Mijara Tewangê (I)

 

Mijara tewangê di zimanê me de yek ji mijarên here nazik, here têkil û here dijwar e. Mijareke nazik e, ji ber ku li cihê ku tewandina navdêr pêwîst be û ew neyê tewandin, maneya hevokê dikare bi çewtî bê têgihîþtin. Mijareke têkil e, ji ber ku tewang û diyardeya êrgatîv bi hev ve girêdayî ne; û dijwar e, ji ber ku ew kesê zimanê me baþ nizanibe, nikare ji bin barê tewangê derkeve, lawazî û çewtî her di vê babetê de tên xuyakirin. Ka em bipirsin: Gelo tewang çi ye, çawa ye, ew li kû pêwîst e û li kû ne pêwîst e?.

 Tewang ji „tewandinê“ hatiye; yanê ew bi maneya „badan“, „xwarkirin“ yan jî verêsê ye. Reþîd Kurd li cihê bêjeya „tewang“ bêjeya „verês“ bi kar aniye. Yanê di giramêrê de, gava em navdêr ditewînin, em parkîtekê pêdixin, yan jî em dengdêrekê bi yeke din diguhêrin. Bi gelemperî - ji bilî rewþa êrgatîv - em di hevokê de kirar (subjekt) wek xwe dihêlin û bireser (objekt) ditewînin, daku ev herdu endamên hevokê (kirar û bireser) ji hev bên cudakirin. Ka pêþî em qeyda gelemper ronahî bikin û di pey re em biçin ser qeyda awarte; ser rewþa êrgatîv. Di dema niha de, û her wisa di ayendê de, qeyda gelemper, yanê qeyda tewandina bireser serdar e. Lê di dema borî de û tenê bi lêkerên gerguhêz (tiranzîtîv) re qeyda awarte, yanê tewandina kirar (subjekt) serdar e, ku em jêre rewþa êrgatîv dibêjin. Emê vê mijarê jî – wek her car - dîsa bi nimûneyan þîrove bikin. Di destpêkê de ka em hin hevokên gelek sade binivîsînin:

 A) Dema niha - yekejimar - binavkirî:

1) Sînem sêvê dixwe.

2) Sînem nan dixwe.

3) Azad Sînemê dibîne.

4) Gurgîn goþt dixwe.

 

Di hevoka (1) de „Sînem“ ji zayendê mê ye, ew di hevokê de kirar e (subjekt) û ji lew re, ew nayê tewandin. Navdêrê „sêv“ ji zayendê mê ye, ew di hevokê de bireser e(objekt) û ji lew re, ew bi parkîta „ê“ hatiye tewandin. Hecî bêjeya „dixwe“ - kesandina lêkera „xwarin“ ji bo kesê sêhem e; ew di hevokê de prêdikat e.

Di hevoka (2) de dîsa „Sînem“ kirar e (subjekt) wek di hevoka (1) de ye. Navdêrê „nan“ bireser e (objekt), ji zayendê nêr e û me ew li vir bi mebest netewandiye, tevî ku diviyabû ew bihata tewandin. Sedem jî ev e:

 

Hemû Kurd tewandina navdêrê nêr, yê yekejimar û binavkirî mîna hevdu nakin. Li hin aliyên welat hevoka (2) bi awayê „Sînem nên dixwe“ tê gotin. Li wan herêman, tenê gava di navdêr de tîpa „a“ hebe û tewang pêwîst be, hîngê di zaravayên wan herêman de dengdêra „a“ di navdêr de bi dengdêra „ê“ tê guhertin. Li hin herêmên din jî, hem dengdêra „a“ û hem jî dengdêra „e“, heke di bêjeyê de hebin, bi dengdêra „ê“ tê guhertin. Lê belê, li hin aliyên din yên welat, bi taybetî li Botan û li Behdînan, hevoka (2) bi awayê „Sînem nanî dixwe“ tê gotin. Ji bona vê nelihevkirinê, niha terazî û meyla ziman bi wir de ye, ku navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî, gava bû bireser, ew neyê tewandin. Yanê em niha hin bi hin dest ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî, tevî ku ew bireser e, berdidin.

 

Gava em wisa bikin, hîngê di hevokên wek ya (2) de, em tenê dikarin kirar û bireser ji rêzkirina (tertîba) wan di hevokê de nasbikin. Ji lew re, divêt di van hevokan de cihê kirar û bireser bi ti awayî bi hev neyên guhertin.

 Di hevoka (3) de „Azad“ ji zayendê nêr e, ew di hevokê de kirar e (subjekt) û ji lew re, ew nayê tewandin. Navdêrê „Sînem“ ji zayendê mê ye, ew di vê hevokê de bireser e (objekt) û ji lew re, ew hatiye tewandin. Di hevoka (4) de „Gurgîn“ ji zayendê nêr e, ew di hevokê de kirar e (subjekt) û ji lew re ew nayê tewandin. Navdêrê „goþt“ ji zayendê nêr e, ew di vê hevokê de bireser e (objekt) û ji lew re, me ew bê tewandin nivîsandiye.

 

B) Dema niha - gelejimar - binavkirî:

1G) Sînem sêvan dixwe.

2G) Sînem xortan dibîne.

3G) Azad keçan dibîne.

4G) Gurgîn xortan dibîne.

5G) Keç sêvan dixwin.

6G) Xort keçan dibînin.

7G) Keç xortan dibînin.

Di hevokên (1G) heya (4G) de kirar wek xwe maye, bireser, çi nêr û çi mê, herdu jî di gelejimariyê de bi parkîta „an“ hatine tewandin. Lêker (prêdikat) di van hevokan de li gor kirar e û ji lew re, ew bi yekejimarî hatiye. Di hevokên (5G) heya (7G) de dîsa kirar wek xwe maye, bireser, ji ber ku gelejimar e, çi nêr û çi mê, bi parkîta „an“ hatiye tewandin. Lêker (prêdikat), ku bi gelejimarî hatiye, tê wê maneyê, ku hemû kirar di van hevokan de gelejimar in. Di hevokên (1G) heya (7G) de, em yekejimarî û gelejimariya kirar di lêkerê re nasdikin. Bireser di van hevokan de her car bi parkîta „an“ hatiye tewandin û ji lew re, ew bireser hemû di gelejimariyê de ne.  Di hevokên (5G) heya (7G) de, heke em bixwazin, ku kirar (subjekt) yekejimar be, divêt em tenê lêkerê ji bo kesê sêhem yê gelejimar (wek ku di wan hevokan de heye) biguhêrin û ji bo kesê sêhem, em wê bi yekejimarî bi kar bînin; yanê:

 

5YG) Keç sêvan dixwe.

6YG) Xort keçan dibîne.

7YG) Keç xortan dibîne.

Hîngê di van hevokên (5YG) heya (7YG) de kirar (subjekt) dibe yekejimar.

 

C) Dema niha - yekejimar - nebinabkirî:

1N) Sînem keçekê dibîne.

2N) Sînem xortekî dibîne.

3N) Azad jinekê dibîne.

4N) Gurgîn mêrekî dibîne.

 

Di hevokên (1N) heya (4N) de navdêrên nebinavkirî û yekejimar „keçek“, „xortek“, „jinek“ û „mêrek“ di hevokên xwe de bireser in û ji lew re, ew hatine tewandin. Navdêrê nêr, yekejimar û nebinavkirî bi parkîta „î“ tê tewandin û yê mê bi „ê“ tê tewandin. Tewandina bireser di van hevokan de, yanê di dema niha de, merc e. Hecî „Sînem“, „Azad“ û „Gurgîn“ di van hevokan de kirar in, ew nayên tewandin; yanê di dema niha de kirar divêt wek xwe bibîne, nabe ku bête tewandin.

D) Dema niha - gelejimar - nibinavkirî:

1GN) Sînem keçina dibîne.

2GN) Sînem xortina dibîne.

3GN) Azad jinina dibîne.

4GN) Gurgîn mêrina dibîne.

Di hevokên (1GN) heya (4GN) de navdêrên nebinavkirî û gelejimar „keçin“, „xortin“, „jinin“ û „mêrin“ di hevokên xwe de bireser in û ji lew re, ew hatine tewandin. Herdu zayend (nêr û mê), gelijimar û nebinavkirî bi parkîta „a“ tên tewandin. Tewandina bireser di van hevokan de jî merc e.

Serinc: Li vir em dibînin, li cihê ku tewandina navdêrên binavkirî di gelejimariyê de bi „an“ pêktê, ya navdêrên nebinavkirî di gelejimariyê de tenê bi „a“ pêktê. Ev jî mamostayê mezin Mîr Celadet Bedirxan wisa kiriye, ji ber ku heke li vir jî „an“ bê bikaranîn, bilêvkirina navdêr gelek giran dibe.

Berî em derbas dema borî bibin, em dikarin bêjin, ku ayend jî mîna dema niha ye; yanê dîsa bi gelemperî em bêjin: Gava navdêr di hevokê de bireser be, divêt ew bê tewandin. Tenê - wek me li jor jî got - terazî û meyla ziman bi wir de ye, ku êdî dest ji tewandina navdêrê nêr û binavkirî tê berdan. Bi vî awayî, ne pêwîst e, ku em li ser ayendê rawestin.

Diyardeya ÊRGATÎV

Berî ku em tewangê di dema borî de ronahî bikin, divêt em li ser diyardeya ÊRGATÎV di zimanê me de rawestin. Bêyî ronahîkirina wê, têgihîþtina tewangê di dema borî de ne pêkan û gengaz e.

Gelo „êrgatîv“ çi ye??.

Hema hema di hemû zimanên zindî de li vê cîhana îro, gava di hevokê de kirar (subjekt) û bireser hebe, hîngê axaftvanên wan zimanan êþmarekê yan jî îþaretekê didin bireser, daku wî ji kirar cuda bidin xuyakirin. Yanê wek me li jor jî dît, ku em di zimanê xwe de bireser ditewînin û wî wisa ji kirar cuda dikin. Nexwe mebest tenê cudakirin e.

Li gor logîk, gava em bixwazin du tiþtan ji hev cuda bikin, hîngê bes e, ku em tenê yekî ji wan êþmarekê yan îþaretekê bidinê. Yê dowem hîngê ew e, ewê ku bê êþmar maye. Piraniya zimanên cîhanê û zimanê me jî di dema niha û ayendê de wisa ye, ku em wê êþmarê(îþaretê) didin bireser. Lê belê hin ziman hene û di dîrokê de jî hinek hebûn, ku li cihê bireser, ew êþmarê (îþaretê) didin kirar(subjekt) û wisa herdowan ji hev cuda dikin. Yek ji wan zimanan zimanê Horiyên kevnare ye, ew gelê ku bi hezarsalan li axa welatê me jiyaye û bi borîna heyamên dîrokî ji nifþên wan û ji Gotî, Lolobî, Kasî, Mad û rahên din yên gelê Kurd neteweya me pêkhatiye.

Yanê wek akam em dibêjin: Êrgatîv ew diyarde ye, ku li cihê di zimanên din de bireser tê tewandin, bi vajayî wê, kirar tê tewandin û wisa ew ji bireser tê cuda kirin. Di zimanê me de, em tenê di dema borî de û tenê bi lêkerên gerguhêz (tiranzîtîv) re rastî vê diyardeyê tên.

E) Dema borî - yekejimar - binavkirî:

1E) Sînemê sêv xwar.

2E) Sînemê nan xwar.

3E) Azad Sînem dît.

4E) Gurgîn goþt xwar.

Di hevokên (1E) heya (4E) de, ji ber ku dem dema borî ye û lêkerên xwarin û dîtin lêkerine gerguhêz (tirazîtîv) in, diyardeya ÊRGATÎV xwe daye der û ji lew re, li cihê bireser, kirarê (subjektê) van hevokan tê tewandin. Di hevokên (1E) û (2E) de „Sînem“ hatiye tewandin. Di hevokên (3E) û (4E) de diviyabû „Azad“ û „Gurgîn“ bihatana tewandin. Lê ji ber ku wek me li jor jî got, terazî û meyla ziman bi wir de ye, ku em êdî dest ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî berdidin, me kirarên van herdu hevokan bê tewang nivîsandine. Yanê heke em bixwazin di van herdu hevokên dawî de tewangê bi kar bînin, hîngê emê li gor qeyda hin Kurmancan bêjin:

3ET) Azêd Sînem dît.

4ET) Gurgîn goþt xwar.
 

Û li gor qeyda Botan û Behdînan emê bêjin:


3ET) Azadî Sînem dît.

4ET) Gurgînî goþt xwar.

Lê wek me got, baþtir e, em dest ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî berdin. Lê belê tiþtê herî girîng di vê babetê de ev e, ku di van hevokan de, ji ber ÊRGATÎV nabe ku bireser bê tewandin. Ewên ku zimanê me baþ nizanin, mixabin hergav vê çewtiyê dikin û diçin di van hevokan de bireserê hevokê ditewînin. Ev di gelek rewþan de dibe sedem, ku maneya hevokê berevaja bibe. Em wek nimûne dibêjin:


5ET) Sînemê Gulþîn dît.
 

Di vê hevoka me de, ya ku dibîne „Sînem“ e û ya ku tê dîtin „Gulþîn“ e.
 

Yên ku ziman baþ nizanin dibêjin:


5ETÇ) Sînem Gulþînê dît,

 

û bawer dikin, ku rêza (tertîba) bêjeyan maneya ku ew dixwazin dide. Bê guman, mebesta wan jî ew e, ku ya dibîne „Sînem“ e û ya ku tê dîtin „Gulþîn“ e. Lê belê guhdar vê hevokê - tevî ku pêþî „Sînem“ hatiye nivîsandin û paþê „Gulþîn“ - bi maneya „Gulþînê Sînem dît“ fêhm dike, yanê ya ku dibîne „Gulþîn“ e û ya ku tê dîtin „Sînem“ e. Ev jî bi temamî bi berevajî maneya ku tê xwestin e.

Ka em nimûneyeke din bidin, daku em vê mijarê hên baþtir ronahî bikin. Em di gelek weþanan de rastî hevokên çewt yên bi vî awayî tên:


6ETÇ) Parlemênta Ewropa Enqereyê hiþyar kir.


Gelo xwediyê vê hevoka çewt çi dixwaze bêje?. Bê guman, ji naveroka mijarê em dizanin, mebesta xwediyê hevokê ew e, ku ya hiþyar dike „Parlemênta Ewropayê“ ye û ya ku hatiye hiþyarkirin „Enqere“ ye. Lê belê, ji ber ku „Enqere“ hatiye tewandin, mana hevokê bi awayê li jor ew e, ku ya hiþyar dike „Enqere“ ye û ya ku hatiye hiþyarkirin „Parlemênta Ewropayê“ ye. Yanê yê guhdar fêhm dike, ku „Enqereyê“ gef dane „Parlemênta Ewropayê“ û ew hiþyar kiriye. Ev hevoka li jor divêt bi vî awayî bê gotin û nivîsandin:


6ETR) Parlemênta Ewropayê Enqere hiþyar kir.

 
Yanê çewtî di wir de ew e, ku bireser „Enqere“ hatiye tewandin
. Heke xwediyê hevokê navdêrê „Enqere“, ku li vir bireser e, bê tewang bihêþta û heke li hêla din kirar (li vir Parlemênta Ewropa) bitewanda yan netewanda, hîngê yê guhdar ê dîsa maneya rast û durist fêhm bikira û têbigihîþta.


F) Dema borî - gelejimar - binavkirî:


1F) Keçan sêv xwar.

2F) Xortan govend girt.

3F) Keçan Azad dît.

4F) Xortan Gulþîn dît.

 
Di hevokên (1F) heya (4F) de kirar (subjekt) gelejimar e û ji ber ÊRGATÎV ew bi parkîta „an“ hatiye tewandin. Di êrgatîv de lêker her li gor bireser e. Yanê tevî ku kirar bi gelejimarî hatiye, lêker li gor bireser bi yekejimarî hatiye. Heke em bixwazin bireser bi gelejimarî bê gotin, emê bêjin:


1FG) Keçan sêv xwarin.

2FG) Xortan govend girtin.


Di van herdu hevokan de em dibînin, ku bireser li gor hevokên pêþî qet nehat guhertin; tenê lêker hat guhertin û bi awayê gelejimarî hat. Mana hevoka (1FG) ew e, ku keçan ji sêvekê pirtir sêv xwarine û maneya hevoka (2FG) ew e, ku xortan ne tenê govendek, lê belê çend govend girtine.


G) Dema borî - yekejimar - nebinavkirî:

 
1G) Keçekê sêv xwar.

2G) Xortekî nan xwar.

3G) Jinekê mêrek dît.

4G) Mêrekî jinek dît.

 
Di hevokên (1G) heya (4G) de kirar (subjekt) yekejimar û nebinavkirî ye; û ji ber ÊRGATÎV hergav ew hatiye tewandin. Zayendê mê bi parkîta „ê“ û zayendê nêr bi parkîta „î“ hatiye tewandin. Bireser - heke binavkirî be yan nebinavkirî be - wek xwe, yanê bê tewang maye. Lêker jî her li gor bireser di yekejimariyê de ye. Heke em bixwazin bireser bi gelejimarî bê gotin, emê bêjin:

 
1GG) Keçekê sêv xwarin.

2GG) Xortekî  sê nan xwarin.

3GG) Jinekê deh zêr dîtin.

4GG) Mêrekî sê mar dîtin.

5GG) Keçekê sêvin xwarin.

6GG) Xortekî  zêrin dîtin.


Di hevokên (1GG) heya (6GG) de em dibînin, ku kirar dîsa wek li jor hatiye tewandin, lê belê lêker her li gor bireser di gelejimariyê de ye. Mana hevoka (1GG) ew e, ku keçekê, ne tenê sêvek, lê belê ji sêvekê pirtir xwarine.

H) Dema borî - gelejimar - nebinavkirî:


1H) Keçina mast xwar.

2H) Xortina av vexwar.

3H) Jinina xurme kirîn.

4H) Mêrina hespin birin.


Di hevokên (1H) heya (4H) de dîsa em dibînin, ku ji ber ÊRGATÎV dîsa herdem kirar hatiye tewandin û lêker jî hergav bi bireser re digunce.

I) Tewang bi lêkerên negerguhêz (îtiranzîtîv) re:


1I) Sînem diçe Amedê.

2I) Azad ê biçe Wanê.

3I) Gulþîn çû Mûþê.


Di hevokên (1I) heya (3I) de „Sînem“, „Azad“ û „Gulþîn“ kirar in û nehatine tewandin.
Navdêrên „Amed“, „Wan“ û „Mûþ“ bireser in û her sê jî hatine tewandin. Hevoka yekem di dema niha de ye, hevoka dowem di ayendê de ye û hevoka sêhem jî di dema borî de ye, lê di her sê hevokan de jî bireser li gor qeyda gelemper tê tewandin û kirar wek xwe dimîne.

Wek akam ji vê gengeþiya me, em digihînin van encamên jêrîn:
 

a)   Di dema niha de, û her wisa di ayendê de, herdem bireser tê tewandin.

b)   Di dema borî de û tenê bi lêkerên gerguhêz (tiranzîtîv) re kirar tê tewandin.

c)   Bi lêkerên negerguhêz re, di hemû deman de, kirar wek xwe dimîne û bireser tê tewandin.

d)   Terazî û meyla ziman bi wir de ye, ku êdî em dest ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî berdidin, lê belê ji bilî wê, li cihê ku tewang pêwîst e, divêt navdêr hergav bê tewandin.

e)   Lêker di dema niha û ayendê de li gor kirar tê kesandin (konjuksiyon), lê belê di dema borî de û bi lêkerên gerguhêz (tiranzîtîv) re, rawe û mêjerê lêkerê li gor bireser e.