|
Demoqrasiya
Seydayê Cegerxwîn bi malbata wî re
Narîn Omer narinomer76@gmail.com
Gelek
nivîser û lêkolîner li ser pirtûk, helbest û nivîsandinê dahenerê
helbesta kurdî ya resen seydayê Cegerxwîn nivîsandine, Belê ew
helbestvanê ku di çerxa bîsatan de
berz û bilind bû, û hîn jî em li ser þopa wî diçin, û û dikevin
bax û bustanên helbestên wî ku em bi surra bayê dahênana wî geþ
dibin, teqez ewê bimîne mînaka, dahênan, rêzanê gel, û bavê diloivan
ku niha ezê aliyên
çirûskên ji jiyana wî biaxêvim, û diyar bikim:
Lê
gava em werin û li dîmoqrasiya Cegerxwîn bi malbata wî re temaþe bikin Ya
dudyan ew rol û ekama malbata
wî di jiyana wî de çilo bû, çimkî ew li ba gelek xwendevan û evîndarên
wî re.nediyarin 1-çirûska
pêþî : Ji
ber ku gelekî xweþe dema em li ser jiyana wî a taybet radiwestin, û pêwîste
em rola malbata wî ( bi taybet kevaniya wî (Kehlê) zelal bikin.
Cegerxwîn,
hemî jiyana xwe, bê ku pereyên mehan e( heyvan e) bikevin
dest û bêrîka wî de derbaskir, ku karîba bi wan peran malbata
xwe xwedî bike,û rewþa xwe a aborî û civakî û wêjeyî çakirin û rêxweþkirin
bike.lê belê li bendî weþana pirtûkên xwe ên çapkirî dima,yan jî
li bendî iþikdarî û alîkariya darayî ji çend kesan dima,bi taybet kesên
maldar û zengîn.lê
mixabin ew piþikdarî qels dihat. Lewra
malbata wî di kewdan û nîrên aloz de jiyana xwe bi rê dixistin, ta roja
îro jî, daxên wan kewdanan di can û cendikê zarokên wî de diyarin.
Yekemîn roja þûkirina wan de, ta roja dawî, kevaniya wî
xweda nasîn ku ew jinek dilsoz û dilpak e, û agahdar e ji rewþa wî a
jiyanî re, ji ber vê yekê, hevaltiya wî kir ji destpêka seyrana jiyana
wî, ta dawiya wê re. Em hemî dizanin ku Cegerxwîn herdem rêwî bî,û
koçber bî,û razayê zîndana bû. kevaniya wî bi zarokên xwe re hemî
rengên nexweþiyan daqurtandin bê ku nerazîbûna xwe bide xuyanî bike,
ji bilî carên ku têde
bida zik, gava zarokekî wê jê di pirsî û di gotiyê: Çima
xwarina me ne wek a cîranê me xweþe? Bi agahî
û bi peyvên xweþ bersiv dida û di got: (Çimkî
rewþa wan a aborî ji rewþa me paktirû, û dema rewþa me jî xweþ bibe,
emê hemî rengên xwarinê li ber hewe rêz bikin).kevaniya wî gelek caran
genim hûr dikir da ew çend nanan ji wan re çêke, mixabin bi dehê caran
nanê hiþk di anî ,û firek av lê werdikir ta nerim dibe, û dixwarin bi
ava kelandî re û tûz leymûnê re, an jî xwarina wan nan û xurme bû.(
min ev gotin ji devê keçên wî bihîstiye, û wan ji min xwest ez van tiþtên
biyan ji jiyana wan û bavê wan diyarbikim). Keça wî
dibêje: (Carekê
ji caran hingî dayîka me xembarbû, gote bavê me:(ma ne bese dûrbînî
û coçberî?! Ma behra min û zaroka jî di guhdarî û guhdaniya te de nîne
? Ev çend sale tu ji miletê xwe re , ji netewa xwe re kar dikî, gelo dûmahiya
vî karê han tewa nabê, lê himber dana te ji wan re, em dana wan ji tere
gelekî qels dibînin,û em der mafên te de wan çirûk dibînin!!). dibêje
bavê min bersiv da û gotiyê:
(Belkî
di dema îro de, milet û gelê min bi min nehese,û qedrê min nizane,lê
di pêþerojê de,wê hemîtiþtên min bi zane, wê werin li ser gora min,
û qeftên gulan danin li ser sînga min).
Keça wî
Suad herdem dibêje: ( Hêja
ez ji himbêza bavê xwe sêwîm e, xwezî bavê min ji nû ve vegraba li
gerdûnê,da min xweparast ba hibêza wî wekî zarokek piçûk, û ez di
nav hestên evîniya dilê wî yê pak û fereh de avjenbû bama, û jiyanek
nû me pêre destpêkiriba. Ta îro ev xweneke ciwan e, ez têde dijîm, ta
piþtî ez bûme dayîk û pîrik).û dîsa dibêje: (Bavê
min jiyana xwe hemî di karê xebata xwe ya konevanî, çandî, û wêjeyî,
netewî derbas dikir ta wî û hevalên xebata wan, bingeha þoreþeke civakî
û konevanî û wêjeyî damezrandin).
2-
Demoqrasiya Cegerxwîn bi malbata wî re:
wekî
zarokên wî dibêjin ku ew gelek demoqrasî bî ji kevaniya xwe û zarokên
xwe re, û ti cudabîn ne dikir nav bera keç û kuran de, û cihê jinê di
dil û hiþê wî de mezin bû, jin li ba wî cihê þehnaziyê û
serviraziyê bû, ev tiþt jê ne dûr e, gava jîngeha
li ser heyvê, gazî li keç û jinên kurdan kir ku ew jî wekî jinê cîhanê
þiyar bibibin, u serê xwe hildin:
(Keçê
rabe serî hilde wiha nabî biner jin çûn e ezmana
heya kengî di xweda bî). Kevaniya wî
Kehlê diya Kesra ku ew
keça xalê wî jî bû) bi tena xwe, dema Cegerxwîn ne li mal ba, pêþwaziya
mêvanan dikir, û li ser zîvariya xwe, û jarbûniya xwe de, ne dihêla ku
mêvan xwe bibînin biyan di mala wan de, bi dehên mêran diçûn û di
hatin, wekî ku Cegerxwîn li mal be. Keça wî
Sînem: ji piçûkaniya xwe ve, xwe da nasîn wek keçek leheng û çeleng,
û dest bi xebata xwe a konevanî kir,li civatê bavê xwe,û mêvanên wî
amade dibû, û têkilî bi mêra re dikir,û nerîn û bi serbest û azadî
têbîniyên xwe eþkere dikirin, û tu cara çavên wê ji kesekî ne diþikestin,û
gelek caran di warê xebata keçên wî alîkariya
bavê xwe dikirin. Cegerxwîn (Suad, Gulperî) gelek xema xuþka xwe
Sînem dixin, çimkî miletê me ta roja îro hîna liser kar û xebata Sînem
ne rawestan e, û hêja ew di tarîbûna hiþ û ramanên xwe de ew hiþtin
e).
Keça wî
Suad dema xortek naskir, û pêwendiyek evînî di nav bera wan de hate
afirandin û xort ew ji malbata wê xwest,mirovên wê gotin: pêwîst e tu
li bendî bavê xwe bi mînî,ta ji êraqê vegerê, û xwestina wan pîroz
bike,lê keça wî ev biryar qedexe kir,û dema dît mirovên wê erêkirina
xwe li ser daxwaza wê nadin, nameyek ji bavê xwe re þand, û daxwaza xwe
eþkere kir.
Bavê wê
di wê kêlîkê de, erêkirina xwe dayê, û ji malbata xwe xwest ku ew
riya xweþiya wê de nesekinin. Wekî me
got: tu caran Cegerxwîn cudabîn di navbera kur û keçan de didît, tu
caran keçên wî ne di dîtin ev hestê nexweþ di nav hoþên wî de di
gere, keça wî Selam dibêje: ez sê
salî bûm bavê min çû Îraqê, û min bavê xwe nedîtibû, û dema ez bûm
pênc
,þeþ salî em jî çûn
Îraqê ,û gava em gehiþtin hema min çi zelam didît min digot ev bavê
mine, û gelek hestgerm bûm kû ez bavê xwe bibînim. piþtî ku min bavê
xwe dît min nema xewst ez jê dûr bikevim, lewra ci mêvanê hatiba li cem
me û li danîþgeha bavê min rûniþtba min di xwest ku ew zû here mala
xwe da ez çav û dilê xwe ji dîtina bavê xwe têrbikim. Selam dîsa
dibêje: Ez bi
malbata xwe û zarokên xwe ve gelek girêdayî me çimkî ez ji himbêza
bavê xwe bê par bûm, û ez ji aramiya malbatiyê mehrûm bûm. Ez dibînim,
û bi bawerim ku ev mirovaniya dirust Ya ku malbata wî di nav de avjen dibûn,
sedemeke bingehîn bî ku wan barê jiyana xîzanî û nexweþ hildigirtin ,û
roj bi roj jiyana xwe berdewam dikirin,û seyda di çavên wan de mezin dibû.
Cegerxwîn
bi dilê xwe yê mezin, ê miþtî evînî, û aramî, û bextdanî,û
bavikiya rast,û bi canê xwe ê pak û zelal dikarî birçîbûn û têhinbûna
wan ji xwarin û vexwarina xweþ re bi karbînê, û dan û sitandina wî a
kesayetî bi malbata wî re,di ket þûna dûrbînî,û koçberiya wî de.
Keça wî
dibêje: ( Raste ji himbêza bavê xwe em bê þans bûn,lê dema îro de,em
himbêza milet û gelî xwe dibînin hêlînek mezin, bavê me Cegerxwîn û
me hemiya bi evînî û dilsozî himbêzî xwe dike. Demoqrasiya
Cegerxwîn, hiþt zarokên wî li ser rêça wî bi þopînin, û di bin sîhka
þêwe û rêbaziya wî de mezin bibin û bijîn.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org