Standardkirina zimanekî ji kû dest pêdike?

Mustefa Reþîd

 

   

Di vê dema dawî de gelek kes li ser standardkirina zimanê me dinivîsînin. Gava mirov van gengeþiyan diþopîne, dibîne ku her kesek di bin peyva "standardkirinê" de, tiþtekî din tê digihîne. Hinek ji wan behsa "standardkirinê" dikin û peyva "standard" bi awayê "standart" dinivîsînin. Heke em bala xwe bidin awayê nivîsandina vê peyvê û hinekê li ser bifikirin, em'ê bigihînin encamekê, ku kesê wisa dinivîsîne, li ser kîjan þopê diçe. Dibe ku hinek bêjin: Ev tiþtekî biçûk'e. Ma çi cudahî heye, gava em bêjin "standard" yan jî "standart"?. Na, nexêr, cudahî gelek mezin'e. Pir caran tê gotin, ku di paþ tiþtên mezin de gelek tiþtên biçûk hene, lê belê hin caran jî wisa ye, ku di paþ tiþtên biçûk de gelek tiþtên mezin hene. Ev peyva "standard" ne ji zimanê me ye, em vê peyvê ji koma zimanên ewropayî distînin û di wan zimanan de ev peyv bi tîpa "d" bi dawî dibe. Heke em bên û li gor devoka xwe ya herêmî tîpa "d" biguhêrin û bikin "t", ev'ê me bibe ser þopekê, ku em hergav wisa bikin. Yanê em'ê navên wek "Mihemed, Ehmed, Mehmûd, Nemrûd, Bedlîs, ….." ku di bingeha hemiyan de tîpa "d" heye, di wan de tîpa "d" biguhêrin û mîna tirkan bikin "t". Wek tê gotin, name ji sernivîsê diyar'e, ev mijar jî wisa ye. Kesê ku peyva "standard" dike "standart", ne tenê peyvekê diguhêre, ew bi temamî li ser þopeke taybet diçe. Ev çi þop'e gelo û çima em vê þopê wek "pirsgirêk" dibînin?

Ji ber tinebûna dezgeheke navendî ji bo zimanê me, her kesek – peyvên biyanî jî li gor devoka xwe ya herêmî bilêvdike. Ji ber ku em dibêjin: "Zimanê me wek ku têye bilêvkirin, wisa jî tê nivîsandin", ew radibin, wek ku me li gor xwe bilêv kiriye, wisa dinivîsînin. Belê rast'e, divêt em peyvan wek ku têne bilêvkirin, wisa jî binivîsînin. Lê belê pirsgirêk ew'e, ku çima hin kes di bilêvkirina peyvan de tîpan li gor devoka xwe duguhêrin û di pey re tên û dibêjin, divêt em wisa binivîsînin, wek ku me bilêv kiriye.

Navên wek "Amerîka, Almaniya, Afganistan, … û hwd., ji aliyê hin kesan ve bi awayê "Emerîka, Elmaniya, Efganistan, …" têne nivîsandin. Lê belê nivîsandina wan di hemû zimanan de, yên ku bi tîpên latînî têne nivîsandin, bi tîpa "A" ye û – bi dîtina min – baþtir'e jî ku wisa bimînin. Pirsgirêk ew'e ku di zimanên din de herdu dengên Kurmancî "A, E" bi tîpa "A" têne nivîsandin. Yanê "a"-ya me ya dirêj û "e"-ya me ya kurt di wan zimanan de bi tîpa "a" têne nimandin. Heger em hergav tîpa "a" di wan navan de biguhêrin û bikin "e", em'ê wan navan ji bingeha wan bi dûr bixin. Em bala xwe bidin navê welat û gelê Bask, ku li bakurê Spaniya ye. Heke em navê "Bask" li gor bilêvkirinê bikin "Besk", em'ê ji peyva bingehîn gelek bidûr bikevin.

Ji bo standardkirina zimanê kurdî bi giþtî, hinek bawer dikin, heke Kurmanciya Bakur (Kurmancî) û Kurmanciya Navîn (Soranî) bi yek þêweyê tîpan bêne nivîsandin, hîngê zimanê kurdî ê bibe "zimanekî standard".

Bê guman, heke ev herdu zaravayên me bi yek þêweyê tîpan bêne nivîsandin, ev ji bo hemû Kurdan gaveke baþ'e, lê bi gaveke wisa – çiqas girîng'e jî – zimanê me nabe zimanekî standard. Nimûneya zaravayê Kirmanckî (Zazakî) li pêþ çavên me ye. Herdu zaravayên me, Kurmanciya Bakur û Kirmanckî bi tîpên latînî têne nivîsandin, lê belê ji herdu zaravayan kurmanciyeke, yan jî kirmanckiyeke, yan jî kurmancî-kirmanckî-yeke standard pêk nehatiye û pêk nayê jî.

Em, kurdên ku bi Kurmanciya Bakur diaxivin û dinivîsînin, yan em hên di xew de ne, yan jî – ji ber sedemên neteweyî – em naxwazin rastiya ku di jiyana me kurdan de bi giþtî peyda bûye, nasbikin. Me bi dehsalan, belkî jî bi sedsalan dem winda kiriye, her zaravayek ji zaravayên me di þopeke cuda de pêþve çûye, niha jî em hatine û dixwazin bi her awayî ji van hemû zaravayan zimanekî yekgirtî û standard pêk bînin.

Gelo li seranserê cîhanê zimanên standard çawa pêk hatine?

1.      Nimûneya zimanê erebî: Erebiya standard, yan jî erebiya fesîh, bi xwe zaravayê êla Qureyþ'e, ku pirtûka Qur'anê pê hatiye nivîsandin. Bi sedema ku piraniya ereban bûn misilman, hemiyan zaravayê Qureyþ wek zimanê standard pejirand; ew erebên ku nebûn misilman jî, dîsa zaravayê Qureyþ wek zimanê standard li ser wan hate ferzkirin. Her û her heya niha jî Ereb her hewl didin, ku zimanê xwe bi darê zorê, ne tenê li ser gel û neteweyên di bin serdariya wan de dijîn ferz bikin; ew hewl didin ku zimanê xwe li ser seranserê gelên ku bûne misilman ferz bikin. Tevî ku ew angaþt dikin, zimanê bihuþtê erebiya fesîh'e, dîsa jî hem li hemû welatên ereban zaravayê wan yê taybet tê bikaranîn, hem jî li ba gel û neteweyên ku bûne misilman, zimanê erebî tenha di çarçoveya olî de tê bikaranîn.

2.      Zimanê firansî yê standard – wek ku tê gotin – zaravayê Parîsê ye. Ji ber ku Firansa di her warekî de bi awayekî navendî tê gerandin(îdarekirin), wisa jî zaravayê Parîsê ji bo hemû firansiyan bûye zimanê standard. Yanê bi rêya desthilata navendî ev standardbûn pêkhatiye.

3.      Nimûneya zimanê înglîzî gelek balkêþ'e. Înglîziya standard jî bi awayekî navendî li Înglistanê peyda bûye û li seranserê cîhanê belav bûye. Lê belê em dibînin, gava navendeke din ya serbixwe vî zimanî bi kar tîne(nimûne Amerîka yan jî Hindistan), þêweyekî taybet yê standardbûnê dide vî zimanî. Ji lew re, em dibînin ku cudahiyek di navbera înglîziya Înglistanê û ya Amerîka yan jî ya Hindistanê de heye. Heger di navbera înglîziya Australiya, ya Newzeland û ya Înglistanê de cudahî tine bin, hîngê ji ber wê yekê ye, ku ev herdu welat di warê çandî û zimanî de, xwe bi Înglistanê ve girêdayî dibînin. Lê dîsa jî dibe ku hinek cudahî peyda bûbin, yan jî ê di duwarojê de hên peyda bibin.

4.      Wek em dizanin Almaniya Standard jî bi xwe zaravayê herêma Saksen'e. Bi rastî jî li derûdorên bajarê Hannover, zimanê ku di nav gel de tê axaftin bi temamî wek Alamaniya Standard'e. Li herêmên din, di jiyana rojane de, her kesek bi zaravayê xwe yê herêmî diaxive, lê belê – ji ber sîstema perwerdeyê ya ji salan de – her kesek Almaniya Standard jî dizane. Çiqas di navbera Almaniya Standard ya ku li Almaniyayê tê bikaranîn û ya ku li Austirya û Siwîsrayê cudahî kêm bin jî, di navbera bilêvkirina ziman de cudahî gelek aþkere û xuya ye.

5.      Nimûneyeke gelek balkêþ di vê mijarê de, nimûneya welatên Skandînavyayê ye. Ez wan zimanan nizanim, lê bi qasî ku min bihîstiye(heger ez þaþ bim, dîtina min sererast bikin) danîmarkî, nerwêjî û siwêdî ji hevdu fêhm dikin, lê belê her welatek jî xwedî zimanekî taybet'e.

6.      Wek nimûneya dawî, ka em zimanên serbî, kirowatî, bosnî û sernogorkî li ber çav bigirin. Heyanî ku Yugoslaviya wek yek dewlet hebû, ev her çar ziman yek ziman bû, ku jêre serbo-kirowatî dihate gotin. Piþtî ku Yugoslaviya hate beþkirin û îro Serbiya, Kirowatiya, Bosniya û Sernogora welatên serbixwe ne, her yek ji wan dibêje, em xwediyê zimanekî taybet'in, tevî ku hemû heya niha jî, bi temamî ji hev fêhm dikin.

Ev nimûneyên ku me li jor anîn, ji me re diyar dikin, ku mijara zimanê standard heya bi radeyekê bi daxwaza gelan ve girêdayî ye. Heke gel bixwazin, dikarin li çend welatan yek zimanê standard bi kar bînin (wek înglîzî û almanî), lê heke nexwazin, dikarin ji yek zimanê standard çend zimanan peyda bikin (wek zimanê serbo-kirowatî, ku îro dixwazin bikin çar ziman).

Heke em wek Kurd dixwazin zimanekî standard pêk bînin, divêt pêþî, em her zaravayekî ji van zaravayên xwe standard bikin, lê belê bi þêweykî wisa zanistî ku em van zaravayan di pêvajoyê standardkirinê de nêzî hev bikin. Ev mijar bi daxwaza me ve girêdayî ye û ez dixwazim li vir bin peyva DAXWAZ xêz bikim. Di vê mijarê de DAXWAZ gelek girîng'e.

Baþ tê bîra min, gava min di nîveka dehsalên 70-î yên sedsala derbasbûyî de li bajarê Berlîna Rojava mamostetiya zimanê kurdî dikir, kurdekî me yê herêma Dêrsimê bi navê Zulfî Selcan hebû, ku li ser zaravayê Kirmanckî dixebitî. Gava me peyvên herdu zaravayan (Kurmancî û Kirmanckî) didan ber hev, hin peyv hebûn, ku di herdu zaravayan de mîna hev bûn yan jî ji hevdu nêzîk bûn, lê belê bi temamî li hember wan peyvan, di herdu zaravayan de jî, hin peyvên din jî hebûn, ku ji hev dûr bûn. Birêz Zulfî Selcan bi mebest ew peyvên ku ne mîna hev bûn di nivîs û xebatên xwe de hildibijartin û dixwest bi wî awayî serbixweyiya zaravayê Kirmanckî ji yê Kurmancî biçespîne. Heke mirovek di þopeke wisa de berdewam bike, bê guman tê wê maneyê, ku DAXWAZ ji bo nêzîkkirinê nîne, bi vajayî wê, DAXWAZ ew'e, ku herdu zarava ji hevdu bidûr bikevin.

Mixabin, ew pisporên ku Kurmanciya Navîn(Soranî) kirine standard, ew jî li ser þopeke wisa çûne. Bi ti awayî hewl nedane, ku Kurmanciya Navîn ji Kurmanciya Bakur ve nêzîk bikin. Tevî ku dikarîbûn di pêvajoyê standardkirinê de û di standina peyvan de xwe nêzîkî zaravayê bakur bikin, bi vajayî wê, rêzikên giramêrê wisa danîne, ku dûrî hev bin û di warê standina peyvan de, heya ji dest wan hatiye, ji Kurmanciya Bakur peyv nestandine û li cihê wan peyvên nû durist kirine.

Bila tikes min þaþ fêhm neke, ku ez hinekan sûcdar dikim û hinekan jî bê sûc dihêlim. Mixabin pisporên Kurmanciya Bakur jî hesabê wê yekê nekirine, ku zaravayên me nêzîkî hevdu bikin. Her kesekî xwestiye, ku zaravayê herêma xwe bike zimanê standard. Ev yek hên îro jî li ba hin kesan berdewam'e. Tenê wek nimûne, ka em bala xwe bidin daçekên me yên cêwî:

bi ..... de, bi ..... ve, bi ….. re          

di ..... de, di ..... ve, di ….. re

ji ..... de, ji ..... ve, ji ….. re

Tevî ku piraniya kurmancîaxêvan van daçekan bi awayê:

bi ..... da, bi ..... va, bi ….. ra

di ..... da, di ..... va, di ….. ra

ji ..... da, ji ..... va, ji ….. ra

bilêvdikin û di zaravayên Kirmanckî û Kurmanciya Navîn(Soranî) de jî wisa ne. Heyanî di farisî de, di Avesta de û piraniya zimanên girûpa îranî de jî her bi tîpa "a" têne bilêvkirin, dîsa jî di Kurmanciya Bakur de, di bin maska "sivikkirinê" de, bi tîpa "e" têne nivîsandin. Veqetandeka mê jî wisa ye. Madem em dibêjin: "Keça bedew", çima em'ê nebêjin "Keçeka bedew", em'ê herin bêjin: "Keçeke bedew".  Nimûneyên wisa gelek hene.

Ev biryarên rêzimanî yên mîna van, çiqas gavên biçûk bin jî, gavên bidûrxistinê ne û ne gavên nêzîkkirinê ne.

Ez li ser van herdu zaravayên din (Kirmanckî û Kurmanciya Navîn) nema tiþtekî din dibêjim û ez'ê di rexnekirina pêvajoyê pêþvebirina Kurmanciya Bakur de berdewam bikim. Ka em bala xwe bidin pisporên me yên ji Bakur, ew li gor kîjan rêzik û qeydê têrmînên biyanî ji bo zimanê kurdî (Kurmancî) distînin?. Em bala xwe bidin peyvên wek:

Bi înglîzî: logic, sociology, …..( û hemû peyvên ku bi "-logy" temam dibin), active, passive, …

Bi alamnî: Logik, Soziologie, …., aktiv, passiv

Bi firansî: logique, sosciologie, ….., actif - d’active, passif - passive

Bi îtalî: logica, sociologia, ….., attivo, passivo

Bi spanî: lógica, sociología, …., activo, pasivo

Bi tirkî: lojik, sosyoloji, …., aktif, pasif

Bi kurmanciya pisporên bakur: lojîk, sosyolojî, …., aktîf, pasîf, …

Gelo çima em'ê bi vî awayî nenivîsînin?: logîk, sosyologî, ….., aktîv, pasîv, …

Ji bo çi em'ê mîna tirkî tîpa "g" biguhêrin û bikin "j", yan jî tîpa "v" biguhêrin û bikin "f". Bê guman, ew'ê bêjin: Wisa tê bilêvkirin. Lê belê, ew ji tirkî hînbûne û ji ber wê wisa mîna tirkî bilêvdikin. Kurdên beþên din van peyvan bi tîpa "g" ("v") bilêvdikin.

Hin kurdên Baþûr-Rojava jî hin peyvan di rêya zimanê erebî re distînin. Ji ber ku di erebî de tîpa "g" tine ye, li cihê "g" tîpa "c" tê nivîsandin. Ji lew re, yên Baþûr-Rojava jî radibin bi awayî "locîk, sosyolocî, …" dinivîsînin. Ji ber vê jî niha zimanê me  bûye selete.

Encam: Li cihê ku her yek ji me rexneyê li zaravayê din digire, werin, pêþî her yek ji me, em zaravayê xwe, çi Kurmanciya Bakur, çi Kurmanciya Navîn û çi Kirmanckî, bi armanca nêzîkkirinê, ango di þopa nêzîkkirinê de, standard bikin.

 

 

Homburg, 22.08.2007

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org