Çirûskên bê deng

 

 

 Ferheng         

 

Ma rast e dema min

ne hatiye

ku tu navê min

bi dirust, di nav

dilê rûpelên xwe de

bikolî !!

 

Helbest

 

Berhemên

ramangihên te

Coþê sazvana miþtin

Aramî û samanî

Lewra

Sazbendên cîhanê

bi tevayî,

Navê te

Li ser rengê suriþtê

Diçînin.

 

 

Mem û zîn

 

Mem:

Zînê

min sedê çîrokan

Li ser evîniya me çandine

Hezar civanok rêstine

Bi hezaran Mem û Zîn

Min belavkirine

Li hawîr dorên gerdonê

Zîn.:

Memê min

Lê hêja ez nabînim

di vê dinê de

Ji bilî du navan

Mem û Zîn.

 

 

  Aho

 

Ne bes e ku tu

Ji min bezatir bî

Lê ya baþ ew e

Tu ji berî min bigihî

Nîþan..

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org