Mijara „ku“ û „ko“.
 
Mustefa Reþîd
 
Gelo çima mirov di pirtûk, kovar û rojnameyan de, di gotar, nûçe û malperên înternêtê de rastî van herdu þêweyên nivîsandinê „ku“ û „ko“ tê?. Bi armanca ku em rojekê zûtir bigihînin zimanekî standard, em dixwazin di vê gotarê de hinekê li ser vê mijarê rawestin.
 
Ev bêjeya biçûk di zimanê me de xwedî gelek rol û wezîfeyan e. Ew li hin cihan wek gihanek, li hin cihan wek pronav (bernav, cînav) û li hin cihan jî bi maneya „heke“ tê bikaranîn. Nimûne:
 
1) Mirovê ku hat, birayê Gurgîn bû.
2) Hemû niþtimanperwerên Kurd ji wê baweriyê ne, ku Kurdistan yek welat e.
3) Ku zarok negirî, dayîk þîr nadiyê.
 
Di zimanê devkî û zaravayên me de mirov rast van hemû þêweyên jêrîn tê:
 
ke, ko, ku, ki, gi, kû, go
 
Lê belê, di nivîsandinê de, bi maneya ku me li jor gotiye, tenê „ko“ û „ku“ tên bikaranîn.
Di zaravayê kurmanciya navîn de (kurmanciya baþûr - soranî) vê bêjeyê bi awayê „ke“ cih girtiye. Li hin herêmên kurmanciya bakur jî di axaftina rojane de „ke“ tê gotin. Lê belê di zimanê nivîskî yê kurmanciya bakur de rewþeke din peyda bûye. Di Hawar, Ronahî û hin weþanên din de, Mîr Celadet Bedirxan awayê „ko“ bi kar aniye.
 
Di dehsalên 60î  û 70î yên sedsala 20an de, gava kurdan li Ewropayê careke din dest bi çapkirina pirtûkan û weþandina kovar û rojnameyan kirin, êdî þêweyê „ku“ hate bikaranîn. Nivîskarên wê demê, ku di warê ramyarî-siyasî de bi ti awayî ne li gel hev bûn, lê belê wek ku hevpeymanek di navbera wan de hebe, hemiyan êdî ev bêje bi awayê „ku“ nivîsandin. Ji rêxistina Bahoz bigire heya rêxistina Hevra û rewþenbîrên Parîs, Berlîn û Stokholm hemiyan di vê „hevpeymanê“ de cih girt. Ez bixwe yek ji wan kesan bûm, ku me demeke dirêj (heya 1984an) awayê „ko“ - wek awayê Hawarê - di nivîsên xwe de bi kar dianî. Lê mixabin, em di „þer û keftelefta“ „ko“ û „ku“ de bi bin ketin. Gava mirov di têkoþînekê de bi bin keve, divêt li xwe mikur bê û bidirikîne (îtîraf bike), ku êdî aliyê din bi ser ket. Bi rastî, serhiþkî di vî warî de bê mane bû û ji lew re, ez êdî ji hespê xwe peya bûm. Heke hin heval hene giriyê wan jî wek min li ser „ko“ tê, bila herin hesab ji nivîskarên wê heyamê bixwazin; ew hemî jî hên sax in. Ne hewce ye ez navê çi kesî bêjim, ji ber ku ew hemû tên naskirin.
 
Ji wê demê de û heya niha gelek pirtûk, rojname û kovar derketin û di piraniya wan de jî awayê „ku“ cih girt. Lê belê, di her demekê de nivîskarên nû peyda dibin û pir kes jî, gava vedigerin ser Hawarê û bermayên me yên nivîskî, çavê wan bi „ko“ dikeve û radibin ew jî helwesteke ortodoks digirin û êdî awayê „ko“ di nivîsên xwe de bi kar tînin. Lê hinên din jî hene, ku heya niha jî, hên ji hespê xwe peya nebûne. Li hêla din hin nivîskar jî hene, ji vê bêjeyê nefret dikin û - heya ji wan tê - di nivîsên xwe de, xwe jê diparêzin. Bi baweriya wan, ewên vê bêjeyê pir bi kar tînin, zimanê wan belengaz û lawaz e.
 
Ka em hinekê ji aliyê giramêr û reziman ve li ser vê mijarê gengeþiyê bikin. Birêz Deham Evdilfetah di pirtûka xwe de li ser vê mijarê jî rawestiyaye. Ew bi encamekê derdikeve, ku bikaranîna vî þêweyî yan yê din ti qezenc û ziyanê ji me re nayîne; tenê yekîtiya herdu þêweyên bilêvkirin û nivîsandina vê bêjeyê qezencê ji me re tîne.
 
Gelo çi sedem hene, em vê bêjeyê bi vî þêweyî yan bi þêweyê din binivîsînin:
 
A) Þêweyê „ko
Sedemên ku em bi vî þêweyî binivîsînin ev in:
1) Ev þêwe di Hawar, Ronahî û weþanên dema wan de hatiye bikaranîn.
2) Ev þêwe li hin dever û aliyên welat wisa tê bilêvkirin.
 
B) Þêweyê „ku
Sedemên ku em bi vî þêweyî binivîsînin ev in:
1) Ji 30 - 40 salî de di piraniya weþanan de ev þêwe tê bikaranîn.
2) Ev þêwe jî li hin dever û aliyên welat tê bilêvkirin.
 
Lê belê, hin aliyên din jî, yên vê mijarê hene.
 
1) Fonetîk: Dengdêra „o“ ji dengdêrên dirêj e, lê dengdêra „u“ ji yên kurt e. Hem piraniya awayên ku di nav gel de tên bilêvkirin dengdêrên kurt bi kar tînin (wisa di kurmanciya baþur de jî dengdêra „e“ ji yên kurt e) û hem jî piraniya bêjeyên wisa kurt - wek daçekan - di zimanê me de bi dengdêrên kurt diqedin. Ji lew re, bikaranîna dengdêreke kurt di vî warî de baþtir tê xuyakirin.

Ji hêla din ve, gava mamostayê mezin Mîr Celadet Bedirxan li ser dengdêran diaxive, li ser dengdêra “u” dibêje, ku vê dengdêra me, hên biserketina xwe di ziman de temam nekiriye.
Mebesta wî di vî warî de ev e:
Di bingehê de ev dengdêra me “u” ji dengên “wi” hatiye. Ji lew re, heya niha jî, hên hin Kurd hene, ku bêjeyên wek „xurt, xuyakirin, xurînî” û hwd., hên jî bi awayê “xwirt, xwiyakirin, xwirînî” dinivîsînin. Bi rastî jî, li Botan wisa tê bilêvkirin. Lê belê bi demê re, di pêvajoyê pêþveçûna ziman de, di gelek bêjeyan de, ev herdu dengên “wi” êdî bûne “u”. Yanê ev herdu deng “wi” dikarin bibin “u”, lê dengdêra “u” dê ticar venegere û nebe “wi”. Bi gotineke din, emê ticar peyvên wek “Kurd û Kurdistan” bi awayê “Kwird û Kwirdistan” nenivîsînin. Ev pêvajo ti car venagere.
 
Mîr Celadet Bedirxan gengeþiya xwe li ser vê dengdêrê berdewam dike û dibêje, ku ev dengdêra me “u”, bi gelemperî, di zimanê me de di pey van dengdaran “g, h, k, q, x” re peyda dibe. Heke em bêjin, ev dengdêra me, ji bilî qeyda gelemper, kêm caran li pey dengdarên wek “d” û “t” jî peyda dibe, hîngê em ji rastiya ziman ne dûr in.
 
Mebesta me ji vê lêkolîna biçûk ew bû, em bidin xuyakirin, ku nivîsandina vê bêjeya em li ser dipeyivin bi awayê “ku” ne li dijî rêz û rêzikên zimanê me ye. Bi vajayî wê, ew pêre digunce.
 
2) Semantîk: Ji aliyê maneyê ve bêjeya „ko“, ji bilî maneyên me li jor gotine (yanê wek gihanek, pronav û bi maneya „heger“) maneyeke din jî dide. Gava em tîpa „k“ di vê bêjeyê de bi þêweyê nerm bilêvdikin (pir kes hene jî ku wisa dikin) hîngê ew bi maneya tiþtekî „ne tûj“ jî tê fêhmkirin. Nimûne: Ev kêr ko ye. Yanê ew ne tûj e û baþ nabire. Di zimanan de çiqas bêjeyên ku bi yek þêweyî tên nivîsandin û pir maneyan didin kêm bin, ewqas jî baþtir e. Yanê heke em þêweyê „ko“ tenê ji tiþtê ne tûj re bihêlin, ev jî dibe sedemeke berbiçav. Li hêla din, ka em bipirsin, gelo „ku“ jî hin maneyên din dide yan na?. Bi rastî di vir de jî em dikarin bêjin, ku hin kes vî þêweyî bi maneya „“ yanê „kîjan cih“ jî bilêvdikin. Lê belê tenê hinek wisa dikin. Piraniya nivîskaran ji bo „kîjan cih“ awayê „“ bi kar tînin.
 
Wek encam ji vê gengeþiya me, heke em „ko“ bi maneya „tiþtê ne tûj“ bi kar bînin û bêjeya bi mana „kîjan cih“ bi awayê „“ ( li kû, kûde, kûderê....) binivîsînin û „ku“ jî ji bo vê mijara ku em têde ne bihêlin, hîngê emê ji vê pirsgirêkê re bigihînin awayekî standard. Bi rastî, mebesta me jî tenê ev e. Divêt em têbikoþin, di her pirsgirêkekê de, em bigihînin þêweyekî standard.
 
Tikaya min ji hemû rewþenbîr, nivîskar û rojnamevanan heye, ku em yek þêweyî bi kar bînin û em her pirsgirêkeke zimanê xwe nekin babeteke ramyarî-siyasî. Bêjeyên „kovar“ û „govar“ jî di vê rewþê de ne û bêjeyên „paþeroj“ û „pêþeroj“ jî destpêkirine, di nav me de du çeperên dijber peyda bikin. Ma gelo ti pirsgirêkên me yên din tine ne û nakokiyên di nab me de berê pir kêm in, ku em barê xwe hên bi van tiþtan jî girantir bikin?.