Kurmancî û Astengiyên Pêþveçûnê
1- Pirsgirêka Tîpên Dudengî
 
Mustefa Reþîd
 
 
 
Jiyana mirovayetiyê li ser vê zemîna me gelek kevnar e û bi derbasbûna heyamên dîrokî – tevî gelek þer û pevçûnan – bi awayekî gelemperî awayê jiyanê herdem pêþve çûye; ew ji asteke nizim gihiþtiye asteke bilindtir. Lê belê ev peþveçûn çawa pêkhatiye?.
 
Belkî hinek bêjin: Ev bi ilim û zanînê pêktê. Belê rast e, lê ilim û zanîn ji kû hatiye û çawa pêkhatiye?. Mirov di jiyana xwe de herdem rastî astengî û pirsgirêkan hatine û hewldane ji van astengiyan derbas bibin û van pirsgirêkan çareser bikin. Gava ew di vê bizava xwe de bi ser ketine, hîngê pêþveçûn pêkhatiye û dîtina çareseriyê ji wan re bûye serborî û tecrûbe. Bi kombûna serborî û tecrûbeyan li ba mirovan dikarîbûne di gavên din de hên zûtir çareseriyekê ji pirsgirêkan re bibînin û wisa jiyan hên bi lez pêþve çûye. Ev rêya pêþveçûnê ne hergav sererast bûye; wek çawa di sirûþt de jî, ew di jiyana mirovan de jî gelek bi kaþ û kêrt bûye, hin caran hevraz û hin caran serniþûv bûye. Bi gelemperî di demên aþtiyê de jiyan bi leztir pêþve çûye, lê belê hin caran di demên þer de jî mirov neçar bûne, ku hin pirsgirêkan zû çareser bikin.
 
Ji hêla din ve, ev çareseriyên ku ji pirsgirêkan re dihatin dîtin, ne her gav çareseriyên here baþ û optîmal bûne. Piþtî demekê hin mirovên din hatine û çareseriyeke hên baþtir û asantir dîtine û wisa di pratîkê de çareseriya nû cihê ya kevin standiye.
 
Wek nimûne, bi pêþveçûna jiyanê, mirovan pêwîst dîtiye, ku zimanê devkî bê qeydkirin. Daku her tiþt neyê ji bîrkirin û wek ku hatiye gotin bimîne, mirovan nivîsîn bi kar aniye. Nivîsîna here pêþîn, nivîsîna mixî û ya hîroglîfî bûne, ku demeke dirêj li Mêzopotamiya û Misira kevnar wek çareserî ji bo pirsgirêka qeydkirinê hatine bikaranîn. Piþtî nêzî sê hezar sal, mirovan dev ji nivîsîna mîxî û hîroglîfan berdaye û ji bo pirsgirêka qeydkirinê alfabêt bi kar anîne. Tevî ku bi dirêjahiya sê hezar sal bi rêya nivîsîna mîxî û hîroglîfan zimanê devkî dihate qeydkirin û wek çareseriyekê bû, dîsan jî mirovan dest jê berdaye û bi rêya alfabêtê, ku her tîpek dengekî dinimîne, dest bi qeydkirin û nivîsandina zimanê devkî kirine.
 
Belê di pratîkê de hate selmandin û îspatkirin, ku nivîsîn û qeydkirin bi rêya alfabêtê ji nivîsîna mîxî û hîroglîfan baþtir û asantir e. Ew alfabêta ku li bajarê Ogarêt, li kenara Derya Sipî hatibû destpêkirin derbasî Yûnanê (welatê Girêk) bû û di pey re li ser bingeha ALFA-BÊTA Yûnanî Alfabêta Latînî pêkhat. Li hêla din, Alfabêta Ogarêtî bi dirûveke din li seranserê Rojhilata Navîn jî belav bû, pêþî bi navê Alfabêta Aramî hate naskirin û di pey re (piþtî hatina Îslamê) êdî wek Alfabêta Erebî tê binavkirin.
 
Ramana bingehîn ya alfabêtê ew bû, ku her dengek bi êþmarekê (îþaretekê) bê naskirin, ku jêre tîp tê gotin. Gava hin neteweyên din ev alfabêt standin û xwastin wê ji bo qeydkirin û nîvîsandina zimanê xwe bi kar bînin, dîtin ku hin deng di zimanê wan de hene, ku ji bo wan dengan ti êþmar (îþaret) di alfabêta bingehîn de nînin. Ji lew re ew neçar man, ji bo wan dengan hin tîp yan jî êþmarên nû li alfabêta bingehîn zêde bikin. Ji bona vê çendê mirov dibîne, ku Kurdan û Farisan dengên wek (g, p, v, ...) di alfabêta aramî de nedîtine û ew neçar mane, ku vê pirsgirêkê bi awayekî çareser bikin. Ji bo ku dengê tîpa "g" bidin nasîn, rabûne tîpa "k" ya aramî birine(ya ku ji devê mirov mîna tîpa "g" ji yek cihderkê derdikeve) û xêzek danîne ser. Wisa jî, ji bo dengê "p" tîpa "b" ya aramî birine û sê nixtik(xal) danîne bin wê. Ji bo dengê "v" jî tîpa "f" ya aramî birine û sê nixtik(xal) danîne ser wê û hwd. Kurdan dîtiye, ku li hember dengên (w, u, û, o) di alfabêta aramî-erebî de tenê yek tîp heye û rabûne li çareyekê geriyane. Ji bo dengê "w" tîpa "waw" ya erebî birine. Ji bo dengê "u" dîsa tîpa "waw" ya erebî birine. Ji bo dengê "û" ku ji dengê "u" dirêjtir e neçar mane ku tîpa "waw" dubare bikin. Vê carê maye dengê "o" ku divêt ew jî bi tîpekê bê nasîn. Dawiya dawî neçar mane, ku êþmarekê bavêjin ser wê, ku ew jî "bilindika ber bi jor" e; berovajî bilindika me ya latînî ye. Ji lew re, heya niha jî, ev alfabêta kurdî ya ku ji alfabêta aramî-erebî hatiye birin û di pey re hatiye pîne û perspankirin, ji bo danasîna hemû dengên zimanê me nebûye çareseriyeke here baþ û optîmal.
 
Di zimanê erebî de tenê li hember dengdêrên dirêj (a, û, î) tîpên (alif, waw, yê) hene. Dengdêrên kurt (e, u, î-ya kurt) tinebûne û di pey re neçar mane, ku van dengan bi (fethe, deme, kesre) bidin xuyakirin. Ji bona vê yekê di nivîsa kurdî de ya bi tîpên aramî-erebî berê dengê "e" tine bû û nedihate nivîsandin. Lê belê niha di Kurmanciya Navîn (Soranî) de ev deng bi "h-ya girtî" tê nimandin. Hilbijartina "h-ya girtî" ji bo dengê "e" ne hilbijartineke baþ e, lê belê ev tenê wek çare dîtine û wisa hilbijartina "y-ya bê nixte" ji bo dengê "ê" ne hilbijartineke serkevtî ye. Di pey re neçar bûne, ku ji bo dengê "ê" bilindika berovajî bavêjin ser tîpa "yê". Ji bo dengdêra me ya here kurt "i" heya niha jî ti çare nehatiye dîtin.
 
Ka em bipirsin:
Gelo pirsgirêkên bikaranîna alfabetê ji bo zimanê kurdî tenê ev in, yên ku me li jor bi nav kirin?.
Na, nexêr. Di zimanê me de pirsgirêka tîpên dudengî(cêwî) jî heye, ku ew jî ev in:
 
1)     Tîpa cêwî "Ç"
2)     Tîpa cêwî "K"
3)     Tîpa cêwî "P"
4)     Tîpa cêwî "R"
5)     Tîpa cêwî "T"
6)     Tîpa cêwî "L" (di zaravayê Kurmanciya Navîn – Soranî de)
 
Ev pênc(þeþ) tîpên me yên dengdar hin caran bi awayê nerm û hin caran jî bi awayê hiþk têne bilêvkirin, lê belê di alfabêta me ya latînî de jî, ji bo her yekê ji wan, tenê yek tîp heye. Bi rastî di alfabêta kurdî de ya ku ji aramî-erebî hatiye birin qet li ser vê mijarê ranewestiyane. Tevî ku di zaravayê Kurmanciya Navîn (Soranî) de tîpa "l" jî tîpeke cêwî ye û du dengan dide, wan ti çare ji vê pirsgirêkê re nedîtiye.
 
Mîr Celadet Bedirxan jî, ku ji me re alfabêta latînî ji bo Kurmancî daniye – tevî ku qala vê pirsgirêka tîpên cêwî kiriye jî – li çareyekê negeriyaye. Rehmetî Osman Sebrî di wê demê de pêþniyar kiriye, ku peyvên wek "pir" bi maneya "gelek" bi awayê "pirr" bêne nivîsandin; yanê di wan peyvan de tîpa "r" bête dubarekirin, lê belê Mîr Celadet ev pêþniyar nepejirandiye. Wî di bingeha nivîsandina alfabêta xwe de gotiye, ku tîpa dubare di Kurmancî de nîne. Piþtî ku Mîr Celadet rehmetî bû, Apê Osman di dehsalên 50î de alfabêta xwe belav kir û peyvên wek "pir" bi dubarekirina tîpa "r", yanê bi awayê "pirr" nivîsand. Lê belê ew jî bi awayekî fireh û zanistî li ser pirsgirêka tîpên dudengî yan jî cêwî ranewestiya û nenivîsand.
 
Yê ku li ser pirsgirêka tîpên dudengî (cêwî) bi awayekî jidil (ciddî) rawestiyaye rehmetî Prof. Qenatê Kurdo ye. Qenatê Kurdo hên di hînbûna zimanê Rûsî de rastî "mêxkî znak" hatibû û funksiyona wê baþ dizanî. Gava wî bingeha gramera xwe danî, xwast ji bo pirsgirêka tîpên cêwî di kurdî de çareyekê bibîne. Ew li tiþtekî geriya, ku wek funksiyona "mêxkî znak" tîpên me yên cêwî – awayê wan yê nerm û hiþk ji hev cuda bike. Mixabin û sed carî mixabin, ku Prof. Qenatê Kurdo ji bona vê yekê "apostrof" hilbijartiye. Hilbijartina "apostrof"ê ji bo hiþkkirina dengê tîpan ne hilbijartineke serkevtî ye. Apostrof di zimanên din yên cîhanê de ji bo funksiyoneke din tê bikaranîn; apostrof ji bo cudakirina du peyvan ku bi hev re têne xwendin tê bikaranîn.
Taybetmendiyeke din jî ya gramera Prof. Qenatê Kurdo ew e, ku paþdaçek bi peyva berî xwe re têne nivîsandin. Sedema vê yekê jî ew e, ku di devoka hin herêman de wek Meletiye û Serhed pêþdaçek ketine û tenê paþdaçek mane. Devoka Kurdên Qefqasan jî ku mîna devoka Serhedê ye, li ba wan jî pêþdaçek ketine û tenê paþdaçek mane. Prof. Qenatê Kurdo hatina her paþdaçekekê li gel navdêr wek rewþeke taybet ya navdêr dîtiye û ji lew re jî paþdaçek bi navdêr ve nivîsandiye. Lê belê sedemeke din jî heye, ku çima wî ev biryara xwe wisa daye. Di zimanê me de paþdaçek û peyva pêþ xwe wisa zû tên bilêvkirin, ku yê guhdar bi rastî jî bawer dike, ew yek peyv e. Em jî niha hin caran wisa dikin, gava bi hin hokeran re pêþdaçek neyê bilêvkirin, em paþdaçekê bi hokerê ve dinivîsînin; wek nimûne: pêþve, paþve, lewre, ….û hwd. Lê belê em baþ dizanin, ku þêweyê teman ev e: bi pêþ ve, bi paþ ve, ji lew re, ….û hwd.
 
Heke Prof. Qenatê Kurdo nivîsandina paþdaçekê bi apostrofê cuda bikira, bi rastî jî dibû cihê gengeþiyeke balkêþ; wek nimûne li cihê
 
Kurdistanêda             heke binivîsanda            di Kurdistanê'da
 
Yanê apostrof ji bona vê rewþê û hin cihên din bi kar bianiya dibû cihê gengeþiyê.
 
Lê belê çi dibe bila bibe, rastiya dîrokî ew e, ku bikaranîna apostrofê ji bo cudakirina awayê hiþk û nerm yê tîpên dudengî(cêwî) di nav tevaya axaftvan û nivîskarên Kurmancî de cihê xwe negirt; ew tenê di çarçeweyeke teng de li ba hin Kurdên Qefqasan û yên ku li Rûsiya dijîn ma. Di van salên dawiyê de Kurdên vê herêmê jî êdî li gor awayê nivîsandina Mîr Celadet dinivîsînin.
 
Ka em dîsa vegerin ser mijara tîpên dudengî(cêwî) û bipirsin: Gelo çima Mîr Celadet Bedirxan – tevî ku ev pirsgirêk naskiriye jî – çareyek jêre nedîtiye?. Me bersiva vê pirsê li ba Mîr Celadet nexwendiye û em nizanim, gelo serê xwe bi vê pirsgirêkê êþandiye yan na?.
 
Li gor serboriya min ya kesayetî, ev pirsgirêka tîpên dudengî hên ji destpêkê de li ber min hebû û di pir gengeþiyan de ku li ser pirsgirêkên zimanê me pêkdihatin, ev pirsgirêk her gav derdiket meydanê, ji ber ku bi rastî jî hin peyvên zimanê me hene, ku li gor nivîsandina wan bi alfabeya Mîr Celadet, belê dirûvê wan mîna hev e, lê li gor bilêvkirina tîpên dudengî – bi awayê hiþk yan jî nerm – maneya wan dibe tiþtekî din. Nimûneya "ker (kesê ku nabihîse)" û "ker (sewalê ku dizire)" her kes dizane. Heke mesele tenê ev peyv bûna, mirov dikarîbû çareyek ji vê pirsgirêkê re bidîta û bigota,
Gengazî –1: "kher (kesê ku nabihîse) û "ker (sewalê ku dizire)".
Gengazî – 2: “kerr (kesê ku nabihîse) û "ker (sewalê ku dizire)".
 
Lê belê peyvên wisa pir in û heya ev peyv hên bi awayê "ker (bi maneya beþ)" jî heye. Bi vê maneyê hem tîpa "k" û hem jî tîpa "r" bi awayê nerm têne bilêvkirin. Ji lew re jî – wek me li jor jî got – gava Prof. Qenatê Kurdo rast vê pirsgirêkê hatiye, biryar daye, ku di her peyvekê de tîpên dudengî yên nerm û hiþk bi apostrofê (mixabin) ji hev cuda bike.
 
Li gor dîtina min:
 
1)   Hilbijartina apostrofê ji bo cudakirina tîpên dudengî ne hilbijartineke serkevtî ye û ne jî baþ e.
2)  Biryara ku mirov her tîpeke dudengî û li her cihî – awayê wê yê hiþk û nerm – bi êþmarekê(îþaretekê) ji hev cuda bike, ne biryareke durist û serkevtî ye.
 
Gelo çima?
 
1)    Apostrof baþtir e ku ji bo funksiyoneke din bê bikaranîn. Wek ku me li jor jî got: Ji bo cudakirina du peyvan ku bi hev ve têne bilêvkirin.
2)    Heke em ji nivîskarê Kurmancî bixwazin li her cihî awayê hiþk û nerm yê tîpên dudengî ji hev cuda bike, emê kesekî nebînin, ku bikaribe ji bin vî barî derkeve. Yanê emê zimanê xwe gelek dijwar bikin, ku ji zimanê çînî jî zortir û zehmettir bibe.
3)   Sedema here girîng jî ew e, ku – li gor serboriya min – bilêvkirina van tîpan (yanê hiþkkirin û nermkirina wan) li hemû herêmên Kurmancî ne mîna hev e. Hin peyv hene, ku di wan de tîpa dudengî li herêmekê bi awayekî hiþk û li herêma din bi awayekî nerm tê bilêvkirin. Ji lew re, biryara ku tîpa dudengî li her cihekî bê cudakirin, ne biryareke rast û durist e. Bi gotineke din, bilêvkirina tîpên dudengî di her peyvekê de bi awayê hiþk yan jî nerm her car nabe pirsgirêk; ew tenê di hin peyvan de dibe pirsgirêk. Ji lew re jî, ne hewce ye, ku em her car cuda bikin.
 
Dibe ku hin kes hewesteke hên radîkaltir bigirin û bêjin: Bilêvkirina van tîpan ti car nabe pirsgirêk; bilêvkirina wan, yan hiþk yan jî nerm, ji mane û konteks xuya ye. Lê belê ev dîtin jî ne rast û durist e. Belê, kesê ku Kurmancî baþ dizane, dikare ji maneyê û konteks bilêvkirina wan rast bide xuyakirin. Lê belê, kesê ku Kurmancî baþ nizanibe, vê yekê  nikare ji hev cuda bike. Divêt em zarokên dibistanê bînin bîra xwe û bînin bîra xwe, heke kesekî/e biyanî bixwaze hînî Kurmancî bibe dê çawa zanibe?. Ev nimûneya li jêr birêz Kemal Tolan ji me re þandibû. Me jî ew hinekê guhert û bi vî awayî nivîsand:
 
"Yekî ker û bi çavekî li kerekî boz siwar e, ker dizire û diçe nava kerî. Bêrîvan têne pêþiya wî û dibêjinê: Kuro, kero em dizanin tu ker î, lê çima tu vî kerî tînî nava kerî?. Te sewal tirsandin, kerî ker ker kir û kir sê kerî."
 
Em bixwazin nexwazin pirsgirêkek li meydanê heye û divêt bi awayekî bête çareserkirin.  Prof. Qenatê kurdo biryara xwe wisa daye, ku li her cihekî tîpên dudengî, yên hiþk û nerm ji hev cuda bike û Mîr Celadet Bedirxan jî ew ji hev cuda nekirine.
 
Me li ser vê mijarê dest bi lêkolînekê kir û xwest ku em zanibin, cudakirina tîpên dudengî di pratîkê de çiqas gengaz û mimkin e. Me ji bo vê lêkolînê du nivîsên birêz Ezîzê Cewo girtin ber çavan, ku ew di vê dema dawî de nivîsên xwe bi cudakirina tîpên dudengî ji malpera Navenda PEN a Kurd re diþîne. Ev herdu nivîsên birêz Ezîzê Cewo di malperê de bi van sernivîsaran hatine weþandin:
1)     Heger mirov bi pêþ va bimeþe, wê berbi k'u va her'e- berbi pêþer'ojê, yan paþerojê va?”
2)     HINEK NÊRÎN Û RAMAN LI SER PERGALA ZIMANÊ KURDÎ Û ZIMANZANÎYÊ
 
Birêz Ezîzê Cewo 57 salî ye û ji zarotiya xwe de bi zimanê kurdî perwerde bûye, bi salan e ku di warê çand û zimanê kurdî de dixebite; ew zimanzan e û li gelek konferansan jî beþdar bûye. Ji lew re jî wergirtina nivîsên wî ji bo lêkolîneke bi vî rengî gelek di cih de ye. Heke me nivîsên kesekî/e bê serborî bibirana, dibe ku pir kesan rexne li me bigirta û bigota, ev nivîs ji bo lêkolînê nabin bingeh.
 
Di lêkolînê de ev rastî hatin çespandin. Di van herdu nivîsan de:
 

1)     Bêjeya ”roj” 75 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 62 cara bi awayê ”r’oj” hatiye nivîsandin û 13 caran jî bi awayê ”roj” hatiye nivîsandin.

2)     Bêjeya ”Kurd” 47 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 42 caran bi awayê ”K’urd” û 5 caran bi awayê ”Kurd” hatiye nivîsandin.

3)      Bêjeya ”kar” (bi maneya xebat) 9 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 6 caran bi awayê ”k’ar” û 3 caran bi awayê ”kar” hatiye nivîsandin.

4)      Bêjeya ”peyv” 37 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 20 caran bi awayê ”p’eyv” û 17 caran bi awayê ”peyv” hatiye nivîsandin.

5)     Bêjeya ”pîvan” 5 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 1 car bi awayê ”p’îvan” û 4 caran bi awayê ”pîvan” hatiye nivîsandin.

6)     Bêjeya ”rast” 6 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 3 caran bi awayê ”r’ast” û 3 caran bi awayê ”rast” hatiye nivîsandin.

7)     Bêjeya ”wate” 13 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 10 caran bi awayê ”wat’e” û 3 caran bi awayê ”wate” hatiye nivîsandin.

8)     Bêjeya ”zarok” 6 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 3 caran bi awayê ”zar’ok” û 3 caran bi awayê ”zarok” hatiye nivîsandin.

9)     Bêjeya ”çav” 2 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 1 car bi awayê ”ç’av” û 1 car bi awayê ”çav” hatiye nivîsandin.

10)  Bêjeya ”derfet” 2 caran hatiye bikaranîn. Ev bêje 1 car bi awayê ”derfet’” û 1 car bi awayê ”derfet” hatiye nivîsandin.

 
Birêz Ezîzê Cewo:

-         Bêjeya ”hundirîn” bi awayê ”hundir’în” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”r” di vê bêjeyê de hiþk tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "r" nerm bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”nêrîn” bi awayê ”nêrîn” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”r” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "r" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”norm” bi awayê ”norm” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”r” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "r" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”teknîk” bi awayê ”teknîk” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”t” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "t" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”pirs” her gav bi awayê ”pirs” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”r” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "r" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”tevger” bi awayê ”t'evger” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”r” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "r" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”paþ” her gav bi awayê ”paþ” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”p” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "p" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”pêþ” her gav bi awayê ”pêþ” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”p” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "p" hiþk bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”bêhtir” bi awayê ”bêht'ir” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”t” di vê bêjeyê de hiþk tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "t" nerm bê bilêvkirin.

-         Bêjeya ”tîp” bi awayê ”tîp” nivîsandiye; yanê li gor bilêvkirina wî tîpa ”t” di vê bêjeyê de nerm tê bilêvkirin. Bi dîtina me divêt di vê bêjeyê de tîpa "t" hiþk bê bilêvkirin.

-         Birêz Ezîzê Cewo tîpa "r" di peyvên "Kurd" û "Kurdistan" de her car nerm nivîsandiye. Bi dîtina me divêt di van bêjeyan de tîpa "r" hiþk bê bilêvkirin.

 
Gelek nimûneyên din jî hene û mirov dikare vê lîsteyê pir dirêj bike. Lê bi baweriya me, ev yek ne hewce ye û ev nimûne bes in.
 
Gelo li gor van nimûneyan em digihînin çi encamê?.
 

-      Mesela ku birêz Ezîzê Cewo di yek bêjeyê de tîpa dudengî hin caran hiþk û hin caran nerm nivîsandiye, tê wê wateyê, ku di pratîkê de bi rastî jî cudakirina wan di her peyvekê de û li her cihî karekî gelek giran e. Tevî serboriya bi salan dîsa jî ev yek ne gengaz û mimkin e. Ev mijara cudakirina tîpên dudengî di her peyvekê de û li her cihî meseleya hejmarên romanî-latînî (I, II, III, IV, V, VI, VII, VIII, IX, X,...) tîne bîra me. Wek tê zanîn, Ewropayiyan gelek tiþt ji Romanan birin. Lê belê dîtin, ku di pratîkê de ev hejmarên wan ji bona hesabkirinê ne baþ in. Belê mirov dikare bi van hejmaran jî hesab bike, lê gelek dijwar e. Ji lew re, Ewropayiyan ji bo hesabkirinê hejmarên ku ew ji wan re hejmarên erebî dibêjin (1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9,10, ...) birin. Ev hejmar erebî ne yan na, ev mijareke din e. Heke wisa ye, çima Ereban dev ji hejmarên xwe berdane û yên hindî bi kar tînin. Lê belê Ewropayî wisa dibêjin. Tiþtê girîng di vê mijarê de ew e, ku hesabkirin bi van hejmaran gelek asantir e ji yên romanî. Çawa ku Ewropayiyan dev ji hejmarên romanî berdan, ji ber ku bikaranîna wan di pratîkê de gelek zor e, wisa jî divêt Kurdên me yên Qefqasan û yên welatên GUS dev ji cudakirina tîpên dudengî di her peyvekê de û li her cihî berdin. Lê belê sedema bingehîn, ku divêt dev ji vê yekê berdin ne ew e, ku tenê ev yek di pratîkê de pir zehmet e. Na, nexêr! Sedema bingehîn ew e, ku bilêvkirina wan di her peyvekê de – bi awayê hiþk yan jî nerm – li her herêmeke Kurmancî ne mîna hev e.

-      Belê hin bêje hene, ku tîpa dudengî di wan de ji aliyê hemû kurmancîaxêvan ve mîna hev tê bilêvkirin. Lê belê gelek bêje jî hene, ku tîpên dudengî di wan de ji herêmekê heya herêma din ji hev cuda têne bilêvkirin. Dibe ku hin kes vê rastiyê zû bawer nekin!. Fermo li van nimûneyên jorîn binêrin!. Me wek nimûne ji birêz Dr. Zorab Aloian re li telefonê da û jê ev pirs kirin: 

1)     Gelo tîpa "p" di bêjeya "paþ" de li ba we çawa tê bilêvkirin? Nerm yan hiþk?. Bersiv: Nerm.
2)     Gelo tîpa "p" di bêjeya "pêþ" de li ba we çawa tê bilêvkirin? Nerm yan hiþk?. Bersiv: Nerm.  
3)     Gelo tîpa "t" ya destpêkê di bêjeya "tiþt" de li ba we çawa tê bilêvkirin? Nerm yan hiþk?. Bersiv: Nerm.
 
Ev rastî dide xuyakirin, ku hemû nimûneyên li jor, ne ku birêz Ezîzê Cewo çewt û xelet nivîsandine. Nexêr, bilêvkirina tîpên dudengî di gelek peyvan de li herêma wan bi rastî jî wisa ye. Heke birêz Ezîzê Cewo di hin nimûneyan de xeletî kiribe jî, ev yek ne mijara me ye. Her yek ji me dibe ku têkeve xeletiyan. Lê belê rastî ew e, ku bilêvkirina tîpên dudengî li ba kurmancîaxêvan – tevî ku di gelek peyvan de mîna hev e jî, lê di gelek peyvên din de ne mîna hev e.
 
Wek encama dawî – wek ku me li jor jî got – em dixwazin bêjin: 
 

1)    Belê pirsgirêkek li meydanê heye. Heke nivîsandina tîpên me yên dudengî, wek heya niha – li gor Mîr Celadet Bedirxan – bimîne, li hin cihan yan jî di hin peyvan de pirsgirêk derdikeve.

2)    Cudakirina tîpên dudengî di her peyvekê de û li her cihî di warê pratîkê de gelek zor e û li gor sedemên ku me anîn ziman ne rast e jî.

3)    Nexwe çare çi ye?. Dîtina me ev e: Her û her qedexekirina tîpa dubare – wek ku Mîr Celadet Bedirxan xwestiye – di pratîkê û rastiya ziman de bi ser neket. Em neçar in, li hin cihan tîpa dubare bi kar bînin; bi taybetî gava du peyv yan sê peyv li hev têne siwarkirin û di encamê de tîpa dubare pêktê (li nivîsa me: Çend gotin li ser tîpa dubare di zimanê me de binêrin). Tenê di wan peyvan de û li wan cihên ku pirsgirêk derdikeve, em dikarin wê pirsgirêkê yan bi tîpa dubare çareser bikin, yan jî mîna di zaravayê Soranî de, em kumikê berovajî "ˇ " bavêjin ser tîpa dudengî û wisa bidin xuyakirin, ku divêt ew hiþk bê bilêvkirin.

 
Wek nimûne, daku em peyva "birîn" (duqetkirina darekî bi xîzarê) ji peyva "birîn" (cihê ku azar bi cihekî laþ bûye û xwîn jê tê) ji hev cuda bikin;
 
Gengazî – 1: Em biřîn (duqetkirina darekî bi xîzarê) û "birîn" (cihê ku azar bi cihekî laþ bûye û xwîn jê tê) binivîsînin.
Gengazî – 2: Em birrîn (duqetkirina darekî bi xîzarê) û "birîn" (cihê ku azar bi cihekî laþ bûye û xwîn jê tê) binivîsînin.
 
Bikaranîna bilindika berovajî ti tîpan li alfabêta me zêde nake, ew tenê divêt li gor pêwîstiyê hiþkkirina tîpa dudengî bide xuyakirin. Ji bo peyvên mîna "ker" jî (ya bi maneya beþ) – tenê li cihê pêwîst - mirov dikare xêzika biçûk bavêje ser tîpa "k" . Wisa ev pirsgirêk jî tê çareserkirin.  
 
 
Homburg Saar, 20.10.2006
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org