Asoyên dildara

    Narîn Omer

-1-

asîmanek zelal

bide min...

 ezê çirûska Edûlê

 ji biskên xwe

vehûnayî li

 ser þûrê

Derwêþe Evdî

diyarî te bikim

di wê þeva ku

 lana dilê xwe

spartî wî kirî

 

-2-

min fêrî raz û

 nehîna

peymana xwe

 bike

ezê dîtina

 yekemîn

di navbera

Elo Þêxanî û

 Fatimê de

þanî te bidim

 

 -3-

dilpak û dilsoz be

 bi min re

ezê wan peyvên

 hêdî hêdî

hatin vehûnayî

 di nav hestên

Qazî Mihemed de

ji xatûna wî

Mihabad re

ji te re eþkere

bikim

 

-4-

gavek bi tenê

bero min were...

ezê

fêrî te bikim

çaviya evîna zayî

ji hoþîna

Miryemxan û

Mîrê Bedirxanî de

 

-5-

yek bi yekî

wisa fêrî

eþqa te bûme

were..

em seyranek nû

bi darxînin

 

-6-

þûþa merdbûna

 xwe

 hilde

di nav mesta

 dana min de

biçîne

bi hev re

 merdbûnek nû û

xelatekî

emê sazbînin

merdbûn:

di hola wê de

 xwe serçok bikin

heta evîniyi

xelat:

hêdî hêdî

bila firdê

di asoyan de û rêka

þikefta þad û

 bextewariyê

diyar bike

 

yek bi yekî

seyrana me

 bi rê bêxe

 

narîn omer

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org