Mijara Tewangê (II)
Mustefa Reþîd
Me di gotara pêþiyê de bi hin hevokên
sade mijara tewangê hinekê þîrove kiribû. Me gotibû, ku di dema niha û di
ayendê de û herweha di dema borî de, lê belê tenê bi lêkerên negerguhêz
(întiranzîtîv) re hergav bireser
di hevokan de tê tewandin. Lê di dema borî de û bi lêkerên gerguhêz
(tiranzîtîv) re, ku diyardeya êrgatîv
serdar e, di wan hevokan de, li cihê bireser, kirarê
wan tê tewandin. Di nimûneyên me de hergav kirar tenê navdêrek bû û
bireser jî tenê bireserekî yekser bû. Emê niha derbasî hevokên hinekê
dirêj bibin, ku di wan de hem kirar û hem jî bireser gelek in û li ser
bireserê neyekser û bikaranîna pronavan di cihê navdêran de rawestin.
J)
Gava navdêr bireserê neyekser be:
Mebesta
me ji bireserê neyekser ew e, ku navdêr di hevokê de piþtî daçekê be. Ka
em dîsa hin hevokên sade binivîsînin:
1J) Sînem ji Amedê hat.
2J) Gurgîn ji Gulþîne hezdike.
3J) Sînem ji Azad hezdike.
4J) Ew bi xortekî re çû.
5J) Zîn bi jinekê re peyivî.
6J) Sînem ji keçan dipirse.
7J)
Gulþînê ji ciwanan re got.
8J)
Azad ji xortan pirsek kir.
Di
hevokên (1J) heya (8J) de em dibînin, ku piþtî daçekê hergav tewang di
mijarê de ye. Yanê kîjan dem dibe bila bibe, her carê ku navdêr piþtî daçekê
tê, hîngê divêt ew bê tewandin, ji bilî, ku me wek awarte gotibû, em dest
ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî berdidin. Di hevokên (7J)
û (8J) de êrgatîv serdar e û ji ber wilo di hevoka (7J) de navdêrê „Gulþîn“
hatiye tewandin, lê belê bireserê neyekser „ciwan“, ku piþtî daçekê
hatiye, ji ber wê hatiye tewandin. Hevoka (8J) jî wisa ye, tenê ku me navdêrê
nêr, yekejimar û binavkirî „Azad“ tevî êrgatîv bê tewang hiþtiye.
Heke me kirar di vê hevokê de bitewanda, me yê bigota:
8JTA)
Azêd ji xortan pirsek kir (li gor qeyda A).
yan
jî
8JTB)
Azadî ji xortan pirsek kir (li gor qeyda B).
K)
Gava pir kirar û pir bireser di hevokê de hebin:
1K)
Azad û Sînem di pencerê re li avahiyan temaþe dikin.
2K)
Behzad û Gurgîn bi balafirê ji Amedê çûn Wanê.
3K)
Gulþîn û Sînem diyariyekê didin keçan.
4K)
Gulþînê û Sînemê diyariyek dan keçan.
Hevoka
(1K) di dema niha de ye. Di wê de „Azad“ û „Sînem“ herdu kirar in û
ji lew re, ew nayên tewandin. Navdêrên „pencere“ û „avahî“ bireserên
neyekser in û ji lew re jî, ew hatine tewandin. Hevoka (2K) di dema borî de
ye. Lêkera „çûn“ ji lêkerên negerguhêz e (îtiranzîtîv). Di vê
hevokê de „Behzad“ û „Gurgîn“ kirar in û ji lew re, ew nehatine
tewandin. Navdêrên „balafir“ û „Amed“ bireserên neyekser in û ji
lew re, ew hatine tewandin. Hevoka (3K) di dema niha de ye, navdêrên „Gulþîn“
û „Sînem“ kirar in, ew nayên tewandin. Navdêrên „diyariyek“ û
„keç“ herdu bireser in, herdu jî hatine tewandin. Hevoka (4K) di dema borî
de ye û lêkera „dan“ lêkereke gerguhêz e û ji lew re, di hevokê de êrgatîv
serdar e. Lêkera „dan“ du bireseran distîne. Di vê hevokê de „Gulþîn“
û „Sînem“, ku kirar in, herdu jî hatine tewandin. Navdêrê
„diyariyek“ bireserê yekem e û ji lew re nayê tewandin, lê belê „keç“
bireserê duhem e û ji ber wilo hatiye tewandin.
Gava
hejmartin di hevokê de hebe, yanê wek di vê hevoka dawiyê de „Gulþîn û
Sînem“, hîngê tewandina navdêrê dawî bes e. pêwîst nake, ku em hemû
navdêran bitewînin. Ev hevoka me bi awayê „Gulþîn û Sînemê diyariyek
dan keçan“ baþtir e.
L)
Gava kirar û bireser hatibin veqetandin:
1L)
Bavê Sînemê çû Amedê.
2L)
Dayîka Sînemê keça Bêrîvanê dibe ba xwîþka Gulþînê.
3L)
Birayê Azad lawê Gurgîn bi xwe re bir ba mîrê Palo.
4L)
Bavê Cemþîd û Sînemxanê giramêra zimanê me nivîsand.
Berî
em gengeþiya xwe li ser van hevokên jorîn berdewam bikin, divêt em pêwendiya
veqetandin û tewandina navdêran hinekê ronahî bikin. Gava em dibêjin:
„Bavê Sînemê“ gelek diyar e, ku navdêrê „bav“ hatiye veqetandin û
navdêrê „Sînem“ hatiye tewandin. Yanê berî ku em rola „bavê Sînemê“
di hevokê de bizanibin, ka ew kirar an bireser e, tenê bi veqetandina navdêrê
„bav“ ji navdêrê „Sînem“ wisa dibe, ku navdêrê „Sînem“ bê
tewandin. Bi gotineke din, sedema tewandina navdêrê „Sînem“ ew e, ku navdêrê
„bav“ jê hatiye veqetandin. Niha em
vegerin ser hevokên ku li jor hatine nivîsandin. Hevoka (1L) di dema borî de
ye û lêkera çûn lêkereke negerguhêz (îtiranzîtîv) e. Ji lew re kirar di
vê hevokê de nayê tewandin. Tewandina navdêrê „Sînem“, wek me got, ji
ber veqetandina navdêrê „bav“ e. Heke em bêjin, navê bavê Sînemê Azad
e, hîngê em dikarin vê hevokê bi awayê „Azad çû Amedê bêjin“ û bi
rastî jî, ku navdêrê „Azad“ li vir kirar e, nayê tewandin. Navdêrê
„Amed“ bireser e û ji ber wilo, ew hatiye tewandin. Di hevoka (2L) de
„dayîka Sînemê“ kirar e, „keça Bêrîvanê“ bireserê yekser e û
„xwîþka Gulþînê“ bireserê neyekser e. Di vir de navdêrên „Sînem“,
„Bêrîvan“ û „Gulþîn“ bi sedema veqetandinê (yanê veqetandina navdêrên
„dayîk“, „keç“ û „xwîþk“ ji wan) hatine tewandin. Daku em
bandora veqetandinê ji hevokê derêxin, emê bêjin, ku navê dayîka Sînemê
Zîn e, navê keça Bêrîvanê Zîlan e û navê xwîþka Gulþînê Perîxan
e. Hîngê hevoka me dibe:
2LY) Zîn Zîlanê dibe ba Perîxanê.
Niha em dibînin, ku kirar „Zîn“
nehatiye tewandin, bireserê yekser „Zîlan“ hatiye tewandin û bireserê
neyekser „Perîxan“ jî hatiye tewandin. Ka em hevoka (2L) têxin dema borî
û bêjin:
2LB) Dayîka Sînemê keça Bêrîvanê bir ba xwîþka Gulþînê.
Di pileya pêþîn de, em dibînin, ku tewandina navdêrên me wek dema niha ye.
Lê belê, gava em bandora veqetandinê ji hevokê bavêjin, emê rastiya wê
bibînin.
2LYB) Zînê Zîlan bir ba Perîxanê.
Di pileya duhem de hat xuyakirin, ku ji ber êrgatîv kirarê hevokê „Zîn“ hatiye tewandin, bireserê yekser „Zîlan“ wek xwe maye û bireserê neyekser jî „Perîxan“ hatiye tewandin.
Di hevoka (3L) de „birayê Azad“
kirar e, „lawê Gurgîn“ bireserê yekser e û „mîrê Palo“ bireserê
neyekser e. Di pileya pêþîn de, em ti tewandinê nabînin. Daku em bandora
veqetandinê ji hevokê dûrbixin, emê bêjin, ku navê birayê Azad Peyman e,
navê lawê Gurgîn Behzad e û navê mîrê Palo Salar e. Hîngê hevoka me
dibe:
3LY)
Peyman Behzad bi xwe re bir ba Salar.
Gelo
çima ti tewandin hên jî xuya nake?. Di rastiyê de „Peyman“, ji ber ku kirar e û êrgatîv serdar e,
diviyabû bihata tewandin û „Salar“ jî, ji ber ku bireserê neyekser e, ew
jî diviyabû bihata tewandin û hevok biba:
3LYA)
Peymên Behzad bi xwe re bir ba Salêr (li gor qeyda A).
yan
jî
3LYB)
Peymanî Behzad bi xwe re bir ba Salarî (li gor qeyda B).
Sedema
ku me wisa negotiye ew e, ku terazî û meyla ziman bi wir de ye, êdî em dest
ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî berdidin. Heke em
wek nimûne, van navdêrên binavkirî bi hinên nebinavkirî biguhêrin, hîngê
tewandin ê baþ bê xuyakirin. Nimûne:
3LN)
Hevalekî kurek bi xwe re bi ba serdarekî.
Em
dibînin, ku tewandina kirar (ji ber êrgatîv) û ya bireserê neyekser (ji ber
daçekê) hat xuyakirin; û bireserê yekser wek xwe ma.
Di
hevoka (4L) de navdêrê „Sînemxan“ ji ber veqetandinê hatiye tewandin.
Gava em hevokê sade bikin, emê bêjin:
4LS)
Celadet giramêr nivîsand.
Navdêrê
„Celadet“ kirar e û „giramêr“ bireserê yekser e. Hevok di dema borî
de ye, lêkera „nivîsandin“ lêkereke geguhêz e, yanê êrgatîv serdar e.
Me navdêrê „Celadet“ netewandiye, ji ber ku ew nêr, yekejimar û binavkirî
ye. Heke em kirar têxin gelejimariyê, hîngê tewang ê were xuyakirin:
4LSG)
Bedirxanan giramêr nivîsand.
Bi
vî awayî, me tewandina kirar da xuyakirin, lê bireser wek xwe dimîne.
M)
Gava li cihê navdêran pronav hebin:
Berî
em li ser tewandin û netewandina pronavan rawestin, emê herdu komên pronavên
kesîn bînin bîra xwe.
Pronavên kesîn yên netewandî ev in:
ez
: Kesê yekem, yekejimar
tu
: Kesê duhem, yekejimar
ew
: Kesê sêhem, yekejimar
em
: Kesê yekem, gelejimar
hûn
: Kesê duhem, gelejimar
ew
: Kesê sêhem, gelejimar
Pronavên
kesîn yên tewandî ev in:
min
: Kesê yekem, yekejimar
te
: Kesê duhem, yekejimar
wî,
wê : Kesê sêhem, yekejimar
me
: Kesê yekem,
gelejimar
we
: Kesê duhem,
gelejimar
wan
: Kesê sêhem,
gelejimar
Emê
hevokên koma (L) bi guhartina hin navdêran bi pronavan binivîsînin:
1M)
Bavê wê çû Amedê.
2M)
Ew keça Bêrîvanê dibe ba xwîþka Gulþînê.
3M)
Wî lawê Gurgîn bi xwe re bir ba mîrê Palo.
4M)
Wî giramêra zimanê me nivîsand.
Di
hevoka (1M) de, li cihê ku berê navdêrê „Sînem“ hatibû tewandin, niha
pronavê tewandî „wê“ hatiye holê. Gava em bavê Sînemê bi pronav binimînin,
hevoka me dibe:
1MP)
Ew çû Amedê.
Em
dibînin, ku kirar di vê hevokê de nayê tewandin, bi rastî jî vê hevokê
pronavê xwe ji koma yên netewandî biriye.
Di
hevoka (2M) de, me li gor ya (2L) kirar, ku „dayîka Sînemê“ bû, bi
pronavê „ew“ guhertiye. Ka em niha bireserê yekser û yê neyekser jî bi
pronav binimînin, daku tewang xuya bike:
2MP)
Ew wê dibe ba wê.
Em
dibînin, ku herdu bireserên me tên tewandin, ji ber ku hevok di dema niha de
ye û ji ber wilo pronavên xwe, yên ku bûne bireser, ji koma yên tewandî
girtine.
Di
hevoka (3M) de, me li cihê „birayê Azad“, ku di dema borî de kirarê lêkera
gerguhêz „birin“ e, pronavê tewandî „wî“ nivîsandiye. Heke em
„lawê Gurgîn“ û „mîrê Palo“ jî bi pronavan binimînin, emê bêjin:
3MP)
Wî ew bi xwe re bir ba wî.
Di
vê hevoka me de, kirar, ku ji ber êrgatîv hatiye tewandin, bi rastî jî ji
koma pronavên tewandî ye. Bireserê yekser, ku li vir nayê tewandin, ji koma
pronavên netewandî ye û bireserê neyekser, ku divêt bê tewandin, ji koma yên
tewandî ye.
Di
hevoka (4M) de, ku me ji hevoka (4L) biriye û tenê kirar bi pronavê kesîn
guhertiye, ji ber êrgatîv, pronavê me ji koma yên tewandî ye. Heke em
bireser jî di vê hevokê de bi pronav binimînin, hevoka me dibe:
4MP)
Wî ew nivîsand.
Ji
ber êrgatîv, nabe ku bireser li vir bê tewandin. Ji lew re, pronavê me, yê
ku bireser dinimîne, ji koma yên netewandî ye.
Piþtî
vê gengeþiya me, ka em hin nimûneyan bidin, ku çawa tewanga çewt maneya
hevokê tevlihev dike yan jî berevaja dike.
Nimûne
1
Em
di gotarekê de rastî vê hevoka jêrîn hatin:
-
Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê
dinihêre.
Bi
rastî ev hevokeke gelek seyr e. Ev hevoka hevedudanî ji sê hevokên sade pêk
hatiye.
a) Mêrik li jinikê dinihêre. Ev hevok di dema niha de ye. Navdêrê “mêrik” kirar e. Navdêrê “jinik” bireserê neyekser e, ew piþtî daçekê hatiye û ji lew re, her û her divêt ew bê tewandin. Ev hevok rast û durist e.
b)
Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe. Ev
hevok di dema borî de ye. Lêkera “kirin” lêkereke gerhuhêz (titanzîtîv)
e. Ji lew re, di vê hevokê de êrgatîv serdar e, yanê kirar tê tewandin û
bireserê yekser nabe ku bê tewandin. Lê belê navdêrê “jinik” li vir
hatiye tewandin. Ev ne durist e.
c) Ew bi xwe birçî mabe. Ev hevok jî di dema borî de ye. Lêkera “man” lêkereke negerguhêz (îtiranzîtîv) e. Pronavê “ew” kirarê vê hevokê ye. Li vir ti navdêr nîne, ku bên tewandin. Rengdêrê “birçî” heye, lê belê rengdêr nayên tewandin. Ev hevok jî rast û durist e.
Yanê nedurustî di hevoka (b) de
ye. Wek li vir hatiye, tê wê maneyê, ku „Jinikê mêrik têr kiriye“. Yanê
yê ku xwariye „mêrik“ e û ya ku birçî ye „jinik“ e. Lê ev li gor
maneya hevokê ya giþtî ne pêkan û gengaz e. Divêt ya ku xwariye
„jinik“ be û yê ku birçî ye „mêrik“ be. Bi tewandina navdêrê
„jinik“ mane berevaja dibe. Ji lew re, divêt navdêrê „jinik“ neyê
tewandin û hevoka (b) bi vî awayî bibe:
bR)
Mêrik wekî ku jinik têr kiribe.
Gelo
çima nivîskar ketiye vê çewtiyê?. Gava em bala xwe didin hevoka hevedudanî
bi giþtî, em dibînin, ku kirar “mêrik”, di destpêkê de berî bihnokê
hatiye, di rastiyê de ew ji du hevokan re hatiye bikaranîn, lê belê hevokek
di dema niha de ye û ya din jî di dema borî de ye û lêkera wê jî gerguhêz
e. Ka em hevokê ji vê astengiyê rizgar bikin û bêjin:
-
Mêrik, wekî ku wî jinik têr kiribe, lê ew bi xwe birçî mabe, li
jinikê dinihêre.
Niha
hevoka (b) bû xwediya kirarekî serbixwe. Me pronavek ji koma yên
tewandî jêre kir kirar. Niha ti guman nîne, ku kê têr xwariye û kî birçî
ye. Lê ev nayê wê maneyê, ku hevoka (b) divêt bi her awayî bibe
xwedî kirar. Hevok bi awayê:
-
Mêrik, wekî ku jinik têr kiribe, lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre.
Dîsa
rast û durist e.
Nimûne
2
Me
di rojnameyekê de ev nûçe xwend:
-
Li Siwîsreyê qezayekê bû: 20 kes mirin.
Ev
hevoka hevedudanî jî ji du hevokan pêk hatiye:
a)
Li Siwîsreyê
qezayekê bû.
b) Bîst kes mirin.
Hevoka (a) di dema borî de ye û lêkera
“bûn” lêkereke negerguhêz (îtiranzîtîv) e. Navdêrê „qezayek“
kirarê hevokê ye û „li Siwûisreyê“ bireserê neyekser e. Tenê ji ber
girîngiyê ew hatiyê pêþiya hevokê. Ji ber ku navdêrê „Siwîsre“ piþtî
daçekê hatiye, ji ber wilo jî hatiye tewandin. Ev rast û durist e. Lê belê
di vê hevokê de kirar hatiye tewandin û bi awayê „qezayekê“ hatiye
gotin. Ev ne rast û durist e. Kirar di dema borî û bi lêkerên negerguhêz
re nayê tewandin. Hevoka (a) di
rastiyê de divêt bi vî awayî be:
aR)
Qezayek li Siwîsreyê bû.
Heke
me ji ber girîngiya cih, bireser anî pêþ, hîngê dibe:
aRG)
Li Siwîsreyê qezayek bû.
Ev
herdu þêwe jî rast û durist in. Hevoka (b) her û her rast û durist e.
Nimûne 3
Wek
sernivîsa nûçeyekê, em rastî vê hevokê hatin:
-
Ji çarmedorên Tirkiyê karker dest bi meþê kirin.
Di
vê hevokê de jî, ji ber girîngiyê, yek ji bireseran hatiye pêsiyê. Lê
belê navdêrê “karker” kirar e û hemû lêkerên ku bi “kirin” temam
dibin gerguhêz in. Ji lew re, divêt kirar bê tewandin û lêker di vê hevokê
de li gor bireser be. Yanê, hevok divêt bi vî awayî be:
-
Ji çarmedorên Tirkiyê karkeran dest bi meþê kir.
Nimûne 4
Em
her roj di weþanan û jiyana rojane de rastî van hevokan jî tên:
a)
Ew jî got.
b)
Lê me wan nedît.
c)
Partî demekê me perwerde
kir.
d)
Me birin mala welatparêzek.
e)
Ji ber vê yekê gelek tiþtan tevlihev dikirin.
Hevokên (a) heya (e) hemû jî çewt in. Rastiya
wan bi awayê jêrîn e:
aR)
Wî jî got.
bR)
Lê me ew nedîtin.
cR) Partî demekê em perwerde kirin.
dR) Em birin mala welatparêzekî.
eR) Ji ber vê
yekê gelek tiþt tevlihev dikirin.
Nimûne gelek pir in, lê em bawer
dikin, ku ev bes in. Wek akam ji vê gengeþiya me, em digihînin van encamên jêrîn:
a) Bi gelemperî, gava navdêr bireserê neyekser be – yanê li paþ daçekê be – divêt ew bê tewandin. Wek awarteya vê qeydê, me berê jî gotibû, ku em hin bi hin dest ji tewandina navdêrê nêr, yekejimar û binavkirî berdidin.
b) Gava di hevokê de navdêr bên hejmartin û tewang pêwîst be, hîngê tewandina navdêrê dawîn bes e, lê belê tewandina hemû navdêrên hejmartî ne çewt e. Awarteya jorîn li vir jî rewa ye.
c) Gava çi kirar û çi bireser hatibe veqetandin, hîngê tewandina navdêr li gor qeyda veqetandinê ye, yanê navdêrê ku jê hatiye veqetandin tê tewandin. Awarteya jorîn li vir jî dîsa rewa ye.
d) Navdêrê tewandî dikare bi pronavekî tewandî û navdêrê netewandî bi pronavekî netewandî bê nimandin, bi mercê ku mêjer û zayend bi hev re biguncin.