Çend gotin li ser nîþana ayendê.
Mustefa
Reþîd
Bi dîtina me awayê bikaranîn û nivîsandina nîþana dema ayendê(paþerojê) di vekîtê de hên nehatiye standardkirin. Daku em vê mijarê ronahî bikin, ka em wek nimûne bêjin: „Azad dike biçe Wanê“. Ev hevoka me di ayendê de bi gelek þêweyan tê bikaranîn û nivîsandin:
1) Azadê biçe Wanê
2) Azad ê biçe Wanê
3-
Azad dê biçe Wanê
4)
Azad yê biçe Wanê
5)
Azad wê biçe Wanê.
Bi
rastî jî mirov di pexþanê de rastî van hemû þêweyan tê. Em dikarin bêjin,
ku hema naveroka hevokên (1) heya (5) mîna hev e û xwendevan, yan jî guhdar
ji van hevokan yek wateyê têdigihîne; ew jî ew e, ku „Azad dike di dema
ayendê de biçe Wanê“. Gelo kîjan hevok ji bo zimanê standard ya here baþ
e?. Em niha dixwazin li bersiva vê pirsê hinekê bikolin. Di hevoka (1) de nîþana
ayendê bi navdêr ve hatiye nivîsandin û di hevokên (2) heya (5) de ev nîþana
ayendê wek bêjeyeke serbixwe hatiye nivîsandin. Cudahiya hevokên (3) heya
(5) ji ya (2) ew e, ku tîpeke dengdar (di hevoka sisiyan de tîpa „d“) yan
jî nîvdengdêr (di hevoka çaran de tîpa „y“, di hevoka pêncan de tîpa
„w“) ketiye pêþiya nîþana ayendê. Sedema bikaranîna tîpekê di pêþiya
dengdêra „ê“ de (nîþana ayendê) ew e, ku di zimanê me de bêjeyên bi
dengdêran dest pêdikin - ji bilî dengdêra „a“ - gelek kêm in û Kurd bi
gelemperî (em bi mecazî dibêjin) ji vê yekê direvin. Ji lew re, gava em li
mijara nivîsandina tîpekê di pêþiya „ê“ de, wek pirs û mijareke cihê
temaþe bikin û wê niha bidin aliyekî, hîngê hevokên (2) heya (5) di wî
warî de mîna hev in, ku nîþana dema ayendê wek bêjeyeke serbixwe hatiye
nivîsandin. Loma em dixwazin gengeþiya xwe tenê li ser pirsa „gelo
divêt nîþana ayendê bi navdêr ve yan serbixwe bê nivîsandin?“
bikin. Ji ber wê, emê tenê hevokên (1) û (2) bi hev re bipîvin û bidin
hember hev.
Ka
em pêþî herdu hevokan li gor kîtan binivîsînin:
1)
A-za-dê bi-çe Wa-nê.
2)
A-zad ê bi-çe Wa-nê.
Bê
guman, herdu hevok di ahengiyê de jî gelek ji hev cuda ne. Hevoka pêþîn
nerm derbas dibe û dengê tîpa „ê“(nîþana ayendê) ji tîpên din nayê
cudakirin, lê di hevoka (2) de em piþtî bêjeya „Azad“ hinekê radiwestin
û dengdariyeke bêtir didin tîpa „ê“. Di herdu hevokan de jî kît nayên
þikestin; ev jî gelek girîng e.
Ji
ber ku herdu hevok kurt in û navdêrê „Azad“ nêr e, ti serêþî di
xwendinê de peyda nabe û çiqas yê guhdar ji herdiyan fêhmbike jî - tevî
nermbûna hevoka (1) - hevoka (2) hên baþtir tê fêhmkirin. Ka em hevokê
hinekê dirêj bikin û li cihê navdêrê nêr (li vir „Azad“) navdêrekî
mê (Sînem) bi kar bînin.
1.1)
Sînemê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe
re ya bi navê Gulþîn biçe Wanê.
2.2)
Sînem ê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe
re ya bi navê Gulþîn biçe Wanê.
Dîsa
em ji herdu hevokan baþ fêhmdikin û di warê giramêrê de herdu jî xwe
diparêzin. Lê ka em tiþtekî din bikin. Ka em di herdu hevokan de du bêjeyan
biguhêrin û em li cihê „biçe Wanê“ hema „nan xwar“ binivîsînin. Hîngê
hevok bi vî awayî dibin:
1.11)
Sînemê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe
re ya bi navê Gulþîn nan xwar.
2.22)
Sînem ê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe
re ya bi navê Gulþîn nan xwar.
Niha
em dibînin, ku hevoka (1.11) xwe ragirt, lê belê maneyeke din stand. Di warê
giramêrê de, li gor maneya nû hevok gelek rast û durist e. Li vir tîpa „ê“,
ku bi navdêrê „Sînem“ ve hatiye nivîsandin roleke din stand û bû nîþana
tewangê. Ev jî li gor raweya êrgetiv ya zimanê me, ku di dema borî de bi lêkerên
gerguhêz (transitiv) re kirar (subjekt) tê tewandin, gelek rast û durist e. Lê
belê çi bi serê hevoka (1.22) hat?. Em dibînin, ku ew ji aliyê giramêrê
ve ji hev ket û tîpa „ê“ ku nîþana ayendê ye rola xwe neguhert û nebû
nîþana tewangê. Daku wisa bibe, divêt tîpa „ê“ bi navdêrê „Sînem“
ve bê nivîsandin û hîngê herdu hevok ji sedî sed wek hev dibin û ti cudahî
di navbera wan de namîne. Ev tê çi maneyê? Ev tê wê maneyê, ku gava em
hevoka (1.11) ji „Sînemê“ heya „Gulþînê“ dixwînin, em di maneya wê
de hên nizanin, ka gelo Sînem dixwaze di ayendê de tiþtekî bike yan biçe
cihekî, yan jî mebest jê ew e, ku Sînem hatiye tewandin, ji ber ku wê di
dema borî de tiþtek kiriye. Yanê ev hevoka me, heya em digihînin navê
Gulþînê ne yekwate ye. Yê xwendevan û yê guhdar heya ku digihe bêjeya
„Gulþîn“ hên jî nizane kîjan çalakî ji Sînemê destpêdike û kîjan
dem e. Gelo ayend e yan dema borî ye?!. Bi vajayî wê, gava em di
hevoka (2.22) de Navê „Sînem“ û tîpa „ê“ dixwînin, hîngê em
yekser dizanin, ku dema lêkerê ayend e û nabe ku li dawiya hevokê tiþtekî
wek „nan xwar“ were. Wisa em gihîþtin wê encamê, ku gava
kirar(subjekt) navdêr be, hîngê awayê nivîsandina nîþana ayendê, wek bêjeke
serbixwe, awayê herî rast û durist e.
Ev
encam heya niha gelek baþ e. Lê belê bi pronav(cînav) re çawa ye?
Gava
em navdêrê „Azad“ di hevoka (1) de wek kirar(subjekt) bi pronav binimînin,
hîngê herdu hevokên (1) û (2) bi vî awayî tên nivîsandin:
1P)
Ewê biçe Wanê.
2P)
Ew ê biçe Wanê.
Ka
em dîsa herdu hevokan li gor kîtan binivîsînin:
1P)
E-wê bi-çe Wa-nê.
2P)
Ew ê bi-çe Wa-nê.
Em
yekser dibînin, ku hevoka (2P) li guhê me gelek kovî tê. Lê belê, ka em dîsa
jî, wek çawa bi navdêr re, bi pronav re jî, hevoka dirêj bi kar bînin. Hîngê:
1.1P)
Ewê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe re ya
bi navê Gulþîn biçe Wanê.
2.2P)
Ew ê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe re
ya bi navê Gulþîn biçe Wanê.
Dîsa
wek li jor, em ji herdu hevokan baþ fêhmdikin û di warê giramêrê de herdu
jî xwe radigirin û diparêzin.
Careke
din, wek li jor, emê dawiya hevokê biguhêrin û hevokan dîsa binivîsînin:
1.11P)
Ewê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe re ya
bi navê Gulþîn nan xwar.
2.22P)
Ew ê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe re
ya bi navê Gulþîn nan xwar.
Niha
em li pêþiya rewþeke nû ne. Belê hin Kurd hene, li cihê pronavê kesê sêhem
yê tewandî „wê“ þêweyê „ewê“ bi kar tînin. Lê li gor zimanê
standard ev pronav bi þêweyê „wê“ hatiye çespandin. Ji lew re, divêt
em awayê „ewê“ di vê mijarê de bidin aliyekî, ji ber ku ev babeteke din
e.
Hîngê
li gor zimanê standard herdu hevokên me (1.11p) û (2.22P) ji aliyê giramêrê
ve ji hev dikevin. Yanê heke di dawiya hevokê de beþê „nan xwar“ hebe, hîngê
divêt hevok bi vî awayî bin:
2.11P)
Wê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe re ya
bi navê Gulþîn nan xwar.
2.22P)
Wê ê roja pêncþemê bi birayê xwe re yê bi navê Remo û bi hevala xwe re
ya bi navê Gulþîn nan xwar.
Hevoka
(2.11P) bi maneya nû rast û durist e, lê belê hevoka (2.22P) em çawa bikin
jî, ji aliyê giramêrê ve sererast nabe.
Em
dibînin, ku bi pronav re vê carê hevoka pêþîn yekwate ye û hevoka duwem
nikare xwe ragire. Tenê gava em nîþana ayendê ji hevokê bavêjin ew durist
dibe. Lê belê, hîngê dîsa ew û hevoka (2.11P) ji sedî sed wek hev dibin.
Yanê bi pronav re þêweyê herî baþ û durist ev e:
1P)
Ewê biçe Wanê.
Encama
dawî: Bi dîtina me, þêweyê herî baþ û durist ew e, gava kirar navdêr
be, hîngê divêt nîþana ayendê, cihê(cuda) bê nivîsandin, lê belê bi
pronav re, baþtir e, ku bi hev ve bên nivîsandin.
Bi pronav re hevok maneyeke din nastîne.
Serinc:
Bê guman, mirov dikare hem bi navdêr û hem bi pronav re jî nîþana ayendê
ji wan bi „apostrof“ biqetîne; yanê bi awayê:
1)
Azad’ê biçe Wanê.
1P)
Ew’ê biçe Wanê.
Lê
belê ev vedigere ser biryara Akademiya Zimanê Kurdî.