|
Luqman!
Ezê çawa li ser te bigirîm??!!
Narîn Omer
Birayê
minê bê mirad Luqman: Demê
ku rojê kara xwe dikir ku ew tîrêja xwe vede li ser eniya mirov û çem,
dehil û suriþtê bi tevayî, û demê kulîlkên nîsanê silav diþandin
ji gulên paye re û hemiyan bi hev re dîlana ciwaniyê lidardixistin: Di
wî demî de te jî karê koçberiya xwe ji vê jiyanê dikir, kêlîka þahê
mirinê nîþana amadabûna xwe ji te re þand. Kekê
min: Nizanim te ew pirsa me herdem di navbera xwe de dikir û me dixwest em
ji þah bikin te jê pirsî yan jê..na???: Þahê
bêdil: Çima wisa tu ji malbata me hezdikî?!çima tu bê aram û saman dimînî
eger tu herdem nebî mêvanê mala me?!û tu me herdem di bin sêhka xwe de
diparêzî??!! Birako:
Gewrebozo, çavbeleko, dilpako, rêwîyo, bêþanso: Çiqasî
biyaniya bêmirwet, tu di nav pêlên xwe de zîvirandî, çiqasî çerxa
feleka bê wijdan, tu di agirê xapên xwe de bêçar kirî. Lê
belê, çiqasî tu mêrxwaz bî û tu lehengek pêlewan bî, çiqasî ti evîndar
û dilsozê jiyanê bî û tu cara te ala sistbûnê û melûliyê ne
hildida. Ez
nizanim Luqman, ez çi li ser te bêjim, yan jî çawa li ser te bigirîm?! Hezar
silav li can û giyanê te bin! Kekê
min: Omîdewarim buheþta rengîn warê te be û em hemî karwanin û li ser
riya te, te diþopin. Narîn Omer
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org