Mijara
Daçekê (I)
Mustefa Reþîd
-
-
-
- Wek
pir zimanên din, di zimanê me de jî gelek daçek hene, ku em wan her dem
di axaftin û nivîsandinê de bi kar tînin. Gelek kesan li ser daçekan
nivîsandiye û li vir pêwîst nake, ku em hemû daçekan bidin naskirin
yan jî li ser hemiyan rawestin. Emê tenê hin taybetiyên daçekan û awayê
bikaranîna wan di zimanê standard de, ku dibin sedema nelihevkirinê, ji
xwe re bikin mijar.
-
- Daçekên
me yên here girîng ev in: bi, di, ji, li.
-
- Hersê daçekên
pêþîn, hem bi serê xwe tên bi kar anîn û hem jî paþdaçekên (de,
re, ve) distînin û wisa di hevokan de dibin xwedî roleke din. Daçeka
“li”, bi dîtin û têgihîþtina min, tenê bi serê xwe tê bi
kar anîn û paþdaçekan nastîne. Hin Kurd hene, ku daçeka “li”
jî bi paþdaçekan re dikin heval, lê belê bi dîtina min ev ne pêwîst
e.
-
- Ka em pêþî
hinekê li ser paþdaçekan rawestin. Ji aliyê fonetîkê ve, ev hersê paþdaçekên
me (de, re, ve) di bingehê de bi awayê (da, ra, va) di zimanê
me de peyda dibin. Yanê awayê bilêvkirina wan bi dengdêra “e”
tenê sivikkirina wan e. Mamostayê mezin Mîr Celadet Bedirxan ev þêwe - li
gor baweriya min - ji
ber du sedeman hilbijartiye:
-
- a)
Ji ber ku sivik û hêsan e.
- b)
Ji ber ku di zaravayê Botî de wisa sivik tê bilêvkirin.
-
- Ji ber wê jî, em îro di zimanê standard de þêweyê
sivik bi kar tînin. Lê belê rastiyeke din jî heye, ku piraniya gelê
Kurd heya niha jî hên van paþdaçekan bi þêweyê bingehîn, þêweyê
„a“ bilêvdike. Di Kurmanciya Navîn de jî bi þêweyê
„a“ tên bilêvkirin. Li Behdînan, li Hekarî û ji Beyazîd heya Meraþ
û Efrînê giþt bi awayê „a“ dibêjin. Ji ber wilo jî,
di gelek gotar û nivîsaran de em rastî þêweyê „a“ dibin. Lê
belê, heke em dixwazin zimanê xwe standard bikin, divêt em paþdaçekan jî
bi yek þêweyî binivîsînin. Bi dîtina min – tevî ku kurdên herêma
ez jê hatime þêweyê „a“ bi kar tînin – divêt em þêweyê
sivik, þêweyê „e“, yê ku Mîr Celadet Bedixan pêþneyar
kiriye, di zimanê standard de bi kar bînin. Heke rojekê ji rojan,
dezgeheke fermî û nawendî ya zimanê kurdî biryarek girt û got, ku li
gor prînsîpên demokratiyê, yan ji ber sedemeke zanistî divêt em þêweyê
„a“ bi kar bînin, hîngê rewþeke din peyda dibe.
-
- Lê belê tiþtê herî berbat ew e, ku mirov di hin
nivîsaran de rastî þêweyekî têkil tê. Yanê mirov dibîne, ku xwediyê
gotarê, hin caran þêweyê „e“ û hin caran jî þêweyê „a“
bi kar aniye.
-
- Piþtî vê awira fonetîkî, ka em derbas bikaranîna
van daçekan bibin û hin nimûneyan jî binivîsînin:
-
- A) Koma serbixwe (koma bêyî paþdaçekê)
-
- Daçeka „bi“: Ev daçeka me gelek funksiyonên
wê hene, ku ji van nimûneyan tê xuyakirin.
- 1)
Ew bi þev dixebite.
- 2)
Ez bi tirkî nizanim.
- 3)
Ew bi wî dikenin.
- 4)
Ew bi siwarî diçe Sêrtê.
- 5)
.......
-
- Daçeka „di“: Pir kes bawer dikin, ku ev daçeka
me bi serê xwe peyda nabe. Lê belê ne wisa ye. Rast e, ku ew pir kêm bi
awayekî serbixwe tê bi kar anîn, lê belê heye.
- 1)
Ew di tiþtekî dixebite, lê ez nizanim ew çi ye.
- 2)
Ew di çalakiyekê dikoþe, ka em binêrin encam çi ye.
-
- Daçeka „ji“: Ev daçeka me pir tê bikaranîn.
- 1)
Mem ji Zînê hezdike.
- 2)
Xwîna sor ji birîna wî diherike.
- 3)
Dijmin ji tiradê bazda.
-
- Daçeka „li“: Ev daçeka me jî pir tê
bikaranîn, lê bi dîtina min, tenê bi awayê serbixwe.
- 1)
Tu li çi digerî?
- 2)
Ez li Amedê bûm.
- 3)
Bavê min li kar
e.
-
- B) Koma
tevî paþdaçekê:
- Divêt em
þêweyê tevî paþdaçekê ji þêweyê serbixwe bi temamî cuda bikin, ji
ber ku ew xwedî maneyeke taybet in. Ka em di vê gotarê de navê “daçekên
cêwî” li wan bikin. Ew di hevokê de ji hev cida û hin caran pir ji
hev dûr tên nivîsandin, lê belê pêþdaçek û paþdaçek bi hev re
xwedî wateyekê ne. Herdu jî divêt hergav ji bêjeyên din cihê bên nivîsandin.
Divêt em li pêþdaçek û paþdaçekê wek kevanekan “( , )” temaþe
bikin. Yanê gava me di nivîsandinê de kevanek vekir, divêt ew li cihekî
din bê girtin. Çawa ku kevanek tê vekirin, di hevokê de jî pêþî pêþdaçek
tê nivîsandin, hin bêjeyên din dikarin di navberê de hebin û piþtî
wan paþdaçek tê nivîsandin, ango kevanek tê girtin. Bi rastî ne hêsan
e, ku mirov mana daçekên cêwî bi nivîskî bide xuyakirin, lê dîsa
jî emê têbikoþin, ku wan bi awayekî þirove bikin.
-
- Daçeka cêwî
“bi……de”: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye, ku kesek
yan heyberek bi hêlekê de yan bi tiþtekî re diçe û di nav de winda
dibe.
- 1)
Ew bi hêla Wanê
de çû.
- 2)
Kumê min bi avê
de çû.
-
- Daçeka cêwî
« bi……re » : Mana vê daçeka cêwî tiþtekî
wisa ye, du kes yan jî du heyber, ku di navbera wan de valahî heye (yanê
ew bi hev ve ne girêdayî ne) bi awayekî hema hema yeksan û beranber
hevaltiya hev dikin û diçin.
- 1)
Gurgîn bi
Ferzende re çû Beyazîdê.
- 2)
Îsal serma bi
payîzê re hat.
-
- Daçeka cêwî
“bi……ve”: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye, ku du
heyber hene, yek bingehîn e yê din jî bi wî ve ye, di navbera wan de
valahî nîne (yanê ew bi hev ve girêdayî ne yan jî gihîþtine hev, yan
jî yek li ser yê din diçe). Pêwendiya wan bi hev re ne yeksan e.
- 1)
Tivinga min bi dîwar
ve daleqandî ye.
- 2)
Ew bi nêrdewanê
ve hilkiþiya jor.
-
- Daçeka cêwî
“di……de”: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye, ku kesek
yan heyberek di hundirê tiþtekî din de yan jî warekî de ye.
- 1)
Masî di avê de
dijî.
- 2)
Genimê me di
kewarê de ye.
-
- Daçeka cêwî
“di……re”: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye, ku kesek
yan heyberek bi liv û colanewe di navbera hin kes yan jî hin heyberên din
re derbas dibe.
- 1)
Behzad di Amedê
re çû Batmanê.
- 2)
Azad di nav gel
re derbasî hundir bû.
-
- Daçeka cêwî
“di……ve”: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye, ku
heyberek ket nav tiþtekî yan cihekî û winda bû; ew ji nav wî tiþtî
derneket.
- 1)
Berika tivingê di dîwar ve çû. (Yanê kete dîwar, lê di aliyê
din re derneket.)
- 2)
Mit di lingê wî ve çû. (Yanê mit (strî) kete ling û têde ma.)
-
- Daçeka cêwî „ji......de“: Mana vê daçeka
cêwî tiþtekî wisa ye, ku kesek yan heyberek ji cihekî yan ji hundirê
tiþtekî derketiye û tê.
- 1)
Ferman ji Stenbolê de hat.
- 2)
Ew dixwazin me ji
bingehê de rakin.
-
- Daçeka cêwî
„ji......re“: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye, ku kesek
tiþtekî digihîne kesekî yan cihekî din.
- 1)
Min namayek
ji Gurgîn re þand.
- 2)
Wî stranek
ji me re got.
-
- Daçeka
cêwî „ji......ve“: Mana vê daçeka cêwî tiþtekî wisa ye,
ku kesek yan heyberek ji aliyekî ve nêzîk dibe û tê, yan jî tê
xuyakirin.
- 1)
Lehî ji jor ve hat.
- 2)
Ew ji min ve tê xuyakirin.
-
- Çiqas pêþdaçek û paþdaçek di hevokê de ji hev nêzîk
bin, ewqas jî hevok baþ tê fêhmkirin. Bê guman mirov dikare di hevokekê
de, li gor pêwîstiyê, çend daçekên cêwî bi kar bîne. Lê belê hin
caran rewþeke wisa peyda dibe, ku pêþdaçekek tê nivîsandin û hên paþdaçeka
wê nehatiye nivîsandin, dest bi pêþdaçekeke din tê kirin û gava êdî
paþdaçekek hat, xwendevan û guhdar þaþ dibe, ka gelo ew paþdaçek a kîjan
pêþdaçekê ye.
-
- Nimûne 1:
- D1) Di panela ku ji hêla YDKê ve hate organîzekirin
de...
-
- Di vê hevokê de mirov dibîne, ku pêþdaçeka „di“
hatiye û hên paþdaçeka wê „de“ nehatiye nivîsandin dest bi
pêþdaçeka „ji“ hatiye kirin. Di pey re, paþdaçeka “ve”
ya hevalcêwiya „ji“ hatiye nivîsandin û li dawiyê paþdaçeka
„de“ yanê hevalcêwiya „di“ hatiye nivîsandin. Bê
guman, ji ber ku hevok kurt e, mirov dîsa jî her tiþtî rast fêhm dike.
Lê belê, em dibînin, ku hevok ji ber vê sedemê hinekê dikule. Gelo em
dikarin vê hevokê ji vê rewþê rizgar bikin yan na?
Ka em hewl bidin û bêjin:
-
- S1) Di panelekê de, ya ku ji hêla YDK’ê ve
hate organîzekirin...
-
- Hevoka (S1) çiqas ji sedî sed ne wek ya (D1) be, lê
wê maneyê bi temamî dide û vê carê nakule.
-
- Nimûne 2:
- D2) Ji berhemên
nivîskî û devkî yên mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar,
stran, þano û hwd. yên ku bi mebesta çêjeke gewzîn bidin guhdar û
xwendevan û cîhana wî/ê ya nîgaþî bixemilînin, hatibin nivîsandin
re “wêje” tê gotin.
-
- Di vê hevokê de, di navbera pêþdaçeka “ji”
û paþdaçeka wê ya hevalcêwî „re“ de hema dora 34 peyvên
din hene. Gelo rêyeke din nîne, ku paþdaçek ewqas dûr neyê nivîsandin?
Bê guman, bi giþtî, hevok ne çewt e; hevok durist e. Lê belê, gava
mirov „ji“ dixwîne û piþtî 34 bêjeyên din pêrgî „re“
dibe hinekê dicefile. Heke mirov pir zûka bixwîne, hîngê pêwendiyê di
navbera „ji“ û „re“ de nasdike. Lê heke hinekan hêdîka
xwend, ew pêwendî tê qetandin. Gelo em çawa dikarin vê hevokê ji vê
rewþa aloz rizgar bikin? Ka em bêjin:
-
- S2) Ji
berhemên nivîskî û devkî re, yên mîna helbest, çîrok, roman,
destan, zargotin, zêmar, stran, þano û hwd. yên ku bi mebesta çêjeke
gewzîn bidin guhdar û xwendevan û cîhana wî/ê ya nîgaþî bixemilînin,
hatibin nivîsandin “wêje” tê gotin.
-
- Yan jî
-
- S22) Ji
berhemên nivîskî û devkî yên mîna helbest, çîrok, roman, destan,
zargotin, zêmar, stran, þano û hwd. re, yên ku bi mebesta çêjeke
gewzîn bidin guhdar û xwendevan û cîhana wî/ê ya nîgaþî bixemilînin,
hatibin nivîsandin “wêje” tê gotin.
-
- Em dibînin, ku
bi rastî jî rê û derfet heye, em paþdaçekê hinekê nêzî pêþdaçekê
bikin û vî barê giran hinekê sivik bikin. Hîngê hevok jî baþtir tê
fêhmkirin.
-
- Dûmahîk heye.....
-
-