Çend gotin li ser diyardeya kelijandinê di zimanê me de
 
Berî her tiþtî, ka em bipirsin gelo „diyarde“ çi ye û „kelijandin“ çi ye?
 
Wek bersiv em dikarin bêjin, ku „diyarde“ ji peyva „diyar“ hatiye û bi maneya „zahîre“ û „rûdan“ tê bikaranîn, wek nimûne ka em bêjin, ku dahatina berfê di zivistanê de diyardeyeke siruþtî ye. Lê peyva „kelijandin“ têgihîþtineke giramerê ye. Mebest jê ew e, ku gava du tîpên dengdêr di peyvekê de tên pey hev, hîngê li gor qeyda gelemper ya zimanê me tîpeke kelijandinê dikeve navbera wan herdu dengdêran, daku peyv bi hêsanî bê bilêvkirin.
 
Ka em peyvên „siwar“ û „peya“ wek nimûne bigirin ber xwe. Gava em dibêjin „siwarê Hedban“, em siwarekî ji nav hemû siwarên din vediqetînîn. Ew jî ew kes e, yê ku li Hedban siwar bûye. Bi vî awayî, em bi veqetandeka „ê“, ya ji bo veqetandina nevdêrê nêr, yê binavkirî û yekejimar, em navdêr ji yên din cuda dikin. Ji ber ku peyva „peya“ jî navdêrekî nêr, yekejimar û binavkirî ye, divêt ew jî bi veqetandeka „ê“ ji nav peyayên din bê cudakirin. Lê belê, em dibêjin „peyayê qehreman“ û em vê carê, bi vî awayî, navdêrê nêr, binavkirî û yekejimar ji nav yên din vediqetînin. Em dibînin, ku peyva „peya“ jî, wek ya siwar, veqetandeka „ê“ standiye, lê belê, ji ber ku tîpa dawiyê ji peyva „peya“ ew jî wek veqetandeka „ê“ tîpeke dengêr e, hîngê tîpa „y“ ketiyê navbera herdu tîpên dengdêr û ew ji hev cuda kirine. Ji vê diyardeya giramêrê re di zimanê me de em „kelijandin“ dibêjin. Yanê qeyda gelemper di zimanê me de ew e, ku gava du tîpên dengdêr di peyvekê de bên pey hev, hîngê tîpeke kelijandinê dikeve navbera wan.
 
Wek tê zanîn, heyþt tîpên dengdêr di zimanê me de hene, ew jî ev in:
 
a, e, ê, i, î, o, u, û
 
Ji van heyþt dengdêran, dengdêrên (e, i, u) yên kurt in û yên mayîn jî dengdêrên dirêj in. Ji bo kelijandinê jî sê tîpên me hene, ku ew jî mîna nîvdengdêran têne dîtin. Ew jî ev in:
 
y, w, h
 
Bi dîtina me, pêwendiya dengdêran û ya nîvdengdêran
 
(tîpên kelijandinê) bi vî awayê jêrîn e.
 
Qeyda gelemper ew e, ku gava du tîpên dengdêr tên pey hev, hîngê tîpa „y“ dikeve navbera herdu tîpên dengdêr û wisa bilêvkirina peyvê nerm dike. Lê di hin peyvan de tîpa „w“ û di hin peyvên din de jî tîpa „h“ dikarin vê rolê bilîzin.
Piþtî ku me kelijandin jî da naskirin, emê niha li hinek babet û aliyên vê mijarê bikolin.
 
 
A) Kengê kelijandin merc e, kengê û bi kîjan nîvdengdêrê pêk tê?
 
Hin zimanzanên me ji wê baweriyê ne, ku em di zimanê nivîskî de tenê tîpa „y“ ji bo kelijandinê bikarbînin. Bê guman ev dîtina han ji bo hêsankirina giramêrê di cih de ye. Lê belê, divêt em li vir jî - wek pirsgirêka tîpa dubare - pêvajoyê dîrokî yê pêþveçûna zimanê devkî binasin û li ber çav bigirin. Daku em vê mijarê baþ ronahî bikin, ka dîsa em hin nimûneyan bînin. Em bala xwe bidin van bêjeyên li xwarê:
 
bêje - nimûne - awa - þêwe - bade - male - tilî - kanî - kebanî  û hwd.
(ji bo ku gotar dirêj nebe, emê tenê peyvên „bêje“ û „kanî“ bidin ber xwe)
 
a) Veqetandin - binavkirî : bêjeya biyanî, bêjeyên biyanî, kaniya gund, kaniyên gund, .....
a1) Veqetandin - nebinavkirî : bêjeyeke biyanî, bêjeyine biyanî, kaniyeke gund, kaniyine gund, ....
 
b) Tewang - binavkirî : mana bêjeyê, mana bêjeyan, ava kaniyê, ava kaniyan, ...
b1) Tewang - nebinavkirî : mana bêjeyekê, mana bêjeyina, ava kaniyekê, ava kaniyina, ...
 
Em dibînin, ku qeyda me ya gelemper - yanê bikaranîna tîpa „y“ ji bo kelijandinê - xwe di piraniya nimûne û babetan de radigire û diçespîne. Lê ka niha em li van nimûneyên jêr jî temþe bikin:
 
I. - co - xwesû - aro - bano - Xwedê û hwd.
 
Gelo „rûyê min“ yan „rûwê min“ yan jî „riwê min“ rast e?
Gelo  „xwesûya wî“ yan „xwesûwa wî“ yan jî „xwesiwa wî“ rast e?
Gelo „banoya çeleng“ yan „banowa çeleng“ rast e?
Gelo „Xwedêyo!“ yan „Xwedêwo!“ rast e?
 
II. ava - þîn - mezin - perwerde û hwd.
 
Gelo „avahî“ yan „avayî“ tê gotin?
Gelo „þînahî“ yan „þînayî“ tê gotin?
Gelo „mezinahî“ yan „mezinayî“ tê gotin ?
Gelo „perwerdehî“ yan „perwerdeyî“ tê gotin?
 
III. tirsîn - pê hesîn, girîn, ...
 
Gelo „ez tirsiyam“ yan „ez tirsiham“ tê gotin ?
Gelo „ez pê hesiyam“ yan „ez pê hesiham“ tê gotin ?
Gelo „ez giriyam“ yan „ez giriham“ tê gotin ?
 
Wek me di gotareke pêþ de jî gotibû, ku zimanê me di hin heyamên dîrokî de tenê bi awayê devkî ji nifþekî derbasî nifþên din bûye, ji lewre jî, li gor herêmên welatê me û zaravayên me yên têvel, ev hemû þêweyên li jor tên bikaranîn. Bê guman, ji bo hêsankirina giramêrê dê gelek baþ be gava herdem tîpa „ya“ ji bo kelijandinê bê bikaranîn. Lê bi dîtina me, divêt em di vî warî de helwesteke lîberal bigirin û rê li dewlemendî û pirrengiya ziman teng nekin. Divêt em bêjin, ku giranahiya kelijandinê li ser tîpa „y“ ye, lê belê bikaranîna tîpên „w“ û „h“ di hin bêje û babetan de rewa ye.
 
Gelo çima em li vir helwesteke fireh û lîberal digirin û dest ji helwesta teng, ya ji bo hêsankirin û yekkirina giramêrê berdidin?
 
Zimanê me, berî ku zimanê wêje û toreyê be, berî ku zimanê roman û çîrokan be, ew zimanê stran û helbestan e. Ji bo xatirê stran û helbestê divêt em vê helwesta lîberal bigirin, divêt dengbêj û helbestvanên me maf hebin, ku bêjeyan li gor ahengî, terz û pîvana ku ji wan re pêwîst e bikarbînin. Divêt em maf bidin dengbêj, wek nimûne, li cihê „paleya genimê sor“ - gava ew bixwaze - „paleha genimê sor„ bêje. Ka em bala xwe bidin vê strana govendê ya gelêrî jî:
 
Wey la, wey la, wey lawo
Di serkê xênî, di xew da wo
Min panek pê veda wo
Xencer ji ber þelya wo
 
Ji ber ku ji qafiyeya dengbêj re kîta „wo“ pêwîst e, ew vê kîta han tîne dawiya her malikekê û wisa stranê xweþ dike. Ev maf û ev azadiya zimanê divêt bête parastin.
 
 
B) Kengê kelijandin ne merc e û kengê tîpa kelijandinê ne pêwîst e ?
 
Me li jor gotibû, ku qeyda gelemper ew e, gava du tîpên dengdêr di bêjeyekê de tên pey hev, hîngê tîpa kelijandinê dikeve navbera wan. Belê, ev qeyd ya gelemper e, lê gelo awarteyên vê qeydê jî hene yan na? Yanê, bi gotineke din, gava hercarê du tîpên dengdêr hatin pey hev, merc e, ku tîpeke kelijandinê têkeve navbera wan, yan jî hin rawe û babet hene, ku li derveyî vê qeydê ne? Ka em bala xwe bidin du mijarên têvel yên zimanê me:
 
1) Kesandina lêkeran li gor deman, lê belê ew lêkerên ku bi dengdêrekê destpêdikin.
 
Em wek nimûne dibêjin, ku em ji bo raweya boriya berdest û raweya dema niha pêrkîta „di“ û ji bo raweya fermanî û raweya ayendê em pêrkîta „bi“ bikartînin. Wek nimûne, lêkera „çûn“:
 
Boriya berdest: ez diçûm,  Dema niha: ez diçim, Raweya fermanî: biçe, Ayend: ezê biçim
 
Lê belê, gava lêker bi dengdêrekê despêbike, hîngê rewþeke din pêktê. Ka em wek nimûne lêkera „ajotin“ bigirin ber xwe:
 
Boriya berdest: min dajot, Dema niha: ez dajom, Raweya fermanî: bajo, Ayend: ezê bajom
 
Em dibînin, ku li gor qeyda zimanê devkî û qeyda ku heya niha di giramêrê de tê bikaranîn, teraziya ziman bi alî de ye, ku li cihê bikaranîna tîpa kelijandinê di navbera du dengdêran de, bi vajayî wê, dengdêra pêþîn - li vir dengdêra „i“ ji pêrkîta nawela(amûra, edata)  kesandinê - ji bêjeyê hatiye avêtin û li cihê „min diajot - ez diajom - biajo - ezê biajom“, wek me li jor nivîsandiye tê gotin.
 
Gelo ev qeyda me, yanê qeyda avêtina tîpa „i“ ji pêrkîta nawela kesandinê, heya kengê dikare xwe di ziman de ragire?  Em bala xwe bidin van lêkeran:
 
avêtin - êþandin - êxistin - axaftin
 
Di dema niha de, em dibêjim: ez davêjim - ez dêþînim - ez dêxînim - ez daxivim û hwd.
 
Ji bo hemû lêkerên ku em wan wek pîvaz û kolikê baþ nasdikin, ev qeyda zimanê devkî dikare xwe ragire. Lê belê, ka em hin lêkerên din bînin û bidin ber çavan:
 
arastin (xweþikkirina tiþtekî, xemilandin), evirandin (pîrozkirina tiþtekî), ayidandin (têkilkirina hin tiþtan), hîngê li gor qeyda jor, divêt em bêjin:
 
ez maseya xwarinê darêsînim - ez xaniyê we yê nû devirînim - ez hin boyaxan dayidînim
 
û hin lêkêrên ku me ji zimanên biyanî wergirtine, wek ecibandin, elimandin, ezimandin, divêt em ji bo wan jî bêjin:
 
ez decibînim - ez delimînin - ez dezimînim
 
Êdî baþ tê xuyakirin, ku ev qeyda me ya zimanê devkî nema dikare xwe ragire, ji ber ku yê guhdar nema dizane, ka mebesta me çi ye? Ziman li pêþiya me diherime, dibe gola req û beqan.
 
Lê gava em bêjin:
 
ez diecibînim - ez dielimînim - ez diezimînim û
ez diarêsînim - ez dievirînim - ez diayidînim
û gava em bêjin
ez diavêjim - ez diêþînim - ez diêxînim - ez diaxivim,
 
hîngê em nawela kesandinê diparêzin û ziman hên baþtir tê fêhmkirin. Ji lewre, bi dîtina me, ev qeyda avêtina tîpa dengdêr ji nawela (amûra,edata) kesandinê, ji zimanê devkî hatiye û divêt em di zimanê nivîskî de dest jê berdin û vê babeta giramêrê wek awarteya kelijandinê bihejmêrin û bibînin.
 
C) Kengê kelijandin ne pêwîst e ?
 
Wek babeta dawiyê ji vê mijarê, emê li ser lihevsiwarkirina bêjeyan rawestin, ku di encama wê de hin caran du tîpên dengdêr tên pey hev. Gelo di rewþeke wisa de tîpa kelijandinê pêwîst e yan na?
 
Daku mebesta me li vir jî baþ bê fêhmkirin, emê dîsa hin nimûneyan bînin:
 
1) Ji ber bêaviyê deþta Heranê bê dar maye.
 
Em li vir dibînin, ku du tîpên dengdêr dane pey hev, lê ti tîpa kelijandinê neketiye navbera wan. Gava em bixwazin tîpekê têxin navbera „ê“ û „a“ jî, dê hîngê bibe „bêyaviyê“ û ti mane ji bêjeyê re namîne. Nexwe, divêt wisa bimîne.
 
2) Ji ber taalandinê qolincên Gulperiyê diêþîn (yanê hevkî ta li teþiyê alandiye, êdî qolincên wê diêþin.
 
Li vir jî, heke em tîpeke kelijandinê têxin navbera herdu tîpên „a“ çênabe. Heke em „a“-yekê biavêjin, ew jî nabe. Em wisa bikin, dê „talandin“ li holê bimîne û her kurdek dê bi mana „talanê“ fêhmbike.
 
Mirov dikare gelek nimûneyên din jî bîne, wek:
Li ber textê nexweþxanê divêt boriya baanînê hebe.
Ji ber taavêtinê ew nikare ji nav nivînê rabe.
Ji ber karê kaanînê êdî ew westiyaye.
Bi encama badeavêtinê cama pencereyê þikest.
Xanîavakirina Hoste-Memo gelek çak e.
Ji ber bêendametiyê komele ji hev belav bû.
Ji ber bêewlekariyê bazirganî pêknayê.
û her wisa û her wisa ...
 
Encam :
 
 Piþtî ku me li vê mijara xwe, yanê hatina du tîpên dengdêr di peyvekê de li pey hev ji sê aliyan ve temaþe kir, em dikarin van encamên li xwarê jê wergirin:
 
1) Di veqetandin û tewangê de gava du tîpên dengdêr bidin pey hev, hîngê tîpeke kelijandinê dikeve navbera herdu dengdêran. Bi gelemperî nîvdengdêra „y“ ji bo kelijandinê tê bikaranîn, lê belê, di hin bêjeyan de tîpa „w“ û di hin bêjeyên din de tîpa „h“ dikarin vê rolê bilîzin.
 
2) Di kesandina lêkeran de divêt nawela kesandinê bê parastin û em dest ji avêtina tîpa „i“ ya nawelên „di“ û „bi“ berdin. Yanê di kesandinê de divêt herdu tîpên dengdêr yên li pey hev di zimanê nivîskî de bimînin.
 
3) Gava du yan sê bêje li hev tên siwarkirin û di encamê de peyveke nû pêktê, ku têde du tîpên dengdêr dane pey hev, hîngê kelijandin ne rewa ye û divêt dîsa herdu tîpên dengdêr bên parastin.
 
Encamên (2) û (3) divêt wek awarteyên qeyda gelemper bên fêhmkirin.