|
|
-
Tiþtên
nedîtî
-
-
Mustefa
Reþîd
-
-
I. Hemama nûjen
Hevalekî ji min re serpêhatiyeke
xwe bi vî awayê jêrîn li darxist:
Em
du hevalên hev bûn û li bajarekî di karê avakirina xaniyan de dixebitîn.
Roja berî dawiya hefteyê me biryara xwe girtibû, ku em bi hev re biçin
hemama bajêr. Lê ji ber ku em gelekî westiyabûn, me got, pêþî em
pariyek-didu nan bixwin, hinekê hilkevin û emê li ser danê êvarê biçin
hemamê. Ez hatim mal, min xwarina xwe xwar û hema ez li ser rewalê
hilketim. Mirovê westiyayî zû dikeve xew; ez çawa hilketim, ez wisa jî
di xew ve çûm. Dibêjin, ku xew dijminê meriyan e; min çiqas xew kir, ez
nema dizanim. Bi carekê min bihîst deriyê malê tê kutan û hevalê min
dibêje: De zû be, zû be, em herin hemamê. Bêyî ku ew bikeve hundir,
min rahiþte kincên xwe, sabûn, kîsik û destmala hemamê, min ew xistin
tûrekî û ez derketim. Dinya êdî tarî bû, hevalê min þalek dabû serê
xwe û tûrê wî jî bi pî ve bû. Em epê meþiyan û êdî ji bajêr
biderketin. Min rabû ji hevalê xwe re got: Lawo, em bi kû de diçin?! Ma
hemam li kû ye?. Wî got, min hemameke pir baþ û paqij naskiriye,
emê biçinê. Em ji bajêr baþ bi dûr ketin, di rêyeke zirav re çûn û
paþê bi çend pêlekanan daketin jêr. Deriyê hemamê wek deriyê þikeftan
di zinarê de hatibû qewartin. Gava em ketin hundir, min dît bi rastî jî
warekî gelek hêja ye. Di nîvê holê de curnekî mezin hebû, xulxula avê
jê dihat û li kenaran wek sewkiyan ji mêvanan re çêkiribûn, ku ew li
wir cil û kincên xwe ji xwe biþelînin. Li ser sewkiyekê, li cihekî
vala, me cilên xwe ji xwe êxistin, me çarþef li xwe pêça, kîsik û
sabûn xiste destê xwe û em derbasî hundirê hemamê, cihê germ bûn. Tiþtê
min dît, bi rastî jî yekane bû. Li wir holeke hên mestir hebû.
Di nîveka wê de hevzoyê avê û li kenaran odeyên biçûk avakirî bûn.
Min berê hemamên bajaran gelek dîtibûn, lê yeke wek vê, ku hevzoyê
avjeniyê têde hebe, min hên nedîtibû. Pêþî me di odeyekê de ava
germ li xwe kir, me ew toza û qilêra kar ji ser xwe danî û me xwe avêt
nava hevzo. Min hinekê avjenî kir û çend caran bi dirêjahiya hevzo çûm
û hatim. Min ji xwe re digot, nirxê ketina vê hemamê çiqas dibe bila
bibe, bi rastî gelek hêja ye.
Tenê
tiþtekî bala min dikiþand û bihna min teng dikir. Ez bi kê re diaxivîm
wî bersiva min bi kurdî dida, lê belê her yek ji wan bi yên din re bi
tirkî diaxivî. Hevalê
min jî wisa li min dikir. Min çi jêre bigota, wî bersiva min bi kurdî
dida, lê belê bi yên din hemiyan re bi tirkî diaxivî.
Piþtî
ku ez ji ketina nav avê têr bûm, ez li ser keviya hevzo rûniþtim, lingên
xwe bi avê de berdan û min ji xwe re li çelqandina avê temaþe kir. Ji
milê min î rastê de kesekî xwe avête nava avê. Gava seriyê wî kete
bin avê û hên ling li bala bûn, ez gelek mat mam. Min tiþtekî gelek
balkêþ û bi fêþ dît. Belê laþê wî mîna laþê mirovan, lê lingên
wî mîna lingên golikan bûn. Min li yekî dî di nava avê de temaþe
kir, min dît, ku ew jî mîna wî ye. Min hinekê serê xwe rakir û li ewên
ku di dora hevzo re diçin û tên nihêrî, min dît, ew jî wek wan in.
Careke din min li lingên xwe temaþe kir û dît, ku tenê lingên min mîna
lingên mirovan in. Bêyî ku ez tiþtekî bêjim, min bi dizî çavên xwe
gerandin û ez li hevalê xwe geriyam. Gava min ew bi cih kir, min dît,
lingên wî jî mîna yên wan in. Min
di dilê xwe de got, hey hawar! Ez bi kû ketime?!. Hema ez rabûm çûm ba
hevalê xwe û min jêre got, ku serê min hinekê diêþe û ezê kêliyekê
biçim cihê hênik. Bi lez min rahiþte tûrik û sabûna xwe û ez hatim
aliyê pêþ. Bi dizîka min li xizmetkarên hemamê temaþe kir û dît, ku
lingên wan jî wisa ne. Êdî ti guman li ba min nema bû, ku ez ji refê
xwe qetiyame. Zûka min kincên xwe li xwe kirin, pereyên xwe dan, di derî
re derketim û di pêlekanan re hilkiþîm jor. Min
got, hema lingino bi qurban û min bi lez da rê. Di nîvê rê de mirovek
rastî min hat, ew ji min pirsî û got: Camêro! min bihîstiye, ku bi vî
alî de hemameke pir baþ heye, tu dizanî kîjan rê diçe wir?. Min
got: Lawo! Aman bi dûr keve, kesên ku di wê hemamê de ne, lingên wan
hemiyan mîna lingên golikan in. Min dît camêro lingekî xwe ji kewþa
xwe derxist, ew bilind kir û got: Mîna vî lingê min!. Ez çi bibînim,
min dît, ku lingê wî jî mîna lingê golikan e. Min bi dest û lepan rê
þanî wî da û ez nizanim çawa min xwe gihande mal. Gava ez ketim hundir,
min derî baþ kîp kir, zû xwe avêt ser rewalê û bihneke kûr kiþand.
Piþtî kêliyeke kurt, min dît hevalê min î kar derî kuta û got: De
rabe em biçin hemamê. Bêyî ku ez derî vekim, min lêborîn jê xwest û
got, hevalê hêja! Bi rastî ez gelek westiyame û îþev nema dikarim biçim
ti hemaman. Ji wê rojê de kîjan heval, gava bi min re bi kurdî diaxive
û bi yên din bi tirkî, ez yekser li lingên wî temaþe dikim
-
II. Kûçikê Reþ
-
Dema
ez hên zarok bûm, kûçikekî me yî gewr hebû. Rojekê dêlikeke
reþ bi hewþê ket û dapîra min yekser ji min re got: Zû rabe,
bera vê dêlikê bide; kûçikên reþ û pisiyên reþ ne baþ
in, ew ji me re nabin. Min got: Dêya pîr, çima ne baþ in? Wê got: Kurê min ne baþ
in; hema ez dizanim, ku ew ne baþ in. Di temenê zarotiyê de, bi
rastî jî, zarok her tiþtê ku li ber çav dibîne û dibihîse,
dixwaze bizanibe ka ew çi ye?. Ev
pirsa kûçikê reþ ji min re bû mijareke nehînî. Min ji dapîra
xwe bawer kir, ku ew ne baþ in, lê min nedizanî çima.
-
Roj
û meh derbas bûn, dîsa carekê gotûbêj hat ser mijara kûçikên
reþ. Ez nizanim dapîra min bû, yan meta min bû, rabû ev çîroka
li xwarê ji min re got.
-
Dibêjin
kesekî ji pêþiyên me, ji bav û bapîrên me, maleke xwe
avakiribû û jinek jî ji xwe re anîbû, lê hên ti zarokên
wan tinebûn. Ji ber ku mala wan wê hîngê li aliyekî gund bû,
wan kûçikekî xwe hewandibû, ku her dera wî reþ bû; ne li
bin stûyê wî û ne jî li bin sîngê wî ti cihên spî tinebûn.
Rojekê cîran û hevsêyên wan ji wan re gotin, ku kûçikê we
ne durist e, pêwendiyên wî bi cinan û yên gonê re heye.
Gotin, kûçikê we bi roj li mal e, lê bi þev ew li mal nahewe.
Di destpêkê de malxiyê malê ev gumana cîranan bawer nekir. Lê
rojekê, piþtî ku dinya tarî bûbû, xwediyê malê derket
derve û dengek li kûçik kir, ku ew bê ba wî; lê ti deng ji kûçik
nehat û êdî wî zanîbû, ku bi rastî jî kûçik ne amade ye.
Mêrik dît, ku gumana cîranan di cih de ye û ji xwe re got, ma
gelo min ji bo çi ev kûçike hewandiye? Bi roj her û her ti
metirsî nîne, tiþtek hebe bi þev e. Kûçik divêt bi þev malê
biparêze. Heke ne wisa be, çi sûd û mifaya min ji wî heye?.
Rabû biryara xwe da, ku ew roja din kûçik bipê, ka ew diçe kû?!.
-
Gava
sibe bû û ew derketin hewþê, dît ku va ye, kûçik li derve
vezeliye. Mêrik haya ti tiþtî ji xwe neanî û ne jî tiþtek
di derbarê kûçik de got. Lê wî amadekariya xwe kir, çeka xwe
wê rojê paqiþ kir û li benda êvarê ma. Gava roj di piþt çiyan
re çû ava, wî êdî her kêliyekê, di pencerê re, li derve
temaþ dikir. Piþtî demeke kurt dît, ku kûçik rabû û bi rêket.
Ew ji dûr-dûr li pey kûçik çû. Wî dît, ku kûçik ji nav
gund bi derket, bilindahiya paþ malan derbas kir û xwe berda ser
Þikefta Xirêbe(*). Ha li vir, ha li wir, wî dît, ku kûçik ket þikeftê. Li ber
deriyê þikeftê hinek dirî, hinek giya, hinek pêçek û hinek
hejîra Ereban hebû. Wî xwe di nav pêçek û giyayên din de veþart,
bi þêweyekî ku hundirê þikeftê jêve xuya bike. Wî bala xwe
dayê, hay ho, li hundir þahî û zemawend e, her kes di reqs û
semayê de ye. Wan
gelek qedra kûçik girt û ew bi navê Delîaxa pêþwazî kirin,
lê belê hinek mede û lome jê kirin, ku ew çima ji þahiyê
dereng maye. Delîaxa lêborîn ji wan xwest û got, ku ez li ber
mala xelkê pêwan im, ez mam heya ku ew raketin û êdî ez
hatim. Delîaxa ket serê dîlanê û çend caran govend gerand.
Rabûn ji Delîaxa re gotin, ku xeftanê bûkê nîne û jê
xwestin, ew çareyekê bibîne. Delîaxa got, kebaniya mala ku ez
li ba wan im xeftanekî xwe yî nû dirûtiye, hên ew li xwe
nekiriye. Wê gava xeftan xistiye dolabê, navê Xwedê bi lêv
nekiriye, ji lew re, hûn dikarin herin û wî ji bûkê re bînin.
Çendek ji cinan çûn û piþtî demeke kurt, mêrik dît, bi
rastî xeftanê kebaniya wî anîn û li bûkê kirin. Piþtî ku
þahiya xwe qedandin, Delîaxa got, ku divêt hûn xeftanê
kebaniya malê dîsa vegerînin cihê berê. Lê li aliyekî þikeftê
agir vêketîbû û gava bûkê xeftan ji xwe avêt, ew xeftanê
ku ji jêr ve bi keþkeþ bû pêta agir hilanî. Wan zûka ew
vemirand, lê belê beþek ji keþkeþ sincirî û þewitî. Wan
xeftan vegerand cihê berê. Berî
ku Delîaxa rabe û yên dorê belav bibin, mêrik ji þikeftê bi
dûr ket û vegeriya mal.
-
Roja
din, dema taþtiyan, gava roj bi rimekê û dudiyan bilind bû, mêrik
dît, ku dîsa kûçikê xwe di deriyê malê de vezeliye. Rabû
ji kebaniya xwe re got, dîlbera min, wek ku haya min jê çêbû,
te xeftanekî xwe yî nû dirûtibû û hên min ew nedîtiye, ka
hele ji kerema xwe wî þanî min bide. Kebaniya malê, ku gelek
ji mêrê xwe hezdikir, nexwest xatirê wî biþikîne, rabû çû
dolab vekir û xeftan anî ba mêrê xwe. Gava wê xeftan bilind
kir, ku þanî wî bide, dît aliyekî xeftanê wê hinekê þewitiye.
Lê belê kûçik jî li her tiþtî temaþe dike. Kebaniyê got,
hey wax ev çi ye, xeftanê min çawa hatiye þewitandin, ev çi fêþ
e. Wê hîngê mêrik got: Tu vê yekê ji Delîaxa bipirse. Gava
navê Delîaxa hat bilêvkirin, kûçik rabû ser xwe, teriyê xwe
xiste nav lingên paþî, ew çû û nema careke din vegeriya.
-
------------------------------------------------------------------------------------------------
-
(*)
Min ev þikefta han dîtiye; ew li aliyekî gund di devê þehwiyekê
de ye û tev ji zinar hatiye qewartin. Dibêjin, ku berê mehsera
zeytûnan têde bû, lê dema ez zarok bûm jî ti tiþt têde
tinebû. Lê belê, zarokên ji min mestir digotin, bi þev ev þikeft
ne aram e, hin deng ji hundirê wê tên. Wê
hîngê, gava ev çîroka kûçikê reþ ji min re gotin, min þikeft
nasdikir, lê hên min hundirê wê ti car nedîtibû. Di pey re,
gava em hinekê mezin bûn, em her carê çend zarok bi hev re, di
dema nîvro de, ku ronahiya rojê di kulekên jor re dida hundir,
diketin hundirê wê û tenê wê hîngê me dikarîbû pêþiya
xwe bidîta. Þikeft fereh bû û li dawiya wê mîna deriyekî ji
zinar hatibû qewartin. Gava ez bi þev di nava nivînan de
radiketim, hin caran ew þikeft diket xeyalên min. Min wisa dianî
pêþ çavên xwe, ku di wî deriyê dawiyê re yên neçê û yên
gonê dikevin hundirê þikeftê.
-
-
-
III. Xewna min
-
Gava
ez zarok bûm, ez hin caran di xew de ditirsiyam. Li min wisa
dihat, ku ez diketim rewþeke gelek teng û êdî ti rê nedima,
tenê ez biqîrim û bikim hawar. Lê belê, tiþtê herî dijwar
ew bû, ku dengê min jî dernediket û min nedikarî ez biqîrim.
Ji niþkê ve ez bi xwe dihesiyam û min bihneke kûr dikiþand,
dilê min aram dibû û min ji xwe re digot, baþ bû, ku ew xewn
bû û ne tiþtekî rast bû; baþ bû ez wisa bi hêsanî ji wê
tengasiyê rizgar bûm.
-
Ev
rewþa han ji demekê heya demekê dîsa dubare dibû. Ez nema
dizanim her carê çi bûyer bû, lê her car min dixwest ez biqîrim,
nedibû û di pey re ez li xwe þiyar dibûm. Vê rewþê bi min
re gelek kiþand, heya ku temenê min bû heftdeh. Lê belê cara
dawî baþ tê bîra min, ku ew çi bûyer bû. Ez di xew de bûm,
min wisa hest pê kir, divêt ez biçim derve û avekê birêjim.
Mala me li gund bû, li derve, li aliyekî hewþê sergû hebû.
Ji bo avrêjê diviyabû mirov biçe wir. Ez ji hundir derdikevim
û dixwazim biçim ser sergû. Lê belê ez dibînim, ku
zarokekî temenê wî dora heft heya neh salî bi min re tê û
hevaltiya min dike. Ez jêre dibêjim, tu diçî kû?, vegere. Lê
ew venagere û her bi min re tê. Ez xwe bi milê çepê de
badidim û li wî temaþe dikim. Hin kincên xakî li bedena wî
ne, çavên wî kesk in û bijangên wî, tu bêjî qey qijilî
ne. Ez herdu destên xwe pêþve dirêj dikim, her destekî xwe
dibim nêziya rûyê wî û jêre dibêjim, ji pey min vegere,
heke tu venegerî, ezê li te bidim. Di wê kêliyê de, herdu
destên min li min hiþk dibin, ne ez dikarim li wî bidim û ne jî
dikarim biqîrim. Dîsa wek her car, tenê çare û derman ew e,
ku ez þiyar bibim. Ez þiyar dibim û wê carê jî dîsa ji wê
rewþa dijwar rizgar dibim.
-
Ew
cara dawiyê bû û ez careke din neketim rewþeke wisa; yanê piþtî
wê, min ti xewnên wisa neîtin. Sal derbas bûn, min bekeloriya
stand û min xwast ji bo xwendinê ez bêm Ewropayê. Di sala
1966’an de, ez hatim welatê Yugoslaviya û li wir ez dora çar
sal û nîvan mam. Di
dawiya sala 1970’î de ez hatim Almaniyayê û di destpêka
1971’an de ez li bajarê Berlîna Rojava bi cih bûm. Di destpêkê
de ez hînî zimanê almanî bûm û min xwest, xwendina xwe ya
zanîngehî, ku min li Yugoslaviya bi dawî nekiribû vê carê bi
dawî bikim. Di sala 1972’an de ez li Zanîngeha Teknîkî ya
Berlîn (TUB) li beþê Înformatîk hatim pejirandin û min di pêy
re ew bi dawî kir.
-
Di
dema xwendinê de, min apartemanek li avahiya xwendekarî ya bi
navê Molwitzstr. standibû. Rojekê dema biharê bû, ez êdî
gihîþtibûm dawiya dema qedandina xwendinê. Ez ji mal derketim
û çûm rawestgeha otobûsê. Rojeke gelek xweþ bû, esman þîn
bû û ti ewrên baranê xuyanedikirin.
Hên otobûs nehatibû, ez gihîþtim wir û li benda wê
rawestiyam. Gava min bi milê xwe yî çepê de temaþe kir, min dît
ku zarokek li ber min e. Temenê wî ji heft heya neh salî bû,
kincên xakî li bedena wî bûn, çavên wî kesk bûn û bijangên
wî, tu dibêjî qey qijilî bûn. Gava min ew zarok dît, gurîzinî
di canê min re mîna pêla kahrevayê(elektirîkê) çû û ew
zarokê ku min berî ewqas sal li welat di xew de dîtibû hat bîra
min. Bi rastî jî, ji aliyê pergal û rûyê xwe de, ew zarok bi
xwe bû. Cih ne cihê tirsê bû, zarok ji xwe re virde û wêde
diçû, zarokekî normal bû.... Di pey re otobûs hat, ez lê
siwar bûm û min ji xwe re got, gelo ev çi bû?!.
-
-
IV. Ez çawa çûm xwendegehê
-
Gava
temenê min bû þeþ sal, ez çûm ber xoce. Xoce bixwe kurê
meta min bû, lê ew bi temenê xwe bi salekê û dudiyan ji bavê
min mestir bû. Ji lew re, zarokên wî û em - yanê zarokên bavê
min, em ji nifþê hev bûn. Li ber xoce, zarok hînî xwendina
Quranê dibûn. Wî di destpêkê de, bi destnivîsa xwe, ji her
zarokekî re tîpên alfabêya erebî li ser rûpelekî nivîsandibûn
û dida dest wan. Piþtî ku em hînî alfabê bûn, êdî me dest
bi Cûza Emmê kir. Ji ber ku em Kurd in û Quran jî bi zimanê
erebî ye, me ew dixwend, lê me ti tiþt jê fêhm nedikir. Sûreyên
biçûk me ji ber dikirin û gava em gihîþtin sûreyên hinekê
dirêj, êdî me tîp û awayê nivîsandinê baþ naskiribû û
me ew dixwendin. Karê xoce ew bû, ku em ti þaþîtiyan nekin.
Bi rastî jî hin bêje û hevok hebûn, ku xwendin û bilêvkirina
wan ne hêsan bû. Min Cûza Emmê, ya Tebarekê û ya Qesemê bi
dawî kirin û gihîþtim Cûza Wezzariyatî. Awayê hînkirina
xoce wisa bû, ku heke zarok bê þaþîtî yan jî di sûreyên
dirêj de, þaþîtiyekê yan dudiyan bike, hîngê ew dikare
derbasî waneyeke(derseke) nû bibe. Lê heke bêhtirî sê, yan
çar þaþîtiyan bike, ew derbas nabe û divêt waneya xwe hên
bixwîne.
-
Kurê
xoce, yê bi navê Nûrî, di temenê min de bû, me bi hev re
dixwend û em bi hev re jî ji waneyekê derbasî ya din dibûn.
Carekê kurê xoce sê þaþîtî di xwendina waneyê de kirin, lê
dîsa jî xoce ew derbas waneya din kir. Gava dora min hat, min du
þaþîtî kirin, lê xoce ez derbas nekirim. Ji ber vê bûyerê,
min dagirî û ez hatim mal. Dêya min dît, ku ez digirîm û
sedema giriyê min ji min pirs kir. Min bersiv dayê û wê
ji min bawer kir. Bi ser wê bûyerê de ez nema çûm ber xoce.
Gava piþtî çend rojan xoce hat mala me, dêya min gazin jê
kirin û got, heke te bêdadî li kurê min nekiriba, kurê min bi
kel û girî nedihat mal; ez kurê xwe baþ nasdikim.
-
Dem êdî dawiya
biharê bû û di payîza wê salê de diviyabû ez biçim
xwendegeha fermî. Xwendegeh li gundê me heya bi rêza pêncan (sêrtafîka)
hebû. Lê belê di wê salê de rewþa xwendegeha gundê me gelek
bi fêþ bû. Mamosteyek bi navê Elî Zêbeq hatibû dibistana
gund; ew mamosteyekî gelek zordar bû. Ji ber ku serê wî keçel
bû, wî hemû zarok neçar kiribûn, ku porê xwe li zîro (li
sifrê) kur bikin. Lê ne bi tenê ev, digotin, ku mamoste gava ji
zarokekî bê zar bibe, radihêje wî û diavêje dîwêr. Bi rastî
jî, min bi çavê serê xwe dît, ku çawa serê kurê apê min
û serê lawê Hesen Mehcîr wek sêvekê werimî bûn. Digotin,
ku mamoste xwestiye zarokê bi navê Hîkmet Hûsên têxe sobeya
agir, lê belê, ji ber ku deriyê sobeyê biçûk bû ew neketibûyê.
Min ev hemû nûçe bihîstin û wek min got, diviyabû di sala nû
de ez jî biçim dibistanê.
-
Havîn derbas bû
û bû destpêka payîzê. Heya wê hîngê, gundiyan li mamoste
gilî kir û ew mamosteyê zordar, Elî Zêbeq ji dibistana gund
avêtin. Belê ew avêtin, lê tirs û pêjna wî, tu bixwazî
nexwazî hên mabû. Gava roja destpêka dibistanê hat, min hinek
qelem û defter ji xwe re amadekiribûn, lê belê min nediwêrî,
ez bi tenha xwe biçim dibistanê. Zarokê cîranên me, yê bi
navê Ezetê Hemo salekê berê çûbû sinifa yekem, lê ew di
sinfa xwe de mabû û derbasî sinifa dudiyan nebûbû. Dayîka
min ji Ezetê Hemo tika kir û got, kurê min ji çûyîna dibstanê
ditirse û divêt ew min bi xwe re bibe. Bi dilekî bi tirs, ez bi
kêleka Ezetê Hemo ketim û me berê xwe da dibistana gund, ku
min hundirê wê hên nedîtibû. Em ketin hundirê odeyekê û du
rêz ji rihleyan (mase û kursî bi hev ve ye û di her yekê de sê
zarok rûdinin) têde bûn. Li milê rastê sinifa yekem bû û li milê çepê sinifa
duwem bû. Ji ber ku Ezetê Hemo zarokekî bejinbilind bû, cihê
wî li rihleya here dawiyê bû. Ezet ji min re got: Ji ber ku cihê
te hên ne diyar e, divêt tu li ber rihleya pêþîn rawestî
heya mamoste tê, hîngê ewê cihekî bide te. Ji lew re, ez li
ber rihleya pêþîn rawestiyam. Zarokek bi navê Þêxo, wek pêwanê
sinifê hatibû danîn. Lê belê, daku zarok bê deng bimînin,
Þêxo her demekê digot: Va ye, mamoste hat. Gava wî wisa digot,
min bawer dikir, ku kêliya here dijwar êdî destpêkir. Min wisa
bawer dikir, ku gava mamoste bê, dê berî her tiþtî li min
bide û ji lew re, min dikir qêrîn û digot: Ezeeet, va ye î
hat. Ezet ji dawiyê sinifê bangdikir û digot, law metirse,
mamoste te tiþt nake. Lê belê min bawer nedikir û her carê Þêxo
digot: Va ye, mamoste het, min dikir qêrîn û hawara xwe dixist
Ezetê Hemo. Ew dema ku berî mamoste bê, bi min gelek dijwar bû
û ji lew re, bi min gelek dirêj hat. Ez nizanim, ka çend caran
Þêxo ew tiþt got û çend caran min kire qêrîn?.
-
Dawiya dawî
mamoste hate hundir. Ew hate ba min û cihê navîn di rihleya pêþîn
de da min. Ez
gelek bextewar bûm, ku ew barê giran, ew tirsa nedîtî ji ser
min rabû.
-
Di
wê salê de, ez di sinifa xwe de bûm zarokê herî jîr û
mamoste serê xwe bi min radikir. Gava kesek ji gundiyan dihate
serdaniya dibistanê, ez derdixistim pêþiya sinifê û min
helbestek digot, ku mamoste em hînî wê kiribûn. Wî dixwest ji
gundiyan re bide xuyakirin, ku zarokên wan li ba wî baþ hîndibin.
-
-
-
V. Tirsa nav goristanê
-
Birayê min got: þevekê ez ji hinda gundê Senarê û Þiyê
vedigeriyam gund. Heyv gelek biçûk bû û mirov bi zorê pêþiya
xwe didît. Ez gihîþtim ber goristana gundê Delan. Li ser vê
goristanê jî gelek çîrokên bi tirs hene. Min bi carekê ji
nav goristanê dengekî gelek ne xweþ bihîst. Lê min kir, ku
min tutiþt nebihîstiye û min her rêya xwe berdewam kir. Lê
careke din borînî hat; û hên ji berê jî tundtir. Tevî ku
debance li nava min bû, min ew ji bîr kir, min xwe xwar erdê
kir û du kuçên(kevirên) mezin bi dest xwe ve anîn. Min dît,
ji cihê ku deng jê hat, li ber kêlikekê reþantiyek ê
xuyadike û êdî ez çûm ser. Ez guham nêziyê û min got: Ger
tu çi yî, ezê te bikujim û min xwast, ku kuçên xwe di wî
werkim. Min dît, ku ew mirovek e û hawara xwe kir min û got: Ez
di bextê te û tu di bextê Xwedê, min nekuje û li min
bibihure. Min
got: Lawo! Ma
tu çi mirovî! Te xwast, ku tu min ji tirsan bikujî!. Mirov got:
Erê wele wisa ye. Min xwast, ku ez te ji tirsan re bikujim. Min
got: Lawo! Tu derewan jî nakî û her rast jî mebesta xwe dibêjî!.
Wî got: Ma çima derewan bikim, ev rastiya min e. Min jêre got:
Kuþtinê her ezê te li vir bikujim, lê ka ji min re bêje çîroka
te çi ye û te çima wisa kir?. Mirov dest pê kir û çîroka
xwe ji min re got:
-
Navê min filan e, ez ji gundê Erendê me. Ez mirovekî gelek
xizan û perîþan im; zarokên min birçî ne. Dêya zarokan
hergav bi ser min de diqîre, ew gazinan ji min dike û dibêje:
Tu çima kar nakî, pereyên me tune ne û zarok birçî ne. Tenê
deh lîreyên min hebûn, ez ji mal derketim û min da rê, ku ez
herim ji Cindirêsê hinek ard ji zarokên xwe re bînim. Li
Cindirêsê min dît, ku bi deh lîreyan tu ard nayê kirîn. Rabû
min got, ezê bi kabê bileyîzim. Gava min kar kir, ezê ardinî
hêja bibim mal û gava min derda, her û her bi deh lîreyan tiþt
nayê. Ez bi kabê leyîstim, lê min deh lîreyên xwe jî
biderdan. Ez ketim rêya mal û giham vê derê. Lê ez ji tirsa dêya
zarokan re newêrim biçim mal. Ev demek e, ku ez li vir rûniþtî
me û min dît, ku tu ji wê ve têyî. Min
ji xwe re got: Ezê vî bitirsînim. Gava ew ket, yan jî mir, çi
pere pêre hebin, ezê bibim û belkî ji dêya zarokan xilas
bibim. Lê gava wî ez kuþtim, hîngê jî ezê ji vî ezabê
dinyayê û ji dêya zarokan jî xilas bibim.
-
Gava
min çîroka wî bihîst, min got: Hey hawar! Ma ezê çawa vî
mirovî bikujim. Ma gelo! Ne ev bi salan e, ku em ji bo
rizgarkirina qata bindest xebat û têkoþînê dikin! Ma
pirsa vî mirovî ne ew pirs bi xwe ye. Min stûyê xwe bada û
hinekê ketim fikir û ramanan. Min destê xwe avête beriya xwe
û çi pere bi min re hebûn, min dan wî û min jêre got: Tu
here ba zarokên xwe û êdî min kêmasiya te baxþande te.
-
-
VI. Girtina pîrhebokê
-
Li
herêma Çiyayê Kurmênc, li gundê Feqîran mala Îbê Îskanê maleka
naskirî ye. Dibêjin, rojekê ji rojên Xwedê, Îbê Îskanê dema berbangê
arvanê xwe barkir ku here êþ. Ew gihîþt devê geliyekî, ku av têra
diherikî û li herdu aliyan kelem, giya û pûþ hebû. Ji nav kelem û
giyayê ber avê dengek hat guhê wî. Deng dengê du jinan bû, ku bi hev
ra dipeyivîn û digotin: "Lê þengê were! Zû bike û bilezîne, em
xwe bigihînin mala Îbê Îskanê, berî zarokê bûka wan çêdibe, daku
em xwe bi kevçiyê pelûlê yê pêþîn ra têxin zikê wê û wê biwestînin.
Piþtî ku Îbê Îskanê ev dengê balkêþ bihîst, di cih da serê dewarê
xwe ber bi gund va gerand û zû xwe gihande mal. Gava jê pirsîn, çima ew
bi arvanê nehêrayî vegeriyaye, wî got: Ez raserî hinekan hatim û ji
min ra gotin, ku aþ îro betale, ew naxebite; ji lew ra, ezê sibe biçim
êþ. Ew zûka pirsî û got: Rewþa bûka me çawane? Zarokê wê çêbûye
yan na? Jêra gotin: Na, ew hên li ber êþ û sanciyane. Wî got: Piþtî
ku zarokê wê çêbû, hûnê ti xwarinê nedinê, hûnê gazî min bikin,
divêt ez bi destê xwe pelûlê bidim bûka me.
Gava
zarokê bûkê çêbû, li gor xwerisk û pirengên me Kurdan, pelûlek jêra
çêkirin û rabûn bang wî kirin, ku ew pelûlê bi destê xwe bide bûkê.
Ew li ber serê bûkê rûniþt, hebanek danî ber xwe, kevçî di pelûlê
da kir û ew sê caran bire ber devê bûkê û anî, kevçî nexist devê bûkê,
lê ew bi lez xiste hundirê wî hebanê ku amade kiribû û devê heban bi
benekî kîp girêda. Ji kebaniya xwe ra got: De niha werin, êdî hûn pelûlê
bidin bûkê.
Lê
belê, heban di cih de werimî û tijî bû. Îbê Îskanê rabû ebeyeka
kizinî û þûjinek anî, heban dirand û pîrhebok ji hundirê heban
derxist. Wî zûka ew girt, ebeyeka kizinî lêkir û þûjin di ber ra kir.
Bi vî awayî pîrhebok hate zepilandin û nema karîbû bazde. Dibêjin ku
ew pîrheboka han heft salan bi vî awayî li ba wan ma, pir kesan ew dît,
wê ji wan ra gelek kar û bar dikirin û bi rêdixistin. Pîrhebokê her
karek bi çelengî û pisporî dikir û wisa di nava malê da gelek dihate
hezkirin; bi taybetî jî ji aliyê Îbê Iskanê va. Di sala heftan da rewþ
hate guhertin. Li cihê hezkirinê, li hember pîrhebokê dexsî û
xwezandin peyda bûbû; jinên malê ji pîrhebokê gelek dibeyicîn. Di
jiyana me mirovan da her gav jî wisa bûye; her carê dema li ba jinan dexsî
û xwezandin peyda dibe, bobelatek li ber derî ye. Piþtî wê demê, ji pîrhebokê
ra êdî tahm û ceja jiyanê nemabû; ewrên reþetarî, mij û morana
kizirî di asoyê jiyana wê da xuya dikirin.
Piþtî
heft salan pîrhebok li ber Îbê Îskanê gelek geriya û jê xwest, ku wê
azad bike. Wê got: Ez jî bi mal, bi zar û xwedî me, min gelek bêriya
zarok û xwediyên xwe kiriye. Tevî ku ez dizanim, dibe ku ew min bikujin,
dîsa jî ez dixwazim vegerim ba xwedî û zarokên xwe. Ezê li ber wan
bigerim, ku li min biborin, lê ez nizanim, ka gelo çarenûsa min ê çi
be. Li gor zagon û xweriskên me, cezayê min kuþtine, ji ber ku divêt ti
kes ji cins û nijadê me ti car çewtiyeka wek ya min neke û nekeve destê
mirovan; ev yek ji bo me ne rewa ye. Gava mala Îbê îskanê ev tiþtên
han bihîstin, ew jî gelek li ber wê ketin û dilê wan pê þewitî. Wan
jî meraq kir, ka çarenûsa wê dê çi be, ewê bê baxþandin yan bê kuþtin!.
Gotin de baþe, emê te azad bikin.
Pîrhebokê
got: Hûnê þûþeyek zeyt bidin min û min li ber goma avê azad bikin. Ezê
xwe berdim binê avê, gava ez hatim baxþandin, ezê zeytê birijînim, ewê
bi ser avê keve, hîngê ew nîþana baxþandina mine. Lê heke ez hatim kuþtin,
hîngê xwîna sor ê bi ser avê bikeve.
Roja
din li ber destê sibehê, bi gizinga beyanê ra, pîrhebok birin ber goma
avê. Êdî dema xatirxwestinê hatibû. Bi hêstir û rondikên germ li ser
hinarekên rûyan hevdu hembêz kirin û xatir ji hev xwestin. Îbê Îskanê
þûjin ji ber ebeya kizinî kiþand û pîrhebok azad kir. Ew zûka noqî
bin avê bû û bi carekê ji ber çavan winda bû.
Piþtî
çend xulekan, xwîna sor bi ser avê ket…
|
|
|