Çima Jina kurd?!

 

Narîn umer

 

Çima keça kurd bi piranî derbasî hola çand û hunerê nabe?!

Ev pireske ji pirsên xwesteka bersivên tendirustî dikin, çimkî dîroka jina kurd ya kevin dibêje, ku wê ji berî sedê salan kariye derbasî vê hola pîroz bibe û xwe bide naskikirin wekî jinek torevan û hunermend.

Lê mixabin di dema îro de em dibînin hijmara jinên nivîskar qelse û kême li gor pêþketina mezin ya hatî pêkanîn di hemî warê cîhanî û gerdonî de.

Eger em li sedemên vê pirsgirêkê bigerin û bikolin emê wan di guman û ramanên me de bibînin û di rêz û rawazên me yên çewt û þaþ de hatine çandin ta jin bi xwe dibîne ev war ne warê wê ye( warê çand û hunerê) wekî ev kar ne ji rêza wê ye.

Sedema didiwan ku ta niha hêjî mêrê kurd ne gihiþtiye baweriyek têgehiþtî ku jina kurd wê karibe di vî warî de serbikeve û pêþve here yan jê halana mêraniyê di hiþ û dilê wî de digere û ji serkeftina jinê vediciniqe û dilereze. Lewra demê îro ji herdo aliyan/ jin û mêr/ tête xwestin ku nêrîn û têbînên xwe

bighorin ji alyê rewþa jinê ve bi taybetî û ya civakî bi tevayî çimkî çerxa jiyanê bi alîkariya jin û mêr bero xweþiyê de diçe  û dizîvire û tiþta herî giring ewe ku jin bi xwe biryara xwe bi dest xwe bêxe ne li gorî bîr û boçonên þaþ û ne rast lê gorî rewþa serdema ku ew têde dinoþe.

 

Narin umer

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org