Ji bo her dengekî êþmarek
Ber bi klavyayeka nû va
 
Mustefa Reþîd
 
 
Pêþgotin
 
Klavya (keyboard, Tastatur) ew’e ku mirov bi tiliyên xwe li gupikên wê dide û tîpa ku dixwaze li ser ekrana komputer dinivîsîne. Piþtî mijara ku tê nivîsandin temam dibe, nivîs tê embarkirirn û parastin. Di roja îro da nivîsîna li ser kaxetê êdî pir kêm tê bikaranîn. Piraniya nivîsan bi komputer pêktê. Ji lew ra, her welatekî – ji bo nivîsandina zimanê xwe’yî fermî klavyayek li gor tîp û dengên zimanê xwe daniye. Bê guman, berî heyama komputer nivîsên fermî bi tilînivîsê (dektîlo) dihatin nivîsandin. Hejmara gupikên tilînivîsê ji hejmara tîpên ziman, îþaretên nuqteþaniyê, hejmarên 0 heya 9 û hin îþaretên din yên pêwîst pêkdihat. Bi arîkariya gupika þîft (shift, schift) mirov dikarîbû li cihê gupikên ji bo tîpên biçûk, tîpên gir û li cihê hejmaran hin îþaretên din wek „ !, „ , §, $, %, /, (, ), =, ? „ binivîsîne. Bi gelemperî heya niha jî hên ev sîstem di klavyayên komputeran serdest’e.
 
Berê tilînivîsên dewra pêþîn wisa hatibûn duristkirin, ku her gupikeka klavyayê, bi bistiyekî yan destikekî va wisa hatibû girêdan, gava mirov li gupikê dida, ew destik diçû li þerîta bi boyax diket, ku li pêþiya kaxezê bû û wisa ew tîp li ser kaxezê dihate nivîsandin. Her destikek wisa hatibû eyarkirin, ku her carê bi lêdana her gupikekê ra, tîpa ku mirov dixwest binivîsîne li ser kaxezê dihate çapkirin û kaxez bi gavekê pêþve diçû. Sîstema tilînivîsê bi giþtî wisa bû, ku mirov dikarîbû her tîp, yan her îþareta ku di tilînivîsê da heye, bi kar bîne. Ji ber vê yekê her tilînivîsekê tenê þêweyekî xwe yê tîpan hebû û mirov nikarîbû þêweyê nivîsînê(font) biguhêre. Di pey ra hin tilînivîsên elektirîk û nûjen peyda bûn, ku hemû tîp û îþaret li ser gokekî ji mêtal hatibûn danîn; ew gok jî wek seriyekî li tilînivîsê dihate siwarkirin. Bi her lêdanekê ra gok bi lez dizîvirî û bi temamî ew tîp yan ew îþareta ku hatibû lêdan, li ser kaxezê dihate nivîsandin. Bi guhertina gokê pêþîn bi yekî din, ku tîpên li ser hatine danîn bi awayekî din bûn, mirov dikarîbû þêweyê nivîsînê(font) hinekê biguhêre. Lê tevî wê jî, îmkanên ku hebûn pir bi sînor bûn. Tiþtê herî nebaþ ew bû, heger mirov bixwesta hin peyvan di nivîsa xwe da biguhêre, diviyabû ji wî cihî da heya bi dawiya nivîsê ji nû da binivîsîne.
 
Di sîstema komputeran da klavya bi giþtî înformasiyona xwe bi awayê software ji fonta ku hatiye hilbijartin distîne û ew tîp yan jî ew îþaret bi þêweyê ku di font da hatiye danasîn li ser ekrana komputerê tê nivîsandin. Ji lew ra, îro ew îmkan peyda bûne, ku mirov dikare nivîsara xwe bi gelek fontên cuda û cawaz binivîsîne. Lê belê ew font jî dîsa wan kesan çêkirine, ewên ku di destpêkê da komputer ji bo xwe bi kar anîne û wê hîngê hên hesabê hemû ziman û gelên din nekiribûn.
 
Çawa teknîka komputer di warên hardware û software da zû pêþve çû, wisa jî bikaranîna wî pir bi lez li seranserê cîhanê belav bû. Ji bo zimanên ku bi tîpên latînî dinivîsînin, êdî gelek font hatine peydakirin. Bê guman, hebûna pir fontan dewlemendiyek’e û gava mirov ji kîjan þêweyê tîpan hezbike, dikare wê fonta ku dixwaze hilbijêre û nivîsa xwe pê binivîsîne.
 
Komuterên pêþîn li ser bingeha 16 bit (8 byte) dixebitîn. Ev jî dibû sedem, ku hejmara îþaret û tîpên têvel (ji hev cuda) di çarçewa 256 îmkanan da bimîne. Lê belê hejmara tîp û îþaretên di zimanên seranserê cîhnê da hene, bi gelekî ji 256-an pirtir’e. Piraniya fontên ku heya niha tên bikaranîn di çarçewa 256 tîp û îþaretan da bi sînorkirî’ne û ji lew ra jî bi kêrî nivîsandina hemû zimanan nayên.
 
Teknîka komputer pir bi lez pêþve diçe. Ji 16 bit bû 32, di pey ra bû 64 û her wisa bi lez diçe, ku komputerên bi 256 bitan jî êdî peyda dibin. Ev yek tê wê maneyê, ku ji aliyê hardware û software va îmkanên gelek mezin peyda bûne. Fontên nû – wek nimûne, eva ku em niha pê dinivîsînin (Arial Unicode MS), gelek mezin’in; mirov dikare bi wan heya zimanê Çînî jî binivîsîne. (库尔德人的语言). Heke min ev herdu peyv „kurdish language“ rast wergerandibin zimanê çînî, hîngê bi zimanê Çînî, van îþaretên derbasbûyî tên wateya „zimanê kurdî“. 
 
Gava em bala xwe didin klavyayên amerîkî û înglîzî yên destpêkê, em dibînin ku gelek sade´ne û tenê tîpên zimanê wan (yanê yên zimanê înglîzî) têde hene. Dema netewe û welatên din sîstema komputer birine û xwestine pê binivîsînin, dîtine ku ji bo zimanên wan hin tîp û îþaretên din pêwîst’in, ewên ku bêyî wan nivîsandina zimanê wan ne gengaz û mimkin’e. Ji lew ra hin fontên din hatine peydakirin, ku tîp û îþaretên zimanên wan jî têde hebin.
 
Fontên destpêkê jî tenê li gor zimanê înglîzî hatibûn duristkirin. Gava neteweyên din xwestin zimanê xwe bi wan fontan binivîsînin, dîtin ku hin tîpên zimanê wan di wan fontan da peyda nabin. Ev pirsgirêka han heya niha jî serê me pir diêþîne. Wek nimûne, heger em nivîsekê bi fonteka taybet binivîsînin û di pey ra têxin fonteka din, dibe ku hin tîp werin guhertin yan jî li cihê wan hin îþaretên din bêne xuyakirin, ku ew di nivîsa bingehîn da tine bûn. Ka em bi vê fonta niha hevokekê binivîsînin û di pey ra veguherînin hin fontên din:
 
            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Arial Unicode MS)

            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Times New Roman)
 
            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Arial)
 
            ªeº çivîk bi hev re ji ser kaniyê firîn. (Font: KurdArial)
 
            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: A_Celadet)
 
            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Tahoma)
 
            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Verdana)
 
            Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Arioso)
 
         Þeþ çivîk bi hev ra ji ser kaniyê firîn. (Font: Courier New)
 
 
Em dibînin ku hevoka me di piraniya fontan da rast tê xuyakirin. Lê belê di fonta KurdArial û Arioso da tîpa þ winda dibe û li cihê wê hin îþaretên din têne xuyakirin. Tevî ku fonta Arioso fonteka pir xweþik´e, mixabin em´ê nikaribin di rewþa îro da wê ji bo Kurmancî bi kar bînin. Mixabin ewên ku fonta KurdArial ji fonta bingehîn Arial durist kirine, font herimandine û cihê tîpa þ yê bingehîn jî guhertine.
 
 
Klavya yan jî keyboard
 
Piþtî vê pêþgotina kurt, ka em vegerin ser mijara klavyayê. Haya niha em kurdên ku bi tîpên latînî dinivîsînin, her yek ji me klavyaya welatê ku lê dijî bi kar tîne. Lê belê em ji bo nivîsandina hin tîpên zimanê me, yên wek "þ, ç, ê, î, û" hin zehmetiyan dibînin. Kurdên me, yên ku klavyaya tirkî bi kar tînin, di nivîsandina tîpên "þ, ç" da ti zehmetiyan nabînin. Nivîsandina tîpên bi kumik jî bi klavyaya tirkî mimkin´e.
 
Malpera NEFEL.COM klavyayeka kurdî daniye, ku di wê da ew tîpên ku ji bo me dibin pirsgirêk, hatine bicihkirin. Mixabin ku danerên vê klavyayê sûd û mifa ji klavyayên welatên din negirtine. Wisa tê xuyakirin, ku wan ev klavya li ser bingeha klavyaya înglîzî-amerîkî ya destpêkî danîne û xwestine tenê mijara van tîpan " þ, ç, ê, î, û" çareser bikin.
 
Berî ku em dest bi gengeþiyê li ser klavyayeka nû bikin, ka em pêþî binêrin, ev welatên din klavyayên xwe çawa danîne?.
 
1-   Klavyaya almanî: Di klavyaya almanî da ji bilî 26 tîpên latînî yên bingehîn, tîpên wan yên taybet jî "ä, ö, ü, ß" hatine bi cihkirin. Lê belê di klavyaya almanî da du gupikên ku ji wan ra "dead key" dibêjin jî hene. Taybetmendiya van gupikên "dead key" ew´e, ku mirov dikare bi arîkariya wan hin tîpên din, yên tenha hin caran pêwîst dibin, binivîsîne. Gelek welatan – wisa jî danerên klavyaya almanî jî – sûd û mifa ji vê taybetmendiya "dead key" wergirtine. Li aliyê rastê yê jor gupika bi kumik (CIRCUMFLEX ACCENT) heye. Gava mirov pêþî li wê bide û di pey ra li gupikekê ji van gupikan (a, e, i, o, u) bide, hîngê ew tîp bi kumik tên nivîsandin û dibin (â, ê, î, ô, û); ev yek ji bo tîpên gir jî wisa ye; yanê (A, E, I, O, U) dibin (Â, Ê, Î, Ô, Û). Kurdên ku klavyaya almanî bi kar tînin, sûd û mifayê ji vê taybetmendiya klavyaya almanî digirin û wisa dikarin tîpên kurdî yên bi kumik binivîsînin. Gupika din ya "dead key" li aliyê rastê, li jor´e. Li ser vê gupikê herdu nîþandekên fransî (ACUTE ACCENT "´") û (GRAVE ACCENT "`") hatine bicihkirin. Bi arîkariya van herdu nîþandekan, ev hemû tîp dikarin bên nivîsandin: (Ḡé, í, ó, ú, ý, Á, É, Í, Ó, Ú, Ý, à, è, ì, ò, ù, À, È, Ì, Ò, Ù). Tevî ku ev tîpên bi kumik û ev hemû tîpên bi ACUTE ACCENT û GRAVE ACCENT di alfabeya almanî da tine’ne jî, lê dîsa jî nivîsandina wan bi klavyaya almanî gengaz û minkin´e. Gelo ev çima wisa kirine?
 
2-   Heger em bala xwe bidin klavyaya fransî, em´ê bibînin, ku di klavyaya wan da jî, ji bilî tîpên latînî yên bingehîn, ev tîp jî hene: "à, è, è, ç, ù" û bi arîkariya CIRCUMFLEX ACCENT – gupika bi kumik, ew dikarin van tîpan (Â, Ê, Î, Ô, Û, â, ê, î, ô, û) binivîsînin.
 
3-   Di klavyaya holandî da jî, ji bilî tîpên bingehîn, du "dead key" hene, ku ew dikarin bi arîkariya wan van hemû tîpan (á, é, í, ó, ú, ý, Á, É, Í, Ó, Ú, Ý, ä, ë, ï, ö, ü, ÿ, Ä, Ë, Ï,Ö, Ü) bi klavyaya xwe binivîsînin.
 
Me klavyayên gelek welatên ewropayî û yên bakur û baþûrê Amerîka dan ber hev û em gihîþtin encamekê. Her welatekî di klavyaya xwe da tîpên bingehîn yên zimanê xwe bi cih kirine û bi arîkariya hin gupikên “dead key” tîpên zimanên cîran yan jî yên ku hin caran ji wan ra pêwîst dibin di klavyaya xwe da bi cih kirine û wisa dikarin – li gor pêwîstiyê – hin caran peyvên zimanên din (wek ku bi wan zimanan tên nivîsandin) bi klavyaya xwe jî binivîsînin. Ev yek bixwe ji pêwîstiyê hatiye. Wek nimûne: Heke em bixwazim bêjin, me pirtûka birêz “André“ xwendiye, divêt em navê wî wek ku heye binivîsînim. Ev jî tenê mimkin’e heke klavya ji bo vê arîkar be.
 
Hin welatan ji yekê bêhtir klavya danîne. Amerîka û Inglistanê gava ku dîtine di klavyaya wan da tîpên welatên din yên Koma Latînî peyda nabin, ew jî rabûne klavyayeka nû bi navê “english-us-international” danîne, ku di wê da bi arîkariya gupikên “dead key” nivîsandina tîpên zimanên din û hin îþaretên pêwîst gengaz û mimkin’in.
 
Di piraniya klavyayên welatên ewropayî da, ji bilî tîpên wan yên taybet, îmkana nivîsandina tîpên bi îþaret heye. Ji bo danîna îþaretan li ser tîpan (hin caran jî li bin wan) ev nîþanên taybet têne bikaranîn:
 
1-      ACUTE ACCENT, li ser van tîpan tê danîn: Ḡé, í, ó, ú, ý, Á, É, Í, Ó, Ú, Ý
 
2-      GRAVE ACCENT, li ser van tîpan tê danîn: à, è, ì, ò, ù, À, È, Ì, Ò, Ù
 
3-      CIRCUMFLEX ACCENT, li ser van tîpan tê danîn : Â, Ê, Î, Ô, Û, â, ê, î, ô, û
 
4-      DIAERESIS, li ser van tîpan tê danîn: ä, ë, ï, ö, ü, ÿ, Ä, Ë, Ï,Ö, Ü
 
5-      TILDE, li ser van tîpan tê danîn: ñ, ã, õ, Ñ, Ã, Õ
 
6-      CARON “ ˇ “ : Pir welatên rojhilatê Ewropa vê îþaretê jî bi kar tînin.
 
7-      CEDILA " ¸ " : Li bin tîpan tê danîn. Herdu tîpên me "ç" û "þ" bi danîna vê îþaretê li bin tîpên "c" û "s" pêkhatine.
 
 
Bikaranîna îþareta CARON di klavyaya welatê Çêk da gelek balkêþ’e. Bi arîkariya “dead key” ev îþaret li ser van tîpan tê danîn: š, Š, ľ, Ľ, ě, Ě, ř, Ř, ň, Ň, č, Č, ž, Ž, ď, Ď, Ť, ť
 
Di hemû zimanan da wisa ye, ku ev tîpên îþaretek li ser wan tê danîn, ji bingeha alfabeyê nayên hejmartin. Ew bi danîna van îþaretan, li ser dengên bingehîn, wan dengan yan nerm dikin, yan hiþk dikin, yan zirav dikin, yan stûr dikin, yan jî diþiddînin.
 
Hebûna vê îmkanê ramanek anî bîra me, ku em jî di klavyaya xwe da rê li ber danîna hin îþaretan li ser hin tîpên zimanê me vebikin. Armanc bi ti awayî ne ew’e, ku em hejmara tîpên alfabeya kurdî pirtir bikin. Wek nimûne, zimanê erebî berê bê nixte bû. Di pileya pêþîn da li ser hin tîpan nixte hate danîn, da ku ziman baþ bêye xwendin. Di pileya duyem da gava zimanê erebî li nav gelên ne Ereb belav bû – da ku ziman bi temamî rast bêye xwendin, esir û stunên wek fethe, demme, kesre, þedde û sikûn hatin danîn. Bi danîna van îþretên arîkar, hejmara tîpên zimanê erebî her 28 tîp man, lê xwendina zimên – bi taybetî jî ji bo kesên biyanî – hêsantir bû û êdî rast hate xwendin. Heya niha jî rewþ wisa ye, ku di jiyana rojane da, bi zimanê erebî, ev îþaretên arîkar nayên bikaranîn. Tenê ji bo hînbûna ziman bi awayekî durist, li gor pêwîstiyê ev îþaret têne danîn û her wisa, da ku kesên biyanî zimanê erebî rast bixwînin, ev îþaret dibin arîkar; bi taybetî jî di xwendina Qurǐanê da. 
 
 
Gelo tiþtekî wisa ji bo Kurdî jî pêwîst´e?
 
Bi rastî, ji salan da gelek gengeþî li ser alfabeya me pêktên. Di van gengeþiyan da herdem pirsgirêka tîpên me yên dudengî (ç - Ç, k - K, p - P, r - R,  t - T) û di zaravayê Soranî da tîpa “l - L” tê meydanê. Bi taybetî kurdên me yên komarên Sovyeta berê li ser vê mijarê bi îsrar radiwestin. Lê belê gelek kesên din jî hene, ku vê yekê wek pirsgirêk dibînin. Çiqas em – wek kurdên “Celadet-Parêz” – li hember dîtinên wan derdikevin jî, lê em bixwazin nexwazin, bi rastî jî di hin peyvan da bêyî nîþankirina van tîpan hinek nezelalî peyda dibe.
 
Bi bîr û baweriya min, divêt em êdî di mijara alfabeyê da, xwe ji helwesta dogmatîk rizgar bikin. Divêt em nebêjin, ku alfabê ev´e, wek kêrtika hesinî ye û nabe tiþtek têde bê guhertin; divêt em herdem ji rêforman ra amade bin û bipejirînin; ev zagoneka jiyanê ye. Madem pirsgirêk li meydanê hene, divêt em çareseriyan jêra bibînin. Alfabê û îþaretên arîkar divêt li gor rastiya ziman bin û bersiva her pirsgirêkekê bidin. Helwesta dogmatîk pirsgirêkan dihêle; wan çareser nake. Di her zimanekî da çiqas dengên cuda hebin, divêt li hember wan, yan ewqas tîp hebin, yan jî tîp ji dengên ku bi gelemperî têne bikaranîn ra bêne danîn û ji dengên din ra jî, bi danîna hin îþaretan li ser yan li bin hin tîpan, çare bê dîtin. 
 
Em bala xwe bidin zimanê erebî. Gava hên berî dema îslamê alfabeya aramî birine, alfabê 28 tîp bûne; tîpa 27-an lamelêf´e, ku wek tîpeka serbixwe ne pêwîst´e û ti mane jêra nîne. Lê belê heya niha jî alfabeya erebî ji van 28 tîpan pêktê, lamelêf jî di nav da.
 
Da ku em vê ramana xwe avêne û zelal bikin, em bikaranîna îþaretên arîkar wek "fethe, demme, kesre, þedde, sikon û tenwîn" di zimanê erebî de bînin bîra xwe. Ev îþaretên arîkar di her nivîseka bi erebî da nayên bikaranîn; ew tenha ji bo hînkirina zarokan, ji bo hînkirina biyaniyan û di hin rewþên din yên taybet da, wek xwendina Qurǐanê têne bikaranîn. Piþtî ku mirov baþ hînî zimanê erebî dibe, ew îþaret nema pêwîst dibin. Ji lew ra, bi dîtina min, bikaranîna van îþaretên arîkar di zimanê erebî da, bi encama serborî û tecrûbeyeka dîrokî ya dûr û dirêj pêkhatiye û divêt em jî sûd û mifayê jê wergirin. Helwesta ku em xwe di her warekî da ji erebî û Ereban bi dûr bixin, ne rast û durist´e. Ew kesên ku ev îþaretên arîkar di erebî da bi kar anîne, dîsa piraniya wan bav û kalên me bûne, ku xwestine mirov bi awayekî rast û durist hînî ziman bibe.
 
Li ser mijara tîpên dudengî, me di nivîseka din da ev nimûneya jêr dabû:
"Yekî ker û bi çavekî li kerekî boz siwar e, ker dizire û diçe nava kerî. Bêrîvan têne pêþiya wî û dibêjinê: Kuro, kero em dizanin tu ker î, lê çima tu vî kerî tînî nava kerî?. Te sewal tirsandin, kerî ker ker kir û kir sê kerî."
 
Di vê nimûneya me da, bi rastî jî, heya ku naverok baþ bê fêhmkirin, divêt tîpên "k" û "r" hin caran nerm û hin caran jî hiþk bêne bilêvkirin. Lê belê, gelo em îþaretê bidin tîpa hiþk an ya nerm? Berî ku biryareka giþtî ji aliyê dezgehên fermî da tê standin, ka em herdu rêyan jî vekirî bihêlin. Di zimanê Çîkî da îþareta CARON ji bo nermkirina tîpan tê bikaranîn. Lê belê di zaravayê me yê Soranî da, ev îþareta CARON ji bo stûrkirina tîpan tê xebitandin. Ji lew ra wek pêþniyar, ka em îþareta CARON ji bo hiþkkirinê bi kar bînin. Jixwe Mîr Celadet îþareta KUMIK(CIRCUMFLEX ACCENT) ji bo tîpên "ê, î, û" bi kar aniye û îþareta CIDELA jî ji bo pêkanîna tîpên "ç" û "þ" hatiye terxankirin.
 
Heger em di vê hevokê da – li hin cihan – tîpên hiþk bi îþareta CARON û yên nerm bi îþareta CIDELA ji hevdu cuda bikin, hîngê hevok bi vî awayî dibe:
"Yekî keř û bi çavekî li ǩerekî boz siwar e, ǩer dizire û diçe nava ķerî. Bêrîvan têne pêþiya wî û dibêjinê: Kuřo, keřo em dizanin tu keř î, lê çima tu vî ǩerî tînî nava ķerî?. Te sewal tirsandin, ķerî ķer ķer kir û kir sê ķerî."
 
Lê belê, me di vê hevokê da, li her cihekî tîpa hiþk û nerm neda xuyakirin, me tenê li cihên ku guman heye, hiþkkirin û nermkirina tîpan da xuyanîkirin.
 
Heger em li her cihekî bidin xuyanîkirin, hîngê hevok wisa dibe:
"Yeķî ķeř û bi çavekî li ǩeŗeķî boz siwaŗ e, ǩeŗ diziře û diçe nava ķeŗî. Bêŗîvan ţêne ṕêþiya wî û dibêjinê: Ķuřo, ķeřo em dizanin ţu ķeř î, lê çima ţu vî ǩeŗî ţînî nava ķeŗî?. Ţe sewal ţirsandin, ķerî ķeŗ ķeŗ ķiŗ û ķiŗ sê ķeŗî."
 
Gelo di warê pratîkê da, dibe ku mirov her tîpekê ji tîpên me yên dudengî li her cihekî hiþkbûn yan jî nermbûna wan bide xuyakirin?. Na, nexêr. Belkî hinek bêjin: "Çima na? Ma ne baþtir´e, ku em her dengekî bi diqet binivîsînin, da ku bi diqet jî bê xwendin?".  Sedema here girîng, ku nabe em li her cihekî wisa bikin ev´e: Kurd li her herêmekê van tîpên dudengî mîna hev, nerm yan hiþk, bilêvnakin. Wek nimûne, tîpa "p" di hokerên "pêþ" û "paþ" da li herêmên Serhed û Qefqasan bi awayê nerm tê bilêvkirin, lê li herêmên din ev tîp bi awayê hiþk tê bilêvkirin. Gelo tîpa "t" di peyva "tiþt" da çawa tê bilêvkirin?. Hin Kurmanc hene, ku tîpa "t" ya pêþîn bi awayê hiþk û ya paþîn bi awayê nerm billêvdikin, lê belê, hin Kurmanc jî hene, ku li herdu cihan jî nerm bilêvdikin. Nimûneyên wisa gelek´in. Ji lew ra, tenê beþek ji peyvan, bilêvkirina awayê tîpên dudengî di wan da, li ba hemû Kurmancan mîna hev´e. Bi temamî ev beþê peyvan divêt bête çespandin û dezgeha fermî ya zimanê kurdî biryarê bide, di kîjan peyvan da daxuyanîkirina vê taybetmendiyê pêwîst´e. Lê belê, di klavyayê da divêt ev gengazî û ev îmkan hebe, da ku kesê nivîskar bikaribe vê taybetmendiyê bide xuyakirin, heke ew ji wê bîr û baweriyê ye, bêyî daxuyanîkirina vê taybetmendiyê, kesê xwendevan dikare wê peyvê yan wê tîpê bi awayekî çewt bi lêv bike; hîngê bila îþaretê bide wê tîpê.
 
Tenê wek pêþniyar, me ji bo çareserkirina pirsgirêka tîpên dudengî, ev tîp li gel van îþaretan ji nava Unicode hilbijartin:
 
Awayê asayî
Awayê hiþk
Awayê nerm
ç
Ç
ç
Ç
k
K
ǩ
Ǩ
ķ
Ķ
l
L
ľ
Ľ
l
L
p
P
p
P
r
R
ř
Ř
ŗ
Ŗ
t
T
Ť
ţ
Ţ
 
Hûn dibînin, ku me ji bo hiþkkirina hin tîpan îþareta CARON hilbijartiye. Lê ji bo hiþkkirina tîpên "ç, p" û "t"-ya biçûk, me "ḉ, ṕ, ṫ" hilbijartine. Sedema vê yekê ew´e, ku me di nav Unicode da ji bo van hersê tîpan vêrziyonên bi kumik peyda nekirin. Heke me dîtibana, me yê ew jî bi kumik binivîsandana.
 
Hin nimûne (mînak):
- Mirovekî ķeř li ǩerekî siwar bûbû û ǩuřiyek li pey bû.
- Ṕîrê Êzîdiyan piř pîr bûbû.
- Em li meydana ḉiwarçiran li ser giyanê cangoriyan rawestiyan.
- Ťaya mirinê hatibû wî, ew gelek bê hêz bûbû, ku nikarîbû ţa bi derziyê veke.
- Guľî baxekan ľe guľî þaxekan ciwantir´e (ev hevok bi zaravayê soranî ye) .
 
Ji bilî çareserkirina pirsgirêka tîpên dudengî, divêt klavyaya kurdî ji hin îmkanên din ra jî rê vebike, ku ew jî ev´in:
 
a)    Pirsgirêka þeḏeyê û tîpa dubare.
b)    Pirsgirêka dengên biyanî.
 
A) Pirsgirêka þeḏeyê û tîpa dubare: Mîr Celadet Bedirxan gotiye, ku di Kurmancî da þeḏe nîne. Ji ber vê sedemê jî wî tîpa dubare bi giþtî qedexe kiriye. Li her cihekî, ku bi awayekî suriþtî jî tîpa dubare di peyvan da peyda dibe, gotiye, ku divêt tîpa pêþîn ji tîpa dubare bête avêtin (wek mesela ku "xurttir" bibe "xurtir"). Ne bi tenê ev jî! Gotiye, ku gava tîpên ji yek cihderkê jî di peyvan da têne ba hev, divêt dîsa ya pêþîn bête avêtin (wek mesela ku "bilindtir" bibe "bilintir"). Bi rastî jî, min demeka dirêj bawer kir, ku Mîr Celadet di vê dîtina xwe da mafdar´e; min jî bawer kir, ku þeḏe di zimanê me da tine ye û divêt em rê nedin tîpa dubare jî. Lê belê piþtî demeka dirêj û lêkolînên gelek hûr di vî warî da, ez gihîþtim wê baweriyê, ku belê Mîr Celadet ev pirsgirêk naskiriye, lê mixabin di dayîna biryara xwe da li ser vê pirsgirêkê ketiye pey qeyda zimanê devkî û wisa biryara xwe þaþ daye. Li gelek cihên din, wî reseniya peyvê parastiye, lê di vê babetê da reseniya peyvê ji qeyda zimanê devkî ra kiriye qurban. Ji lew ra, ez di vî warî da ji neçarî, ji mecbûrî li dijî dîtinên mamosteyê xwe´yî mezin derketim, ku rêz û hurmeta min bê sînor jêra heye. Min ji zû da li ser vê mijarê nivîsandiye û vê dîtinê êdî li ba gelek zimanzanan û di rastiya ziman da jî cih girtiye. Kesê ku bixwaze, dikare nivîsên min yên li ser vê mijarê bixwîne. Qedexekirina tîpa dubare, wek biryareka rêzimanî li ber pêþveçûn û dînamîkiya zimanê me dibe asteng. Zimanê me wisa ye, ku kesê nivîskar di gelek waran da neçar dibe, du peyvan li hev siwar bike û bike yek peyv û bi piþadî (tesaduf) dikare tîpa paþîn ji peyva yekem û tîpa pêþîn ji peyva duyem yek tîp be û wisa di peyva siwarkirî da tîpa dubare peyda bibe. Hîngê heke tîpa pêþîn ji tîpa dubare bê avêtin, maneya peyvê dikare winda bibe û nema bê fêhmkirin. Ev herdu peyvên ku li hev têne siwarkirin, dikarin,
1)     Du navdêr bin, wek: serok + komar = serokkomar. Nimûne: Pirsa serokkomariyê li Tirkiyê gelek tê gengeþekirin.
 
2)     Navdêr û lêker bin, wek: kasêt + tomarkirin = kasêttomarkirin. Nimûne: Zozan ji bo kasêttomarkirinê çû Amedê.
 
3)     Jimarnav û navdêr bin, wek: yek + kîte = yekkîte. Nimûne: Bêjeyên yekkîteyî jî di zimanê me da hene.
 
4)     Jimarnav û rengdêr bin, wek: nîv + vekirî = nîvvekirî. Nimûne: Ew çû û derî li pey xwe nîvvekirî hêþt. Yan jî wek peyva "nîvvala". 
 
5)     Navdêr û rengdêr bin, wek: dev + vekirî = devvekirî. Nimûne: Min îþev di  xew da marekî devvekirî dît, ku ber bi min va dihat.
 
6)     Navdêr û rengdêr bin, wek: reng + girikî = renggirikî. Nimûne: Av renggirikî bûbû.
 
7)     Rengdêr û lêker bin, wek: teng + kirin = tengkirin. Nimûne: Wê li firoþgehê ji xwe ra fîstenekî xweþik û erzan kirî, lê divêt hinekê bê tengkirin.
 
Em dikarin bi sedan peyvan bînin, ku herdem gengaz û mimkin´e, tîpa dubare, yan jî du tîpên ji yek cihderkê di siwarkirina peyvan da peyda bibin. Lê belê, avêtina tîpa pêþîn ji tîpa dubare, yan jî ji herdu tîpên ji yek cihderkê, maneya peyvê têkdide û nema tê fêhmkirin. Ji lew ra, ji bo paratina reseniya peyvê û ji bo ku peyv bê fêhmkirin, divêt ev tîp bêne parastin; ne baþ dibe, heke ew bêne avêtin.
 
Niha jî em bêne ser mijara þeḏeyê, ku em li vir bi mebest binê wê xêz dikin. Ji ber ku Mîr Celadet gotiye, ku þeḏe di Kurmancî da nîne, min demeka dirêj bawer dikir, ku bi rastî wisa ye. Lê belê gava min pirtûka birêz Deham Abdulfetah xwend û rastî nimûneyên ku dane hatim, min dît, bi rastî jî hin peyvên zimanê me hene, ku þeḏe di wan da heye. Nimûneyên ku birêz D. Abdulfetah dane, wek: "diẕek, viṟek, pîṟek, mîṟek û hwd.", vê rastiyê diselmînin, ku çiqas kêm bin jî, lê hin peyv di zimanê me da hene, ewên ku bêyî þeḏeyê maneyeka din distînin. Bi rastî jî, gava em peyva "dizek" bê þeḏe bilêvdikin, tê maneya "yek diz", lê gava em bi þeḏe bilêvdikin, tê meneya ew kesê ku herdem diziyê dike. Her wisa jî peyva "virek", gava bê þeḏe tê bilêvkirin, ew maneya "yek vir" distîne, lê gava bi þeḏe tê bilêvkirin, dibe ew kesê ku herdem derewan dike. Peyvên "pîṟek" û "mîṟek" jî wisa ne. Maneya ya pêþîn ne "yek pîr"-e û maneya ya duyem jî ne "yek mîr"-e; ev taybetmendiyeka din´e, ku em diavêjin ser hin mirovan.
 
Tevî ku di hin zimanan da – li gor biryara zimanzanên wan – pirsgirêka þeḏeyê bi tîpa dubare çareser dikin, lê belê di bingehê da, þeḏe û tîpa dubare du mijarên ji hev cuda ne. Pirsgirêka hiþkkirina tîpan jî ji mijara þeḏeyê û tîpa dubare cuda ye. Di peyva "serokkomar" da, ku tîpa dubare pêk hatiye, em dibînin "k"-ya pêþîn nerm û "k"-ya paþîn hiþk´e. Gava em di peyva "serokkomar" da tîpa "k" hiþk dibihîsin, ne ji ber pêkhatina tîpa dubare ye; ev ji ber wê yekê ye, ku tîpa "k" di peyva "serok" da nerm´e û ya di peyva "komar" da hiþk´e. Di bilêvkirina tîpa dubare da, em herdem giranahiyê didin ser tîpa duyem. Ji lew ra, em "k"-ya hiþk dibihîsin. Di peyva "hiþkkirin" da herdu "k" jî nerm´in, ji lew ra jî em tîpa "k" nerm dibihîsin. Heke taybetmendiya tîpa dubare û taybetmendiya hiþkkirinê yek taybetmendî bûna, diviyabû me herdem dengê hiþk bibihîsta. Lê belê ne wisa ye. Va ye, di peyva "hiþkkirin" da tîpa dubare pêk hatiye, lê em dengê nerm dibihîsin. Ji lew ra ne baþ´e, ku em taybetmendiya hiþkkirinê bi tîpa dubare çareser bikin. Di peyav "nîvvekirî" da du tîpên "v" gihane hevdu û em baþ dizanin, ku tîpa "v" ne ji tîpen dudengî ye. Yanê dirûvê wê yê hiþk tine ye; em bixwazin jî, em nikarin di van peyvan da tîpa dubare bi awayê hiþk bilêvbikin.
 
Taybetmendiya þeḏeyê jî ji taybetmendiya hiþkbûnê cuda ye. Di peyvên "diẕek, ciṉek, çiḻek, ..." da þeḏe heye û ev tîpên "z, n, l", ku têne þidandin ne ji tîpên dudengî ne. Yanê em nikarin taybetmendiya þidandinê bi hiþkkirinê çareser bikin. Peyvên "pîṟek" û "mîṟek" bi awayekî gelek aþkere diselmînin, ku pêwendiya taybetmendiya þidandinê bi taybetmendiya hiþkkirinê ra tine ye. Tevî ku di van peyvan da tîpa "r" ji tîpên dudengî ye jî, lê tevî þidandinê jî, ew bi awayê nerm têne bilêvkirin. Tîpa "r" di peyva "viṟek" da, ku hiþk têye bilêbkirin, ne ji ber taybetmendiya þidandinê ye, lê belê ji ber wê yekê ye, ku tîpa "r" di peyva "viř" da hiþk têye bilêvkirin û wisa jî ev taybetmendiya xwe di peyva "viṟek" da jî parastiye.
 
Di vê dema dawî da, hin nivîskarên me hewl didin, ku hiþkkirina hin tîpan bi tîpa dubare çareser bikin. Di gelek malperên înternêtê da, mirov dibîne, ku rengdêra " piř " bi awayê "pirr" nivîsandine. Lê belê – bi dîtina min – ev ne durist´e. Wek ku me li jor da xuyanîkirin, ev hersê taybetmendî (tîpa dubare, þidandin û hiþkkirin) ji hevdu cuda ne. Sedema ku hin nivîskar wisa dikin ev´e:
 
Ji ber ku di zimanê me da heya niha jî hên pirsgirêka tîpên dudengî nehatiye çareserkirin, hin kes hewl didin, ku bi awayekî ji awayan çareyekê jêre bibînin. Belê prof. Qenatê Kurdo çareyek ji pirsgirêka tîpên dudengî ra daniye, lê belê ji ber van herdu sedeman, çareseriya ku wî daniye di nav kurdan da cih negirtiye,
 
a)    Mixabin ku prof. Qenatê Kurdo ji bo xuyakirina taybetmendiya HIÞKKIRIN û NERMKIRINÊ îþareta APOSTROF bi kar aniye, ku li paþ tîpan têye danîn. Ev yek nivîsê gelek têkil dike. Di zimanên din yên cîhanê da, îþareta APOSTROF ji bo cudakirina du peyvan tê bikaranîn, ku ew ji aliyê sêmantîk va du peyv´in, lê ji aliyê bilêvkirinê va, wek peyvekê têne bilêvkirin. Ji lew ra jî, me di vê nivîsa xwe da lêkera BÛN ji peyva pêþiya wê bi APOSTROFÊ cuda kiriye, gava ew peyv bi dengdarekê diqede.
 
b)    Mixabin ku prof. Qenatê Kurdo xwestiye li her cihekî taybetmendiya HIÞKKIRIN û NERMKIRINÊ bide xuyakirin, ku li hemû herêmên Kurmancî ev taybetmendî ne mîna hev´e. Ji hêla din va taybetmendiya HIÞKKIRIN û NERMKIRINÊ li her cihekî yan jî di her peyvekê da nabe pirsgirêk. Di piraniya peyvan da ne pêwîst´e em taybetmendiya HIÞKKIRIN û NERMKIRINÊ bidin xuyakirin. Wek nimûne: Bi ti awayî ne hewce ye, em peyva "Kurd" bi awayê "Ǩuřd" binivîsînin.
 
Em baþ dizanin, ku tîpa "r" di destpêka hemû peyvan da bi awayê HIÞK têye bilêvkirin û ji lew ra, ne hewce ye, em vê taybetmendiyê li hemû cihan bidin xuyanîkirin.
 
Dibe ku hin kes bêjin: Ê da baþ´e! Tenê kesê ku zimanê Kurmancî baþ dizane, dizane li kîjan cihî tîpa dudengî yan HIÞK yan MERM tê bilêvkirin, em´ê kesên biyanî yan jî zarokên biçûk çawa hînî kurmanciyeka rast bikin?. Ji hêla din va, kî dibêje, ku her kurdek her peyveka Kurmancî nasdike?. Bê guman, ev herdu pirs jî mafdar û di cih da ne.
Em bi xuyakirina taybetmendiya HIÞKKIRIN û NERMKIRINÊ ti tîpên nû li alfabeya Kurmancî zêde nakin. Mijara daxuyanîkirina vê taybetmendiyê divêt tenha wek gengazî yan jî îmkaniyeka arîkar bê fêhmkirin, ku em tenha ji bo hin peyvên taybet û di hin babetên pêwîst da bi kar bînin.
 
 
B) Pirsgirêka dengên biyanî: Rewþa cîhanê wisa ye, ku roj bi roj dan û standina gel û neteweyan, bi çandên xwe yên cuda, li gel hev xurttir dibe. Di vê pêvajoya berdewam da, ne tenha nav, gelek peyv û têgînên din jî ji zimanekî derbasî zimanên din dibin. Vê pêvajoya han ji kûraniya dîrokê da dest pêkiriye. Kîjan gel û netewe di warên siyasî, çandî û olî da ji yên din xurttir bûye, peyv û têgînên wan derbasî zimanê gel û neteweyên din bûne. Ji lew ra, di hin demên dîrokî da peyvên zimanê me derbasî zimanên din wek erebî, tirkî û farisî bûne. Lê di hin demên din da jî peyvên wan derbasî zimanê me bûne. Di dema îro da jî gelek peyvên ji zimanên ewropayî derbasî zimanê me dibin. Ji bo hin peyvan gelek durist´e, ku em li hember wan di zimanê me da jî peyvekê peyda bikin. Lê belê ji bo hin peyvên din ne durist´e, ku em wisa bikin; divêt em peyva bingehîn, wek ku heye bi kar bînin. Heger tenê ji bo sîtatan (citation) be jî, divêt em bikaribin tîp yan jî dengên ku di wan zimanan da hene bi klavyaya xwe binivîsînin. Pir welatan ji xwe ra, ji klavyayekê bêhtir danîne. Bi dîtina min, ji me ra du klavya pêwîst´in, yeka kurdî-ewropayî û yeka kurdî-rojhilatî. Di ya kurdî-ewropayî da divêt bi arîkariya "dead key" danîna îþaretan li ser hin tîpan gengaz û mimkin be, wek: Ḡé, í, ó, ú, ý, Á, É, Í, Ó, Ú, Ý, à, è, ì, ò, ù, À, È, Ì, Ò, Ù, Â, Ê, Î, Ô, Û, â, ê, î, ô, û, ä, ë, ï, ö, ü, ÿ, Ä, Ë, Ï,Ö, Ü, ñ, ã, õ, Ñ, Ã, Õ. Di klavyaya kurdî-rojhilatî da, divêt bi arîkariya "dead key" nivîsandina tîp yan jî dengên ku di zimanên rojhilatî da hene gengaz û mimkin be. Di vê babetê da dengên ku di zimanên farisî û tirkî da hene nabin pirsgirêk, lê belê dengên ji zimanên samî dibin pirsgirêk.
 
 
 
Awirek li Alfabeya Erebî:
 
Alfabeya Erebî ji Alfabeya Aramî wek ku hebû hatiye birin. Bi vajayî welatên ewropayî, ku gava Alfabeya Latînî birine û hin tîp lê zêde kirine yan jî hin îþaret danîne ser yan bin tîpan, ereban di birina Alfabeya Aramî da ti pisporî nekiriye û qet hewl nedaye, ku hin tîpan zêde bikin yan jî hin îþaretan deynin ser, yan jî bin hin tîpan ku li gor zimanê wan pêwîstî pê heye. Alfabeya Erebî ku ji 28 tîpan pêk tê, di rastiyê da ji bo zimanê erebî xwedî kêmasiyên mezin´e. Li hêlekê tîpa 27-an (lam-elêf) ku ji tîpa "ل" û tîpa "ا" pêk hatiye – ji ber sedemên dîrokî – wek tîpeka serbixwe hatiye birin, lê belê dengên kurt (fethe, demme, kesre) û hemze (ء) di destpêkê da qet wek pirsgirêk nehatine dîtin. Di destpêkê da nixtik jî li ser tîpan tine bûn. Lê belê bi belavbûna ola îslamî ra, zû dîtin, ku xwendina zimanê erebî, bi taybetî ji hêla kesên biyanî va, ne gengaz û mimkin´e. Di gava pêþîn da neçar man, ku nixteyan deynin ser yan bin hin tîpan (ب, ت, ث, ج, خ, ذ, ز, ش, ض, ظ, غ, ف, ق, ن, ي) û wisa pirsgirêk hinekê sivik bû, lê dîsa jî xwendina zimanê erebî ji bo biyaniyan hên gelek dijwar bû. Di pileya duyem da, li cihê ku dengdêrên kurt li alfabeyê zêde bikin, rabûne "fethe, demme, kesre" bi kar anîne. Fethe di rastiyê da a-ya kurt´e ( di kurdî da tîpa "e"), demme jî û-ya kurt´e (di kurdî da "u") û kesre jî î-ya kurt´e (di kurdî da "i"). Lê belê van hersê îþaretan jî dîsa pirsgirêk bi temamî çareser nekiriye û ew neçar mane, ku sê îþaretên din bi kar bînin, ew jî ev´in: "sikun ْ  , þeḏe ّ  , tenwîn ٌ  ". Lê belê pirsgirêka hemzeyê bi tîpeka serbixwe nehate çareserkirin; ew li gor rêzikên giramêrê hin caran li jor, hin caran li jêr û hin caran jî hema li ser xêzê têye danîn. Ji hêla din va, gava em bala xwe baþ bidin zimanê erebî, zarava û devokên wî yên cihêreng, em dibînin ku hin deng di wan da hene, wek dengdêra "ê" û dengdara "ç", ewên ku di nav 28 tîpên alfabeya erebî da peyda nabin. Peyvên wek "hîç" (yanê wisa) yan jî "lêþ" (yanê çima) tenha hin nimûne ne.
 
 
 
Pirsgirêka nivîsandina peyvên ji zimanê erebî bi alfabeya kurdî:
 
Tenha beþek ji dengdarên alfabeya erebî di alfabeya kurdî da peyda nabin, ku ew jî ev´in:
" ث, ذ, ح, ع, غ, ط, ظ, ص, ض". Mirov dikare van dengan bi van tîpên ji alfabeya latînî çareser bike " -, -, ĥ - Ĥ, ě - Ě, - , ŧ - Ŧ, -, -, đ - Đ". Dimîne mesela hemzeyê, ku ereban wek tîp nedîtiye. Em dikarin hemzeyê bi vê tîpê " ǐ " nîþan bidin. Bê guman, ev bi tenha pêþniyar´e.
 
 
Dengên latînî ji bo dengên erebî (pêþniyar)
Erebî
Latînî
Biçûk
Latînî
Mezin
Kod ji bo
Biçûk
Kod ji bo
Mezin
ث
(Alt + shift+ control + >) + s
(Alt + shift+ control + >) + S
ذ
ż
Ż
(Alt + shift+ control + >) + z
(Alt + shift+ control + >) + Z
ح
ĥ
Ĥ
^ + h
^ + H
ع
ě
Ě
ˇ + e
ˇ + E
غ
^ + x
^ + X
ط
ŧ
Ŧ
(Alt + shift+ control + >) + t
(Alt + shift+ control + >) + T
ظ
^ + z
^ + Z
ص
(Alt + shift+ control + >) + þ
(Alt + shift+ control + >) + Þ
ض
đ
Đ
(Alt + shift+ control + >) + d
(Alt + shift+ control + >) + D
ء
ǐ
Ǐ
ˇ + i
ˇ + I
 
Heke em peymaneka weke vê, yan jî yeka din, ku diþibihe vê, ji xwe ra deynin, em´ê bikaribin her sîtateka ji zimanê erebî jî bi temamî bi alfabeya xwe nîþan bidin. Wek nimûne, em bi kurdî dibêjin: Hedîsên cenabê pêximber. Lê belê di erebî da peyva "hedîs" bi awayê "ĥedîṥ" tê bilêvkirin. Yan jî navê dîroknasê Ereb El-Teberî, bi zimanê erebî tîpa "T" bi awayekî stûr tê bilêvkirin û bi awayê "El-Ŧeberî" tê xwendin. Wisa em dikarin ji bo kesê ku bi erebî nizane, bidin xuyakirin, ku ev deng ne mîna dengên tîpên latînî yên naskirî ne.
 
Heke me li ser notatsiyoneka wisa li hev kir, em´ê bikaribin gelek peyvên ji zimanên samî – bi taybetî ji zimanê erebî – ku di zimanê me da têne bikaranîn, yan jî sîtatên ji zimanê erebî, bi dîqqet binivîsînin.
 
Hin nimûne (mînak):
-         Meĥfûz Maǐî çû ba Meĕþûq Ẍeznewî.
-         Miĥemedê Ěelî dît ku hespek di maẍê da meẍeliye.
-         Kurdên herêma Behdînan peyva "seg" bi awayê "ṧeg" bilêvdikin. Yanê tîpa "s" pir stûr tê bihîstin.
-         Peyva "zalim" ji zimanê erebî ketiye zimanê me, ew di erebî da bi awayê "ẑalêm" tê bilêvkirin. Li hember vê peyvê, di zimanê me da peyva "zordar" heye.
 
 
 
Serinc: Me ji bona nivîsandina van tîp û van îþaretan klavyayek danî. Kesê ku bixwaze, dikare vê klavyayê li ba xwe siwar bike. Divêt bête zanîn, ku ev hemû tîp û îþaret tenha di fonta "Arial Unicode MS" da peyda dibin. Di fontên din da, hinek ji wan hene, lê belê hinên din jî tine ne.
 
 
 
 
Homburg, 27.11.2007
 
Moustafa Rechid, mrechid@pen-kurd.org

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org