Mijara "paþeroj û pêþerojê" dîsa kete rojevê

 BERSIVEK LI DIJÎ DÎTINÊN BIRÊZAN EZÎZÊ CAWO Û HESEN HUSEYIN DENIZ

 

 Mustefa Reþîd

 

Berî niha bi çend salan li ser vê mijara paþeroj û pêþerojê gelek gotar hatin nivîsandin. Min wisa bawer kir, ku êdî ev mijar avêne û zelal bûye. Lê mixabin, em dibînin, ku her demekê kesek radibe, wek yê ku haya xwe ji vê cîhanê û ji gengeþeyên ku pêkhatin tine be û dîsan dibêje: "Na, pêþeroj rast e".

Herdu nivîskarên birêz, yên ku me navê wan li jor aniye, di gotarên xwe de hewl didin, dîtina xwe bi her awayî rast derînin. Bi peyvên wek "kesên ku dibêjin paþeroj rast e, pêþiya xwe ji paþiya xwe nasnakin", dixwazin dîtina xwe ferz bikin. Bê guman, rêz û hurmeta me ji dîtina her kesekî/ê re heye. Lê li min biborin, ji behaneyên bi vî awayî re "polêmîka vala" yan jî "dêmagogî" tê gotin. Bi baweriya min, nabe ku em li ser pirsên zimanê xwe di vê astê de bi hev re biaxivin û bi vî þêweyî hewl bidin, dîtinên xwe rast derînin.

Ez bi xwe baþ fêhm dikim, ku çima kesên bawer dikin "pêþeroj" rast e, wisa difikirin. Min ev yek di nivîseke berê de jî gotibû û dabû xuyakirin.

Gelo pirsgirêk di kû de ye?.

Di her zimanekî de hokerên "lokal"(ji bo cih) û yên "temporal"(ji bo demê) hene. Ev herdu babet ji hevdu gelek cuda ne. Hokerek bi maneya "lokal" dikare mîna hokereke din ya bi maneya "temporal" bê nivîsandin, lê maneyên wan ne mîna hev in. Wek nimûne, ka em hokera "dor" bînin ber çavan. Gava ez bêjim: Ezê li dor (yan dora) saet 10 bême ba te, hîngê maneya hokera "dor" ew e, ku ezê yan hinekê berî saet 10, yan jî hinekê piþtî saet 10 bême ba te; ev mane temporal e. Lê gava ez bêjim: Ez li dor dara sêvê çûm û hatim, tê wê maneyê, ku ez li dor dara sêvê geriyame. Hokera "dor" bi maneya lokal xelekekê dinimîne; mebest bi "dor" ne tenê pêþ yan jî paþ dara sêvê ye, lê belê hemû aliyên wê darê ne.

Da ku em vê mijarê baþ zelal bikin, divêt em hinekê bêhtir herdu têgihînên "lokal" û "temporal" þîrove bikin.

Gelo "lokal" çi ye?

Têgihîna "lokal" bi têgihîna "dîmensiyon" ve girêdayî ye. Dîmensiyon dirêjahî, ferehî û bilindahiya tiþtan dide xuyakirin.

1)     Dîmensiyon = 0: Heke dîmensiyon sifir (zêro) be, hîngê tenê xale yan nixtik heye, dirêjahî, ferehî û bilindahî hemû sifir in û ji lew re, ew xuya nakin.

2)     Dîmensiyon = 1: Heke Dîmesiyon 1 be, hîngê tenê dirêjahî û vajayiya wê kinahî heye. Dîmensiyona yek bi xêzekê(xetekê) tê nîþankirin. Ev xêz bixwe, ji bêdawî nixteyan pêktê û wisa bi herdu aliyan de bêdawî dirêj e. Heke em ji nixteya destpêkê (sifir) de li aliyekî temaþe bikin, ew alî dibe aliyê pêþiya me û wisa her nixteyeke dûr li pêþiya her nixteyeke nêzîk e. Aliyê din, aliyê ku piþta me pêde ye, her nixteyeke dûr li paþ her nixteyeke nêzîk e. Lê belê, heke em ji nixteya destpêkê (sifir) bi aliyê din de temaþe bikin, rewþ berevajkî dibe, lê dîsa jî bi aliyê pêþiya me de her nixteyeke dûr li pêþiya her nixteyeke nêzîk e û bi aliyê paþ me de jî, her nixteyeke dûr li paþ her nixteyeke nêzîk e. Ji lew re rastiya ku her nixteyeke dûr li pêþ yan li paþ her nixteyeke nêzîk e, bi rawestandina me ve girêdayî ye û li gor wê rêlatîv e.

3)     Dîmensiyon = 2: Heke dîmensiyon 2 be, hîngê panahî jî peyda dibe, vê carê xêzeke din ya bi herdu aliyan de bêdawî di xala sifir re derbas dibe, navbera vê xêzê û ya yekem 90 rade ye (derece, grad, degree).

 

Di dîmensiyona 2an de ne tenê pêþ û paþ, lê belê rast û çep jî pêk tên. Lê ne bi tenê ev! Di navbera pêþ û paþ (180 rade) û rast û çep de (rast li gor pêþ 90 rade) gelek semtên din peyda dibin. Heke em xelekê(circle) bi 360 radeyî parvebikin, hîngê ji pêþ heya bi rast 90 semtên din hene, ku ew ne bi temamî li pêþ in, ne bi temamî li rast in. Mîna wê bi aliyê çepê de jî wisa ye. Bi aliyê paþ me ve jî, dîsa li milê rast heya paþ 90 rade heye; û ji milê çep heya bi paþ jî wisa. Ji lew re, ew hevalên ku dibêjin: Em pêþ û paþ ji hev nasnakin, peyva wan ne durist e. Em di dîmensiyona 2 de bi tenê (heke em xelekê bi 360 radeyî parvebikin) em pêþ û paþ, rast û çep û di navbera wan de ewqas semtên din nasdikin. Di dîmensiyona 23an de dûrbûna her nixteyekê ji nixteya sifir li gor vê formûla jêr tê hesabkirin:

 

4) Dîmensiyon = 3: Heke dîmensiyon 3 be, hîngê bilindahî û kûrbûn jî peyda dibin, vê carê xêzeke sisêyan ji jêr ve di xala sifir re ber bi jor derbas dibe û dîsa bi herdu aliyan de bêdawî ye. Ji vê dîmensiyonê re valahî (space, Raum) tê gotin. Vê carê jî ji pêþ heya bi jor 90 rade hene, ji paþ heya bi jor jî 90 rade hene, ji rast heya bi jor jî 90 rade hene, ji çep heya bi jor jî 90 rade hene; û wisa bi aliyê jêr de jî. Lê belê ne bi tenê ew, li ser her radeyekê, ku hinekê bi aliyê rast de be heya bi jor dîsa 90 rade hene; wisa jî bi hemû aliyan de. Em dibînin, ku di vê dîmensiyona 3an de, li ser her radeyekê ji dîmensiyona 2an xelekeke venîþtî siwar bûye, ku bi jêr û jor ve dîsa ji 360 radeyî pêk tê. Yanê di dîmensiyona 3an de, di her radeyeke dîmensiyona 2an re xelekek derbas dibe, ku ew bi xwe jî dîsa ji 360 semtan pêk tê. Bi gotineke din, em di dîmensiyona 3an de ne tenê pêþ, paþ, rast, çep, jor û jêr wek semt nas dikin, lê belê em 360 X 360 = 129600 semt nasdikin, heke em xelekê tenê bi 360 radeyî parve bikin. Heke em xelekê hûrtir parve bikin, hîngê semtên me hên bêhtir dibin. Di dîmensiyona 3an de dûrbûna her nixteyekê ji nixteya sifir li gor vê formûla jêr tê hesabkirin:

5) Dîmensiyon = 4: Heke dîmensiyon 4 be, hîngê dem (wek faktor) li vê mijara me zêde dibe. Ne tenê jiyana me mirovan, lê belê ev gerdûna ku heye di dîmensiyona 4an de ye (di rastiyê de di beþekî dîmensiyona 4an de ye, ji ber ku dem tenê nêgatîv e; dem ticar ne posîtiv e). Ji her xalekê ya dimensiyona 4an re "bûyer" tê gotin. Dûrbûna her bûyerekê ji bûyera sifir li gor vê formûla jêrîn tê hesabkirin:

hemû bûyerên ku ji bo me gengaz in nêgatîv in; ji ber ku dem nêgatîv e. Bûyerên posîtiv tenê di teoriyê de gengaz in, ew jî ew in, ku em têkevin pêþiya demê. Yanê divêt matêriya bi zûbûnekê ji ya ronahiyê bêhtir bilive. Ev jî ne gengaz û mimkin e. Heke matêriya bi zûbûna ronahiyê biçe, bi temamî dibe þiyan (enegî).  Yanê em çawa jî bikin, em nikarin têkevin pêþiya demê.

Dibe ku xwendevanên vê nivîsa me – bi taybetî jî "pêþerojperestên" me bêjin: Gelo çi pêwendiya vê teoriyê bi " paþeroj û pêþerojê" re heye…Ma bav û kalên me teoriya Einstein xwendibûn?.

Belê, xebera wan e. Lê em dibêjim, ku bav û kal, dayîk û dapîrên me û yên hemû gelên din jî her gav hokerên "lokal" û yên "temporal" ji hev cuda kirine. Gava peyvên "pêþ" û "paþ" bi maneya "lokal" bi kar anîne, bi wê maneya ku me di dîmensiyona 1 de anî ziman, bi kar anîne. Lê belê gava bi maneya "temporal" gotine, hîngê rewþ hatiye guhertin. Ew kesên ku dibêjin: "pêþeroj" peyva rast e, mixabin têgihînên "lokal" û "temporal" tev li hev dikin.

Bav û kalên me dem bi derketina rojê naskirine; dîtine ku roj tê û ji wan derbas dibe û roja din li pey wê tê û her wisa. Gava roj(tav) gihîþtiye kumbeda esmên, gotine: Ev nîv roj derbas bû. Ji lew re, ji dema ku roj hilhatiye û heya bi nîvroj(nîvro) gotine "pêþnîvroj" û ji dema ku roj ji nîvroj de heya çûye ava re, gotine "paþnîvroj". Bi vî awayî ji her bûyereke ku pêþî pêk hatiye re gotine, ev bûyer pêþî pêk hat û ji bûyera ku piþtî wê pêk hatiye re, gotine, ev piþtî wê, yan jî paþê pêk hatiye. Gava êvaran xwarina xwe xwarine û piþtî wê hinek þîranî xwarine, jêre gotine "paþþîv".

Heke "pêþerpjperestên" me peyvên " pêþnîvroj" û " paþnîvroj" dipejirînin, ka em mîna di matêmatîkê de beþê "nîv" ji herdu peyvan biavêjin, hîngê çi dimîne? Dimîne " pêþroj" û "paþroj". Niha hate xuyakirin, ku "pêþroj" li gor "paþroj" dema kevin e û "paþroj" li gor "pêþroj" dema nû ye.

Ka em hin nimûneyên din jî bidin: Çiriya Pêþîn – Çiriya Paþîn, Kanûna Pêþîn – Kanûna Paþîn, meha pêþîn ya salê – meha paþîn ya salê…..Gelo kîjan pêþî tê û kîjan paþê tê?

Da ku her kesek fêhm bike, ka em 12 zarokan bînin, ku li pey hev di xelekekê de digerin. Em bêjin: Pêþî Azad tê, piþtî Azad Bêrîvan tê……û li paþ hemiyan Zozan tê. Ka em li tenîþta Bêrîvanê rawestin Azad êdî ji me derbas bû, lê belê Zozan hên nehatiye, ew li paþ giþtan tê.

Ka em rojên hefteyê bêjin: Destpêk Þemî. Gelo piþtî þemiyê kîjan roj tê? Bê guman piþtî þemiyê yekþem tê. (Kurdên me yên bakur di bin bandora zimanê tirkî de, ji þemiyê re dibêjin "paþînî", yanê ew roja ku paþ îniyê tê).

Heke em tenê yekþem û duþemê li ber çav bigirin, gelo kîjan roj ya kevin e? Û kîjan roj ya nû ye?. Bê guman, li gor duþemê yekþem roja kevin e û duþem piþtî wê te (yan jî duþem paþ yekþemê tê). Ji lew re, divêt em li rêzkirina rojan ya li pey hev temaþe bikin û ne li rawestandina xwe ya kesayetî(þexsî).

Birêz Ezîzê Cawo di gotara xwe de dibêje: “‘pêþer'oj’ ji p'eyvebenda ‘r'oj a pêþ (me)‘ û ‘paþer'oj’ jî ji p'eyvebenda ‘r'oj a paþ (me)’ saz bûne”. Na, nexêr, ne wisa ye. “pêþeroj” ew roj e, ya ku pêþî tê û “paþeroj” ew roj e, ya ku paþê tê. Ji lew re, “pêþeroj” roja kevin e û “paþeroj” jî ya nû ye. Yanê li gor pêwendiya rojan ya rêlatîv li gel hev e û ti pewendiya xwe bi þexsê me yan jî bi rawestana me re tine ye. Rûyê me bi kîjan alî de be, ev rewþeke lokal e. Dibe ku rûyê Ezîz bi rojhilat de be û yê Hesen ber bi rojava be, hîngê li gor Ezîz aliyê rojhilat pêþiya wî ye, lê li gor Hesen aliyê rojava pêþiya wî ye; ev yek (rewþa lokal) ne mijara me ye; mijara me rewþa temporal e, rewþa pêwendiya rojan ya rêlatîv li gel hev e.

Da ku em bihurîna demê baþ þîrove bikin, emê nimûneyeke din jî bidin:

Em li stasiyonê li benda tirêne rawestiyane. Hên tirêna me nehatiye, lê belê wek çawa dem dibihure, wisa jî gelek tirên tên û ji me derbas dibin, tirêna me dê paþê were. Yanê rêz û tertîba tirêna me li gor dema xwe wisa ye, ku li paþ (yan piþtî) wan tirênên pêþîn tê. Bi vî awayî jî divêt em li bihurîna demê û tertîba rojan temaþe bikin.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org