|
Qelen kelemek bêçare ye
Narîn Omer
Qelen
ne tiþtek nû ye, di serdema ku em têde dijîn, lê ew ji kevin de hatiye
xuyakirin,û bi xwe di pênasîna xwe ya bi mistadîyên ( Dilalat bi erebî)
corecor cihek bilind û mezin dide jinê ,û rêz û hurmetek taybet didiyê,
lê belê di borîna çax û deman de ji wateyên xwe yên rêzdar dûrket
û xwe li nakokiyên bê ser û ber qulipand ta ew bû kelemek bêçar di
riya niþimandin û þûkirina kur û keçan de. Qelen
. Qelen
di warê ziman de bendikek pîroz e û pêwendiyek pîroz di nav bera jin û
mêr de avadike, bi navê þûkirin û di aliyê yasayî de( yasaya sûrî
bi taybet) tiþta kû mêr dide jina xwe wek xelatek pêwîst û denek stûbarî.
dema girêdanek rast û gelen
dide nasîn û dibîje kû ew: (
þopek ji þopên þûkirinê ye, lê ew ne bingehek ji bingehên wê ye, û
ne mercek ji mercên rastî û dirustîya wê ye û bendika þûkirinê çêdibe
eger qelen bête nasîn, yan jî neyê nasîn da neyê fêmkirin kû qelen
buhayê jinê ye. Li
vir pirsek giring xwe eþkere dike: Gelo
ma qelen jinê naxe di bazara kirîn û firotinê?. û jinê nake wek hemî
tiþtên malê û wek pertala tête kirîn û firotin ji aliyê malbata wê
ve û malbata destgirtiyê wê ve?! Mada
51/ ji yasa rewþên kesayetî ya sûryayê diêje: (
Gerek qelenê jinê bête birîn û bibe behra wê, kêlîka ku girêdana
rast çêdibe, eger girêdan bête nasîn yan neyê nasîn yan jî nefî
bibe). Qelen
di civaka me de bûye wek pirek asê di riya gelek keç û kurên me de,
nemaze di vê dema aloz de, ku buhabûn bûye wek þûrek tûj li ser serê
kesan, nemaze yên feqîr û jar, ta gelek êþ û janên civakî peyda
dikin ji wan numadeyan ( numadeya Qîrebûn e) ( ango inûsê bi erebî) Li
gor lêkolîna min ya berdewam div ê numadê de gelek keç û lawan ji min
re erêkirin kû qelen sedema herî giring û mezin e di peydakirina vê
nomadyê de. Bi
rastî eger em sedemên qelen bigerin emê bibînin ew pir in û nayên
hijmartin, û bêtar û þopên wê yên nebaþ jî pir in, lê em ê liser
hinek van þopan rawestin, wek: Wek
me diyar kirû, peydabûna numada qîrebûnê('inûsê). Koçberî
û miþextî, çimkî gelek xort berê xwe didin bajarên mezin da qelenê
xwe bidin hevdu û gelek ji wan li wir dimînin, û keçên wan dixwazin ji
ber ku ew qelenê buha naxwazin yan jî qelenê paþmayî tenê dixwazin çiqas
mezin u pir be, yan jî berê xwe didin welatê biyaniyê bi wan pereyên ku
gerek bibe qelenê destgirtiyên wan çimkî ew li pêþeroja xwe meyze
dikin û pê difikirin û dibêjin: "Emê
çi bikin piþtî xwestin û guhistin çêbibe û þahiya þêraniyê u
zemawendê derbas bibe?!" Lewra
ew dibînin ku ya baþ ew, e koçber bibin, bi wan pereyên wan veþartî ji
qelenê xwe re. Bêtara
sisyan ya ku ji aloziya qelen derdikeve ew e, ku bêtarên bê dawî di
navbera jin û mêr de peyda. dibin di mehê pêþîn de ji þûkirina wan,
ji ber ku gelek malbatên feqîr hene pera deyn dikin heta qelen
didin hevdu û erkê zemawendê pêktînin û piþtî demek kurt hemî zêr
û cihazê bûkê jê vedikin, da ew deynê xwe li ser milê xwe hilînin,
û gelek ji van bûkan ne razîbûna
xwe didin xuyanî û piþtre çîrok mezin dibe û bêtarên zor û nebaþ
diafirîne. Nexwe,
divê em çareyên bi lez ji van bêtarên bêhêvî re peyda bikin û çareyên
li ber çavên me ne û gelek raman û agahî ji me naxwazin, ji van çareyan: Yek
:Em liser bêtara qelen rawestin ji hemî aliyan ve, û li ser þopên wê yên
neçê ( selbî) û nebaþ bisekinin yên ku êþ û janên dijwar ji civakê
re û ji keç û lawan re tînin. Dudo
: Divê her kes ji me di rûyê vê bêtarê de bisekinê û gotin û karê
xwe bi hevdu ve girê bide, ji ber ku dema her yek ji me ji malbata xwe
destpê bike u bêtarê fêr
bike wê çareseriyek rast bide civakê bi tevayî, çimkî civak wek ku dibêjin
berhema kes û malbata ye. Sisê:
Gerek her malbat qelen ji xort bixwaze li gor rewþa wî ya abûrî û diravî,
û barê wî giran neke ,û tiþta herî girnig, kû ew keç u lawên xwe fêrî
prînsîpên baþ û rast bikin, da ew bikarin hemî temtêlên þaþ û ne
rast derbas bikin û bizanin ku þûkirin hevpiþkiyeke( þerake bi erebî)
giyanî u pîroz e, gereg jin û mêr bi hev re alîkar bin di hemî aliyên
jiyanê de, da ew bingehkî rast û levhatî ji civakê re û ji nifþên nû
re ava bikin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org