Mijara
Daçekê (II)
Mustefa Reþîd
Em berî niha hinekê li ser mijara daçekê rawestiyabûn û me hin aliyên vê mijara girîng ronahî kiribûn. Emê êdî gengeþiya xwe dîsa berdewam bikin. Em di beþê yekem de li ser daçekên me yên here girîng “bi, di, ji, li” bi awayê serbixwe û herwisa li ser daçekên cêwî
“bi …de, bi …re, bi …ve, di … de, di … re, di … ve, ji … de, ji … re, ji … ve”
rawestiyabûn.
Me pêþdaçek û paþdaçek bi kevanekan re dabûn ber hev û gotibû, ku ew
hevalcêwiyên hev in. Lê gelo ka em bipirsin: Ev hergav wisa ye?.
Her
û her, pêþdaçek bi awayê serbixwe jî tên bikaranîn. Ma gelo paþdaçek
jî bi tenha serê xwe tên bikaranîn yan na?
Ka
em di vê gotarê de li bersiva van herdu pirsên jorîn bigerin û bi hin nimûneyan
gengeþiyê li ser bikin. Di her zimanekî de û di her teoriyeke zanistî de jî
wisa ye, ku gava mirov jêre qeyd û rêzikan datîne, hergav hin awarte jî li
hêlekê dimînin; ev tiþtekî gelek suriþtî ye û her zaniyarek jî vê
diyardeyê baþ nasdike. Alman dibêjin, ku “awarte qeyd û rêzikan mêlag
dikin û diçespînin”. Yanê hebûna awarteyan nîþana wê yekê ye, ku li hêla
din qeydeke gelemper heye û piranî li gor wê rêzdibe.
Ji
lewre, gava em dibêjin, pêþdaçek û paþdaçek mîna kevanekan in, hîngê
ev mijar bi gelemperî wisa ye. Lê dîsa awarteyên vê qeydê jî hene. Ka em
hin hevokan wek nimûne binivîsînin, ku me ji rojname û weþanên din
wergirtine:
Nimûne
1:
“….
di her merc û derfetên dijwar û di heyam û rewþên xirab de
….”
Di hevokeke mîna vê de, bi rastî jî ne pêwîst e, ku
em paþdaçeka “de” du caran binivîsînin. Heke em wisa bikin, hîngê li
guhê me dubarkirineke nexweþ çêdibe û baþtir e, ku em paþdaçekê
- wek çawa li jor - careke tenê binivîsînin.
Nimûne 2:
“Îcar,
haya li welatekî dademendî peywira xwe bi cih neyîne û her mirov negihîje
mafê xwe, di navbera hemwelatiyên wî welatî û di civaka wî de
aþtî û aramiya rastîn nikare pêk bê.”
Di
vê hevokê de jî baþtir e, ku paþdaçek tenê carekê bê nivîsandin. Heke
em paþdaçekê du caran binivîsînin, hevok xweþ nabe.
Nimûne
3:
Ka
em hevokekê ji ba xwe bi du þêweyên têvel binivîsînin û bêjin:
a)
Di sala 1925an de, di
sala 1932an de û di sala 1937an de kurdan li pey hev serî hildaye.
b)
Di sala 1925an,
1932an û 1937an de kurdan li pey hev serî hildaye.
Ev
herdu hevokên me jî rast û durist in. Lê belê cudahiyeke nazik di navbera
herdu hevokan de heye. Di hevoka (a) de, em serhilanên wan salan hem diçespînin
û hem jî dihejmêrin, lê di hevoka (b) de, em wan serhildanan tenê dihejmêrin.
Di rewþeke wisa de, ev cudahiya han li ser nivîskar dimîne, ka ew çi peyamê
dixwaze bigihîne xwendevanan?.
Mijara
nivîsandina paþdaçekê yan jî nenivîsandina wê di nimûneyên 1 û 2an de,
tenê mijara teknîka bikaranîna bêjeyan e, lê di herdu hevokên nimûneyê
3an de, mijara teknîka bikaranîna mane û naverokê, bi alavê bêjeyan e. Bi
gotineke din, mijara pêþîn bêtir mijara ahengiyê ye; mijara form û dirûv
e, lê mijara paþîn bêtir mijara mane û naverokê ye.
Pirsa
me ya duyem jî ew e, ku “paþdaçek bi tenha serê xwe tên bikaranîn an
na?”.
Wek
bersiva vê pirsê, emê pêþî “erê û na” bêjin. Kengê “erê” û
kengê “na”?
A)
Bi hin hoker û daçekan re, pêþdaçek dikare bê avêtin. Hîngê paþdaçek
bi hoker ve, bi bêjeya pêþ xwe ve tê nivîsandin. Gelek hevalan li ser vê
mijarê nivîsandine. Wek nimûne, bêjeyên “pêþ”, “paþ”, “lew”
û hwd. Li cihê ku em bêjin:
a1)
Bi pêþ ve biçe. a2) Bi paþ ve diçe. a3) Ji lew re wisa ye.
Em
dikarin bêjin:
a11)
Pêþve biçe. a22) Paþve diçe.
a33) Lewre wisa ye.
Avêtina
pêþdaçekê û nivîsandina paþdaçekê bi bêjeya pêþ wê ve di mînakên
mîna van de rewa ye.
Di
pileya duyem de, ew hoker û paþdaçeka ku bi hev re yekîtî çêkirine,
dikarin bi lêkerekê re jî bibin yek û jêderekî nû pêkbînin. Nimûne:
1)
pêþve + çûn
= pêþveçûn.
2)
paþve + çûn
= paþveçûn.
Û
hwd.
Gava
em “pêþveçûn” yan “paþveçûn” dibêjin, em dizanin, ku ew di
bingeha xwe de ji “bipêþveçûn” û “bipaþveçûn” hatine. Lê belê
bilêvkirina vî þêweyî giran e. Ji lewre, þêweyê sivik “pêþveçûn”
û “paþveçûn” gengaz û rewa ye.
B)
Di zaravayê herêmên Serhed, Qefqas, Meletî, Sêwas û derdorên wan de pêþdaçek
bi gelemperî winda bûne. Ji lewre, gava kurdên ji van herêman dinivîsînin,
mirov di gotar û nivîsên wan de pêþdaçekan nema dibîne. Ji ber ku ji
zaravayê wan pêþdaçek hatine avêtin, ew qet li xwe hay nabin, ku pêþdaçek
hene. Lê belê, divêt ev rewþ wek zaravayê herêmî bê dîtin û ne rewa
ye, ev yek di zimanê standard de cih bigire.
C)
Hin kurdên Botan û Cizîra Jêrîn, di rewþeke taybetî de, paþdaçekê bi
tenha serê xwe bi kar tînin. Li
cihê ku bêjin:
c1) Min ev tiþtê han xiste wir.
Dibêjin
c11) Min ev tiþtê han xist wir de.
Lê belê, ev jî divêt wek zaravayê herêmî bê dîtin û ne rewa ye, ku di zimanê standard de cih bigire.
Wek encama vê pirsa dawî, em dikarin bêjin: Bi gelemperî paþdaçek bi tenha serê xwe nayê bikaranîn. Heke pêþdaçek bi hin hoker û daçekên din re hat avêtin, hîngê paþdaçeka ku sêwî maye bi bêjeya pêþiya xwe ve tê nivîsandin.
D)
Hin caran pêþdaçek bi pronav re yekîtiyekê pêktîne û wisa paþdaçek bi
tenê dimîne. Li cihê em dibêjin:
d1)
Ew bi wî/wê re çû. d2) Min ji wî/wê re got. d3) Di wir de gelek tiþt
hene.
Em dikarin bêjin
d11) Ew pêre çû. d22) Min jêre got. d33) Têde gelek tiþt hene.
Di vê rewþê de jî baþtir e, ku em paþdaçekê sêwî nehêlin û bi bêjeya pêþ wê ve binivîsînin.
E)
Bê guman, daçekên koma serbixwe jî (bi, di, ji, li) yekîtiyê bi pronav re
pêktînin. Li cihê:
e1)
Ew bi wî/wê dikene. E2) Ew di tiþtekî dikoþe. E3) Ew ji wî/wê hezdike.
E4) Ew li wî/wê dinihêre.
Em
dibêjin:
e11)
Ew pê dikene. e22) Ew tê dikoþe. e33) Ew jê hezdike. e44) Ew lê dinihêre.
Piþtî
ku daçekê bi pronav re yekîtî pêkanî, êdî bi lêkerê re jî dibe yek û
wisa lêkereke nû diafirîne.
Ji
nimûneyên jorîn em dikarin lêkerên “pêkenîn, têkoþîn, jêhezkirin û
lênihêrîn” pêkbînin. Piþtî ku ev lêker êdî di serê me de rûniþtin,
em dikarin bi hev ve jî binivîsînin û bêjin:
e111)
Ew pêdikene. e222) Ew têdikoþe. E333) Ew jêhezdike. E444) Ew lêdinihêre.