- Wek akam ji vê gengeþiya me, em digihînin
van encamên jêrîn:
-
- 1) Di dem niha
û ayendê de, bi hemû raweyên xwe, û herwisa dema borî bi lêkerên
negerguhêz re hergav mêjerê lêkerê li gor kirar e.
-
- 2) Di dema borî
de û bi lêkerên gerguhêz re, ku êrgatîv serdar e, bi gelemperî
mêjerê lêkerê li gor bireserê yekser e, ji bilî hin
awarteyan:
- a)
Heke kirar bi gihaneka „û“ hat hejmartin, lêker
xwe davêje ser kirar û dikeve gelejimariyê. Nimûne: Gurgîn
û Ferzende çalakiyek kirin.
- b)
Heke kirar bi gelejimarî hat veqetandin, dîsa
lêker xwe davêje ser kirar û dikeve gelejimariyê. Nimûne: Ciwanên
Kurd çalakiyek kirin.
- c)
Heke kirar bi lêkereke negerguhêz re di gelejimariyê
de be û bibe kirarê lêkereke gerguhêz jî, hîngê lêkera
gerguhêz jî li gor kirar dikeve gelejimariyê. Nimûne: Ciwan
çûn Wanê û çalakiyek kirin.
|