|
Jin
û zîndan
Narîn Umer
Jin derbasî cenga konevaniyê û xebatê dibe çimkî ew xwe dibîne mirovek hiþyar û têgehiþtî û ti cudabînê nabîne di navbera xwe û mêr de di aliyê hiþ û ramaniyê de bitaybet û di aliyê hest û coþan de. Bi
rastî ez naxwazim li ser vê babetê ango babeta xebata jinê gelekî
rawestim, lê belê dixwazim hûn rêdanê bidin min, da ez pirsekê bikim
û omîdarim em bi hev re bersiva vê pirsê bidin: Demê
jin tête girtin û derbasî zîndanê dikin, çima wê dibînin mirovek
sist û bê çar? Çima zordar û girtîvanê wê tiþtek nayê li hizir û
bîra wî ji bilî zorlêkirina wê bike, û destdirêjiyê li namûsa wê
bike, û ew baþ dizane ku ew di civakekê de ye ta îro hê jinê dibîne
namûs û þerefa xwe. Çima
altbûna mêraniya xwe dibîne di altkinîna jinê de di warê bê rewiþtiyê
û sincsisiyê de??! Ma
qey ew di wî demî de dayik û xûþk û keçên xwe nayinê li ber çavên
xwe?? Ma
li bîroka xwe nazîvire û na pirse ku ew bi vî karê þermezarî mêraniya
xwe bê rêz û rûmet dike û tovê mirovaniyê û kesayetiyê ji dil û
canê xwe dimirîne û dikeve warê hovîtiyê de û dibe mîna hovek xwînmêj,
û kewijandina wî zorberiya wî dibe??!! Ma
mêranî ewe ku ew têkçûnek gemar li pey kewijandina xwe here, û zorlêkirinekî
li jinê bike?? Çima
çawaniya danûstandina xwe bi jinê re wek ya mêr nake?? Çima venîsîn
nake ku ev jin jî wekî mêre di xebat û daxwazên xwe de ?? Ma jina dirahêjê
vî barê giran nizanê ev roj li pêþiya wê ye, anko girtin û zîndan û
birîndarî û kuþtin?? Ew
amadakare ji van hemî tiþtan re, lewra em dipirsin : Çima
wê nabînin wekî mirovekî xebatkar, yan jê gunehkar, û lêdana candikî
û canî ku tête li ser mêr, bila werê li ser wê jî, eger xwe li ber îza
canî û candikî girt gelekî baþe, û eger xwe ne girte jî tiþtek ji
bilî mirinê namîne, çimkî ew jiyana pak û xweþ di mirina xwe ya
serfirazî de dibînê. Narîn umer
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org