Encama anketa me
Mustefa Reşîd
Me berî niha gotarek bi sernivîsa « Mêjerê Lêkerê » belav kiribû. Wek her car, ev gotara me ji hin malperên înternetê yên kurdan re jî hatibû şandin. Lê ew cara pêşîn bû, ku me ew gotara xwe ji MEHNAMEyê re jî bi rê kir. Wek malperên din, Mehnameyê jî ev gotara me weşand, lê belê edîtorê wê, birêz Husein Muhammed, hin not û komentar li bin gotarê danîn û rexneya hin hevokên ku di wê de hatibûn kir. Awayê rexneyê çiqas nazik û şirîn bû, ew pirseke din e; lê belê rexne bi xwe, wek şewaz û azîne di zanistiyê de tiştekî gelek bi nirx û pîroz e. Pêşveçûna zanistî û civakî her ji rexneyê dijî û bêyî rexne û gengeşiyê emê nikaribin rastî û çewtiyê, başî û nebaşiyê ji hevdu derêxin. Ez bi xwe jî mirovekî wisa me – wek bav û kalên me gotine – „Heke kesek bêje: Kumê te ne li serê te ye, ezê destê xwe bavêjimê". Ev yek bû sedem, ku em careke din li mijara „mêjerê lêkerê" vegerim û bi awayekî hên berfireh lêbikolim. Birêz Husein Muhammed di rexneya xwe de gotibû, ku „hîç kurmancîaxêvek van hevokan bi vî cureyî nabêje".
Ji lew re, diviyabû em ji kurmancîaxêvan bipirsin, ka ew van hevokan çawa dibêjin. Bi vê armancê me dest bi anketekê kir û hin pirsên ku bi taybetî vê mijarê avêne û zelal bikin amadekirin. Arzûya me ya bingehîn zelalkirina sê cureyên hevokan bû. Lê belê, me bi mebest neh hevok nivîsandin. Me hin hevokên ku em li bersiva wan digerin bi navdêrên têvel dubarekirin û hin hevokên din jî xistin nav, da ku - heya gengaz û minkin be - em bersivên objektîv wergirin.
Anketa me ya meha pûşperê (hezîranê)
Gengeşî li ser encama anketê
Gelo çima anket?
Wek me li jor jî gotiye, me di meha nîsanê de li ser mijara « Mêjerê Lêkerê » nivîsandibû û gihabûn encamekê. Enacama ku em gihabûnê bi vî awayî bû:
1) Di dema niha û ayendê de, bi hemû raweyên xwe, û herwisa dema borî bi lêkerên negerguhêz re hergav mêjerê lêkerê li gor kirar e.
2) Di dema borî de û tenê bi lêkerên gerguhêz re, bi gelemperî mêjerê lêkerê li gor bireserê yekser e, ji bilî hin awarteyan, ku ew jî ev in:
a) Heke hirar bi gihaneka „û" hat hejmartin, hîngê lêker xwe davêje ser kirar û dikeve gelejimariyê. Nimûne: Gurgîn û Ferzende hespek kirîn.
b) Heke kirar bi gelejimarî hate veqetandin, dîsa lêker xwe davêje ser kirar û dikeve gelejimariyê. Nimûne: Zarokên dibistanê gokek kirîn.
c) Heke kirar bi lêkereke negerguhêz re di gelejimariyê de be û ew bi xwe bibe kirarê lêkereke gerguhêz jî, hîngê lêkera gerguhêz jî li gor kirar dikeve gelejimariyê. Nimûne: Zarok hatin û gokek kirîn.
Xaleyên 1) û 2) bi serê xwe ji aliyê hemû zimanzanên me ve tên pejirandin. Lê li ser van awarteyên ku me çespandine hin kes li hember derketin (Nimûne: Birêz Husein Muhammed). Ji lew re, me pêwîst dît, ku em careke din li vê mijarê bikolin. Me lêkolîna xwe bi du awayan pêkanî.
I.
Em di berhem û nivîsên berê de, ku ji me re bûne bermayên bav û kalan li bersiva van pirsan geriyan. Me baştir dît, ku em di nivîsên Mîr Celadet Bedirxan de bi taybetî û kovarên wek HAWAR, RONAHÎ û hwd. Nimûneyên mîna van hevokan bibînin. Me di van kovaran de gelek nimûne dîtin, ku van awarteyên me diçespînin. Bê guman, emê li vir tenê hin nimûneyan bidin û ne pêwîst e, em bi dehan û sedan hevokan têxin nava vê gotarê. Armanca me ne hejmareke mezin ji nimûneyan e; tenê encam ji bo me girîng e. Ev in hin nimûne :
a) Gava jina Qêzî û ya Miftî çav li jina belengaz kirin…(Hawar 9, rûpel 2, stûnê çepê, nîvî).
b) Dawiyê peyayên wî ew girtin û teslîmî Sovorov kirin. (Bişarê Segman, Ronahî hejmar 25, rûpel 15, stûnê rastê, jêr).
c) Di sala 885 an de qebîleyine Normandiyê e din dirêjî Parîsê kirin û bajar qederê sê mehan mihasere kirin. (Ronahî, hejmar 28, rûpel 8, stûnê çepê, jêr).
d) Xulam çûn, di wê derê de ko melê gotiye teyr dîtin û anîn. (Hawar hejmar 9, rûpel 3, stûnê çepê, nîvî).
e) Ew çûn, ji xwe re hespek kirîn. (Bingehên Gramera Kurdmancî, C. A. Bedirxan, rûpel 58, jor, weşanên Nûdem).
Ev nimûne û gelek nimûneyên din piştgiriya van awarteyên me dikin, ku me ew wek encam bi nav kiribûn. Lê belê divêt mirov di zanistiyê de herdem objektîv be û hergav rastiyê bibêje. Ji lew re, em li vir didin xuyakirin, ku me hin nimûneyên din jî dîtin, ewên ku ne li gorî van awarteyên me bûn.
Gelo pirsgirêk çi ye ?
Bi rastî em gihan encamekê, ku mijara me – mijara mêjerê lêkerê li gel van awarteyan – ew jî wek mijara nêr û mê di zimanê me de ye, ku Mîr Celadet Bedirxan li cihekî dibêje : Kurmanc li ser zayendê hin navdêran, wek « kursî », « sîng », « dem », « çax » û « wext » li hevdu nakin. Lê em dibêjin : Xwezî, wek C. Bedirxan dibêje, tenê ev pênc navdêr bûna, ewên ku kurmanc li ser wan li hevdu nakin !. Lê em naxwazin, niha li vir, li ser zayendê navdêran rawestin. Ev mijareke serbixwe ye û divêt bi berferehî li ser bê axaftin. Emê gengeşiya xwe li ser mêjerê lêkerê bidomînin.
Em di lêkolînên xwe de gihîştin wê encamê, ku di vê babetê de jî cudahî di navbera zarava û herêman de heye. Li herêmên Behdînan û Hekarî, wisa tê xuyakirin, ku piraniya kurdên van herdu herêman van awarteyên ku me çespandine nas nakin û wisa nabêjin jî. Li hemû heremên din, ku Kurmanciya Bakur lê tê axaftin, wek Botan, Xerzan, Şikakan, Serhed û ber bi rojava ve heya Derya Spî piraniya kurmancên van herêman van awarteyên me nas dikin û wisa jî dibêjin.
Em rastî du awarteyên din jî hatin, ku beşekî mezin ji kurdan wan jî bi kar tîne. Ew jî ev in :
A1) Gava navdêr (wek kirar) di dema borî de, û bi lêkera gerguhêz re, di gelejimariyê de be. Nimûne: Zarokan gokek .... (kirî, kirîn).
Gelo di hevokên mîna vê de "kirî" yan „kirîn" tê gotin?
Di lêkolîna me ya pêşîn de, me ev mîna awarte nedît û ne jî pejirand. Niha jî em ji wê bîr û baweriyê ne, ku hevokên mîna vê divêt li gor qeyda êrgatîv ya gelemper bin û wisa, divêt lêker li gor bireserê yekser bi yekejimarî bê gotin. Lê dîsa jî, me ev şêweyê hevokan jî di ber çavan re derbas kir. Me li vir jî dît, ku hin Kurd hene di hevokên mîna vê de jî lêkerê bi gelejimarî dibêjin; bi taybetî ji Wêranşehirê ber bi aliyê rojava ve. Lê encama anketa me da xuyakirin, ku piraniya kurdan lêkera vê hevokê bi yekejimarî dibêjin (li encama anketa me temaşe bikin). Di dema HAWAR û RONAHIyê de jî, ev rewş wisa bû. Nivîskarên ku ji navend û rojhilatê Kurdistanê bûn lêkera vê hevokê bi yekejimarî gotine û yên ku ji rojavayê Kurdistanê bûn bi gelejimarî gotine. Nimûne:
- Bazirgana eyarek çêkirin, dan Elî, xatir ji hev xwestin û di riya xwe de çûn. (Ronahî hejmar 26, rûpel 3, stûnê rastê, jor, Li ser zimanê Qemer Xanimê, keça Hecî Mûsa begê).- Hinekan împêrarorîçe Katêrîn li ser gotinên împêrator serwext kiri bûn. (Ronahî, hejmar 25, rûpel 13, stûnê rastê, jor).
B1) Gava navdêr (wek kirar) di dema borî de, û bi lêkera gerguhêz re, bi yekejimarî hatibe, lê belê ew bi maneya xwe hevenav e û komekê dinimîne. Hevenavên wek „xelk", „malbat" û hwd.
Gava birêz Subhî Ahmad ji me re nivîsand û got, ku ji bilî awarteyên di gotara me de hatine çespandin hên yeke din jî heye, em gelek mat mam. Birêz S. Ehmed ev hevok nivîsandibû:
- Malbata Zîlan xaniyekî mezin kirrîn.
Ji bona vê yekê, me biryar girt, hevokên bi vî cureyî jî di ber çavan re derbas bikin û bi rastî em di HAWARê de rastî hevokên bi vî cureyî jî hatin.
Lê dîsa jî, bi dîtina me divêt em vî cureyî jî wek awarte nepejirînin û em lêkerê di vê hevokê de jî bi yekejimarî bibêjin. Yanê em bêjin: "Malbata Zîlanê xaniyekî mezin kirî".
II.
Me biryar girt, ku em anketekê amade bikin û ji kurmancîaxêvan bipirsin, ka gelo ew van hevokan çawa dibêjin. Tevî ku em bi taybetî li bersiva awarteyên ku me çespandine digeriyan, me ne tenê sê hevok, lê belê neh hevok amade kirin û hin hevokên din jî xistin nav, da ku heya gengaz be, em encameke objektîv wergirin. Me anket ji gelek kesan re bi e-mail’ê şand, bi hêviya ku em ji kurmancîaxêvan û ji ewên ku îro bi kurmancî dinivîsînin bersivê wergirin. Pir kesan bersiva me da û di encamê de me 62 bersiv wergirtin. Li vî cihî, em hemû kesên ku bersiva me dan ji dil û can spas dikin. Lê hêviya me ew bû, em hên bêtir bersivan wergirin. Mixabin, pir kesan ev mijara me girîng nedît û nexwest, pênc xulekan jî ji dema xwe ji bo dagirtina forma anketê bidin. Em li ber hinekan bi qurban û heyranan jî geriyan, lê dîsa jî bersiv nedan me. Dawî em neçar man, bi wan bersivên ji me re hatine, vê çalakiya xwe biqedînin.
Me 11 bersivên ku di wan de dijberî hebû dan aliyekî û tenê 51 bersiv pejirandin.
Me di kovara HÎWA de encama anketê belav kir û niha jî dixwazin wê hinekê binirxînin û di hin weþanên din de belav bikin.
Em bi ti awayî angaşt nakin, ku encama anketa me rastiya temamê kurmancîaxêvan dide xuyakirin. Lê heya ji me hat, me ji herêmên cuda bersiv xwestin û me giranahiya xwe da ser herêma Botan. Ne ku em li vir herêmeke Kurdistanê di ser yeke din re digirin, lê belê ji kurmanciya nivîskî re, zaravayê herî nêzîk, zaravayê herêma Botan e.
Wisa hat xuyakirin, ku nirxandina anketê bi temamî piştgiriya awarteyên ku me berê jî çespandibûn kir. Encam bi vî awayî bû:
a) Ji bo awarteya (a), yanê gava kirar bi gihaneka "û" tê hejmartin, me sê hevok di anketê de nivîsandibûn, ew jî ev bûn:
- Zîlan û Bêrîvanê çalakiyek (kirin, kir) / 44:7 = 86%:14%
b) Ji bo awarteya (b), yanê gava navdêr wek kirar bi gelejimarî tê veqtandin, me ev herdu hevok amade kiribûn:
c) Ji bo awarteya (c), yanê gava kirar bi lêkereke negerguhêz re di gelejimariyê de be û ew kirar bi xwe bibe kirarê lêkera gerguhêz jî, hîngê lêkera gerguhêz jî li gor kirar dikeve gelejimariyê, me di anketê de du hevok nivîsandibûn, ew jî ev bûn:
Gava em di warê statîstîkê de li vê encamê temaşe dikin, em dibînin, ku bi sedema encama hevoka „Zîlan û Bêrîvanê çalakiyek (kirin, kir)", divêt dijberiyeke din hebe, ku me ew nedîtiye. Piştî ku em niha lê vegeriyan, me ew dijberî dît. Ew jî bersiva birêz Qadir ji herêma Zaxo ye. Bersiva wî bûye sedem, ku hejmarên her sê hevokên awarteya (a) ne mîna hev in û herwisa yên awarteya (b). Lê bi rastî ev roleke mezin êdî naleyîze.
Em dikarin bi gelemperî bêjin, ku ev hejmarên statîstîkê, awarteyên ku me berê dîtibûn bi xurtî diçespînin.
Ka em niha li hevoka „ Xortan çalakiyek (kirin, kir)" temaşe bikin. Ji bo vê hevokê encama anketê bi vî awayî bû:
Tevî ku hejmareke ne biçûk bersiva vê hevokê bi gelejimarî daye, lê belê dîsa jî ne piranî ye. Tiştê ku bala me kişand ew bû, ku hin kurdên ji herêma Botan jî bersiv bi gelejimarî dane. Lêkera hevokên ji terzê vê, bi taybetî li rojavayê Kurdistanê bi gelejimarî tê gotin û wisa bi nimûneya ku me di RONAHIyê de dîtibû digunce (li jor li hevoka "Qemer Xanimê, keça Hecî Mûsa begê", temaşe bikin ).
Mixabin gava peyama birêz Subhî Ahmad giha me, me anketa xwe belav kiribû û wisa, ew nimûneya ku wî dabû, neket nava anketê. Ji lew re jî em nikarin wê hevokê û yên ji terzê wê binirxînin. Bi texmîna me, encama hevokên ji vî terzî jî dê wek vê hevoka dawiyê be; lê dîsa jî, wek yên oldar dibêjin "Xwedê dizane".
III.
Gelo ev encama ku me bi vê lêkolîna xwe û bi rêya anketê bi dest xist tê çi wateyê?
a) Ji aliyê dîrokî ve
Wek me di gotarên xwe yên berê de jî gotibû û li gor zanîna me ya dîrokî, zimanê Horiyên Kevnare, ku wek şaxek ji şaxên neteweya Kurd in, zimanekî êrgatîvî bû. Rastiya ku li ber me ye, di zimanê me de, tenê di dema borî û bi lêkerên gerguhêz re êrgatîv hên jî zindî maye. Bi borîn û derbasbûna heyamên dîrokî – wisa tê xiyakirin, ku êrgatîv hin bi hin vekişiyaye. Ev cudahiya di navbera herêman de ji me re nîgareke wisa pêşkêş dike, ku ev pêvajo hên jî berdewam e. Li vir gotineke helbestvanê me yî mezin, rehmetî Cegerxwînê nemir, tê bîra me. Wî digot: "Ziman li rojhilat dest pêdikin û li rojava zelal dibin". Hema hema, ev nîgara li ber me jî tiştekî wisa dide xuyakirin. Li herêmên navendî yên Kurdistanê, ku heya radeyekê ji bandorên derveyî parastî mane, giranahî hên jî bi ser êrgatîv de ye. Lê li herêmên din rewş êdî bi awayekî din e.
Tiştê ku bala me kişand herêma Şikakan bû. Bersiva birêz Kakşar Oremar, ku ji wê herêmê ye, mîna ya kurdên rojavayê Kurdistanê ye. Lê sedema vê yekê jî dibe ku pêwendiyên dîrokî bin. Em baş dizanin, ku di demeke dîrokî ne kevin de pêwendiya êlên Şikakan bi padîşahiya Milan re çêbûbû. Bûyera Îso Axayê Şikakî û paşayê Milan (haka de haka, siwaro de haka) gelek bi nav û deng e.
b) Ji aliyê rewşa ziman ya îro ve
Kevnariya êrgatîv û mayîna vê diyardeyê li hin herêman bi awayekî hên kevintir nayê wê maneyê, ku em di zimanê îro de bi her awayî vê qeydê bistînin. Divêt em ji bo zimanê standard rastiya ziman ya îro li ber çavan bigirin. Heke em qeydên zimanê xwe carekê biçespînin, hîngê ewê baş cih bigirin. Lê heke em her kesek bêjin, bi her awayî qeyda herêma min rast e, hîngê emê nikaribin zimanekî standard pêkbînin. Ev jî dîsa pirsa biryarê ye, ku rojekê saziya zimanê kurdî divêt wê bistîne.