Rewþen
Bedirxan
Xatûna Peyva Serbeste Narîn Omer
Di yekê heyva þeþan, sala 1992 de, stêrek ji asîmanê kurdayetî firî û xwe sipartî himbêza malbata xwe ya dilovan kir, da ew bi samanî û aþtî binoþe. Rewþen
Bedirxan jinek çeleng û lehenge, xatûna pênûs û peyva azad û
serbeste, kevaniya dilsoz û dayîka dilovane, delala dilê hevalê jiyana
xwe Celadete. Di
sala 1909,l i gundê/Qeyserê/ malzaroka dayîka wê ew sipartî Gerdona bê
dawî kir, asoyên kurdayetî bidest dîlan û sema xwe kir, çimkî wan
dizanî zayîna vê keçê zayînek pîroz û pake, çimko ew ji hêlîna
Bedirxaniya firiye, û ji kaniya wan ya buheþtî mesta azadiyê vexwartiye. Piþtî
biryara fermana Bedirxaniyan ji aliyê rêjîma tirka ve derket, ew bi bavê
xwe Salih Bedirxan re hate bajarê Þamê. Rewþenê di dibistanên Þamê
de xwend, ta ew bû mamosta dibistanê û çend salan karê mamostatiyê li
Urdinê jî kir. Di sala1935 de pêwendiyek giyanî û candikî di navbera wê
û pismamê wê Celadet Bedirxan de avabû, lê mixabin ew pêwendî
temenkurt bû, demê Celadet ji jiyanê barkir, di sala 1953 de û sisê
zarokên delal li pey xwe hiþtin/Useyma, Sînem, Cimþîd/. Li sala 1957 li
kongira antî kolonyalîzim li Yewnanê bi navê gelî kurd amade bû. Di
Sala 1971 berê xwe da Baþûrê kurdistanê, li ser dawaza rêzdar Mustefa
Barzanî li bajarê Hacî Imran Hevgirtina Jinên Kurd avakir. Lê
Pirsa herî giring ewe: Ma
ev jina hêja gihêþte Mafê xwe, ji miletê xwe yê kurd?! Gelî wê kar
û xebata wê bi cih anî yan jî na??!! Mamoste/Konê
Reþ/dibêje: (
..emê vegerin li rewþa Malbata Celadet Bedirxan, piþtî koçberiya
Mîr Celadet, nema kesekî kurd li wan pirsî, demê Mîr ji dinê barkir ji
bilî/13/kaxetê sûrî di bêrîka wî de nebû, ma ev çend kaxetên han wê
têra çê bikin, û em dizanin malbata wan malbatek mezine û gelekî
merde?!). mamosta
Kon dîsa dibêje:( ..lewra kevaniya wî û zarokên wî gelek îza û azar
dîtin, û pir nexweþî jî di jiyana xwe de borandin..).û li ser devê
Rewþen bi xwe dibêje : (
..ev ji qenciya kurdaye û wefadariya wan ji Malbata Bedirxaniya re li
himber pakrewanî û xebata wan ji netewa wan re..). Piþtî
þûkirina keçên wê/ Useyma û Sînem/ û çûna kurê wî/Cimþîd/ li
Elmaniya,Rewþen bi tenha xwe ma û gelek êþ û jan kiþandin, rewþa wê
ya aborî her roj bero tengahiyê de diçû, keser û keder lê civîn û
nekarî heta kiriya xaniyê xwe bide, lewra dev ji þamê berda û çû
bajarê/Banyasê/ û xaniyekî piçûk û kirê erzan ji xwe re peydakir,
jiyana xwe ya mayî têde bûrand. Ji sala 1963 heta Roja mirina wê
1/6/1992, bê mirov û dost û heval, ji bilî Bîranînên wê bi jiyana wê
ya çûyî re, û bi hevalê jiyana wê re/Celadet/. Li
dawiya vê gotarê pirsek giring xwe dide pêþ û dibêje: Gelo
ma çima dawiya zanyar, nivîskar û xebatkarên me yên Mezin wihaye?! Narîn Omer
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org