Mustefa
Reþîd
REWÞA
ZIMANÊ KURDÎ LI BAÞÛR-ROJAVAYÊ KURDISTANÊ *
-
Mixabin li vî beþê welatê me jî - mîna beþê Bakur – hezên siyasî
xebata xwe ya ferhengî bi gelemperî bi zimanê serdestan bi rê va dibin
û wisa dibin gunehkarên pêkhatina xwe-asîmîlekirinê. Kesên ku li vî
beþî dikevin nava xebata siyasî, li cihê ku hînî xwendin û nivîsandina
Kurdî bibin, neçar dibin ku berî her tiþtî hînî zimanê erebî bibin. Li hember vî pêvajoyê piþaftinê – çiqas bi sînor be jî – berxwedaneka pîroz ji bo parastin û geþkirina nirxên neteweyî yên pîroz wek ziman, wêje, folklor û bi giþtî zargotina gelêrî heye. Ev herdu þopên dijber – þopa piþaftinê û þopa berxwedanê ji bo parastina nirxên neteweyî di gelek waran da mîna hevdu xurtin û wisa herdu rexên teraziyê yeksan dikin. Cudahiya
di navbera devokan da Heger
em bi hûrbînî li devokên van herêman temaþe bikin û radeyekê dakevin
nava devokên Kurmanciya Bakur, em dikarin bêjin: Devokê herêma Cizîra Jêrîn bi gelemperî li nêziya zaravayê Botanî û zaravayê herêma Mêrdînê ye. Heger em radeyeke din dakevin xwarê, em dikarin li vê herêmê, li gor hin taybetmendiyan, devoka Aþîtan û devoka Xerbiyan ji hev cuda bikin. Çiqas devoka Aþîtan bêhtir li nêzî Botanî be û ya Xerbiyan li nêzî devoka Mêrdînê be, taybetmendiyeka devoka Aþîtan ya serbixwe heye, ku di kesandina lêkerên hevedudanî da xwe dide der, wek nimûne lêkerên mîna „vexwarin, rakirin, hilkirin û hwd“,
Devoka herêma
Kobaniyê ji 100 % mîn devoka herêma Sirûcê yan jî bi giþtî mîna ya
Rihayê ye. Devoka herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) jî, bi hin
taybetmendiyên xwe, mîna devoka Rihayê û Wêranþehirê ye û bi hin
taybetmendiyên din jî mîna ya Dîlokê (Entabê) ye. Li hin deverên biçûk
devoka Meraþê jî peyda dibe. Ji navê hin êl û hozên Çiyayê Kurmênc
yên mîna Þikakan, Robaran, Þêrewiyan, Heyþtiyan, Xerziyan, Rojkiyan û
gundên wek Behdînan û Xaltan baþ tê xuyakirin, ku peywendiya wan bi kîjan
herêmên Kurdistanê ra heye. Em li herêma Efrînê jî rastî hersê þêweyên
bilêvkirinê ji bo kesên duyem û sêyem yekejimar tên. Wek nimûne li
herêma Heyþtiyan þêweyê (1) dibêjin, li herêma Xastiyan þêweyê (2)
dibêjin û li gundê Mabetan þêweyê (3) dibêjin. Lê belê mirov nikare
van þêweyan bi temamî bi herêm û gundan va girêbide. Ji ber ku ev
hersê herêmên Baþur-Rojava bi kurmanciya Bakur diaxivin, ti arîþe û
pirsgirêkên jihevtêgihîþtinê nîne. Lê belê gava em bi hûrbînî li
cudahiyan bigerin, em dikarin bêjin: A
– Di warê peyvan da Hin peyvên
taybet hene, ku li herêmekê bêhtir tên bikaranîn û li hember wan li
herêma din hin peyvên din tên gotin. Tenha hin nimûne:
Gencîneya
peyvan li ba kurdên herêma Cizîra Jêrîn ji ya herêmên din
dewlemendtire yan jî bo gotineka din ferhenga wan ya peyvan ji ya herêmên
din hinekê stûrtire. B
– Di warê dengdaniyê da Herêma
Cizîra Jêrîn peyvan bi temamî bilêvdikin û hinekê dirêj dikin, li
herdu herêmên din peyvan sivik bilêvdikin û wisa hin caran nîvqurçî
dikin. Ji hêla din va Herêma Cizîra Jêrîn paþdaçekan sivik dikin (de,
re, ve), lê herdu herêmên din bi awayê (da, ra, va) bilêvdikin.
Cudahiyeka balkêþ di bilêvkirina dengdêra "û" da heye. Ev
dengdêra ku di bingeha xwe da ji dengdên "wî" pêkhatiye, li
hin herêman tê guhartin. Hin nimûne:
Li
ser cudahiya zayendê navdêran (nêr û me) di navbera herêman da ne pêwîste
ku em rawestin. Lihevkirineka bi temamî li ser zayendê navdêran, ne tenha
di navbera hemû herêmên Kurmancî da tineye, di navbera kesan da jî
peyda nabe. Min heya niha hên du nivîskarên Kurd nedîtine, ku li ser
zayendê hemû navdêran li hev bikin. Kurmanciya
kurdên Þamê û Libnanê yên ku hên asîmîle nebûne bi awayekî giþtî
mîna kurmanciya herêma Cizîra Jêrîne. Kurmanciya herêma Çiyayê Kurd,
ku li nêziya Laziqiyê ye – heger hinek jê mabin – mîna ya herêma
Efrînê ye û ya kurdên Babê, Minbijê mîna ya Kobaniyê yê û herwisa
ya bajarê Hemayê jî – heger hinek jê mabin – mîna ya Kobaniyê ye. Rewþa
zimanê nivîskî li Baþûr-Rojava Beþek
ji rewþenbîrên Baþûr-Rojava bi Kurmancî dinivîsîne. Gava em hinekê
bi qerf û henek rewþê bidin xuyakirin, emê bêjin, ku ji 60% ji wan
helbestvanin, ji 30% pexþanan dinivîsînin û 10% lêkolîner û
zimanzanin. Di warê peyvan da zimanê wan dewlemende, lê belê di warê
estetîka nivîsînê û parastina qeydên vekît û nuxteþaniyê da
piraniya nivîsên wan gelek berbatin; nizanin tîpên mezin û biçûk li kû
tên nivîsandin, nizanin çawa hevok (cumle) dest pêdike, li kû bihnok tê
danîn û li kû hevok temam dibe. Pexþanên hin kesan ji wan, bê bihnok
û bê nuxte ne. Mirov bawer dike, ku pexþan ji serî heya binî tenha ji
yek hevokê pêkhatiye. Di
warê wergirtina peyvan da ji zimanên biyanî – wek çawa kurdên Bakur
wan peyvan li gor vekîta tirkî dinivîsînin – wisa kurdên Baþûr-Rojava
jî li gor bilêvkirina erebî wan peyvan dinivîsînin. Hin nimûne:
*
Me
di vê nivîsê da lêkera BÛN ya ku piþtî tîpa dengdar tê bi peyva
pêþ wê va nivîsadiye û ya ku piþtî tîpa dengdêr tê cuda nivîsandiye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org