Leyla Qasim dîrokeke serbixwe ye!!

 

Narîn Omer 

 

Leyal Qasim Hesen

Leyla Qasim Hesen, keçek kurde, xwest rûpelên nû derbasî dîroka jinan bi tevayî bike û ya jina kurd bi taybetî,

Bi tiliyên hestên xwe yên miþtî coþ û hoþ, lewra ew rûpel gelekî ronîgeþ hatin û ta îro gelê kurd ne gehiþtiye raza vê ronahiya pîroz.

Leyla!!hemî gotinokên di mafê jinê de dihatin gotin herifandin, yên digotin:

Ma çi sudeya keçan di jînê de heye? Û hemî qîrînên dijwar bê deng kirin: Jin kêm ol û kêm hiþe.

Ez nizanim çend pêrtûk an çend pêrtûkxane wê têra gotinên liser te tên gotin bikin??!

Leyla Qasim di sala 1953 de ji dayika xwe cudabûye, li gundê Banmîl, herêma Xaniqîn. Xwendina xwe di dibistanên xaniqîn de bidomahî kiriye û sala di 1972 de xwendina xwe di zankowa Bexda de berdewam kiriye.  Di sala 1970î de bûye endama Partî Demukratî Kurdistanî. Ji zaroktiya xwe ve hestên netewî di nav damarên wê da digera û di xurtaniya xwe de dest bi çalakiyên xwe yên giring kir, bitaybet demê hevpeyvînên wê bi çend xortên leheng re xurtbûn mîna Cewadê hemawendî, Nerîman Fuad, Hesen Heme Reþîd, Azad Qasim. Lewra tirsa rêjîma Bexda ji wan zêde bê û ataxiya wan kirin ta ew girtin û bi girtina wê dîrokek nû ji jina kurd re avabû, çimkî wê nêrînên cîhanê ji jina kurd û hemî jinan guhertin, çimko wê xwest jineke serfiraz biafirîne û mirovek serbest ew bi vî karê pîroz rabû.

 

Demê dayika wê û xuþka wê çûn serdaniya wê di zindanê de,ji wan xwest meqesek û kiras û xiftanê kurdî û di serdaniya duwemîn de rahêþte meqesê, çend biskên xwe kurkirin û diyarî xwîþka xwe kirin, û gava pirsa kiras jê kir gote xwîþka xwe:

Xukê: Ezê piþtî çend rojên dî bibim bûka Kurdistanê û xaka kurdistanê wê pêþwaziya min bike, lewra ez dixwazim xaka Kurdistanê min hembêzî xwe bike û ez bi hemî xeml û xêla xwe ve herim; evîniya min ji kurdistanêre bê sînore.

û gote dayîka xwe: Ez bûka Kurdistanê me, min divê hûn bangbikin min "Bûka Kurdistanê" û demê laþê min bikihê we liser min negirîn, lêbelê bi dengê bilind bangkin: Bijî Berzanî!...Bijî Partî! .

Çaxê hidan liser masa dadegehê serê xwe hilda û sirûda 'Ey-Reqîb" got, zordar hiþte di mendehoþiyeke mezin de demî liser maseyê sekinî û li zordarên xwe nerî û kenî.

Di 13/5/1974/ de Leyla bû bûka Kurdistanê.

Hezar silav ji canê te û hevalên te yên pakrewan re Leyla.

 

Narîn Omer 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org