»Paþeroj« yan »pêþeroj«

 

Mustefa Reþîd

 

Birêz SIDQIYÊ HIRORÎ di kovara NEFEL de (www.nefel.com/nivisar/paseroj.htm) gengeþiyeke gelek balkêþ li ser peyvên „paþeroj“ û „pêþeroj“ kiriye. Lê mixabin tenê ev pirsgirêk ji aliyekî ve temaþe kiriye û hewldaye, belgeyan ji bo rastiya peyva „paþeroj“ peyda bike û peyva „pêþeroj“ çewt derêxe. Xuya ye, ku ev peyvên „paþeroj“ û „pêþeroj“ ji bo pir kesan bûne asteng û dixwazin – ji bo standardkirina zimanê kurdî – çareyekê ji vê pirsê re bibînin. Ez bixwe vê gengeþiyê wek karekî pîrz dibînim û hêvîdar im, ku em li ser pirsgirêkên din jî vê gengeþiyê pêkbînin û berdewam bikin. Bi dîtina min, ev gengeþî dê hên xweþtir be û ji aliyê zanistî ve hên rasttir be, gava em li vê pirsê û her pirseke din jî ji hemû aliyan ve temaþe bikin. Yanê li ser mijara „paþeroj” û “pêþeroj”-ê, diviyabû birêz S. Hirorî sedemên bikaranîna peyva „pêþeroj“-ê jî bidana xuyakirin. Bila ez li vir bi awayekî þaþ û çewt neyêm fêhmkirin, ku ez piþtgiriya peyva „pêþeroj“ dikim; na xêr. Tenê dibêjim, divêt em belgeyên aliyê din jî bibihîsin. Gelo evên ku ji ayendê re „pêþeroj“ dibêjin çi belgeyên wan hene û çima ew wisa dibêjin? Gelo ew dixwazin tenê serê me biêþînin û zimanê me tev li hev bikin! Ez bawer nakim, ku wisa be?

Ka em bi kêmanî hewl bidin, em belgeyên wan jî nasbikin, daku gengeþiya me li ser vê pirsê ne yekalî be. Wek min li jor jî got, ez xwe bi ti awayî nadim aliyê ku „pêþeroj“ dibêjin û li dijî aliyê ku „paþeroj“ dibêjin ranawestim. Tenê dixwazim herdu dîtinan bidim ber hev.

Bi bawriya min, dîtina aliyê din (yên “pêþeroj” dibêjin) ev e:

Gelo peyvên “pêþ” û “paþ” çi maneyê didin û bi çi ve girêdayî ne? 

Gava mirovek rawestiyayî be yan jî rûniþtî be, hîngê em bi aliyê ku ew temaþe dike re “pêþiya ” dibêjin, yanê ew aliyê ku ew mirov dibîne, bêyî ku serê xwe bi aliyê çepê yan jî aliyê rastê de bade. Ev alî, li gor rawestandina fîzîkî ya wî mirovî, aliyê “pêþ” e. Ew aliyê din yê ku ew nabîne, em jêre aliyê “paþ” dibêjin. Yanê “pêþ” û “paþ” bi mana xwe ya cih û semt têgihîstineke rêlativ e û rûyê mirov bi kû de be, bi rawestandina wî ve girêdayî ye; û li gor wê ye. Gava ez li hembera wî mirovî rawestim, li rûyê wî temaþe bikim, hîngê ew aliyê ku li gor wî “paþ” e, li gor min, aliyê pêþiya min e û ew aliyê ku li gor wî “pêþ” e, li gor min, aliyê “paþ” min e. Ka em nimûneyeke din bînin û bêjin: Gava serê sibehê roj hiltê û em lê temaþe dikin, hîngê roj li “pêþ” me ye, lê gava em yekser piþta xwe bidim rojê û li aliyê rojava temaþe bikin, hîngê roj li “paþ” me ye.

Gava serbazek rawestiyayî be û serheng jêre bêje: “Pêþve biçe”, hîngê ewê bi aliyê ku ew temaþe dike de biçe, lê gava serheng bixwaze, ku serbaz “paþve” biçe, hîngê, di pileya yekem de, dibêje: “li paþ xwe bizivire” û di pileya duwem de dibêje: “pêþve biçe”, hîngê bi rastî jî serbaz bi aliyê din de diçe, ku cidahî li gor aliyê berê 180 rade ye.

Pêþiya otomobîlê (erebê) ew alî ye, ku gava ew bi rê ket bi wî alî ve diçe. Aliyê paþ ew alî ye, ku otomobîl, tenê gava pêwîst be, bi enerê hinekê paþve diçe, lê bi gelemperî otomobîl ji bo wê hatiye duristkirin, ku ew bi aliyê pêþ ve bê ajotin.

 

  

 

Ez bawer dikim, her mêjiyekî, ku li gor logîk dixebite vê rastiyê dipejirîne.

 

Li gor vê rastiya fîzîkî, mirovan di xeyalên xwe de ji demê re jî vêktor bi kar anîne. Li gor wê, dem ji dîrokê ber bi ayendê ve diçe. Dem pêþve diçe, dem ti car paþve naçe. Tiþtê ku çûye ti car venagere. Li gor vê dahûrandinê, vêktorê demê bi awayê jêrîn e:

 

 

Gava em dibêjin: Dem pêþve diçe û em jî bi demê re diçin, hîngê bi þêweyekî siruþtî divêt rûyê me ber bi ayendê be û piþta me ber bi dema bihurî be. Gava wisa be, hîngê ayend li pêþ me ye û dema bihurî li paþ me ye. Yanê rojên ayendê ew roj in, ewên ku hên li pêþiya me ne û rojên derbasbûyî ew roj in, ewên ku êdî li paþ me mane.

 

Ez bawer dikim, em niha gihîþtin encamekê, ku em êdî dikarin têbigihînin, çima hin Kurd ji rojên ayendê re, ji rojên ku hên li pêþ me ne re pêþeroj dibêjin. Yanê li gor vê gengeþiya li jor û li gor logîka wê, em nikarin bêjin, ku ev mirovên peyva pêþeroj ji bo ayendê bi kar tînin mirovên þêt in, yan jî ne mafdar in.

 

Birêz S. Hirorî di gotara xwe de dibêje:

„Bi dîtina min »paþeroj« û »pêþeroj« li gor du rêdaran hatine afirandin:

1. Li gor dabeþkirina wextî (zeman) bi xwe:

Dema pêþiya niha > Dema niha > Dema piþtî niha
Roja pêþiya roja îro > Roja îro > Roja piþtî roja îro“

Ez li vir lêborînê ji birêz S. Hirorî dixwazim û dibêjim, ku ew di vê dabeþkirina demê de ne mafdar e. Ew bawer dike, em dikarin di dema bihurî de rawestin û li tîrêjê demê wisa temaþe bikin. Lê belê ev ne gengaz e (ne mimkun e). Gava mirov diaxive, ew herdem xwe di dema niha de dibîne, yanê em hergav di îro de ne û bi ti awayî ne di dema bihurî de ne. Loma jî “roja pêþiya roja îro” ne gotineke rast e. Em di îro de ne û rûyê me ber bi ayendê ye. Birêz S. Hirorî di dabeþkirina duwem de dibêje:

“2. Li gor peywendiya wextî bi tiþt, cih û kesan re:

> Rojên ko mirovî li paþ xwe hiþtine (rojên ko derbasbûne)
> Rojên mirovî yên niha
> Rojên ko li pêþiya mirovî ne (yên ko dê bihên)“

Ev dabeþkirina duwem rast e. Mirovan bi mecazî tîrêjê demê (yê temporal) danîne ser tîrêjê cih (yê lokal) û ew pozîsiyona ku em bi fîzîkî lê rawestiyane, di tîrêjê demê de, dema niha ye, îro bi xwe ye. Wisa jî, birêz S. Hirorî, di vê dabeþkirina duwem de dibêje: „Rojên ko li pêþiya mirovî ne (yên ko dê bihên)“ yanê nexwe „pêþerojên“ mirov in. Ew bi vî awayî, bê hemdî xwe, avê dibe ser aþê yên ku „pêþeroj“ dibêjin.

 

Piþtî ku me dît, birêz S. Hirorî di dabeþkirina yekem de ne mafdar e û di ya duwem de ew jî dibêje, ku rojên li pêþiya mirov ew roj in, ewên ku hên nehatine, hîngê li gor vê logîkê û li gor vê dîntinê ti rê li pêþiya me namîne, ku em peyva „pêþeroj“ ji bo rojên ayendê qedexe bikin.

 

Niha ka em bipirsin: Gelo “pêþveçûn” çi ye û “paþveçûn” çi ye?

 

Çiqas peyvên “pêþ” û “paþ” bi cih û semtê ve (lokal û vêktor) girêdayî bin, lê bi gelemperî peyvên “pêþveçûn” û “paþveçûn” bi du maneyan tên bi kar anîn.

a)    Cih (lokal): Pêþveçûn ew liv e (hereket e), ku li ser vêktorê lokal bi aliyê pêþve diçe û paþveçûn ew liv e, ku li ser vêktorê lokal bi aliyê paþve diçe.

b)    Dem (temporal) : Di rastiyê de peyvên “pêþveçûn” û “paþveçûn” bi maneya temporal bi mecazî ji maneya lokal hatine wergirtin. Ji ber ku bi gelemperî bi bihurîna demê re rewþa mirov baþtir dibe, wisa jî peyva “pêþveçûn” ji guhartinên erênî (pozîtîv) re tê bi kar anîn û peyva “paþveçûn” ji guhartinên neyînî (nêgatîv) re tê gotin. Em dibînin, ku ev peyv bi vê maneya temporal ji vêktorê lokal bi temamî bi dûr ketine. Pêþveçûn bûyê guhartina ber bi baþiyê ve û paþveçûn bûye guhartina ber bi nebaþiyê ve; tevî ku dem bi herdu bûyeran (guhartinan) re ber bi pêþ diçe; dem bi ti awayî ranaweste û paþve naçe; çerxa felekê ti car venagere. 

 

 

Niha em vegerin aliyê din yê vê pirsgirêkê û bêjin, heke wisa ye, gelo çima bav û kalên me ji ayendê re „paþeroj“ gotine. Gelo ew paþkunkî li hespan siwar dibûn!? Na xêr. Gelo gava ew dimeþiyan, ew bi paþ ve dimeþiyan!? Na xêr. Gelo rewþ wek siwarbûna tirên û mêtro ye, ku hin mirov berê wan bi aliyê lokomotîvê ve ye û yên din jî bi aliyê din ve ye; û bav û kalên me, ew kes bûne, ku herdem piþta wan ber bi lokomotîvê bû!? Na xêr. Gelo bav û kalên me herdem ber bi dema bihurî ve, ber bi dîrokê ve temaþe kirine û wisa ayend herdem li paþ xwe dîtine!? Na xêr.

 

Bi dîtina min, ev peyva me, ne li gor vê gengeþiya ku me li jor kir pêkhatiye.

 

a)    Bav û kalên me di her kar û çalakiyekê de di pêþ me de çûne, em li paþ wan çûne, em her tiþtî ji wan fêrbûne. Ji lew re, ew pêþiyên me ne. Em li paþ wan meþiyane û gava ew mirine, em li paþ wan mane, em bûne paþmayên wan. Me gava wan ya pêþîn (li pêþ xwe) wek destpêk dîtiye û gava wan ya paþîn wek dawî dîtiye. Wisa tê xuyakirin, ku dema gava wan a pêþîn bi mana destpêkê ye û dema gava wan a paþîn bi mana dawiyê ye (dibe ku “duwaroj” di Kurmanciya Navîn de ji vê hatibe. Heke “duwa” ji “dû“ (pey, paþ) hatibe yan jî ji “dawî” hatibe, encam yek e). Me di destpêkê de bav û kalên xwe li pêþ xwe dîtine, me herdem gava xwe li paþ wan avêtiye û gava mirine em li paþ wan mane. Ew rojên ku law û dotên me jî dê li paþ me bimînin, ew roj paþerojên in.  

b)    Gava tiþtek li pêþiya me diqewime û, li paþ wê, bûyereke din pêktê, em dibêjin ew bûyer li paþ ya pêþîn qewimiye; piþtî wê ye. Yanê li ser tîrêjê demê bûyera yekem ya pêþîn e û bûyera duwem, ku piþtî wê qewimiye, ya paþîn e. Gava em dibêjin: “pêþî tu here, ezê paþê bêm” mana xwe pêþî divêt çûyîna te pêk bê û paþê dê hatina min pêk were. Em li vir dibînin, ku peyvên “pêþî” û “paþê” bi vê maneya temporal bi temamî berevajî maneyên “pêþ” û “paþ” yên bi maneya lokal in.

 

 

Wisa em digihînin encamekê, ku peyva “paþeroj” ji rojên paþê hatiye. Xwezî jêre “paþêroj” hatibûya gotin. Em bawer in, gava “paþêroj” yan jî “rojên paþê” bê gotin, hîngê baþtir jî tê fêhmkirin, lê belê ji bo sivikahiyê “paþeroj” hatiye gotin. Ji lew re, em dibînin, ew Kurdên ku di zarotiya xwe de bi zimanê xwe perwerde bûne peyva “paþeroj” bi mana “paþêroj, rojên paþê” fehmdikin û wisa vê peyvê ji bo ayendê (serinc: Peyva “ayend” di nav gel de baþ nayê naskirin) bi kar tînin. Lê ew kesên ku di zarotiya xwe de bi zimanekî din perwerde bûne û paþê hînî zimanê kurdî bûne û hên hemû rêz û rêzikên zimanê me baþ nizanin, ji ayendê re “pêþeroj” bi maneya “rojên ku hên li pêþiya me ne” dibêjin. Niha baþ hat xuyakirin, ku ew (ev beþê dawî ji mirovên me) peyvên “pêþ” û “paþ” tenê bi maneya lokal nasdikin, lê peyvên “pêþî” û “paþê” bi maneya temporal hên nas nakin. Ew stranan jî dihûnin û dibêjin: “Ew rôjên pêþ yên me ne!”. Bê guman, em ji wan fêhmdikin, ku mebesta wan çi ye û gava ew “pêþeroj” jî dibêjin, em dizanin, ku mebesta wan “paþeroj” e.

 

Çare çi ye? Ev pirsa han, careke din ji me re dide xuyakirin, ku avakirina saziyekê ji bo zimanê kurdî çiqas pêwîst e. Tenê ev dezgeh, ev sazî dikare van pirsgirêkan çareser bike.