizîrî ya bi nav û deng SEBAHÛLXEYRÎ
YA XANIM ( yan jî helbesta Seyda ya bi sernivîsa: TU ZANÎ MA ÇI DERMAN E,
Ronak, r. 179).
Tu hatî lêvþirîna min
Sebahûlxeyrî xanê min
Evîn û dilvirîna min
Þehî þêrîn zebanê min
Were xweþ ke birîna min
Tu wî rûh û rewanê min
Di ser çavên me re hatî
Bibit qurban te canê min
Bi xelm û xêz tu wek Zîn î
Heyat
û raheta canim
Þepal û þeng û þêrîn î
Sebahûlxeyrî
ya xanim
Ji daxwazê re dûrbîn î
Were bînahiya çehvan
Bi dîdarê pet û lat î
Bibînim bejn û balayê
Bi dîdara xwe pir rind î
Birû heyv û þeker xend î
Di vê rê de hunermend î
Bi bejna xwe tu þemþat î
Em
bixwazin nexwazin, helbesta pîvayî hebestvan bi aheng û qafiyeyê girêdide.
Ev rastiya han helbestvan neçar dike, ku hin caran ji bo ku aheng û qafiye bê
parastin, hin peyvên ku ji bi naverokê re naguncin bi kar bîne, yan jî mirov
dide pêy aheng û qafiyeyê û zorê li naverokê dike. Ka em bala xwe bidin vê
helbesta Seyda:
Dezgirtiya
Xortan (Dîwana Yekem)
|
Nalînek tê guhê min |
Lê winda û nihan e |
|
Agir berda dilê min |
Tev bû pêt û dixan e |
|
Barek da ser milê min |
Lê barekî giran e |
|
Dane serhev kulên min |
Hemî derd û bela ne |
|
Dengê kê ye dinalî |
Nalenala welat e |
|
Dikî gazî, dikalî |
Rabin çaxê xebat e |
|
Kurd û Zaz û Celalî |
Tevde çêkin civat e |
|
Kes xwe nedin vî alî |
Îro roja felat e |
Gava
di vê helbestê de “Kurd û Zaz û Celalî” tê gotin, di naverokê
arîseyeke mezin derdikeve; wek ku “Zaz û Celalî” ne Kurd bin, tê
fêhmkirin.
3.
Cegerxwîn û evîndarî
Di her dîwaneke seyda Cegerxwîn de beþek li ser evîndariyê jî heye. Tiþtê ku bala me dikiþe, ew e, ku Seyda Cegerxwîn bi awayekî gelek vekirî û nûjen li ser evîndariyê dinivîsîne. Piþtî ewqas sal, piþtî ku hejmareke mezin ji kurdan hên ji nîveka sedsala bîstan de li Ewropayê jî dijîn û gelek kes ji wan hespê xwe di qada helbestvaniyê de dibezînin, lê dîsa jî kesek di warê helbesta evîndariyê de nikare avê li destên Seyda bike. Bi rastî mirov mat dimîne, çawa hên di nîvê pêþîn yê sedsala bîstan de, ku Seyda ji hawîrdoreke oldar hatiye û bi vî awayê nûjen li ser evîndariyê dibêje. Emê hin nimûneyan bidin:
Nimûne I
| Kenî þeker jê rijî
Min lêv bi lêvan mijî Herdu ku em bûne ye |