Qeyda kurtahiyê di zimanê me de
 
Mustefa Reþîd
 

Em di Hejmara HÎWA ya derbasbûyî de (hejmara 45’an) li ser mijara kelijandinê rawestiyabûn. Me gotibû, ku kelijandin ew diyarde ye, gava du tîpên dengdêr di peyvekê de tên pey hev, hîngê bi gelemperî tîpa „y“ dikeve navbera wan herdu dengdêran û di hin bêjeyan de tîpa „w“ û di hin bêjeyên din de jî tîpa „h“ dikarin vê rolê bilîzin. Ji hêla din ve, me hin awarteyên vê qeydê jî dabûn xuyakirin, ku hin caran, tevî hatina du tîpên dengdêr li pey hev, tîpa kelijandinê ne pêwîst e. Girêdayî vê mijara kelijandinê, em dixwazin hinekê li ser qeyda kurtahî yan jî sivikahiyê, bi taybetî di veqetandin û tewangê de, rawestin. Gava bêjeyek ku bi tîpeke dengdêr diqede tê vediqetandin yan jî tewandin, hîngê wek akam, du tîpên dengdêr tên pey hev û ji lew re jî kelijandin pêktê(*). Ka dîsa, wek her car, em hin nimûneyan bidin, daku ev mijara me baþ bê ronahîkirin. Nimûne:
 
bêje - mamoste - pêþmerge - gerîlla - netewe - pile - mase - perde  û hwd.
 

Veqetandin-binavkirî
:

bêjeya pêþîn, bêjeyên zimanê kurdî, mamosteyê me, mamosteyên zimanê kurdî, pêþmergeyê dilêr, pêþmergeyên Kurdistan, gerîllayê hêja, gerîllayên Kurdistan, neteweya bindest, neteweyên bindest, pileya pêþîn, pileyên pêþîn, maseya mezin, maseyên mezin, perdeya bûkê, perdeyên wan.
 

Veqetandin-nebinavkirî
:

bêjeyeke nû, bêjeyine nû, mamosteyekî jîr, mamosteyine jîr, pêþmergeyekî dilêr, pêþmergeyine dilêr, gerîllayekî çalak, gerîllayine çalak, neteweyeke bindest, neteweyine bindest, pileyeke bilind, pileyine bilind, maseyeke nizim, maseyine nizim, perdeyeke rengîn, perdeyine rengîn.
 

Tewang-binavkirî
:
 
mana bêjeyê, mana bêjeyan, pergala mamoste(bê tewang), civîna mamosteyan, kincên pêþmerge(bê tewang), kincên pêþmergeyan, kincên gerîlla, kincên gerîllayan, rewþa neteweyê, koma neteweyan, kîjan pileyê?, kîjan pileyan?, li ser maseyê, li ser maseyan, li piþt perdeyê, li piþt perdeyan.
 

Tewang-nebinavkirî
:
 
mana bêjeyekê, mana bêjeyina, pergala mamosteyekî, pergala mamosteyina, kincên pêþmergeyekî, kincên pêþmergeyina, kincên gerîllayekî, kincên gerîllayina, pirsa neteweyekê, pirsa neteweyina, di pileyekê de, di pileyina de, li ser maseyekê, li ser maseyina, li piþt perdeyekê, li piþt perdeyina.
 
Niha wek nimûne:
Li cihê ku em di veqetandinê de dibêjin : mamosteyê me, mamosteyên zimanê kurdî, em bi kurtahî yan jî bi sivikahî dibêjin:  mamostê me, mamostên zimanê kurdî û wisa di
tewangê de, li cihê ku em dibêjin: civîna mamosteyan, kincên pêþmergeyan, em bi kurtahî dibêjin: civîna mamostan, kincên pêþmergan. Di veqetandina nebinavkirî de, li cihê ku em dibêjin: pêþmergeyekî dilêr, pêþmergeyine dilêr, em bi kurtahî dibêjin: pêþmergekî dilêr, pêþmergene dilêr û yên din jî wek van.
 
Yanê kurtahî di bêjeyan de bi vî awayî pêktê:
 
Tîpa dengdêr ya ku bêje pê diqede ji dawiya bêjeyê tê avêtin û ew bêje wisa tê veqetandin yan jî tewandin, wek ku ew tîp qet tine be. Wek awarteya vê qeydê, di gelejimariya nebinavkirî de kîta „yi“ ji bêjeyê tên avêtin.
 
Gelo ev qeyda kurtahiyê herdem gengaz û rewa ye yan na?
 
Ka em hewl bidin, hin nimûneyên li jor(tenê yên binavkirî) li gor qeyda kurtahiyê binivîsînin, hûngê divêt wisa be:
 

Veqetandin bi kurtahî
:
 
bêja pêþîn, bêjên zimanê kurdî, mamostê me, mamostên zimanê kurdî,
pêþmergê dilêr, pêþmergên Kurdistan, gerîllê hêja, gerîllen Kurdistan, netewa bindest, netewên bindest, pila pêþîn, pilên pêþîn, masa mezin, masên mezin, perda bûkê, perdên wan.
 

Tewang bi kurtahî
:
 
mana bêjê, mana bêjan, civîna mamostan, kincên pêþmergan, kincên gerîllan, rewþa netewê, koma netewan, kîjan pilê?,kîjan pilan,  li ser masê, li ser masan, li piþt perdê, li piþt perdan
 
Lê belê em dibînin, ku her kurtahiyek ne ewqas serkevtî ye û ji lew re jî ne rewa ye. Li cihê ku
bi kurtahî awayê: mamostên zimanê kurdî, pêþmergên Kurdistan, netewa bindest, masa mezin, perda bûkê, civîna mamostan, kincên pêþmergan, koma netewan, li ser masê, li ser masan, li piþt perdê, li piþt perdan; di ziman de tên gotin û bikaranîn, lê kurtahiyên wek: bêja pêþîn, bêjên zimanê kurdî, gerîllên Kurdistan, pila pêþîn, pilên pêþîn, mana bêjê, mana bêjan, kincên gerîllan, kîjan pilê?, kîjan pilan nayên gotin yan jî nayên bikaranîn.
 
Gelo çima di veqetandin û tewanga hin bêjeyan de kurtahî rewa ye û li guhê me xweþ tê û di hinên din de ne wisa ye?
 
Du sedemên vê diyardeyê hene:
a) Bêje ji çend kîtan** pêktê?
b) Bêje di ziman de çiqas naskirî ye?
 
Bêjeyên ku ji du kîtan bêtir pêktên û bêjeyên ku di ziman de baþ tên naskirin, qeyda kurtahiyê ji bo wan bêjeyan di veqetandin û tewangê de li guhê me xweþ û kedî tê. Lê ew bêjeyên ku ji sê kîtan kêmtir pêktên û di ziman de hên ewqas baþ nayên naskirin, kurtahiya wan jî li guhê me ne xweþ û kovî tê. Di vî warî de peyva „netewe“ nimûneyek e, ku di navbera nivîskarên me de hergav guft û go li ser çêdibe. Gava kesek li gor qeyda kurtahiyê dibêje: „pirsa netewî“ yê din dibêje: ev ne rast e, divêt em bêjin: „pirsa neteweyî“. Tevî ku peyva „netewe“ ji sê kîtan pêktê, lê ew hên di zimanê gel de ne ewqas belavbûyî ye. Ji lew re, kurtahiya vê peyvê li guhê hin kesan kedî tê û li guhê hinên din kovî tê.
 
Ka em bala xwe bidin van bêjeyan jî:
 
çiya - derya - giya - peya û hwd.
 

Veqetandin-binavkirî
:

çiyayê bilind, deryaya dûr, giyayê çolê, peyayê hêja, çiyayên bilind, deryayên dûr, giyayên çolê, peyayên hêja û hwd.
( ji van tenê „peyê hêja, peyên hêja“ wek kurtahî di ziman de tên gotin)
 

Veqetandin-nebinavkirî
:

çiyayekî bilind, çiyayine bilind, deryayeke dûr, deryayine dûr, giyayekî tal, giyayine tal, peyayekî hêja, peyayine hêja.
(Kurtahî: çiyakî bilind, çiyane bilind, deryake dûr, deryane dûr, peyakî hêja, peyane hêja. Kurtahiya „giyakî tal“ û „giyane tal“ li guhê me hinekê kovî tê.)
 

Tewang-binavkirî
:
 
li ser çiya(bê tewang), li ber deryayê, civandina giya(bê tewang), kesê
peya(bê tewang), li ser çiyayan, li ber deryayan, civandina giyayan, lekê peyayan.
(li vir jî tenê „lekê peyan“ wek kurtahî li guhê me kedî tê.)
 

Tewang-nebinavkirî
:
 
li ser çiyayekî, li ser çiyayina, li ber deryayekê, li ber deryayina, tama giyayekî, tama giyayina, pêjna peyayekî, pêjna peyayina.
(Kurtahî: „li ser çiyakî“ û „pêjna peyakî“ li guhê me kedî tên, lê ewên mayîn kovî ne.)
 
Ji lew re, ka em dîsa bipirsin: Gelo kengê kurtahî gengaz û rewa ye? Gelo hema kîjan peyva li guhê kê xweþ û kedî hat dikare qeyda kurtahiyê bikarbîne û li guhê kê ne xweþ û kovî hat nabe ku kurtahiyê bikarbîne? Na xêr!
 
Ji bo pêkanîna zimanekî standard divêt em qeyd û rêzikên vekîtê(îmlayê) deynin û çareyekê ji kurtahiyê re bibînin. Bi dîtina me, þêweyê kurtahiyê jî ji qeydên zimanê devkî hatiye. Heya ji me tê, divêt em di zimanê nivîskî de - bi gotineke din di pexþanê de - þêweyê temam; yanê peyvan bê kurtahî binivîsînin. Lê belê, di helbest û stranê de divêt kurtahî her rewa û serbest bimîne.
 
 
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------
*) Kurtahî ne tenê di veqetandin û tewangê de pêktê. Gav em ji navdêrekî ku bi dengdêrekê diqede rengdêrekî pêk bînin dîsa jî rê ji kelijandin û kurtahiyê re vedibe. Wek nimûne:
Ji navdêre „netewe“ rengdêrê „neteweyî“ pêktê. Li vir jî bi kurtahî „netewî“ tê gotin.
 
**) Kît ew beþê bêjeyê ye, ku bi carekê ji devê me derdikeve. Wek nimûne: Bêjeya „Kurdistan“ ji sê kîtan pêktê (Kur-dis-tan). Bêjeya „netewe“ jî ji sê kîtan pêktê (ne-te-we).