XWEZIYA DIL (stran)

 

Mustefa Reþîd

 

 

Xwezî bi bisk û pêrçema

Narînê wey narê

Li ser heyvê dikin sema

            Narînê wey narê

Direvînin derd û xema

                        Gulê! Wey narê!

 

Xwezî bi gumlik û cila

                        Narînê wey narê

Xwe berdidin ser wan mila

Narînê wey narê

Diparêzin wan paþila

                        Gulê! Wey narê!

 

Xwezî bi kinc û gumlika

                        Narînê wey narê

Hembêz dikin wan canika

Narînê wey narê

Ji por da heya lingika

                        Gulê! Wey narê!

 

Xwezî bi zêr û morika

                        Narînê wey narê

Xwe berdidin ser memika

Narînê wey narê

Didin lotik û fincika

                        Gulê! Wey narê!

 

Xwezî bi kembera nava

Narînê wey narê

Xwe alandî li hinava

Narînê wey narê

Dadikeve ber perava

                        Gulê! Wey narê!

 

Xwezî bi wan hestên dila

Narînê wey narê

Vedijînin wan bilbila

Narînê wey narê

Derman dikin derd û kula

                        Gulê! Wey narê!

 

 

 

 

Homburg, 01.05.2009

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org