|
Dema Mihemed Þêxo Bûyî Mêvanê Dêrika Hemko Narîn Omer Seyfedîn
Em
piçûk bûn dema dengê hunermendê pakrewan Mihemed Þêxo dihate me; em
bi vî dengê zelal û xemgîn re mezin bûn û me ew û dengê wî himbîzî
hêlîna hest û coþên xwe kirin. Bi rastî me evîniya vî hunermendê hêja ji evîniya Dêrika Hemko jêre vehûna û evîniya xelkên Dêrikê jêre, bi piçûk û mezinê xwe ve wek kû pêwîst bû li ser her malekê di Dêrikê de kû ew kasêtek nû yê vî hunermendî hibbêzî mala xwe bikin, ta ew bû hevalê her malekê ji malan. Dêrikvaniya dengbêjê þevbêrk û þevên wan yên dirêj Bi rastî gelek çîrokên wî bi Dêrikê re hene, lê ezê li ser diduwan biaxivim: Dema
birayê min yê mezin (Adil Seyfedîn) helbesta(Azda þêrîn) diyarî
Mihemed Þêxo kirî(ew strana kû gelekî dengdayê di wî demî de ta roja
îro, ta kurê wî Birûsk Þêxo bi þêweyek nû dubare kiriye) di wî demî
de. Heval
û dostan ji wan xwestin kû þevbiwêrkek ahingî li Dêrikê li darxînin.
Piþtî ahing bi dawî bû, wî þeva xwe li mala me borand û em hemî li
dora wî civîn, piçûk û mezin bi þahî û dilxweþî me stran jê
xwestin û herdû xwîþkên min Perîxan û Fatima gelekî evîndarên deng
û stranên wî bûn, lewra hemî stranên wî ji ber girtibûn û pêre di
gotin; belê Fatimê peyvên stranê ji berî wî digotin. Bi rastî ew
gelekî keyfxweþ bû û gote Adil: Ji
min bawer bikin ku hewe ez vê þevbiwêrkê de pir dilþad û keyfxweþ
kirim. Ev þev tu caran nayê jibîrkirin, çimkî min baþ zanî, evîndarên
deng û saza min hene. Maliyên
me bersiv dan û gotin: Hemî
xelkên Dêrika Hemko evîndarên te ne mamostayê hêja! Çîroka
wî ya diduwan bi Dêrikê re, di destpêka 1980-î de hatiye sazkirin û
eger ez di dema çîroka yekem de pir piçûk bûm, ez di dema ya din de baþ
mezin bûm. Çîrok
dest pêdike, ku em li gundê Indîwerê bûn. Di rojeke xweþ û nazik de
ji rojên buhara rengîn, me dît mirov bero cihekî de dibezin, bi taybet
keç û law. Hinga ez þagirta dibistanê bûm, ez û hevalên xwe jî em li
pey wan bezîn û piþtî kêlîyekê, me zanî ku Mihemed Þêxo, dildarê
keç û xortan, bûye mêvanê Dêrika rengîn; li Indîwerê, warê evînî
û dilpakiyê. Di wê rojê de dîsa xelkên Dêrikê û yên gundên dora wê
jêre dan xuyan, ku hêja ew di dil û di nav rûpelên giyanê wan de ye.
Belê, bi taybet salên biyanibûn û dûrbîniya wî bêhtir evîna wî di
dilê wan de kolaye. Xort û keçan ew hibêzî xwe kirin, ew danîn li ser
milên xwe û ramûsanên dilsoziyê diyarî wî kirin. Dema
li ser textê þanoyê sekinî, li pêþî strana (Azada Þêrîn) got û çend
stranên xwe yên xweþ gotin. Piþtî wî û Adil hevdû dîtin bi axoþiyek
germ û bi silavek disoz ji Adil re got: Tu
zanî ku min di destpêkê de strana te got, da tu zanibî ku hêja tu li bîra
minî û tu di dilê min de yî û bi amadebûna helbestvanê kurd demek xweþ
û þad bi hevre borandin. Emerê
L,alê û ta îro wêneyên wan elboma Adil renge reng dikin. Di dawî de
Mihemed Þêxo spasiyên zelal û germ ji evîdarên xwe re þandin û da
xuyan, ku ev roj wê di nav rûpelên dil û ramanên wî de werin kolan. Kurdan
rêz û evîn ji Mihemed Þêxo re digirt, çimko ew dilsozê gelê xwe bû,
ew bi hestên nazik û coþên rast li ser rewþa wan disekinî û têlên
tembûra xwe diafirand. Da
roja 9. Avdarê bibe roja girî û þînê ji hemî xelkên Dêrika Hemko re
û ji hemî kurdan re. Ez
sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim û ji hemî hunermendên kurd re. Ez
serkeftinê ji Felek, Birûsk û Birahîm re dixazim.
Narîn Omer Seyfedîn
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org