Tewandina Veqetandekê
Mustefa
Reþîd
Berî
niha em di du gotaran de li ser mijara tewangê rawestiyabûn û ev mijara girîng
ji hin aliyan ve ronahî kiribû. Vê carê jî emê têbikoþin, hin alî û
babetên ku mane ronak bikin. Yek ji van babetan tewandina
veqetandekê ye.
Ka em bipirsin, gelo di zimanê me de veqetandek tê
tewandin an na? Heke tê tewandin, hîngê emê bipirsin kengê û çawa?
Daku em li bersiva van pirsên jorîn bikolin, ka em dîsa
bala xwe bidin van hevokên sade.
a)
Yekejimarî – binavkirî:
a1) Hevalê min î hêja diçe Amedê.
a2) Gelê me yî Kurd cejna xwe pîroz dike.
a3) Hevala min e çeleng xedengan davêje min.
a4) Neteweya me ye bindest hên þerpeze ye.
Gava em, wek di van hevokên jorîn de, du rewiþtan
didin navdêr, hîngê em neçar dibin, ku wî du caran jî veqetînin. Di
hevoka (a1) de navdêrê “heval”, ku li vir ji zayendê nêr e, xwedî du
rewiþtan e. Carekê ku ew hevalê min e, û cara din jî, ku ew hevalekî hêja
ye. Hevoka (a1) di bingehê de bi vî awayî ye:
a1B) Hevalê min ê
hêja diçe Amedê.
Lê belê veqetandeka “ê”,
ku ji bo zayendê nêr, yekejimar û binavkirî tê bikaranîn, cara
duhem hatiye tewandin û bûye “î”. Heke hin rewiþtên din yên navdêr hebin, hîngê ew jî dikarin bi
veqetandeka tewandî “î”
bên veqetandin, yanê li cihê
a1BD) Hevalê min ê
hêja yê birêz ê payebilind diçe Amedê.
Em dikarin bêjin
a1BPT) Hevalê min î
hêja yî birêz î payebilind diçe Amedê.
Nexwe, hemû veqetandinên duhem, sêhem,… û hwd.
dikarin bên tewandin.
Hevoka (a2) jî, ji aliyê tewandina veqetanteka duhem
de, mîna ya yekem e, tenê, ku ji bo kelijandin an jî hevahengiyê, nîvdengdêra
“y” ketiye pêþiya veqetandekê. Hevoka (a2) jî di bingehê de bi vî awayî
ye:
a2B) Gelê me yê
Kurd cejna xwe pîroz dike.
Lê belê li vir jî dîsa veqetandeka “ê”
ya ji bo cara duhem, ku ji bo hevahengiyê teþeyê “yê”
standiye, hatiye tewandin û bûye “yî”.
Hevokên (a3) û (a4) jî mîna yên (a1) û (a2) ne,
tenê ku di wan de, li cihê zayendê nêr, navdêrê wan ji zayendê mê ye.
Yanê hevokên (a3) û (a4) di bingehê de bi vî awayî ne:
a3B) Hevala min a
çeleng xedengan davêje min.
a4B) Neteweya
me ya bindest hên þerpeze ye.
Lê belê veqetandeka “a”,
ku ji bo zayendê mê, yekejimar û binavkirî tê bikaranîn, cara duhem
hatiye tewandin û bûye “e”.
b)
Gelejimarî – binavkirî:
b1G)
Hevalên min ên payebilind diçin Amedê.
b2G)
Hevalên me yên giranbiha diçin Amedê.
Di
hevokên (b1G) û (b2G) de, me veqetandeka “ên”,
ku ji bo gelejimariya herdu zayendan tê bikaranîn, cara duhem
netewandiye. Li hin aliyên welatê me, ev hevokên me bi
awayê
b1GT) Hevalên min î payebilind diçin Amedê.
b2GT) Hevalên me yî giranbiha diçin Amedê.
tên gotin. Di van herdu hevokan de veqetandeka duhem
bi yekejimarî hatiye û bi ser de jî hatiye tewandin. Lê belê divêt ev þêwe
di zimanê standard de neyê bikaranîn. Yanê veqetandeka duhem divêt di
gelejimariyê de be, ew neyê tewandin û her wek xwe bimîne.
c)
Yekejimarî – nebinavkirî:
c1) Hevalekî min î hêja diçe Amedê.
c2)
Hevaleke min e çeleng diçe Amedê.
c3)
Dostekî me yî payebilind diçe Wanê.
c4)
Doteke me ye qehreman diçe Cizîrê.
Ji
ber ku me di hevokên (c1) heya (c4) de, ji bo cara duhem veqetandeka binavkirî
bi kar aniye, rewþ ji aliyê tewandina veqetandekê de, li gor hevokên (a1)
heya (a4) nehatiye guhertin. Heke em bixwazin, bi her awayî veqetandeka cara duhem jî nebinavkirî
be, emê pronavê “yek” bi kar bînin. Wek em dizanin, veqetandeka me ya
nebinavkirî di bingehê de ji pronavê “yek” hatiye. Ji lew re emê bêjin:
c1N) Hevalekî min, yekî hêja diçe Amedê.
c2N) Hevaleke min, yeke çeleng diçe Amedê.
c3N) Dostekî me, yekî payebilind diçe Wanê.
c4N) Doteke me, yeke qehreman diçe Cizîrê.
Lê belê di van hevokan de baþtir e, ku veqetandeka
cara duhem binavkirî bimîne.
Ji hêla din ve, heke em veqetandeka cara duhem di
hevokên (c1) heya (c4) de bê tewang binivîsînin, emê bêjin:
1cB) Hevalekî min ê hêja diçe Amedê.
2cB) Hevaleke min a çeleng diçe Amedê.
3cB) Dostekî me yê payebilind diçe Wanê.
4cB) Doteke me ya qehreman diçe Cizîrê.
Ji van her sê þêweyan, yên yekejimarî –
nebinavkirî, em dibînin, ku þêweyê (c1) heya (c4) yê herî baþ e.
d)
Gelejimarî – nebinavkirî:
d1) Hevaline min ên hêja diçin Amedê.
d2) Hevaline me yên payebilind diçin Amedê.
Di hevokên (d1) û (d2) de, me veqetandeka “ên”,
ku ji bo gelejimariya herdu zayendan tê bikaranîn, cara duhem
netewandiye. Li hin aliyên welatê me, ev hevokên me bi awayê
d1T) Hevaline min î hêja diçin Amedê.
d2T) Hevaline me yî payebilind diçin Amedê.
tên gotin, lê belê divêt – wek ku me li jor jî
got – ev þêwe di zimanê standard de neyê bikaranîn. Yanê veqetandeka
duhem divêt di gelejimariyê de be, ew neyê tewandin û her wek xwe bimîne.
Heke em bixwazin di hevokên (d1) û (d2) de
veqetandina cara duhem jî nebinavkirî be, emê pronavê “hin”
bi kar bînin. Wek em dizanin, veqetandeka me ya nebinavkirî ya ji bo
gelejimariyê di bingehê de ji pronavê “hin”
hatiye. Ji lew re, emê bêjin:
d1TN) Hevaline min hinî hêja diçin Amedê.
d2TN) Hevaline me hinî payebilind diçin Amedê.
Yan jî
d1TN)
Hevaline min hine hêja diçin Amedê.
d2TN) Hevaline me hine payebilind diçin Amedê.
Ji van hemû þêweyan, yên gelejimarî – nebinavkirî,
em dibînin, ku þêweyê (d1T) heya (d2T) yê herî baþ e.
Piþtî vê gengeþiya biçûk li ser tewandina
veqetandeka duhem, em dikarin bêjin, ku tewandina veqetandeka duhem gengaz e, lê
belê ne merc e. Di zimanê standard de baþtir e, ku em hin bi hin dest ji
tewandina veqetandeka duhem berdin.
Girêdayî vê mijarê, divêt em bêjin, ku li hin
aliyên welatê we û di hin zarava û devokên me de pir caran - heke navdêrê
ku tê veqetandin bireser be - veqetandeka yekem jî ditewînin. Wek nimûne,
gava “kurê Gurgîn” kirar(subjekt) be dibêjin:
eKN)
Kurê Gurgîn hat.
Lê
belê gava „kurê Gurgîn“ dibe bireser(objekt) dibêjin:
eBN)
Ez kurî Gurgîn dibînim.
Û
wisa ji bo zayendê mê, dibêjin:
eKM)
Keça Gurgîn hat,
lê
belê
eBM)
Ez keçê Gurgîn dibînim.
Yanê,
bi gotineke din, li wan herêman gava navdêr hatibe veqetandin û dibe bireser,
hîngê veqetandeka yekemîn ya nêr „ê“ ditewînin û dikin „î“, û
ya mê „a“ ditewînin û dikin „ê“.
Bi
rastî heke em li ser vê qeydê biçin, hîngê giramêra zimanê me dê ji ya
zimanê almanî dijwartir bibe.
Berî
em deriyê vê mijarê digirin, emê li ser awayekî din yê tewandina
veqetandekê rawestin. Me di destpêkê de gotiye, gava em du rewiþtan; yan sê,
çar,…û hwd. didin navdêr, em neçar dibin, ku ewqas car jî wî veqetînin
û wek nimûne ji bo du rewiþtan, me hevokên (a1) heya (a4) û ji bo pir rewiþtan
hevokên wek (a1BD) û (a1BDT) dane. Lê belê, hin caran dikarin pir navdêr
bidin pey hev û her yek ji wan li gor zayend, mêjer û binavkirin yan jî
nebinavkirina xwe bê veqetandin. Di vî warî de nimûneyên Mîr Celadet
Bedirxan ji bîra me naçin; gava dibêje:
1)
Ava kaniya gundê me þêrîn e.
2)
Ava kaniyeke gundê me þêrîn e.
3)
Ava kaniyeke gundekî me þêrîn e.
û
hwd.
Li hin aliyên welatê me, yan jî bi gotineke din, di
hin zarava û devokên me de, Kurdên wan herêman di hevokên mîna evên jor
de jî veqetandeka navdêrê duhem û sêhem ditewînin. Wek nimûne, heke Gurgîn
kurê Ferzende be, Ferzende jî kurê Temo be û kurekî Gurgîn jî hebe, li
cihê ku bêjin
1VX) Kurê Gurgînê Ferzendeyê Temo hat.
dibêjin
1VXT) Kurê Gurgînî Ferzendeyî Temo hat.
Yan jî li cihê hevoka M. Celadet ya jorîn
1MC) Ava kaniya gundê me þêrîn e.
dibêjin
1MC) Ava kaniyê gundî me þêrîn e.
Yanê li gor vê qeydê, tenê veqetandeka navdêrê pêþîn
nayê tewandin, lê hemû veqetandekên navdêrên piþtî wî, her yek li gor
zayend û mêjerê xwe tê tewandin. Lê belê – bi dîtina min – divêt di
zimanê standard de em xwe ji vê qeydê jî bi dûr bixin.
Wek akam ji vê gengeþiya me, em digihînin vê encama
jêrîn:
- Belê rast e, ku tewandina veqetandeka duhem, bi
taybetî ya nêr û
yekejimar, di zimanê nivîskî de hên tê bikaranîn, ew rewa û gengaz e, lê
belê baþtir e, ku em bi demê re dest ji tewandina hemû veqetandekan berdin.