Têbînîyeke girîng derbarê

gotar, nivîs û helbestên ku di vê malperê de têne weþandin

 

Xwendevanên birêz,

 

Gotar, nivîs û helbestên ku di vê malpera me de têne weþandin, çi siyasî bin, çi wêjeyî bin û çi jî lêkolîn bin, hem ji aliyê naverokê ve, hem jî ji aliyê rastnivîsê ve, raman û dîtina xwediyê nivîsê dinimînin (temsîl dikin). Rêxistina me - Navenda PENa Kurd - di warê siyaseta kurdî de, bê alî û bê layen'e. Em bi ti awayî aliyê partiyeke siyasî taybet nagirin, ne jî þerê partiyeke siyasî taybet dikin. Lê ev nayê wê maneyê, ku hemû endamên me, yan jî ew nivîskarên ku ji malpera me re dinivîsînin di warê siyasî de bê alî ne. Heya ji me tê, em rê nadin êriþan. Lê belê deriyê rexneyê, li ser bingeha prînsîpên demokratiyê divêt her vekirî bimîne. Sînorê di navbera rexne û êriþê de, ne herdem wisa avêne û diyarkirî ye. Ji lew re, dibe ku hin caran, ji aliyê hin kesan ve, ev sînor bêne derbaskirin, yan jî hin kes, ji ber hestiyarî û hesasiyeta mijarê, hin rexneyan jî wek êriþ bibînin. Ev bi dîsîplîna yê rexnegir û bi dilfirehiya aliyê rexne lê tê kirin ve girêdayî ye.

Ji aliyê teknîkî ve, birêvebirê vê malperê, Mustefa Reþîd, di ber re nagihîne, ku pêþî hemû nivîsên di vê malperê de têne weþandin bixwîne û kontrol bike. Em ji hemû nivîskarên malpera me yên hêja û birêz tika dikin, ku taybetmendiya malpera me li ber çav bigirin û bi dîsîplîna xwe ya kesane, bi berpirsiyarî tevbigerin. Rêxistina me û malpera me ji bo xizmetkirina ziman, wêje û çanda kurdî bi giþtî ye û ne ji bo propagandaya siyasetên taybet'e. 

Mixabin ji aliyê vekît û rastnivîsê ve jî em li ber rewþeke dijwar'in. Bixwe malperek wek malpera me diviyabû, ku di warê rastnivîsê de bibaya pêþeng û nimûne ji bo malperên din. Lê belê ji ber du sedeman ev yek di dema niha de pêk nayê:

1. Ji aliyê teknîkî ve, tenha yek kes nikare hem karê teknîkî bike, hem jî hemû nivîs û gotaran pêþde bixwîne û kontrol bike. Divêt li ber çav bê girtin, ku malpera me bi pênc zimanan têye weþandin. 

2. Hinek nivîskar hene, bi ti awayî razî nabin, ku di nivîsên wan de tîpek jî bê guhertin; ew her guhertinekê yan jî sererastkirinekê wek sansorkirina dîtin û ramanên xwe dibînin.

Ji hêla din ve, mijara sererastkirin yan jî kontrolkirinê jî mijareke gelek aloz'e. Em pirsên siyasî deynin aliyekî, pirsên zimanî jî hên li gor rêbazeke aþkera nehatine diyarkirin. Ji ber ku zimanê me nebûye zimanekî standard, her kes li gor dîtina xwe ya kesane dinivîsîne. 

Ji lew re, em careke din didin diyarkirin, nivîsên ku di malpera me de têne weþandin, xwediyên wan nivîsan ji ber ve berpirsiyar'in. Tenha nivîsên ku li ser navê Navenda PENa Kurd têne weþandin, rêxistina me ji ber ve berpirsiyar'e.

 

Mustefa Reþîd

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org