|
Encamnameya Konferansê Berlîn, 14 – 15-ê Gulanê
Ji hemû perçeyên Kurdistan û dîyasporayê nivîskar, akademîsyen û ronakbîrên Kurd beþdar bûn. Di konferansê da pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî bi giþtî û berfireh hatin axavtin, gotûbêj û riberzên berwer li ser hatin kirin. Di encam da hewce hate dîtin ku ev daxuyanî bête belavkirin. Maka problemên zimanê kurdî rewþ û statuya dagîrkerî û kolonyal ya li Kurdistanê ye. Dewletên kolonyalîst û dagîrker rengareng asteng, gir û giriftarî derêxistine pêþîya zimanê Kurdî. Bi taybetî Tirkiye û herwisa Iran û Sûriye jî, bi çu awayî rê nadin ku Kurdî bikeve nav sîstema perwerdeya fermî ya dewletê. Ji xwe li bakur û Tirkiyeyê di warê axavtin û nivîsînê da, asîmîlasyoneka nedîtî di dereceya mirandinê da li ser Kurdî tête domandin. Dîsa xemsariya navxweyî ya xelkê me jî wekî otoasîmîlasyon encam dide û avê dikêþe ser aþê asîmîlasyona dewleta Tirk. Lewma konferans ji bo her reng asîmîlasyonê dibêje êdî bes e! Konferans bang li van dewletên navkirî dike ku zimanê kurdî di nav sîstema perwerdeya fermî da bi cih bikin û zimanê kurdî bikine zimanê duyê yê fermî yê dewletê. Konferans bang li pispor û zanayên zimanî yên Kurd dike ku ji bo standardkirina zimanê kurdî û zaravayên kurdî di nav kar û xebateka zanyarî û kolektîv da bin. Ji bo ku kar û xebatên li ser ziman bi aheng û berwer bêne kirin; ji bo ku pirs û pirsgirêkên zimanî bêne çareser kirin, ji bo ku hewcehiyên zimanî bêne dîtin, divêt Akademiya Zimanê Kurdî bête avakirin. Konferans ji bo paþeroja zimanê kurdî û di hevgihiþtina xelkê Kurd þertekî jiyanî dizane, ku alfabeya kurdî ya hemû zaravayan bibe yek. Konferans di wê baweriyê da ye ku li her perçeyê Kurdistanê, zaravayê ku bi nifûsa xwe ve piranî ye bibe zaravayê giþtî û zaravayê kêmanî jî di nav navçeya xwe da paralelî zaravayê piranî wekhev bi fermî bête bikarînan û pirzaravayiya zimanê kurdî bête parastin. Konferans herweha di wê baweriyê da ye, ku garantiya paþeroja neteweya Kurd bi parastina zimanî dibe. Lewma bi taybetî bang li xelkê Kurd yê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî dike ku ji bo bikaranîna zimanê kurdî bi berpirsiyarî rabin û li dijî asîmîlasyona dewleta Tirk zimanê xwe biparêzin. Konferans bang li Yêkîtiya Ewropayê [YE] dike ku di prosesa endametiya YE ya Tirkiyeyê da fiþarê li ser dewleta Tirk bike ku perwerdeya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bike nav sîstema perwerdeya fermî û di makqanûna xwe da hilgire bin garantiyê. Konferans ji bilî deklerasyona xwe ya bi pirsa ziman ve girêdayî, dixwaze bangeka giþtî ya neteweyî jî bide: Konferans, êriþên dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê yên li ser xelkê Kurd û Kurdistanê þermezar û protesto dike û bang li neteweya Kurd û berpirsiyaran dike ku tifaqa neteweyî di serê her tiþtî û di têkoþîna parastina zimanê Kurdî û Kurdistanê da yek bigirin. Konferans herweha hêvî dike ku ev reng kar û xebatên zanyarî û ronakbîrî bêne domandin û xelkê Kurd û desthilatdarên polîtîk yên Kurdistanê jî hevkar û piþtevan bin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org