Mijara Veqetandekê
Mustefa Reþîd
Berî her tiþtî, ka em bidin xuyakirin
veqetandek çi ye û çawa ye; û di pey re emê li ser rol û peywira wê
di hevokê de rawestin. Emê pêþî du hevokên gelek sade binivîsînin:
1)
Destmala
Sînemê sor e.
2)
Sola Azad reþ e.
Hevokên
(1) û (2), her yek ji wan, ji çar bêjeyan pêkhatiye. Ew
jî ev in:
Hevoka
(1): destmal (navdêr, hevenav), Sînem (navdêr, serenav), sor (rengdêr), e (lêkera
bûn ji bo kesê sêhem).
Hevoka
(2): sol (navdêr, hevenav), Azad (navdêr, serenav), reþ (rengdêr), e (lêkera
bûn ji bo kesê sêhem).
Di
hevoka (1) de navdêrê “destmal”, ji ber ku mê ye, bi veqetandeka “a”
hatiye veqetandin; yanê bingeha navdêr “destmal” e û ew tîpa “a”,
ku li dawiya bêjeyê hatiye veqetandeka mê ye, ji bo yekejimariyê ye û
binavkirî ye. Lê belê bêjeya “Sînem” bi tîpa “ê” hatiye tewandin.
Tewandin yan jî tewang babeteke din e û emê di gotareke din de li ser
mijara tewangê rawestin. Veqetandek jî tê tewandin û emê piþtî tewangê
li ser wê jî rawestin. Niha em dixwazin tenê li ser veqetandekê gengeþiyê
bikin. Di hevoka (2) de jî navdêrê “sol” avdêrekî mê ye û, ji lew re,
ew jî bi veqetandeka “a” hatiye veqetandin.
Gelo
çima mamostayê me yî mezin Mîr Celadet Bedirxan ji vê yekê re
“veqetandek” gotiye?
Wî
bêjeya “veqetandek” bi kar aniye, ji ber ku di hevoka (1) de “desmala Sînemê”
ji nav hemû destmalên ku li ser rûyê cîhanê hene hatiye veqetandin û me
xwestiye em bêjin, ku ew destmal ya Sînemê ye û ne ya kesekî din e.
Di hevoka (2) de jî bêjeya “sol” wisa hatiye veqetandin û me
xwestiye em bêjin, ku ew “sol” ya Azad e û ne ya kesekî din e.
Gava
bêjeya ku tê veqetandin nêr be, hîngê veqetandeka nêr tê bikaranîn. Nimûne:
3)
Hevalê
Sînemê diçe Wanê.
Ji
ber ku mebesta me ji navdêrê „heval“ kurikek e, ji lew re ew nêr e. Ji hêla
mêjer û naskirinê de ew yekejimar û binavkirî ye; û wisa bi veqetandeka
„ê“ hatiye veqetandin. Yanê me xwestiye em bêjin, ku ew heval yê Sînemê
ye û ne yê kesekî din e. Heke mebesta me ji “hevlal” keçikek be, emê bêjin:
4)
Hevala
Sînemê diçe Wanê.
Gava bêjeya ku tê veqetandin bi dengdêrekê
biqede, hîngê dîsa li gor zayendê xwe tê veqetandin. Lê belê, ji ber ku
du dengdêr di bêjeyê de digihin hev, tîpeke kelijandinê dikeve navbera
herdu dengdêran. Nimûne:
5)
Birayê Sînemê diçe Wanê.
Ji ber ku bêjeya „bira“ nêr e, dîsa bi tîpa „ê“ hatiye veqetandin, lê belê ji bo kelijandinê tîpa „y“ ketiye navbera herdu dengdêran.
Gav bêjeya ku tê veqetandin gelejimar
be, hîngê ji bo herdu zayendan - yanê nêr dibe yan mê dibe - veqetandeka
„ên“ tê bikaranîn. Nimûne:
6) Xwîþkên Sînemê diçin Amedê.
7)
Birayên Sînemê diçin Amedê.
Em di hevokên (6) û (7) de dibînin,
ku bêjeyên „xwîþk“ û „bira“ di gelejimariyê de – tevî ku yek mê
û yek nêr e – herdu jî bi veqetandeka „ên“ hatine veqetandin. Ji bo bêjeya
„bira“ tîpa „y“ ya kelijandinê hatiye bikaranîn.
Gava ew navdêrê ku tê veqetandin
nebinavkirî be, hîngê em hevokên (1) heya (7) bi vî awayî dibêjin:
1N) Destmaleke Sînemê sor e.
2N) Soleke Azad reþ e.
3N) Hevalekî Sînemê diçe Wanê.
4N) Hevaleke Sînemê diçe Wanê.
5N) Birayê Sînemê diçe Wanê.
6N) Xwîþkine Sînemê diçin Amedê.
7N)
Birayine Sînemê diçin Amedê
Ka em dîsa
vegerin ser hevoka pêþîn û bêjin, ku ne tenê destmaleke Sînemê heye, lê
belê destmalên wê pir in û yek ji wan bi rengê sor e. Gava em bixwazin ji
nav hemû destmalên Sînemê tenê ewa sor veqetînin, hîngê em neçar dimînin,
ku bêjaya destmal du caran veqetînin. Carekê, ku ew destmal ya Sînemê ye û
cara din, ku ew destmal ya sor e û ne yeke din e. Nimûne:
11)
Destmala Sînemê a sor di girîfana Gurgîn de ye.
Em dibînin, ku destmal du caran hatiye
veqetandin. Li cihê ku em bêjin, Destmala Sînemê, destmala sor di girîfana
Gurgîn de ye, me bi awayê hevoka (11) gotiye, daku em bêjeya „destmal“
dubare nekin. Yanê ew veqetandeka „a“ ya ku di hevoka (11) de di
navbera bêjeya “Sînemê“ û bêjeya „sor“ de bi þêweyekî serbixwe
hatiye nivîsandin, careke din bêjeya „destmal“ vediqetîne. Ji lew re, divêt
ev veqetandek hergav wek ya pêþîn be. Heke ya pêþîn mê be, binavkirî be
û yekejimar be, hîngê divêt ev jî mê, binavkirî û yekejimar be. Heke ya
pêþîn nêr, binavkirî û yekejimar be, divêt eva din jî wisa be. Yên ku
giramêrê nizanin, di vir de dikevin þaþîtiyan û veqetandeka duwem û, heke
hebe ya sêhem, ji aliyê zayend, mêjer û naskirinê de, ne li gor ya yekem
dinivîsînin. Bi sedema hatina veqetandeka duwem wek bêjeyeke serbixwe
mamostayê mezin Mîr Celadet Bedirxan veqetandek ji birên qisetê, yanê ji
texlîtên bêjeyan hejmartiye. Ew dibêje: Di zimanê me de birên qisetê deh
in: navdêr, veqetandek, rengdêr, pronav, lêker, jimarnav, hoker, daçek,
gihanek û baneþan. Wî nîþanên tewangê nexistine nav birên qisetê, ji
ber ku tewandin aksiyonek e û wisa jî nîþanên tewangê ji texlîtên bêjeyan
nayên hejmartin.
Lê belê ka em gengeþiya xwe li ser
veqetandekê berdewam bikin. Gava
em bêjin,
12)
Destmala Sînemê ya sor di girîfana Gurgîn de ye,
hîngê
ev hevoka me rewa ye, ji ber ku me her taybetiyeke veqetandekê parastiye û me
tenê tîpa “y” xistiye pêþiya veqetandeka duwem, daku hevoka me di warê
ahengiyê de xweþtir bibe. Lê ev ne merc e, ev vedigere ser nazikiya nivîskar.
Yanê heke bêjeya berî veqetandeka serbixwe bi dengdêrekê biqede (li vir bêjeya
“Sînemê”), mirov dikare ji bo ahengiyê tîpa “y” têxe pêþ
veqetandekê. Hin kes hene bi
gelemperî tîpa „y“ dixin pêþiya veqetandeka serbixwe. Lê belê bi dîtina
me, heke em nivîsandina tîpa “y” li gor bêjeya pêþ veqetandekê bikarbînin
baþtir e.
Ka
vê carê em hevokên (2) heya (5) wisa binivîsînin, ku navdêr du caran bê
veqetandin:
2D)
Sola Azad a reþ çiriya.
3D)
Hevalekî Sînemê yî jîr diçe Wanê.
4D)
Hevaleke Sînemê ye çeleng diçe Wanê.
5D)
Birayê Sînemê yê mezin diçe Wanê.
Hevokên
(6) û (7), li gor Mîr Celadet Bedirxan, divêt bi vî awayî bin:
6D)
Xwîþkine Sînemê ên ji dayîkeke din diçin Amedê.
7D)
Birayine Sînemê ên ji dayîkeke din diçin Amedê.
Wek
me li jor jî got, em dikarin li vir jî, ji bo ahengiyê, tîpa “y” têxin
pêþiya veqetandeka duwem û bêjin:
6.1D)
Xwîþkine Sînemê yên ji dayîkeke din diçin Amedê.
7.1D)
Birayine Sînemê yên ji dayîkeke din diçin Amedê.
Lê
belê, em li vir dibînin, ku veqetandeka duwem taybetiya xwe neparast. Ew cara
pêþîn nebinavkirî ye û cara duwem binavkirî hatiye nivîsandin. Bê guman,
gava hin xwîþk û birayên Sînemê cara pêþîn tên veqetandin, em dikarin
bêjin, ku êdî ew bi me hatin nasandin û ji ber wilo em dikarin wan cara
duwem wek binavkirî veqetînin. Lê belê, heke em bixwazin bi her awayî xwîþk
û birayên Sînemê nebinavkirî bihêlin, divêt em bi awayekî din bikin. Ka
pêþî em hinekê li veqetandeka nebinavkirî ya ji bo gelejimariyê bikolin û
bipirsin gelo ew ji kû hatiye?
Gava
em dibêjin:
6.2)
Kurdin hene bi zimanê xwe napeyivin.
Em
ji aliyê giramêrê de dibêjin, ku bêjeya “Kurd” li vir nebinavkirî û
gelejimar hatiye û em parkîta “in”, ku bi bêjeya “Kurd” ve hatiye nivîsandin
wek nîþana nebinavkirinê dihejmêrin. Ev rast e, lê belê, ev hevoka me di
bingehê de bi vî awayî ye:
6.2.0) Hin Kurd hene bi zimanê xwe
napeyivin.
Em dibînin, ku nîþana nebinavkirinê
„in“ di bingehê de ji pronavê nebinavkirî „hin“ hatiye. Tîpa „h“
ji pronav hatiye avêtin û herdu tîpên „in“ wek parkît hatine paþ navdêr.
Niha gava em dîsa li hevokên (6.1D) û (7.1D) temaþe bikin, em dibînin, ku
navdêrên „xwîþk“ û „bira“ nebinavkirî û gelejimar hatine û bi
ser de jî hatine veqetandin. Yanê hevokên (6N) û (7N) di bingehê de bi vî
awayî ne:
6.0N) Hin xwîþkên Sînemê diçin Amedê.
7.0N) Hin birayên Sînemê diçin Amedê.
Piþtî vê lêkolîna biçûk, em
vegerin ser hevokên (6.1D) û (7.1D) û hewl bidin, wan bi her awayî, yanê
veqetandina duwem jî nebinavkirî bikin, emê bêjin:
6.2D) Xwîþkine Sînemê hine ji dayîkeke din diçin Amedê.
7.2D) Birayine Sînemê hine ji dayîkeke
din diçin Amedê.
Em dibînin, ku me di veqetandina duwem
de pronavê nebinavkirî “hin” bikaranî. Belê wisa ye. Divêt em ji aliyê
giramêrê de veqetandina duwem wek pronavê rêlatîv bibînin.
Niha em herin ser aliyekî din yê vê
mijarê. Mîr Celadet Bedirxan li ser veqetandeka cara duwem, wek nimûne
gotiye, ku ew di pêþiya rengdêran de tê; wek nimûneya me hevoka (11), ku
veqetandeka „a“ di pêþiya rengdêrê „sor“ de hatiye. Lê belê,
veqetandeka duwem dikare bikeve pêþiya navdêr jî. Nimûne:
13) Kongireya neteweyî a Kurdistan.
Heke
em dîsa ji bo ahengiyê tîpa “y” têxin pêþîya veqetandeka “a”
hîngê hevoka me dibe:
14) Kongireya neteweyî ya Kurdistan.
Li
gor qeyda kurtahî û sivikahiyê, em dikarin vê hevokê bi vî awayî jî
binivîsînin:
15) Kongira netewî ya Kurdistan.
Heke
em bixwazin “Kongira netewî ya Kurdistan“ wek sernivîs binivîsînin, hîngê
em dikarin bi vî awayî jî bêjin:
16) Kongira Netewî ya Kurdistan.
Ev
her çar hevok jî, ji aliyê giramêrê de, rewa û gengaz in. Em dikarin navê
kongirê giþt bi tîpên gir jî binivîsînin. Ji hêla din ve, em dikarin tenê
bêjeya „kongireya” sivik bikin û bêjeya “neteweyî” sivik nekin; ev jî
rewa û gengaz e, yanê bi awayê:
17) Kongira Neteweyî ya Kurdistan.
Lê
belê hevokên wek(nimûne ji hin rojnameyan):
“Êrîþên
Emerîkayê ya li dijî Afganistanê berdewam dikin.”
“Bernameya
Netewiya xwe dîsa di ber çavan re derbas bikin.”
“Çi
ferq di navbera zimanê dayikê û zimanê bingehîn a civakê de heye?”
Bi
ti awayî ne rast û durist in. Di hevoka pêþîn de, ji ber ku bêjeya “Êriþên”
bi gelejimarî hatiye, hîngê veqetandeka duwem jî, ku rola pronavê rêlativ
biriye, divêt ew jî bi gelejimarî bê gotin, yanê hevok bibe “Êrîþên
Emerîkayê yên li dijî Afganistanê berdewam dikin”. Di hevoka duwem
de veqetandeka duwem bi bêjeya “Netewî” ve hatiye nivîsandin. Lê belê,
divêt bêjeya “bername” bê veqetandin û ne bêjeya “netewî”, yanê
veqetandeka duwem vedigere ser bêjeya “bername” û ji lew re nabe ku ew bi
bêjeya “netewî” ve bê nivîsandin. Hevoka duwem divêt bi vî awayî be
“Bernameya netewî ya xwe dîsa di ber çavan re derbas
bikin”. Hevoka sêhem jî ne durist e. Gelo di hevoka sêhem de veqetandeka
duwem “a” ya ku di navbera bêjeyên “bingehîn” û “civakê”
de hatiye vediger ser kîjan bêjeyê, yanê divêt ew kîjan navdêrî veqetîne?
Bê guman, ew vedigere ser navdêrê „ziman“ û divêt wek veqetandeka duwem
bêjeya “ziman veqetîne. Lê belê “ziman” bêjeyeke nêr e û bi rastî
jî cara yekem bi veqetandeka “ê”, ya ji bo zayendê nêr, hatiye
veqetandin. Cara din veqetandeka “a”, ya ku ji bo zayendê mê ye,
hatiye nivîsandin. Ev ne rast û durist e. Ya rast ew e, ku cara duwem jî
veqetandeka « ê » bê nivîsandin û hevok bibe « Çi ferq
di navbera zimanê dayikê û zimanê bingehîn ê civakê de
heye?”.
Li
dawiya vê gengeþiyê, ka em bala xwe bidin vê hevokê jî:
18)
Destmala keça xwîþka Zîna Temo ya xweþik winda bû.
Gelo
di vê hevokê de çi yan kî xweþik e?
Gelo “destmal” xweþik e? Yan „keç“ xweþik e? Yan „xwîþk“ xweþik e? Yan „Zîn“ xweþik e?
Bê guman, heke em wisa, wek li jor
hatiye binivîsînin, bi rastî jî ne diyar e, ka çi yan kî xweþik e?.
Hevokeke bi vî rengî ne yekwate ye û ji lew re, divêt ew bi awayekî din bê
nivîsandin. Heke em bixwazin destmalê xweþik bikin, divêt em bêjin:
19) Destmala xweþik ya keça xwîþka Zîna
Temo winda bû.
Heke em bixwazin keçikê xweþik bikin,
divêt em bêjin:
20) Destmala keça xweþik ya xwîþka Zîna
Temo winda bû.
Heke em bixwazin xwîþkê xweþik
bikin, divêt em bêjin:
21) Destmala keça xwîþka xweþik ya Zîna
Temo winda bû.
Heke em bixwazin Zînê xweþik bikin,
divêt em bêjin:
22) Destmala keça xwîþka Zîna xweþik
ya (mala) Temo winda bû.