NAME

 

Narîn Omer

 

Dema

Nameya te ya dawî

Gihêþte...

 

Min danî li ser Masa

yekrûyûyê

 

Azada

Mihemed Þêxo ya þêrîn

Ez azad kirim

Ji arandinên Jînê

 

Destarê Tehsîn Taha

Ez di xewnerojên har de

zîvirandim

 

Fincana Cegerxwîn

bersiva ezêtiya min da

 

Bi hatina Tîrêj

Maha Þerefxanî û

Eyþeþanê

 

Tu dibêjî:

Asaya Cîhanî

vajî dizîvire

 

Îro ez darê þikestî me û

Tu..wax..wax?!

 

Na..na

Ez û te

Du tirhikên pîrozî ne

 

Yek darê

Em bi can û

candik kirine

Dibêjî: Tu doj î..

Lewra biryara

Koçberiya me

Ji buhuþtê za

 

Hevalo..

Leqamên ne berhev

Li min neke

 

Rast e..

Pênûsa Dîrokê

dibêje

 

Ez periyek ji

Baskên te me

 

Lê dîsa min dibîne

Bingeha hebûn û

Mayînê

 

Çimku buhuþt

di nav piyên

Min de hatiye damezrandin

 

Hevalo..

Evîniyek bê hêz

Ji te navim

 

Baþ dizanim

Tu çeleng î

Ta di sistbûna xwe de

Tu çeleng î

 

Melevanek

Leheng î 

Di derya halana Rustem û

Kawa de yî

 

Þûrê Firorîtiþ û Dayok

Di birhên xwe de

Te parastiye

 

Çîroka evîniya xwe

Ji baskên Leyla Qasim û

Cewadê Hemawendî

vehûnaye

 

Pênc dergehên

Firîþtî radane û

Pênc Mûm

Bi dil kirine û

vedane

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org