Mijara pronavê nêtar û sînorên bêjeyê
Mustefa Reþîd
Di vê kurtenivîsê de em dixwazin li
ser mijara PRONAVÊ NÊTAR rawestin. Ka em di destpêkê de bidin xuyakirin, ka
gelo pronavê nêter çi ye?
Pronavê nêtar ew pronav e, ku di hin
hevokan de pronavekî din dinimîne. Ew dikare hin pronavên gelejimariyê û
hin pronavên yekejimariyê, çi nêr û çi mê binimîne. Ji lew re jî, jêre
nêtar hatiye gotin; yanê ew bê zayend e. Emê vê mijarê jî bi hin nimûneyan
þîrove bikin.
Ka em bala xwe bidin van hevokan:
Dema niha
Dema borî
1) Ez sêvekê didim wê. Min sêvek da wê.
2)
Ez pirtûkekê didim wî.
Min pirtûkek da wî.
Em dikarin di van hevokan de pronavên
“wê, wî” bi pronavê nêtar “ê” biguhêrin û bêjin:
Dema
niha
Dema borî
1N) Ez sêvekê
didimê.
Min sêvek dayê
2N) Ez pirtûkekê
didimê.
Min
pirtûkek dayê.
Di
hevokên (1N) û (2N) de pronavê nêtar “ê” cihê herdu pronavên
kesîn “wê, wî” digire. Ev herdu pronavên kesîn jî, pronavên ji
bo kesê sêyem û yekejimariyê ne, ew ji koma pronavên tewandî ne; ji lew re
jî hergav di hevokê de bireser in. Li hêla din, pronavê nêtar cihê pronavên
gelejimariyê nagire. Yanê, di hevokên mîna evên jêrîn de
3) Ez pirtûkekê didim wan
Min pirtûkek da wan
Pronavê
nêtar nikare cihê pronavê bireser yê gelejimariyê “wan” bigire.
Heke
pronavê kesîn, yê ji bo kesê sêyem di dema borî de bûbe kirarê lêkereke
gerguhêz û bi sedema êrgatîv teþeyê xwe yê tewandî standibe, hîngê
pronavê nêtar nikare cihê wî bigire. Wek
nimûne, di vê hevoka jêrîn de
Wî diyariyek
da wê,
pronavê nêtar „ê“ tenê
dikare cihê pronavê kesîn, yê ji bo kesê sêyem „wê“, ku di
hevokê de bireser e bigire; ew nikare cihê pronavê kirar „wî“
bistîne.
Ka em bala xwe bidin vê hevokê jî:
4) Bajarê Heranê di mehên havînê de pir germ e, hîngê em naçin wir.
4N) Bajarê
Heranê di mehên havînê de pir germ e, hîngê em naçinê.
Di hevoka (4N) de em dibînin, ku pronavê
nêtar vê carê cihê “wir” girtiye. Lê
belê dîsa jî tenê dikare cihê bireser bigire.
Wisa,
em dikarin wek encam bêjin, ku pronavê nêtar hergav yekejimar û bireser e.
Piþtî
ku me rol û funksiyona pronavê nêtar þîrove kir, ka em niha jî hinekê ji
aliyê fonêtîkî û nivîsandinê ve lê temaþe bikin.
Gelo
çima pronavê nêtar “ê” bi lêkerê ve tê nivîsandin?
Ji
bona dîtina bersivekê ji vê pirsê re, emê pêþî li hin hevokan ji aliyê
fonêtîkî ve temaþe bikin, ku pronavê nêtar di wan de tê bikaranîn.
1f)
Ez sêvekê didimê.
2f)
Min sêvek dayê.
Gelo
ev hevokên me çawa tên bilêvkirin?
Ka
em wan li gor kîtan binivîsînin:
1fk)
Ez sê-ve-kê di-di-mê.
2fk) Min sê-vek da-yê.
Em dibînin, ku di hevoka (1fk) de
pronavê nêtar tîpa dengdar „m“ ji lêkerê bi xwe re rakiþandiye
û teve wê kîtek pêkaniye. Di hevoka (2fk) de, ku lêker bi dengdêrekê
diqede, nîvdengdêra „y“, ya kelijandinê katiye navbera herdu dengdêran
û wisa bi pronavê nêtar re bûye yek kît.
Ji ber vê sedema fonêtîkî, nivîsandina
pronavê nêtar teve lêkerê gelek di cih de ye. Lê belê ji aliyê giramêrê
ve, ku lêker û pronav, her yek ji birekî qisetê yê cida ye, diviyabû ji
hev cida bihatana nivîsandin. Yan jî diviyabû pronavê nêtar bi apostrofê
bihata cidakirin. Yanê bi vî awayî:
1fa) Ez sêvekê didim’ê.
2fa)
Min sêvek da’yê.
Ev
mijara nivîsandina pronavê nêtar teve lêkerê di zimanê me de gelek balkêþ
e. Yanê heke em sedemên fonêtîkî bidin pêþ sedemên giramêrî-sêmantîkî,
em dikarin li hin cihên pêwîst – wek me got, ji ber sedemên fonêtîkî
– hin birên qisetê li gel hev binivîsînin. Yan jî divêt em li vir jî rê
nedin, ku pronavê nêtar bi lêkerê ve were nivîsandin.
Ka
em niha bi gelemperî bipirsin, gelo li gor kîjan taybetiyan em bêjeyê, wek hêmanek
ji hêmanên ziman didin naskirin? Yanê sînorên bêjeyê li kûderê ne û li
gor çi em dibêjin, ku ev beþ ji axaftinê bêjeyek e?
Bi
gelemperî, pêþî fonêtîk sînorê bêjeyê diçespîne û paþê, ji
ber sedmên giramêrî, hin kît dikarin wek bêjeyeke serbixwe bên nivîsandin;
heke ew kît ji birekî qisetê yê din bin û xwedî wateyekê bin.
Belê,
her kîtek pêkve ji devê me derdikeve, lê di navbera bêjeyekê û ya din de
jî em hinekê radiwestin. Rawestandina di navbera bêjeyan de ji ya navbera kîtan
dirêjtir e.
Kît,
tenê wek kît ne xwedî wateyekê ne, lê belê bêje xwedî wateyeke taybetî
ye; ew yan tiþtekî heyber yan jî tiþtekî derûnî û manewî dinimîne. Hin
bêje jî hene, ku di axaftinê de bêjeyên arîkar in (wek daçek û
gihanekan). Lê belê dîsa jî, divêt bi serê xwe kîtekê pêkbînin û nabe
ku beþek ji kîtekê wek bêjeyeke serbixwe bê nivîsandin.
Çend
birên qisetê dikarin bi hev re bêjeyekê pêk bînin û wisa jî bi hev ve bên
nivîsandin. Nimûne:
Tevlihevkirina mijaran ne tiþtekî baþ e.
Bêjeya
pêþîn ji vê hevokê, ji du pronavan, daçekekê, lêkerekê û veqetandekekê
pêk hatiye. Li vir çar birên qisetê bi hev re bêjeyek afirandine, ku xwedî
maneyeke taybetî ye û bi ser de jî ev bêjeya hevedudanî hatiye veqetandin.
Mirov dikare vê wateyê ji çalakiya hin kesan re bêje, ku gelek
mijaran têkilî hevdu dikin. Ji ber wê, divêt ev bêjeya hevdudanî hem bi
hev ve bê bilêvkirin û hem jî bi hev ve bê nivîsandin. Ew nabe, ku bi awayê
“tev li hev kirina” bê gotin û nivîsandin. Ji hêla din ve, heke
ji bo pêkanîna bêjeyekê gelek birên qisetê li hev bên siwarkirin, dikare
bandorê li xweþikbûn û estetîka ziman bike, tevî ku ew li gor giramêrê
rewa û gengaz e. Nimûne:
Jiserbinhevderxistina pirsan ne karê her kesekî ye.
Bê
guman, pêkanîna bêjeyeke hevedudanî mîna bêjeya pêþîn ya vê hevoka jorîn
bi estetîka ziman re nagunce. Bi vî awayî bêje hatiye gopilandin. Li cihê wê
heke em bêjin:
Derxistina pirsan ji ser hev, ne karê her kesekî ye.
wê
maneya jor dide û bes e jî. Di vir de bikaranîna bêjeyên « ser”,
“bin” û “hev » bi hev re di hundirê bêjeyekê de êdî dibe
gopilandin.