
Birêz cihgirê serek,
Wezîrê
Federal yê Derve Fischer ji min tika kir, ku ez we ji bo nameya we ya roja
1.9.2005 spas bikim û bersiva we bidim.
Rojnamegera
îranî Dr. Roya Tilooî bi sedema xwepêþandanên gelha Kurd, ku roja
1.8.2005an li Sineyê pêkhatin li gel hin beþdarên din hatiye girtin.
Sedemên durist û îmkana têdana tewanbariyê ji aliyê dademendiyê de
– tevî ku gelek caran hate pirsîn – hên nehatine gotin û binavkirin.
Di weþangeriya îranî ya konservatîv de tê angaþtkirin, ku Xanima Tilooî
bi awayekî çalak di organîzekirina xwepêþandanên beþên gelha Kurd de
li Sineyê beþdarî kiriye û dirav ji Derve wergirtiye.
Piþtî hîngê,
bi navê Yekîtiya Ewropayê (EU) diplomat di bin serpereþtiya îngilîzî
de roja 22. tebaxê 2005an çûn Wezareta Derve ya Iranî û zîndankirin,
bikaranîna zorê bi awayekî bê sînor û rawestandina du rojnameyên di
herêmên kurdî de li Îranê anîn ziman. Herweha nabe
ku lidarxistina pêwendiyê di navbera rûniþtivanên îranî û
balyozxaneyên biyanî de bête krîmînalîzekirin.
Balyozxaneya
me li Tehranê hate agahdarkirin, ku mijara Tilooî bi baldarî biþopîne
û di vê derbarê de gavên nû li gel þandên EU yên hevalbend bi hev re
biavêjin.
Li gel silavên dostane
(îmzeya Dr. Klaus Scharioth)
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org