Pirsgirêka Lêkera BÛN

 

Mustefa Reþîd

 

Bi dîtina me, yek ji pirsgirêkên here mezin di rastnivîsandina zimanê me de, pirsgirêka lêkera BÛN e. Em dixwazin vê carê, di vê nivîsa xwe de, li ser vê mijarê rawestin. Lêkera BÛN di zimanê me de bi sê maneyên têvel(ji hev cida) tê bikaranîn; yanê em dikarin bêjin, ku sê lêkerên BÛN hene:
 
1)   BÛN bi maneya „ji dayîk bûn“. Nimûne-1: Ez sala 1945an ji dayîk bûme. Nimûne-2: Belkî di vê sedsalê de rêberekî Kurd ji dayîk bibe û hêza hemû Kurdan bike yek.
 
2)   BÛN bi maneya „kesek dibe tiþtek“. Nimûne-1: Azadmamoste. Azad dibe mamoste. Azad dê bibe mamoste.
 
(Lêkera BÛN, bi van herdu maneyên li jor, ne mijara vê gotara me ye.)
 
3)   Lê belê maneyeke sêyem ji lêkera BÛN re heye, ku em dixwazin di vê gotarê de bi taybetî li ser wê gengeþiyê bikin; mebesta me bi pirsgirêkê jî her ev lêker e.
 
Hema di piraniya zimanên hindo-ewropayî de, ku zimanê me jî yekî ji wan e, lêkereke bi vî þêweyî heye.
 
Wek nimûne, di zimanê înglîzî de “verb to be”.  Gava ev lêkera “be” di zimanê înglîzî de li gor kesan tê kesandin (to conjugate), bi vî awayî tê gotin:
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: I am We are
kesê duyem: You are   You are
kesê sêyem: He (She, It) is  They are
                                                                     
Di zimanê almanî de, ji vê lêkerê re “sein” tê gotin û di vî zimanî de bi vî awayî tê kesandin:
 
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ich bin  Wir sind
kesê duyem: Du bist    Ihr seid
kesê sêyem: Er (sie) ist  Sie sind
                           
Di zimanê me de, ev lêkera BÛN bi du awayên têvel tê kesandin. Awayê kesandina wê li gor tîpa dawiyê ya bêjeya pêþ wê ye; li gor ku ew tîp dengdar e, yan jî dengdêr e.

Ji bo ronahîkirinê, ka em du navdêran ji xwe re wek nimûne bigirin, ku yek ji wan bi dengdarekê û yê din jî bi dengdêrekê diqede. Ka em bêjeyên „Kurd“ û „mamoste“ ji xwe re wek nimûne bigirin. Hîngê lêkera BÛN di dema niha de bi vî awayî tê kesandin:
 
1)      Awayê yekem, nimûne „Kurd“:
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez Kurd im Em Kurd in
kesê duyem: Tu Kurd î   Hûn Kurd in
kesê sêyem: Ew Kurd e  Ew Kurd in
 
2)      Awayê duyem, nimûne „mamoste“:
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez mamoste me Em mamoste ne
kesê duyem: Tu mamoste   Hûn mamoste ne
kesê sêyem: Ew mamoste ye  Ew mamoste ne
 
Ev diyarde bi xwe, yanê kesandina vê lêkerê bi du awayên têvel, tiþtekî taybetî ye. Bi gotineke din, ev lêkera me, li gor lêkerên din yên zimanê me, bi taybetiya xwe lêkereke awarte ye. Gava em awayê kesandina wê bi zimanên din re jî bidin ber hev, dîsa lêkereke awarte ye; ji ber ku di ti zimanên din de lêkerek bi du awayên têvel nayê kesandin. 
 
 
Gelo çima em vê lêkerê wek pirsgirêkeke mezin di zimanê me de dibînin??
 
Tenê pisporekî ziman, yê ku zimanên din yên hindo-ewropayî jî dizane, dikare vê lêkerê di zimanê me de bi vî awayî bibîne û wisa jî þîrove bike. Ji ber wê, mamosteyê me yê mezin, Mîr Celadet Bedirxan ev lêkera me jî bi vî awayî dîtiye û wisa þîrove kiriye. Hin zimanzanên din jî (wek nimûne profêsor Qenatê Kurdo) ev lêkera me bi vî awayî nedîtine. Û her wisa jî zimanzanên din, yên ku zimanê me û zimanên erebî, tirkî û farisî dizanin, lê belê zimanên ewropayî nizanin, ev lêkera me bi vî awayî nedîtine û ne jî bawer dikin, ev lêkera ku em qala wê dikin, lêkera BÛN e.
 
Gelo çima ew vê yekê bawer nakin û wisa nabînin?
 
a)   Ji ber ku em Kurd hemû di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin û ji zarotiyê de hînî giramêrê nabin û wisa hevnasîn bi vê lêkerê re çenabe.
b)   Ji ber ku di giramêra zimanên erebî, tirkî û farisî de tiþtekî wisa tine ye.
c)   Ji ber ku ew bi zimanên ewropayî nizanin.
d)   Ji ber ku di awayê nivîsandina zimanê me de bi tîpên aramî (erebî) yên kevin, ev lêkera me bi awayekî cida nedihat nivîsandin û ne jî wek lêker dihat dîtin; lêkera BÛN tenê wek dûpaþ dihat dîtin û heya niha jî, ew zimanzanên ku zimanên ewropayî nizanin, vê lêkerê wek dûpaþ dibînin.
 
Mirov dikare bêje: Baþ e! Ka pirsgirêk çi ye? Mîr Celadet ev lêkera me naskiriye û va ye piraniya me jî, zaravayê Kurmanciya Bakur li gor giramêra wî dinivîsînin.
 
Ev gotina li jor bi gelemperî rast e û divêt em di vê þopa xwe de her berdwam bin. Lê ev nayê wê maneyê, ku em – ji bo pêþveçûn û standardkirina ziman - serê xwe bi hin pirsgirêkan biêþînin. Me dît, çawa rêgirtina radîkal li ber tîpa dubare û êxistina tîpa pêþîn ji du tîpên ji yek cihderkê, ne li gor pêþveçûna zimanê me ye. Ji lew re jî axafitin û gengeþî li ser van mijaran gelek pêwîst e.
 
Ji ber ku tenê ew kesên giramêrê baþ dizanin, lêkara BÛN di hevokan de nasdikin û wisa jî wê ji peyva pêþ wê cida dinivîsînin, ji ber vê jî, cidakirina wê bûye nîþana pisporiya wan kesan. Yanê bi gotineke din, ew kesê ku bizanibe lêkera BÛN biqetîne (cida binivîsîne) wek kesekî pispor tê naskirin. Heke nizanibe cida binivîsîne, hîngê yên zimanzan qet qîma xwe pê nakin. Bi vî awayî “rastnivîsandina“ lêkera BÛN di destê zimanzanan de bûye wek taceke zanînê. Li hêla din, bi rastî jî ew kesên ku giramêrê baþ nizanin ji bin barê lêkera BÛN dernakevin. Mirov di nivîsên wan de – bi sedema lêkera BÛN - pir caran rastî tiþtên bi ken û komîk jî tê. Wisa tê xuyakirin, hin kesan tenê bihîstiye yan jî di nivîsan de dîtiye, ku li hin cihan tîpa „e“ ji bêjeyê cida tê nivîsandin, lê belê, nizanin çima û li kû?. Radibin wek kesên bi lottoyê dilîzin dikin. Hema li hin cihan tîpa „e“ ji bêjeyê diqetînin û - wek mijara lottoyê - carcaran jî rastê tînin, lê pir caran jî di ber re vediweþînin.
 
Gelo çima kêsê ku giramêrê baþ nizane, lê belê ziman bi axaftin û nivîsandin baþ dizane, di nivîsandina lêkera BÛN de dikeve rewþeke wisa? Gelo sedem çi ye?
 
Mamostayê mezin Mîr Celadet Bedirxan deh birên qisetê di zimanê me de bi nav kirine, ku ew jî ev in: navdêr, veqetandek, pronav (bernav, cînav,…), jimarnav, lêker, rengdêr, hoker, daçek, gihanek û baneþan. Ev deh birên qisetê, bi gelemperî, di nivîsandinê de ji hev cida tên nivîsandin. Lê belê, Mîr Celadet awarteyek di vir de kiriye, ku ew jî VEQETANDEK e. Veqetandek hergav bi bêjeya ku tê veqetandin ve tê nivîsîn. Nimûne: sêva sor, mirovê hêja, xortên Kurd, jineke bedew, siwarekî lezgîn, mirovine biyanî, …û hwd.
 
Gelo çima tenê VEQETANDEK – tevî ku ew yek ji birên qisetê ye – ji bêjeyên din cida nayê nivîsandin?
 
Berî ku em bersiva vê pirsê bidin, ka em hêmanên zimên bînin bîra xwe. Mîr Celadet dibêje: Hêmanên zimên çar in: tîp, kît, bêje û hevok (komek). Ji tîpan kît çêdibin û ji kîtan bêje pêktên. Gava bêje bi awayekî manedar bidin pey hev hevok çêdibin. Ji pir hevokan qiset (axaftin dibe yan nivîs dibe) pêktê û ew jî ziman bi xwe ye.
 
Ka em li gor hêmanên zimên li hin nimûneyan temaþe bikin:
 
Nimûne 1:  Mirovê hêja hat.
 
Ev hevoka me, ji aliyê tîpan ve, ji 13 tîpan pêk tê, ku ew jî ev in: m, i, r, o, v, ê, h, ê, j, a, h, a, t.
Belê hin tîp hatine dubarekirin, lê di vê hevokê de 13 tîp hene.
 
Lê ji aliyê kîtan ve, ev hevoka me ji 6 kîtan pêk tê, ku ev in: mi-ro-vê-hê-ja-hat.
 
Ji aliyê birên qisetê de, ev hevoka me ji 4 biran pêk tê, ku ew jî ev in: mirov (navdêr), ê (veqetandek), hêja (rengdêr), hat (lêker).
 
Ji aliyê bêjeyan ve, wek xuya ye, hevoka me ji 3 bêjeyan pêk tê, ku ev in: mirovê, hêja, hat.
 
Lê belê - wek bêje - di vê hevoka me de, navdêr û veqetandek bi hev re yek bêjeyê pêktînin. Sedema bingehîn ji vê yekîtiyê re (yanê ku navdêr û veqetandek yek bêjeyê pêktînin) ji kîtan tê. Kît ew birê qisetê ye, ku bi carekê ji devê me derdikeve û nabe were þikestin. Di hemû zimanên cîhanê de jî wisa ye, ku kît nayên þikestin. Gava em li vê hevoka me ji aliyê kîtan ve temaþe dikin, em dibînin, tîpa „v“, ku yek ji tîpên navdêr „mirov“ e, bi veqetandeka me re „êkîtek pêkaniye. Ji ber vê yekê, gelek rast û durist e, da ku kît neyê þikestin, em veqetandeka „ê“ û navdêr „mirov“ bi hev ve wek bêjeyekê binivîsînin. Di vir de biryara mamostayê me Mîr Celadet Bedirxan gelek di cih de ye, ku wek awarteya qeyda gelemper, veqetandek – tevî ku birekî qisetê yê serbixwe ye – bi bêjeya ku tê veqetandin ve bê nivîsandin.
 
Nimûne 2:  Ez Kurd im.
 
Ka em li gor hêmanên ziman li vê hevokê jî temaþe bikin.
Ev hevoka me, ji aliyê tîpan ve, ji 8 tîpan pêk tê, ku ew jî ev in: e, z, k, u, r, d, i, m.
 
Ji aliyê kîtan ve, ev hevoka me ji 3 kîtan pêk tê, ku ew jî ev in: ez-kur-dim.
 
Ji aliyê birên qisetê ve, ev hevoka me dîsa ji 3 biran pêk tê, ku ew jî ev in: ez (pronav), Kurd (navdêr – serenav), im (lêker).
 
Ji aliyê bêjeyan ve, li gor biryara Mîr Celadet, ev hevoka me ji 3 bêjeyan pêk tê, ku ew jî ev in: ez, Kurd, im.
 
Lê belê bi vî awayî kîta dawiyê ji vê hevokê - kîta „dim“ hatiye þikestin. Yanê nivîsandina vê hevokê bi awayê sê bêjeyên ji hev cida li ser hesabê þikandina kîta dawî pêk hatiye. Wek me li jor jî got, þikandina kîtan di ti zimanan de ne rewa ye. Ev jî sedama bingehîn e, ku:
 
a)      Ew zimanzanên giramêra Mîr Celadet nasnakin, di vir de lêkera BÛN nabînin; yan jî napejirînin.
b)      Pir kes, gava dinivîsînin, di vir de - li gor giramêra Mîr Celadet - dikevin þaþîtiyê. Ji ber ku bi þêweyêkî sirûþtî, mirov wisa fêrbûye, hem di axaftin û hem jî di nivîsandinê de, ku kît nayên þikestin. Ji ber wê jî lêkera BÛN cida nakin; wê bi bêjeya pêþ wê ve dinivîsînin. Yanê ew di wê baweriyê de ne, ku ev yek bêje ye û ji lew re bi hev ve dinivîsînin. Pir kes jî têdikoþin, ku cida binivîsînin, lê yan bê hemdî xwe yan jî di her cihekî de ji bin barê wê dernakevin. Bi rastî jî hin cih hene, ku ne ewqas hêsan in. Li vir tenê çend nimûne :
 
b1) Kurdin hene nabêjin em Kurd in.
b2) Ev jineke bi mêr e, lê eva din keçek e.
 
Di hevoka (b1) de, ew „in“ ya ku bi bêjeya „Kurd“ ya destpêkê ve hatiye nivîsandin, veqetandeka nebinavkirî ya gelejimariyê ye. Lê belê ew „in“ ya ku li dawiya hevokê ji bêjeya „Kurd“ cida hatiye nivîsandin, lêkera „BÛN“ e û ew di dema niha, di gelejimariyê de ye.
 
Di hevoka (b2) de, bêjeya „jin“ bi veqetandeka „eke“ ya yekejimariyê û nebinavkirî hatiye veqetandin, lê belê tîpa „e“ ya piþtî bêjeya „mêr“ û ya piþtî bêjeya „keçek“, ku hatine cidakirin, lêkera BÛN di dema niha, di yekejimariyê de ye. 
 
Ji ber ku hin kes bawer dikin, lêkera BÛN û bêjeya pêþ wê herdu bi hev re ne du bêje, lê belê yek bêje ye, ka em vê carê, li gor vê gumanê hinek gengeþî û lêkolîn li vê mijarê bikin. Yanê em bikevin pey wê pirsê, ka gelo ev yek bêje ye yan du bêje ne?
 
Heke em lêkera BÛN tenê bi pronavên kesîn re (bêyî navdêr) bêjin, hîngê:
 
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez im    Em in
kesê duyem: Tu   Hûn in
kesê sêyem: Ew e  Ew in
 
Ji ber ku ji van pronavên kesîn pênc bi dengdaran diqedin, lêkera BÛN bi wan re mîna awayê yekem hatiye. Lê bi pronavê “Tu” re, ku bi dengdêra « u » diqede, tenê li vir, bi awayê duyem hatiye. Ev rewþ, bi rastî mîna diyardeya kelijandinê ye, ku nîvdengdêra “y” xwe diavêje navbera herdu dengdêran. Lê belê, em dizanin, ku kelijandin di hundirê bêjeyê de çêdibe û ne li derveyî bêjeyê; ew jî gava du tîpên dengdêr tên ba hev.
 
Pirs: Heke ev du bêjeyên têvel in, gelo çima ev diyarde xwe li vir dide meydanê?.
 
Berî em bersiva vê pirsê bidin, ka em li pêkaneke(îmkaneke) din jî temaþe bikin. Em li vir dibînin, ku nîvdengdêra “y” bi sedema hatina dengdêrên “u” û “î” peydabûye. Li gor qeyda kelijandinê, bi dengdêra “u” re divêt nîvdengdêra “w” jî bikaribe rola kelijandinê bilîze. Yanê, gelo awayê “Tu wî” jî tê gotin yan na?
 
Em dikarin bersiva vê pirsê bi „erênî“ bidin. Bi rastî jî gelek Kurd hene û li gelek herêman, li cihê “Tu yî” awayê “Tu wî” dibêjin. Cegerxwînê nemir ev þêwe gelek caran gotiye. Di Kurmanciya Baþûr de jî ev þêwe tê gotin. Her û her, li gor qeyda kelijandinê, ev þêwe ji guhê me ne dûr e.
 
Ev jî careke din diçespîne, ku kesandina lêkera BÛN bi du awayên têvel, pêwendiya xwe bi awayekî yan bi yê din bi kelijandinê re heye; yan jî lê diçe (diþibihe wê). Ev rastiya han, ji vê hêlê de gumana me xurt dike, ku lêkera BÛN ne bêjeyeke serbixwe ye; ew bi bêjeya pêþ xwe ve girêdayî ye.
 
Ji bona vê yekê, ka em bipirsin, gelo “awayê duyem” yê kesandina lêkera BÛN bi giþtî, kelijandin bixwe ye yan na? Heke “awayê duyem” li gor qeyda kelijandinê pêk tê, hîngê lêkera BÛN û bêjeya pêþ wê ne du bêje, lê belê yek bêje ye.
 
Ji bona avêne- û zelalkirina vê gumanê, emê “awayê duyem”, yê kesandina lêkera BÛN ne wek ku em dibêjin, lê belê li gor qeyda kelijandinê binivîsînin, hîngê – li gor kelijandinê - diviyabû bi vî awayî bûya:
 
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez mamoste yim Em mamoste yin
kesê duyem: Tu mamoste Hûn mamoste yin
kesê sêyem: Ew mamoste ye Ew mamoste yin
 
Di vê bizava me de tê dîtin, ku tenê ji bo kesê duyem û sêyem di yekejimariyê de kesandin û kelijandin bi hev re diguncin, lê ji bo kesê yekem di yekejimariyê de û hersê kesan di gelejimariyê de kelijandin û kesandin ne mîna hev in.
 
Gelo ev encam tê çi maneyê?
 
Maneya vê encamê ew e, ku “awayê duyem” yê kesandina lêkera BÛN ne kelijandin e.
 
Ka em pêkan û gengaziyeke din jî bînin ber çavan û bipirsin: Gelo awayê duyem li gor yê yekem bihevguhertina cihê dengdar û dengdêrê be? Yanê di awayê duyem de, daku du dengdêr nedin pey hev, ev nakokî li vir, ne bi nîvdengdêrekê, lê belê bi awayekî din hatibe çareserkirin; yanê li vir tenê tîpa paþ hatibe pêþ û ya pêþ çûbe paþ?!. Ka em vê carê awayê duyem li gor vê gumanê binivîsînin; hîngê divêt bi vî awayî be:
 
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez mamoste mi Em mamoste ni
kesê duyem: Tu mamoste Hûn mamoste ni
kesê sêyem: Ew mamoste ye Ew mamoste ni
  
Ji bo kesê duyem û sêyem di yekejimariyê de – wek bizava me ya din jî – encam nayê guhertin. Her û her ji bo van herdu kesan, her carê tenê dengdêrek li meydanê heye û bihevguhertin ne pêkan e. Ji lew re jî, mîna kelijandinê, dîsa nîvdengdêra “y” vê nakokiyê çareser dike. Belê, ev yek baþ tê fêhmkirin.
 
Lê niha ji bo kesên din mijar gelek balkêþ e. Bi rastî jî hin Kurd hene, ku kesandina lêkera BÛN ya awayê duyem bi vî þêweyî bilêvdikin; ew ji bo kesê sêyem di yekejimariyê de jî kesandina BÛN bi dengdêra “i” diqedînin, yanê bi vî awayê jêrîn dibêjin:
 
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez mamoste mi Em mamoste ni
kesê duyem: Ew mamoste yî Hûn mamoste ni
kesê sêyem: Ew mamoste yi Ew mamoste ni
 
Gelek pêkan û gengaz e, ku di pileya pêþîn de bi vî awayî çêbûbe. Lê ji ber qeyda zimanê me ya gelemper, ku bêjeyên zimanê kurdî bi dengdêra “i” ne destpêdikin û ne jî diqedin (ji bilî hin awarteyên di daçekan de); bi gotineke din, ku piraniya Kurdan ji destpêkirina bêjeyan û qedandina wan bi dengdêra “i” direvin û jê heznakin, ev qeyda gelemper bûbe sedem, ku di pileya duyem de dengdêra “i” biþimite û bibe “e” (wek serinc, em li vir dibêjin, ku ev herdu dengdêr jî ji yên kurt in û ji aliyê bilêvkirinê ve ji hev ne dûr in). Wisa ji aliyê fonêtîkî ve, ev þimitandin gelek pêkan û rewa ye.
 
Heke em niha – li gor vê gengaziyê - di awayê jorîn de dengdêra “i” rabikin û li cihê wê dengdêra “e” binivîsînin, emê bigihînin vî þêweyî:
 
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez mamoste me   Em mamoste ne
kesê duyem: Tu mamoste Hûn mamoste ne
kesê sêyem: Ew mamoste ye Ew mamoste ne
 
Niha em dibînin, ku her di vê rêyê re jî em gihîþtin wê encamê bixwe, ku ew jî awayê duyem yê kesandina lêkera BÛN e. Bi gotineke din, awayê duyem, li gor qeyd û logîka zimanê me, guhertoyê awayê yekem e.
 
Piþtî vê þîrovekirinê, ka em dîsa vegerin ser kesandina lêkera BÛN û vê carê jî, ji aliyê bilêvkirina kîtan ve lê temaþe bikin. Li gor bilêvkirina kîtan, ev hevokên me bi vî awayî tên gotin:
 
Awayê yekem
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez-Kur-dim   Em-Kur-din
kesê duyem: Tu-Kur-dî Hûn-Kur-din
kesê sêyem: Ew-Kur-de Ew-Kur-din
 
 
Awayê duyem
 
yekejimarî  gelejimarî
 ------------  ------------
kesê yekem: Ez-ma-mos-te-me Em-ma-mos-te-ne
kesê duyem: Tu-ma-mos-te- Hûn-ma-mos-te-ne
kesê sêyem: Ew-ma-mos-te-ye  Ew-ma-mos-te-ne
 
Niha em dibînin, ku:
 
a)   Gava bêjeya pêþ lêkera BÛN bi dengdarekê diqede, lêkera BÛN wê tîpa dengdar bi xwe re radikiþîne û pêre kîtekê pêktîne; yanê yekîtiyekê pêre çêdike.
b)   Gava bêjeya pêþ lêkera BÛN bi dengdêrekê diqede, lêkera BÛN dikeve bin bandora wê dengdêrê û teþeyê (þikilê) xwe diguhêre; ew yan bi arîkariya nîvdengdêrekê, yan jî bi guhertina teþeyê (þikilê) xwe kîteke serbixwe pêktîne.
 
Ji vê gengeþiya dûr û dirêj em digihînin vê encamê:
 
-      Tevî ku kesandina lêkerekê bi du awayên têvel ne tiþtekî sirûþtî ye û ji bo lêkera BÛN diyardeyeke yekane ye, lê li gor logîk û zagonên zimanê me divêt wisa be.

-      Lêkera BÛN ji aliyê bilêvkirinê ve hergav di bin bandora bêjeya pêþ xwe de ye. Ev rastiya han gumana me xurt dike, ku tevî ew lêker e û rola wê wek rola yên hemberê wê di zimanên hindo-ewropayî de ye, lê bilêvkirina wê di zimanê me de ne wek bêjeyeke bi temamî serbixwe ye. Bi gotineke din, ew ji aliyê sêmantîk (maneyê) de ji birekî qisetê yê serbixwe ye (yanê ew lêker e), lê ji aliyê fonêtîk û bilêvkirinê de her bi bêjeya pêþ xwe ve girêdayî ye.
 
Niha jî em dikarin van pirsan bikin:
 
1)   Heke lêkera BÛN di kesandinê de bêjeyeke serbixwe ye, gelo çima ew di awayê yekem de tîpa dengdar ji bêjeya pêþ xwe diqetîne û pêre kîtekê çêdike? Û di awayê duyem de çima teþeyê xwe diguhêre yan jî – mîna di kelijandinê de – nîvdengdêrekê distîne?

2)   Gelo rewa ye, ku em rê bidin, di ziman de kît bên þikestin? Nexêr, bi taybetî cidakirina lêkera BÛN, li ser hesabê þikandina kîtan, me neçar dike, ku em çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.
 
Ev encam û sedemên li jor, me ber bi wê biryarê ve dibin, ku em lêkera BÛN bi bêjeya pêþ wê ve wek yek bêje binivîsînin. Lê belê li dijî biryareke wisa, ev pirs jî hene:
 
1)   Gelo dibe ku em lêkerê bi birekî qisetê yê din ve wek yek bêjeyê binivîsînin? (Me gotiye, ku ji birên qisetê tenê VEQETANDEK bi bêjeyên pêþiya xwe ve tê nivîsandin.)
 
Wek bersiva vê pirsê em dikarin bêjin, heke em VEQETANDEKê bi giþtî wek awarte diperjirînin, ku ew ji ber sedemên fonêtîkî bi bêjeya pêþ xwe ve bê nivîsandin, çima emê nikaribin lêkera BÛN jî wek awarte bibînin?
 
Ji hêla din ve, Mîr Celadet pronavê nêtar „ê“ – tevî ku ew pronav e – bi lêkerê ve nivîsandiye. Daku xwendevan mebesta me têbigihînin, ka em vê xalê hinekê þîrove bikin (me nivîseke taybetî li ser pronavê nêtar jî nivîsandiye). Di hevokên wek “Ez tiþtekî didim wî (wê)” de, em dikarin li cihê pronavên kesîn (wî, wê), pronavê nêtar binivîsînin û bêjin: “Ez tiþtekî didimê”. Ev “ê” ya dawîn, ku bi lêkerê ve hatiye nivîsandin pronavê nêtar e. Lê ev pronavê nêtar ew bi lêkerê ve tê nivîsandin. Bi dîtina me, heke em dixwazin birên qisetê di nivîsandinê de ji hev cida binivîsînin, hîngê divêt em yan pronavê nêtar jî cida bikin yan jî wî bi apostrofê, bi awayê “Ez tiþtekî didim’ê” binivîsînin. Dîtina çareyekê ji vê re jî pêwîst e.
 
2)   Heke em wek awarte rê bidin, ku tenê lêkera BÛN dikare bi bêjeya pêþ xwe ve wek yek bêje bê nivîsandin, gelo dê li hin cihan tevlihevî pêk bê yan na?
 
Mixabin bersiva vê pirsê wisa ye, ku li hin cihan bi rastî jî emê têkevin tengasiyê. Wek nimûne: Gava lêkara BÛN dikeve piþt daçekê. Ka em ji bo þîrovekirinê hevokekê bînin:
„Bajarê Kerkûkê di nav axa Kurdistanê de ye“. Heke em li vir lêkera BÛN bi daçekê ve binivîsînin, dê ne durist be.
 
Em wisa dibînin, ku dîtina çareyekê ne karekî wisa hêsan e û ne jî em dixwazin di vê nivîsê de biryarekê bi serê xwe bidin. Emê tenê hin pêþniyaran ji bo „Saziya Zimanê Kurdî“ bikin.
 
Ji bo dîtina çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re, em dikarin hin pêþniyaran bikin û baþî û nebaþiya wan bînin ber çavan:
 
a)   Em bêjin, ku lêkera BÛN bi her awayî lêkereke awarte ye û ka em awayê nivîsandina wê jî wek awarte bihejmêrin û wisa tenê vê lêkerê di kesandinê de(bi herdu awayên xwe) bi bêjeya pêþ wê ve binivîsînin. Lê emê nikaribin bi gelemperî wisa bikin. Divêt em hîngê hin awarteyan di vê awarteyê de jî biçespînin. Wek nimûne: Nivîsandina wê bi daçekê ve - ji sedî sed - ne durist e (li jor li nimûneya bajarê Kerkûkê binêrin) û divêt hingê em tiþtên wisa wek awarteyên awarteyê bipejirînin. Li gor vê pêþniyarê, divêt bi vî awayî bê nivîsandin. Nimûne:
 
„Ez Kurdim.“, „Ez mamosteme.“, Lê belê „Kerkûk di nav axa Kurdistanê de ye.“
 
b)  Daku kît neyên þikestin, em dikarin tenê „awayê yekem” yê kesandina lêkera BÛN bi bêjeya pêþ wê ve binivîsînin û „awayê duyem“ wek heya niha cida bikin. Ev pêþniyar tê wê maneyê, li cihê ku kît tê þikestin, em cida nekin, lê li cihê ku nayê þikestin, em lêkera BÛN cida bikin. Nimûne:
 
„Ez Kurdim.“            (li vir pêve bê nivîsandin)
Lê belê „Ez mamoste me.“ (li vir jî cida bê nivîsandin)
                        „Kerkûk di nav axa Kurdistanê de ye.“ (dîsa cida)
 
c)   Em dikarin tiþtekî din jî bikin, ku di zimanê înglîzî de jî wisa dikin. Gava ew þêweyê „I am“ bi kurtahî dibêjin, tîpa „a“ ji lêkera BÛN (verb to be) tê avêtin û wisa tenê tîpa „m“ dimîne. Pronav „I“ û tîpa „m“ bi hev re dibin yek kît. Hîngê di zimanê wan de, daku ji hêlekê ve kît neyê þikestin û ji hêla din ve pronav û lêker tev li hev nebin, di navbera pronav „I“ û perçeyê lêkera BÛN (verb to be) de „m“ apostrofekê datînin û bi awayê „I’m“ dinivîsînin. Bi vî awayî hem rast tê bilêvkirin û hem jî pronav û lêkerê ji hev tên cidakirin. Yanê ji bo zimanê me jî, ev dibe pêþniyarek. Li gor vê pêþniyarê, divêt nimûneyên me yên li jor bi vî awayî bên nivîsandin:
 
„Ez Kurd’im.“,  „Ez mamoste’me.“, „Kerkûk di nav axa Kurdistanê de’ye.“
 
d)  Pêþniyara çaran jî ew e, ku em „awayê yekem“ pêkve binivîsînin û „awayê duyem“ bi apostrofê cida bikin. Nimûne:
 
„Ez Kurdim.“, „Ez mamoste’me.“, „Kerkûk di nav axa Kurdistanê de’ye.“
 
e)   Pêþniyara pêncan jî ew e, ku em „awayê yekem“ bi apostrofê binivîsînin û „awayê duyem“ bê apostrof cida bikin. Nimûne:
 
„Ez Kurd’im.“, „Ez mamoste me.“, „Kerkûk di nav axa Kurdistanê de ye.“
 
Bi dîtina me, ev pêþniyara dawî wek ya here baþ tê xuyakirin.
 
Heke em hîç pêþniyarekê ji van pêþniyaran nepejirînin, her tiþt wek berê dimîne û ew nakokiya ku lêkera BÛN peyda dike çareser nabe. Heke em yekê ji van pêþniyaran bipejirînin, hîngê me çareyek ji pirsgirêka lêkera BÛN re dît.