Raman û ziman
Mustefa Reþîd
Di destpêkê de ka em bipirsin, gelo çi
pêwendî di navbera ziman û ramanê de heye? Gava em nexwezin têkevin gengeþiyeke
fîlosofî û li bersiveke sade ji vê pirsê re bigerin, hîngê em dikarin bêjin,
ku ziman þêweyekî wergerandina ramanê ye. Yanê pêþî di mêjiyê
mirov de ramanek çêdibe; ew raman jî yan daxwaz e, yan hêvî ye, yan biryar
e, yan jî tiþtekî din e û daku mirov vê ramana xwe bigihîne mirovine din,
ew vê ramanê werdigerîne wî zimanê ku ew mirovên din têdigihînin. Di
wergerandina ramanê de divêt ew mirov rêz û rêzikên wî zimanî (giramêra
wî zimanî, çi „syntax“ û çi „semantik“) li ber çav bigire. Bêyî
wê, dibe ku ew mirovên din mebesta wî, yanê ramana wî, qet tênegihînin
yan jî bi þêweyekî çewt têbigihînin. Lê belê, ji ber ku her mirovek ji
zarotiya xwe de bi zimanekî tê perwerdekirin, ku em jêre zimanê dayîkî yan
jî zikmakî dibêjin, ew mirov rêz û rêzikên zimanê xwe baþ nasdike û bi
þêweyekî siruþtî ramanên xwe rast „werdigerîne“. Lê di vê heyama me
de, mirov, ji neçarî yan jî bi daxwaza dilê xwe, hînî hin zimanên din jî
dibe. Gava ew baþ hînbibe, hîngê dikare bi wan zimanan jî ramanên xwe
rasterast „wergerîne“. Lê gava hên baþ hîn nebûbe, hîngê nikare rêz
û rêzikên wî zimanê biyanî rasterast pêkbîne û di bin bandora zimanê
xwe yî zikmakî de hevokan bi zimanê biyanî bi awayekî çewt dirêse.
Li gor gel û neteweyên din, rewþa me
Kurdan awarte ye û taybetiyên me yên cida hene. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê
zikmakî ji bo piraniya me Kurdan bend û qedexe ye û ciwanên me bi zimanên
biyanî tên perwerdekirin, rewþa zimanê me jî êdî dikeve bin bandora vê
rastiya tal. Hinek ji me heya bi temenê 6-7 saliyê di koþka mal û malbatê
de bi zimanê zikmakî perwerde dibin, lê belê piþtî wê, bi zimanekî biyanî
perwerdeya xwe ya dibistanî berdewam dikin. Hinên din, di bin bandora
nixumandin (asîmîlasiyon) û hin bandorên din de, ji destpêkê de bi zimanekî
biyanî perwerde dibin. Beþek ji van bi temamî tê nixumandin û nema xwe li
Kurd û kurdîtiyê dike xwedî û beþekî din, di bin bandora tevgera me ya
rizgarî û neteweyî de, xwe nasdike, li xwe hay dibe û hewl dide, ku vegere
ser rah û damarên xwe yên neteweyî. Îro yên ku bi Kurmanciya me ya Bakur
dinivîsînin, ji van herdu beþan pêktên. Çiqas rewþa beþê yekem ji yê
duwem baþtir be jî, lê ew jî xwedî gelek kêm û kurtiyan e û heya bi
pileyekê di bin bandora zimanên biyanî de ye. Ev li jîrekiya mirov
radiweste, ku xwe bi hêza xwe di warê zimanê zikmakî de pêþve bibe, rêz
û rêzikan bi awayekî rast û durist bi kar bîne.
Wek mijara vê carê, em dixwazin li ser
hin pirsgirêkên zimanê me rawestin.
I. Pirsgirêka
sazkirina hevoka Kurmancî.
Di zimanê me
de du þêweyên sazkirina hevokan hene:
a)
Þêweyê gelemper
KIRAR(subjekt) BIRESER(objekt) LÊKER(prädikat)
Nimûne-1:
Em
rewþê
dizanin
Nimûne-2: Ez dara sêvê dibînim
Ka em bi kurtahî ji vî þêweyî re „KBL“ bêjin.
b)
Þêweyê awarte
KIRAR(subjekt) LÊKER(prädikat) BIRESER(objekt)
Nimûne-1:
Em
diçin
Amedê
Nimûne-2: Ez diçim bin dara sêvê
Ka em bi
kurtahî ji vî þêweyî re jî „KLB“ bêjin.
Bê guman, gava hevok wisa sade bin, ti
çetinahî û zehmetî peyda nabin. Lê gava hat û hevok dirêj bû, em dibînin,
ku pir nivîskarên me êdî ji bin vî barî dernakevin. Em bala xwe bidin vê
hevoka jêrîn:
Dema mîr di mehên havînê de li
zozanên Serhedê diçû nêçîrê, herdem leþker amade bû, li
ser sînoran mîna polîsên ji bo parastina navxweyî.
Belê em vê
hevokê baþ fêhm dikin, lê gelo çi kêmasiya wê heye?
Ev hevoka dirêj,
di rastiyê de, ji du hevokan pêkhatiye. Ka em hin bêjeyên zêde, ewên ku
tenê ji bo zelalkirina rewþê hatine nivîsîn, ji nava hevokê bavêjin û bi
vî þêweyê sade binivîsin:
Dema mîr
diçû nêçîrê, herdem leþker amade bû li ser sînoran.
Hevoka pêþîn ji þêweyê KLB ye, lê
belê hevoka paþîn tevî ku ji þêweyê KBL ye, bi awayekî ne durist bi þêweyê
KLB hatiye nivîsandin. Ka em hevokê sererast bikin û bêjin:
Dema mîr
diçû nêçîrê, herdem leþker li ser sînoran amade bû.
Niha di pileya duwem de, ka em dîsa
xemil û xêzên hevokê lê vegerînin:
Dema mîr di mehên havînê de li
zozanên Serhedê diçû nêçîrê, herdem leþker li
ser sînoran, mîna polîsên ji bo parastina navxweyî amade bû.
Niha nimûneyeke din:
Di pêvajoyeke wisa
de, em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, ji bo çespandina stratejiyeke hevbeþ,
bi beþdarbûna partî, rêxistin, sazî û kesayetiyan, lidarxistina konferansa
aþtî, demokrasî û çareseriya neteweyî wek wezîfeyekê dibînin li ser
xwe.
Em
vê hevokê jî baþ fêhm dikin, lê çi kêmasiya wê heye?
Ka
em dîsa hin bêjeyên zêde, ewên ku tenê ji bo zelalkirina rewþê hatine
nivîsîn, ji nava hevokê bavêjin û bi vî þêweyê sade binivîsin:
Em lidarxistina
konferansê
wek wezîfeyekê dibînin li ser xwe.
Ev
hevoka me jî, ji þêweyê KBL ye, lê belê cihê lêkerê hinekê pêþde anîne.
Ev ne bi þêweyê KLB jî hatiye nivîsandin. Heke ew bi þêweyê KLB bûya,
diviyabû bi vî awayî bihata nivîsandin:
Em
dibînin lidarxistina konferansê
wek wezîfeyekê li ser xwe.
Lê
belê ya rast ew e, ku hevok bi þêweyê KBL bê nivîsandin, yanê:
Em lidarxistina
konferansê
wek wezîfeyekê li ser xwe dibînin.
Niha
di pileya dawîn de, hevok bi giþtî divêt bi vî awayî be:
Di pêvajoyeke wisa
de, em wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, ji bo çespandina stratejiyeke
hevbeþ, bi beþdarbûna partî, rêxistin, sazî û kesayetiyan, lidarxistina
konferansa aþtî, demokrasî û çareseriya neteweyî wek wezîfeyekê li ser
xwe dibînin.
II. Pirsgirêka
sazkirina sernivîsan.
Sernivîsên
wek li xwarê bala mirov gelek dikiþînin:
Wek
nimûne: „Di
zimên de herêmtî” yan jî
„Di sedsala 21an de pirsgirêka kurdî”
Em
hemî, her roj rastî sernivîsên wisa tên û êdî ji bo pir kesan ev þêwe
bûye sêweyekî rast û durist û nema bala wan dikiþîne.
Gava
em bêjin, ev herdu sernivîsên li jor divêt bi vî awayî bin:
„Hêrêmtî
di zimên de” û „Pirsgirêka
kurdî di sedsala 21an de”
hîngê
pir kes dê bipirsin: Gelo çima?! Û nema dizanin, ka kîjan ji van herdu þêweyan
rast e.
Bi
dîtina min, þêweyê pêþîn din bin bandora zimanê tirkî de pêk hatiye û
þêweyê duwem li gor zimanê me ye. Emê çawa vê yekê biçespînin(îspat
bikin)?.
Zimanê
me zimanekî hindo-ewropî ye. Ka emê bi hin zimanên hindo-ewropî re bidin
ber hev.
a)
Bi zimanê înglîzî dê ev sernivî çawa bên gotin?:
„Dialect
in the language” û
“The Kurdish question in 21. century”
Gelo
bi zimanê înglîzî
„In
the language dialect” û
“In
21. century the Kurdish question”
tê
gotin? Nexêr!
b) Bi
zimanê almanî dê ev sernivîs çawa bên gotin?:
„Dialekt
in der Sprache” û
“Die
kurdische Frage im 21. Jahrhundert”
Gelo bi zimanê almanî
„In der Sprache dialekt”
û
“Im 21. Jahrhundert die kurdische Frage”
tê
gotin? Nexêr!
c) Bi zimanê fransî dê ev sernivîs
çawa bên gotin?:
“Dialecte dans le
langage“ û
“La question Kurde en 21, siècle“
d) Bi zimanê îtalî dê ev sernivîs çawa
bên gotin ?:
“Dialetto nel
linguaggio“ û “La
domanda kurdish 21, nel secolo“
e) Bi zimanê spanî dê ev sernivîs çawa
bên gotin ?:
“Dialecto en el
lenguaje“ û
“La pregunta kurda en 21,
el siglo“
Em bi kîjan zimanê hindo-ewropî van nimûneyên me
bêjin, encam yek e. Yanê rêzkirina peyvan wek me li jor jî gotibû her dimîne.
Di koma zimanên TURK de rêza peyvan li gor zimanên hindo-ewropî bi berevajkî
tê gotin. Ev dide xuyakirin, ku gelek hevalên me, di bin bandora zimanê tirkî
de van þêweyên berevajkî di zimanê me de bi kar tînin.